12 januari 2019

Min bêriya bastêqê hêka kiribû



Vê êvarê dilê min şêranî xwest. Min got xanim ka were em ji xwe ra bastêq biqelînin. Me cara nekiriye. Bi Xwedê min pir bêrîya bastêqê bi hêk kiriye...

Pêşniyara min ket sere wê û got baş e.
 
Vê payizê gava xanim çû welêt, bi xwe ra barek êmîş anî. Di nava êmîş da du cûre bastêq jî hebûn, yek wek pelê cixarê tenik û wek pempo nerm bû û yek jî qalind, esmer û hinekî hişk bû. 

Yê tenik û nerm ji Wêranşarê kirîbû û yê qalind û hişkolekî jî ji Diyarbekrê kiribû. 

Yê nerm tam li gorî diranê min e, carnan ez bi gûzan ra dixwim. Ji peqlawê û qedaîf û şîraniyên hevîrî baştir e.

Lema jî destê min li yê nerm, yê ji Wêranşarê kirîbû negeriya biqelînim, min ew hîşt.
Ev bastêqê hişk, wek  çekura nizanim yê ku ye? Ez bawer nakim yê Licê be. Axir yê ku be jî bastêqekî zêde ne baş e.


Lema jî min yê ji Diyarbekrê kirîbû hûr kir, xanimê hinek av pê reşand û min du hêkên xwe jî bi ser da şikandin û di rûnê nivîşk qeland.

Ev 39 sal in min bastêqê qelandî yê bi hêk nexwariye. Îşev, piştî 39 salan xwarina bastêqê bi hêk bû  qismetê min.

Di zaroktiyê da gava diya me ji me ra bastêq biqelanda em ji kêfa difiriyan. Min bi xwe tim ji şêraniyê pir hez kiriye. Lê nuha min pir kêm kiriye. Dema meriv kal dibe ruh şîrîntir bibe.
 Ya din ez li fîgurê xwe jî hinekî miqate me, naxwazim zik li min bibe def. 

Lema jî min şêranî, nan, tiştê bi rûn, xwarina zêde kêm kiriye.  

Ev çar sal in min dev ji cixarê jî berda ye.

Helbet çêkirina bastêqê bi hêk wer ne rehet e, wek çêkirina hemû xwarinên din, jê ra jî hostayî lazim e.

Min li gorî usûla Wêranşarê çê kir. 

Ji bo ku bastêqê we nerm were û di devê we da bihele, berî qelandinê hinek av pê bireşînin û zêde neqelînin, bira neşewite.

Ji bo ku hûn hostatiya min bibînin ez rismekî hunerê xwe parve dikim


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE