31 januari 2019

Şêr û însan



Şêr û nêçîrvanek bûn hevalên hev. Rojekê bi hev ra derketin ger û seyranê. Li ser kî bêtir egîd û mêr e li hev nedikirin, şêr digot em şêr, nêçîrvan digot em însan.
Şêr digot em, nêçîrvan digot em.…

Kurd ne mecbûr in ji webayê û kolerayê yekê hilbijêr in


Meral Akşenerê gotiye Ji bo ku HDP li Îdirê qezenc neke em tu namzedî nîşan nadin.

Seroka Îyî Partiyê (ÎPê) Meral Akşener, dêlegura faşîst û mitefika CHPê ya hilbijartinên mehelî li Anqerê di civîna xwe ya çapemeniyê da gotiye:

30 januari 2019

Ala Kurdistanê ne ya tu partîyê û tu kesî ye



Çend kesên xwenezan do li Brukselê êrîş birin ser avahiya nûnertiya Kurdistana Federe û Ala Kurdistanê daxistin jêr.

Di vîdeoyê da meriv dibîne xwedêgiravî bûyera Şêladizê protesto dikin, Barzanî rexne dikin.

Hin kes li dijî Barzanî ne, hin kes li dijî PKKê ne. Kî hevalê kê ye, kî li dijî kê ye serbest e. 

Kevok û gêrik



Kevok pir tî bûbû, li perê çem li ser kevirekî venîşt û xwest hinek av vexwe. Çend caran nikilê xwe di avê da kir, bala xwe dayê gêrikek(mûriyek) di nava avê da ye, vir da wê da diperpite, dike nake nikane ji nava avê derkeve.

Dilê kevokê bi gêrikê şewitî, qirşek avêt ber, gêrikê xwe pê ve zeliqand û hêdî hêdî derket reşayiyê û xwe ji mirinê xelas kir.

Tam di wê nabênê da nîçîrvanekî  tiving di destan da ji wir derbas dibû. Çavê wî bi kevokê ket, got wele ev kevok nêçîreke baş e û tîra xwe li kevoka reben rast kir... 

Gêrikê bala xwe dayê nêçîrvan dike kevokê bikuje, hîn nêçîrvan tîr navêtibû ji kevokê da, mûriyê wek dûpişkê bi çîpa wî veda, gez kir. Canê nêçîrvan şewitî, qîrîn pê ket û destê xwe avêt ji çîpa xwe da. 

Kevokê dengê nêçîrvan bihîst, firek da xwe û çû û gêrikê jî bi vî hawî deynê xwe dabû...

29 januari 2019

Kerê zîtokî û siyaseta HDPê


Gundiyekî feqîr hebû. Tenê kerek û mangeyeke(çêlekek) wî hebû. Kerê wî kerekî henşerî û zîtokî bû, di êxur da tim bi qerta diçû mangê û manga reben  zîtik dikir. 

Mêrik kir nekir, nikanîbû bela ker ji mangê veke. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt û dua kir, got:

-Xwedêo tu ruhê vî kerê henşerî û zîtokî bîstînî û mangê ji zilma wî xelas bikî. Ev zalim bela xwe ji mangê venake.

Hin xêrnexwazan ez çavînokî kirim


Ez bawer dikim hin xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez çi bikim, ez rabim kespikekê bi kumê xwe ve kim, çawa bikim?

Îro(28/1-18) hinekî nerehet ketim…

Qey hinekên ji min dibuxudin zindîbûna min çavînokî kirin. 

28 januari 2019

Do me li mala hevalekî zarşîrîn şeveke xweş buhurand



Gelek spas ji bo wê mazûbaniya ji dil ya Perwîn xanimê û Qutbedîn Aliş...

Do êvarî em çend heval mîvanên Perwîn xanimê û Qudbedîn aliş bûn. Perwîn xanimê ji me ra parxan/parsu, bi gotina liciyan ”kalek” dagirtibû. 

Henek kiriye


Elektirîk...
Keçikê bi pîrika xwe ra sohbet dikir, pîrika wê jê ra qala dema keçiktiya xwe û hin serpêhatiyên xwe dikir.
Keçikê bi meraq jê pirsî:

27 januari 2019

Derewên tirkan û çîroka Hz. Îbrahîm


Tiştên siyasetmedarên tirk û medyaya tirk li ser kurdan, li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin dibêjin hemû derew in, bêbextî ne. Bi zanetî bûyeran belovacî nîşan didin.

Mele li mizgeftê li ser qurbanê waez dida:

-Zarokê Hz. Dawûd tunebû, kordunde bû. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt, dua kir, got, ”ya rebî keçikekê bide min, ezê wê ji te ra bikim qurban.

26 januari 2019

Gelê me yê başûr ji zulm û kuştinên Tirkiyê ra îro got êdî bes !




Gelê me li başûrê Kurdistanê li Şêledizê li hemberî dagirkerî, zulm, teror û qetlên artêşa Tirkiyê îro serî hilda û êrîş bir ser hin baregehên leşkerî yên Tirkiyê. 

Leşkerên tirk gel gulebaran kirin û li gorî medyaya kurd dinivîse du siwîl şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Di êrîşên balafirên tirk yên pêr û do da jî 6 kesên siwîl şehîd ketibûn.

Ev zulm êdî nayê kişandin


Tirkiye zulmeke nayê kişandin li me dike, me pir diêşîne. Li bakur, li başûr, li rojava jê ra ferq nake, li her derê leşkerên tirk pê li serê me dikin, me terorîze dikin, gund û bajarên me bombebaran dikin û bi kêfa dilê xwe me dikujin.

Ev zulma tirkan êdî nayê kişandin. 

Bi rastî jî hewqas zulm û çavsorî nayê kişandin...

25 januari 2019

Tirkiye dixwaze hemû kurdan qir bike


Di malpera "Rebwar Hassan" da vîdeoyeke li ser kurdan heye. Vîdeo ya telewîzyoneke misrî ye.

Spîker dibêje berî du saetan raporeke bi dizî ya istîxbarata Tirkiyê ketiye destê wan. 

Rapor bi tirkî ye û wan jî wergerandiye erebî.

Çîroka rûvî û jujo û kêçê

Qirnî

Li ser navê Ezopê(Aisopos) girêkî gelek çîrok tên gotin. Ji van çîrokan bi rastî çiqas yên Ezop in, çiqas ne yên wî ne kes baş nizane. 

Li ser jiyana Ezop jî gelek dîtinên cuda hene û hemû tiştên tên gotin sedîsed ne rast in. Lê rîweyet pir in. 


Arîstoteles jî qala serpêhatiyeke Ezop ya pir balkêş kiriye. Li gorî çîroka Arîstoteles qal kiriye, Ezop di mahkimê da sîyasetmedarekî bertîlxur (rişwetxur) bi çîroka rûvî û jujo parastiye û daye beratkirin.

Aqilê dema zewacê


Ji sofî Silo pirsîn, gotin:
-Sofî, ma tê bîra ta dema tu zewicî tu çend salî bû?
Sofî Silo got:
-Ma ez çi zanim ez çend salî bûm, bi Xwedê wê demê tu aqil maqil di sere min da nemabû.

Guhar
Xortek li Stenbolê li texsiyê siwar bû. Hinekî çûn, şufêr di neynika raçavkirinê ra bala xwe da xort û jê ra got:
-Ew guhare di guhê te da?
Xort got:
-Erê, guhar e.
-Ma bavê te naxeyide?
-Na naxeyide.
-Bira lawê min bike ezê wî guharî têxim dereka wî !
Xort got:
-Min fêm kir, ezê li milê rastê dakevim…


Rewş
Mêrik ji lawê xwe yê biçûk rewşa wî ya dibistanê pirsî, got:
-Lawê min, rewşa te ya dibistanê çawa ye, halê te çi ye?
Lêwik got:
-Rewşa min pir baş e bavo, ez nêzî sobê me, ciyê min germ e, naqefilim.

Dixwaze bizane ew lawê kê ye?


Lawê kerê
Lawikê biçûk ji bavê xwe pirsî:
-Bavo, ez lawê kê me ?
Bavê got:
-Tu lawê min î. Ma tu yê lawê kê bî?
Lêwik got:
- Ê heger ez lawê te me, çima diya min her roj ji min ra dibêje kurê kerê ?

Serhişkiya ker
Rojekê Meleyê Meşûr(Xoce Nesredîn) li kerê xwe siwar bûbû û diçû bajêr. Lê ji şansê wî yê xerab ra wê rojê serhişkiyê bi ker girtibû, Mele dikir nedikir nikanîbû berê ker bide ser riya rast, ker tim bi aliyekî şaş da diçû.
Çend rêwî rastî Mele hatin, silav lê kirin, gotin:
-Mele tu wiha bi ku da diherî?
-Mele ji derdê ker berê heta ber dev tije bûbû, hinekî bi hêrs got:
-Ma hûn nabînin? Ez diherim(diçim) dera ker dixwaze. Ew here ku ezê jî herim wir…

Çewtî
Mamoste di desrsa matamatîkê da ji zarokan problemek pirsî. Şêro dest destê xwe bilind kir, got ez kanim çê kim. Lê belê pirs şaş çê kir.

24 januari 2019

Şîna kurdî rabû "tazîye" ya erebî ket şûna wê


Di medyaya sosyal da her roj xeberên, anonsên "tazîyeyan"  dixwînim. Şîna kurdî rabûye û "tazîye" ya erebî ketiye şûna wê
Berê gava yek dimir şîna wî/wê çê dibû. Xelk û alem diçûn şînê.

Malbata yê wefat kiriye heta demekê şînî bû, pîrekan reş girê didan ji ber ku şînî bûn.

23 januari 2019

Telefon û kompîtorê dawî li qelemê anî


Kompîtoran û telefonên destan gelek karên me rehet kirin. Lê tu nemaye em nivîsînê ji bîr bikin, dawî li qelem û defterê anîn.

Berê teqwîmek, deftereke telefonan û bloqeke ji bo notgirtinê û çend qelem tim di bêrîka min da bûn.
 
Û qelemên jî tim qelemên baş û buha bûn. Herî kêm tim sê qelem di bêriya min d ahebûn. Min ji qelemên bi qalîte hez dikir û tim bi kar dianîn.

Têkçûn û serketin


Helbet biserneketin xerab e, moralê meriv xera dike. Lê belê meriv ji ketin û biserneketinên xwe ders û tecrûbê digre. 

Heger em biserneketinê, têkçûnê tu carî qebûl nekin ya jî ji bo ku em têk neçin em tu carî pê li ciyê şil nekin, tu carî rîskê negirin çavê xwe, emê tu carî şansê serketinê jî bi dest nexin û bi ser nekevin.

22 januari 2019

Huda-Para piştgirî da dagerkirina Efrînê bi bisîklêtê diçe gazî û hawara Turkîstana Rojhilat



Hin endamên Huda-Parê ji bo piştgiriya musilmanên zulm li wan dibe ewê bi bisiklêtê ji Edenê herin li Turkîstana Rojhilat, li Filistînê, li Sûriyê, li Misirê, li Arakanê, li Yemenê, li Afganîstan û li Çeçenîstanê civînên çapemeniyê çê bikin û zulma li wan miletan dibe protesto bikin. Wek ”partiyeke kurd” wek ferdên miletekî bêdewlet û bindest ewê herin destegê bidin van musilmanên xwedî dewlet û halê wan di her warî da ji yê kurdan baştir.

Roj roja hevkarî û yekîtiyê ye


Dijminên me û kesên bûne hevalên dijmin hewqasî pir in, hewqasî pir bin, meriv naxwaze wan bide aliyekî û kêmasî û şaşiyên hin welatparêzan, hin siyasetmedarên dane ser riyeke şaş rexne bike.

Di kozika şer da meriv naxwaze têkeve gewriya hevalê xwe yê şer û kozikê...

21 januari 2019

Heger Kurdistan çê bibe ewê Tofana Nûh dubare bibe !


Li vê dinyayê bêyî kurdan mafê her miletî heye serxwebûna xwe îlan bike û bibe xwedî dewlet. Li gorî dinyayê tenê mafê kurdan tuneye, nabe kurd bibin xwedî dewleteke netewî. 

Heger Kurdistan çê bibe ewê tofan û qiyamet rabe, ewê qûna dinyayê biçire û her tişt ewê binav û binerd bibe…

20 januari 2019

Kî çi mal e derket ortê


Kî çi mal e, çi cewher e, tê kirîn ya jî nayê kirîn, dibe xulamê dijmin ya jî nabe di rojên xerab, rojên reş û giran da xuya dibe.

Di van çend salên dawî da li bakur, li başûr û li rojavayê Kurdistanê bi hezaran merivên qelp û kurmî, cahş û xayinên biçûk û mezin eşkere bûn. Meriv kane bibêje baş û xerab, bi namûs û bênamûs, canfîda û xayin têra xwe ji hev geriyan.

Azana meleyê xiristîyan



Mêrikê gundî çûbû bajêr, çû mizgeftê ji bo ku nimêja îniyê bike. Wexta nimêjê hat mele azan da, got:

19 januari 2019

Edebîyat û nasname



Sebebê esasaî yê ku ereban, farisan û tirkan nikanîbûn di nava hezarên salan da kurdan bi tevayî bihelînin, bikin ereb, faris û tirk edebiyata kurdî ya devkî û muzîka kurdî ye, folklora kurdî ye. 

Li ser tirkîaxaftina kurdên Ewrûpayê çend fikrên cuda


Rojhat Amedî kurdên bi tirkî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin rexne kiriye. Di vî warî da gelek tiştên rast û di cî da gotine. Lê belê nivîsa wî bi tirkî ye...

18 januari 2019

Garo Paylan jî dixwaze Amerîka alîkariya kurdan neke !



Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan jî Trump şermezar kir û li Tirkiyê xwedî derket !

Qey di nanê me da xwê tuneye, em rindiyê, çêyiyê bi kê dikin, dibe xerabî û li me vedigere. 

Em ji kê ra dibêjin dost û bira, rayên xwe didinê, dikin nûnerên xwe, ji dêlî ku me biparêze, gorra me dikole.

17 januari 2019

Fikrên tahlûke



Xwedê kir her tiştê meriv difikire kes nizane, heger tiştê nuha ez difikirm bihata zanîn ewê serê min têketa belayê.

Hinekan jî ewê bigotana vî mêrikî hiş berdaye, aqil çelqandiye… 

Dema dijmin tiliya xwe di çavê meriv ra dike, pê li zikê meriv dike, welatê meriv dagir dike, mal û milkê gelê meriv bi çeteyên xwe dide talankirin, bêguman meriv tiştê baş û xweş nafikire.

Buhayê maçekê


Rutbe

Zabitekî tirk çû qahwexanê. Sofî Silo li masa li kêleka zabit rûniştibû. Zabit bi zirt ji Sofî Silo ra got:
-Tu çima ji ber min ranebûser xwe?
-Sofî Silo got:

16 januari 2019

Tirkan hiş berdaye


Ev çend roj in hemû medyaya tirk, biçûk, mezin hemû, manşetên hemû rojnameyan li ser kurdan e.

Hukûmet, wezîr, serokên partiyan her kes tenê qala beyana #Trump, rojava û #PYDê û #kurdan dike.

Tirk bûne parayonakê, şîzofrenên kurdan û Kurdistanê. Tirsa çêbûna Kurdistanê aqilê tirkan çelqandiye... 

Berf barî dîsa kar ji min ra derket



Dema ez xort bûm li welêt qedrê kal û pîran hebû, me nedihîşt bavên me, kal û pîrên me destên xwe di ava sar û gem da kin. Hemû kar me xortan dikir. Me nedihîşt kalên me xwe bixwestînin.

Partiyên başûr dîsa li ser kursiyan li hev nakin



Li gorî Rûdawê îro nivîsîye Amerîkayê, Brîtanyayê û Fransayê bi rêya konsulxaneyên xwe yên li Hewlêrê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) û ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) xwestine avakirina hukûmeta nuh bi derengî nexînin û zû ava bikin.

Hilbijartinên parlamentoyê par di 30 meha îlonê da(30/9-18) çê bûn. 

Di ser hilbijartinan ra hema hema çar meh buhurîne lê PDK, YNK û Goran hîn hev û du dibin û tînin û tu hukûmet nehatiye çê kirin. 

15 januari 2019

Dijminekî wiha kesî nedîtiye


Îran jî dijmin e, xêra me naxwaze.
Îraq jî dijmin e, xêra me naxwaze.
Sûriye jî dijmin e, xêra me naxwaze û him jî axa, erdê kurd nuha dixwazin azad biikn, li ser bibin xwedî desthilat aîdî Sûriyê ye.
Lê dîsa jî ne Sûrî û ne jî dewleteke din bi qasî Tirkiyê xwe nadirîne û neyartiya kurdan nake.

14 januari 2019

Tirkiye bi şîretan dev ji dijminatiya kurdan bernade


Erdogan bi riyên dîplomatîk, bi şîretan tu carî dev ji neyartiya kurdan bernade, dibê zorê û tirsê bibîne, dibê bivikê bibîne...

Serokê Amerîkayê #Trump gotiye:  "heger Tirkiye li Sûriyê li kurdan xe, kurdan bikuje ewê ekonomiya Tirkiyê têk biçe." 

Vê rastiyê her kes zane, lê ne xema îslamîstên neyarên kurdan e. 

Sûc



Kalê elewî bibêdilî bi gundiyan ra çû dua baranê. Gava di ber erdê(zevîyê)xwe ra derbas bû, darê destê xwe di erdê da çikand û got:
-Bira haya te jê hebe, ev erd jî yê min e...

13 januari 2019

Çima zanayên tirk, ereb û faris kurdî fêr nabin ?


Pirsek min ji kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê heye.

Li Tirkiyê akademîsyenekî, profesorekî tirk yê kurdî fêr bûbe tuneye. Heta nuha min nedîtiye profesorekî tirk, alimekî tirk bi kurdî bizanibe û li ser kurdan lêkolînek kiribe.

Îro ketim lê li erdê nemam...



Min ev zivistan heta îro bi saxî û selametî derbas kir, ne ketim û ne jî min dereke xwe seqet kir. Ji bo ku nekevim ez tim bi semt dimeşim.

Lê îro xerab ketim. Xwedê kir hêdî dimeşiyam. Lema jî erzan xelas bûm, dereke min neşikiya. Girmika min a rastê êşiya. Ew jî normal e. Meriv ket merivê pir hindik biêşe jî.

Huda-Par fêlbaziyê dike


Cîgirê serokê HUDA-PARê Mahmut Şahîn di civîneke çapemeniyê da gotiye ewê beşdarî hilbijartinên 31ê adarê yên herêmî nebin. Lê belê ev biryara wan ne boykotkirina hilbijartinê ye. Ew hilbijartinê boykot nakin.

Ê gava hûn nekevin hilbijartinan û boykot jî nekin, wê demê hûnê rayên xwe bidin kê?

Çima hûn viya nabêjin?

Di rastiyê da ev beyana Mahmût Şahîn îlana piştgiriya AKPê ye.

12 januari 2019

Min bêriya bastêqê hêka kiribû



Vê êvarê dilê min şêranî xwest. Min got xanim ka were em ji xwe ra bastêq biqelînin. Me cara nekiriye. Bi Xwedê min pir bêrîya bastêqê bi hêk kiriye...

Pêşniyara min ket sere wê û got baş e.

Çima profesorekî tirk kurdî fêr nabe ?


Çima yek profesorekî tirkê kurdî fêr bûbe tuneye?

Çima di nava tirkan da akademîsyen, profesor û kurdologên tirk tunene?

Abûqat Necat Zivingî pirsek ji kurdan kiriye, gotiye:

”Heya niha kesî dîtiye ku profesorekî tirk hînî Kurdî bûye?
Tenê behsa zanîn û biratiyeke derewîn dikin
Û ji bo helandinê Kurdî bi Kurdan didin jibîrkirin”
Pirseke pir xweş û di cî da ye.

11 januari 2019

Êrîşa Tirkiyê ser kurdan û rojava pir nêz e


Li gorî medyaya kurd û ya swêdî radigihîne Amerîkayê dest bi paşdavekişîna leşkerên xwe ji Sûriyê-rojavayê Kurdistanê kirye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Sean Ryanê emerîkî îro ji Fransa Pressê(AFPê) ra gotiye proseya vekişîna hêzên wan ji Sûriyê dest pê kiriye.

Erdogan guhdarîkirina li Mozart wek daxwazeke faşîstî dibîne


Artîstê tirk Rutkay Azîz gotiye, ”Bira serokkomar Erdogan li Mozart, li Beethoven guhdarî bike, belkî jê ra baş were.”

Erdogan ji vê pêşniyara Rutkay Azîz pir aciz bûye û gotiye:

”Şêl û meşreba serokkomarê vî welatî tê zanîn. Îcbarkirina bira bîrayê vexwe û li Mozart guhdarî bike faşîstiya herî mezin e ! ”

Dimsa sexte û ne sexte çawa ji hev tê gerandin?



Ez nuha ji Adnan Firat Bayar tiştekî nuh, ceribandineke pir rehet fêr bûm. Meriv dimsa(mota)sexte û heqîqî, ne sexte çawa kane ji hev bigerîne?

Li gorî tarîfa Adnan Firat Bayar, meriv hinek dims têxe qedehê û dû ra avê bera ser bide...

10 januari 2019

Derew û bêexlaqî


Patenta derewan ne li ser navê wan be jî bavê derewan siyasetmedarên tirk û medyaya tirk e. Herdu serî jî kûreye derewan in. Hema berdidin. 

Ji bo ku neyartiya kurdan bikin derew û bêbextiya, telaqreşiya nekin tuneye. Deremek exlaq ne bi siyasetmedarên tirk ra maye û ne jî bi medyaya wan ra.

Ê wê demê bide ez berçavka te paqij bikim


Nuhurandina dirêj

Şevekê diya Azadê biçûk ne li mal bû, ji bo wî di xew ra ke pîrika(dapîra) wî li ber bû. Wexta xewa wî hat, pîrika wî bi henûnî ew kir himêza xwe û bir xist nava nivînan. Xwe da ber serî û hêdê hêdî tepand û jê ra dest bi nuhurandinê kir û nuhurand. Yek qedand, yeka din bi ser xist û dirêj kir. Lêwik bala xwe dayê pîrê naqedîne, serê xwe ra kir û got:
-Pîrê, bes e binuhurîne, bihêle ez ji xwe rakevim…

Geveze

Keçika biçûk yeka hinekî çenebaz û geveze bû, di sinifê da pir dipeyivî, hemû sinif ji destê wê ketibû êlemanê. Mamoste dît nabe, rabû ji bavê wê ra nameyek şand, got keça we pir dipeyive, sinifê pir nerehet dike, nahêle em dersê çêkin. Dibê hûn şîretekê lê bikin.
Bavê keçikê jî bi nameyekê bersîv da mamoste:
-Li diya xwe çûye, diya wê rojekê xwendevana we be, hûnê şukiriya xwe bi wê bînin.

Destûr

Erebe li pey hev li ber lampa sor ya tirafîqê sekinîbûn. Lawikê biçûk nêzî texsiyekê bû û ji şufêr ra got:
-Apo ez cama ereba te paqij bikim?
Şufêr got:
Na, cama ereba min paqij e, hewceyî paqijiyê nake.
Lêwik got:
-Ê wê demê ka berçavaka xwe bide min, ez cama wê paqij bikim…

09 januari 2019

Tu kes xiyanetê efû nake


Li ser îxanetê gotinke Hecî Bektaşî Welî ya pir xweş heye, gotiye, "xeyret bike, gazî bike, heyret bike, efû bike, tobe bike, lê belê nebî nebî(zînhar) îxanetê neke !"

Îxanet îxanet e, çi biçûk, çi mezin qet ferq nake, hemû îxanet, yên biçûk jî û yên mezin jî pîs in û dibê meriv efû neke.

Tirkan gelek kurdên rojava bi buhayekî pir erzan kirine xulamên xwe û xayinên qewmê xwe.

08 januari 2019

Erdogan: John Bolton ne muxatabê min e...



Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hevdîtina bi John Bolton ra qebûl nekir û heyeta Amerêkî korpoşman vegeriya welatê xwe. Hema tu bigrî tirkan ew qewitandin.

Heger Trump ne quruşo û sûtal be ewê vê tirrê ji Erdogan ra nahêle, dibê bedelekî giran bide.

Em perîşan kirine lê jiyan li wan jî herimî ye


Erê tirkan jiyan li me heram kirine û welatê me jî li me kirinine zindan. Lê ew jî ne rehet in, bi me ra jiyan li wan jî herimî ye, li wan jî Tirkiye bûye cehnime. 

Ma nuha kîjan tirk ji jiyana xwe razî ye û bextewar e? 

Ew jî qefle bi qefle direvin û xwe davêjin dexlê ewrûpiyan.

Li welatê me siyaset pir zor bûye


Sîyset karekî zor e, lê siyaseta kurdan sed qatî zortir e. Li welatê me û li herêma me zemîn û şert hewqasî zû diguherin, meriv pê ra nagihîne, nikane analîzeke bi sihet bike. 

Dewletên mezin, hêzên dagirker rojane siyaseta xwe diguherin, geh rast lê dixin, geh çep.

Parsekê ji parsektiya xwe bi gazin bû


Parsek

Yekî li dereke pars lê yasax bû pars dikir. Polîsan ew girtin, birin qereqolê. Yê parsek dest bi gilî û gazinan kir, got:

-Ax, ax, xwezî pîreka min nemira û ez jî bi parsê neketama…
Qumsêr meraq kir, got:

Şikir bike



Sofî Biro êvarekê çû mizgeftê nimêja terawîhan. Mele nimêj pir bi lez dida kirin, kes pê ra nedigîha. Gava mele silav da, sofî Biro devê xwe kir guhê mele û hêdîka jê ra got:

-Mele, hinekî hêdî, ez bi zor dibêjim ”suphane rebîyel ela…”
Mele got:

07 januari 2019

Îslamîst jî bi qasî kemalîstan irqçî û neyarên kurdan e


Sidki Zîlan di twîtteke xwe da gotiye,”bimre kemalîzim; bijî îslam !”

Necat Zivingî li dijî vê dîtina wî derketiye û şiroveyeke pir rast û xweş kiriye, gotiye:

”Kemalîzim çîrok e. Li vî welatî zîhnîhyeta sereke ya keda kurdan dixwe û her zulm û neheqiyê li kurdan dike irqçîtiya tirk e. Ev irqçîtî geh di kirasê/dilqê kemalîzimê û sekularîzimê da ye, geh di kirasê îslamê û hinên em nikanin navên wan bidin da zulma xwe didomîne.”

06 januari 2019

Şevbêrkek xweş û bûyerek tahl


Komela Nivîskarên Kurd li Swêd do êvarî li Kitêbxaneya Kurdî şevbêrkek xweş çê kir. 

Rojeveke şevbêrkê ya taybet tunebû. Yê bixwesta kanîbû şiîrek bixwenda, stranek bigota ya jî tiştekî din pêşkêş bikira.

Biraderekî ji başûr, ji Eqrê bîstekê li tembûrê xist û çend sitran gotin û kêf da şevbêrka me. 

Amerîka: ew qebûl nake Tirkiye li Sûriyê kurdan bikuje


Piştî Pompeo, Bolton jî got ew qebûl nakin Tirkiye li Sûriyê kurdan bikuje, heta ew parastina kurdan negrin bin garantiyê ewê leşkerên xwe ji Sûriyê paş da venekşînin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Amerîkayê John Bolton gotiye: " "heta derbarê parastina kurdan da rêkeftinek neyê îmzekirin em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişin."

Azadiya zarokên me girêdayî xebata me ye


Gelek caran em ji pêşiyên xwe gazinan dikin, nifiran li wan dikin, dibêjin çima wan jî weka xelkê dewletek kurd ava nekirin.

Heger ew jîr û biaqil bûna û neyartiya hev nekirana nuha em ne di vî halê perîşan da bûn, nuha em kurd jî xwedî dewlet bûn.

Ji ber ku yekîtiya xwe çênekirin nebûn xwedî dewlet, nikanîbûn zora dijminên xwe bibin, tim şikiyan. 

05 januari 2019

Deve xiya nebe bar lê nabe


Tiştê meriv dibîne Trump mecbûr ma biryara xwe ya paşdavekişîna ji Sûriyê hinekî biguhere, çerx bike. 

Trump berê ji nişka ve got ewê di nava mehekê û herî dereng jî di nava 3 mehan da leşkerên xwe ji Sûriyê û rojavayê Kurdistanê vekişînin. 

04 januari 2019

Dibê meriv ji vî xortê alman ibretê bigire !


Bîstek berê di facebookê da yekî ji min ra daxwaza hevaltiyê şand.
Navê wî bi erebî bû, min nikanîbû bixwenda. 

Min piçekî bala xwe da profîla wî, min dît wa ye gelek tiştên kurdî û li ser kurdan di malpera wî da hene. 

Lema ez zêde bi dû navê wî neketim û min daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl kir...

Dinya di binê avê da bimîne jî ne xema werdegê ye



Dibê em baş bizanibin dinya di binê avê da bimîne jî ne xema werdegê ye.

Li Sûriyê, li Îraqê qiyamet jî rabe ne xema Trump û Amerîkayê ye, tiştek bi Amerîkayê nayê. Lê em kurd kanin di ber avê herin û bifetisin, bixeniqin. 

Lema jî dibê kurd bi dizî petrolê nefroşin Îranê û Tirkiyê, dibê em dirist bin û mêrikan nexapînin. Ya na di dawiyê da emê li zirarê derkevin. 

03 januari 2019

Me gelek rojên ji yên îro xerabtir dîtine


Me gelek êşên ji yên nuha mezintir kişandine. 

Me gelek bobelat û felaktên ji yên îro mezintir dîtine. 

Lê me ew zû ji bîr kirin. 

Ji ber ku em bêdewlet in piraniya wan êş, azar û felaketan, qetlîaman ji me ra nebûn tarîx û hafizayeke mişterek. 

Ji me wetnê rewşa îro em tê da ne ya herî zor û zahmet e, ya herî xerab e. 

Li ser tabîrekê çend fikrên cuda


”Destê we ter be”, yanî çi?
Carnan ez dibînim hin kes biwêja, tabîra, gotina "destê we ter be, destê te ter be" bi kar tînin. Ez bi xwe ji vê biwêjê, gotinê tiştekî fêm nakim.
Ev tê çi mane yê?
"Destê we ter be", yanî çi ? 

Bahozê dinya xera kir



Ev du roj in lawikê me Azad hatiye serdana me, min û xanimê ew li taxa xwe gerand û hin guherînên piştî wî bûne nîşanî wî dan. Lê xanim dorê nade min, herdu tim tenê kurepista wan bû.

Tirkiye bûye zindana jinan


Li gorî îstatîstîkên ”Platforma li Dijî Cînayetên Jinan” li Tirkiyê di sala 2017a 409 jin hatine kuştin, 387 zarok jî marûzî tecawizê, îstîsmara seksî bûne.

Di sala 2015a da 303 jin, di sala 2017a da 328 jin, lê sala 2018a heta dawiya meha 11a 409 jin hatine kuştin.

02 januari 2019

Nêrdiwana temen



Wek gelek kurdên din, di nufûsê da rojbûna min û xanimê jî ”0101” e. Bêguman ya me herduyan jî ne rast e.

Xanim dibêje dawiya wê jê ra gotiye ew di serê mîhan da bûye. 

Serê mîhan, yanî destpêka zayina mîha ye, dawiya meha yekê ye, ya jî destpêka meha sibatê ye.

Şîretên mele



Mele di nimêja îniyê da qala nebaşiyên alqolê dikir û kesên araqvexwir rexne dikir:

-Hûn him gunehan li xwe dibarînin û him jî perê xwe davêjin kuçê. Baş e yê qezenc dike kî ye? Xwediyê meyxanê ye…

-Xaniyê herî xweş yê kê ye? Yê xwediyê meyxanê ye…

Dibê medyaya kurdî bi devê dijmin nepeyive


Dibê em di medya kurdî da termînolojiya dijmin bi kar neynin

Tirkiye her êrîşeke xwe ya ser rojavayê Kurdistanê, her dagirkerina beşekî rojava navek lê kiriye, wek ” Mertalê Firêt û Çiqlê Zeytûnê” û nizanim çi û çi…

01 januari 2019

Ji jiyana me salek din jî kêm bû


Erê erê, saleke din jî ji umrê me çû, saleke din jî ji jiyana me kêm bû, em hinekî din jî nêzî dawiya rê bûn.

Her sal eynî tişt e, salek ji jiyana me kêm dibe, em diherin û dinya li dewsa xwe dimîne…

Bêxwediyên salan di zaroktiyê da pir dirêj bûn, bi meşa kûsî diçûn, heta sal diqediya em kevzikî dibûn. Nuha çima ez kal bûme bi beza xezalê derbas dibin, ez hew dibînim şeva serêsalê hat û li derve teqîn û qîjîna rakêtin bitran û kêmaqilan e.

PARVE BIKE