31 oktober 2019

Tirk irqçîtiya xwe baş îfşa dikin



Ji ber ku Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê Jenosîda êrmeniyan ya sala 1915a qebûl kir, tirk har bûn, irq’ätiya xwe baş dan der. Berdevkê Iyi Partiyê Yavuz Agiralîoglu pir qeheriye, gotiye: 

”Em navê Enver, Cemal û Talat didin zarokên xwe û bi vî hawî biyara Amerîkayê protesto dikin. Lê heger bêmisebetîya Amerîkayê dom bike, zarokên me yên keçik jî di nav da, emê navê Talat li her kesî kin.”

Talat, Enver û Cemal, hersê jî s
erokên Cemîyeta ÎttÎhat û Terakkîyê bûn û berpirsiyarên, sûcdarên jenosîda gelê êrmenî  ne... 

Pîreke ereb: "kî kurd be dikujin"!


Çeteyên Tirkiyê, qatil û terorîstên îslamî kî kurd be di cî da dikujin !

Jineke pîr ya Ereb ya ji ber êrîşên Tirkiyê ji Tiltemir koçber bûye, ji peyamnêra Rûdawê Vîyan Fetahê ra dibêje, "cîhadiyên girêdayî Tirkiyê kesên kurd dikujin, tu cudahiyê naxin nabêna xelkê siwîl û şervanan, kî Kurd be yekser dikujin !"

Viya bi emrê tirkan dikin, artêşa tirk emrê kuştina kurdan daye qatil û celadên Daîşê û cîhadî û ew jî dikujin. Ew bi serê xwe van qetlan nakin.

30 oktober 2019

Erdogan dîsa bi terorê gef li Ewrûpayê xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan


Serokê Tirkiyê Erdogan hemû Ewrûpa û dinya bi terorê tehdît kiriye, gotiye:

”Ez ban welatên piştgiriyê didin rêxistinên terorîst dikim. Hûn şaş dikin. Ew marê terorê yê hûn li welatê xwe, bi destê xwe xwedî dikin sibe ewê bi vede. Dema li kuçeyên we bombe teqiyan, sîlehên terorîstan mirin verşiyan, vandalan dest bi xerakirina der-doran kirin, helbet hûnê şaşiya xwe fêm bikin. Yên êlegzer ewê li welatekî tenê  tunebin, ewê li her derê hebin…”

Erdogan got di demeke nêz da ewê mizgîniya kuştina hin terorîstan bide gelê xwe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan


Erdogan bi kuştina al Bexdadî pir aciz bûye û gotiye madem wihaye, emê jî bikujin û înşela di demeke pir nêz da jî emê mizgîniyê bidin miletê tirk.

Erdogan di axaftina xwe da gotiye madem Amerîka kesê ji bo ewlekariya xwe tahlûke dibîne dikuje, emê jî eynî tiştî bikin û di demeke nêz da emê mizgîniyê wê bidin gelê xwe.

Ev jî tê wê maneyê di demeke nêz da bi emrê Erdogan ewê hin kurd ji alî Tirkiyê ve werin kuştin.

Bi temaşekirina li Erdogan dinya şaşiyeke pir mezin dike



Serê saln e me ji dinyayê ra digot em li hemberî dewleteke irqçî, faşîst û ji hemû wesfên mirovahiyê bêpar şer dikin, kesî bawer nedikir, dinyayê xwe kerr û lal dikir. 

Lê nuha li rojavayê Kurdistanê her kes dibîne Tirkiye dewleteke çiqasî wahş û faşîst e, ew Daîş bi xwe ye. Dibê dinya vê rastiyê bibîne.

29 oktober 2019

Rûsya li hemberî wahşeta Tirkiyê bêdeng e



Li gorî hemû xeberên ji rojavayê Kurdistanê tên li gel agirbestê jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne.

Ji destpêkê da ye tirkan guh nedane tu agirbest û peymanan, heta ji wan hatiye êrîş kirine û hin erdên din dagir kirine.

Dibê PYD vê yekê bi lez bi Rûsyayê ra bipeyive. Dibê Rûsya û Amerîka destûrê nedin tirk her roj hin gund û bajarên din dagir bikin.

Ax ji derdê nezaniyê !



Ji ber nezaniya xwe ji do da ye ez bê înternet bûm û bûbûm wek zarokê ji şîr vebe.

Min zêde tahamul nekir. Ez nuha bi şîrketa xwe ya internetê ra peyivîm. Min bi gazin got ji do êvarî da ye înterneta min tuneye, ev çi mesele ye ? Çima tuneye?

Xortê teknîsiyen ji min ra got rast e,  li herêma we tahmîrat heye, em hin tiştên xetê nuh dikin. Ewê sibe saet di 006.00a da biqide. Lê bi roj înternet heye, dibê tu routera xwe bidî xebitandin, restart bikî.

Teknîsîyen ji min ra çi got min wer kir û bi rastî înternet xebitî. 

Yanî nuha dîsa hemû cîhan, facebook, twîtter, filan û bîvan hemû li ber ber min in, dilê min kîjanê bixwaze wek berê kanim lê binêrim, bixwînim û binivîsim. Weleh xêra Xwedê ye.

Her tişt dîsa çû ser qeysa berê.

Lê bi şev ewê dîsa heta destê sibê qut bibe.

Dema min telefon kir, destpêkê ez hinekî bi wan da xeyidîm. Camêrê teknîsiyen bi zimanekî nerm ji imn ra got ”di malpera me da agahdarîya li ser tahmîratê heye, heger tu appa me daxînî, tu kanî înformasyona me daye mişteriyên xwe bixwînî.”

Min nezaniya xwe zêde neda der, min negot ”ez nizanim app mappan daxînim…”, min got baş e û xatir jê xwest.

Lê dû ra min li malpere şîrketa xwe nêrî camêr rast gotiye, agahiyeke xweşik dane, gotine ji bo xetnê nuh dikin û ewê kînga dest pê bikin û kînga biqedinîn û gava înternet nexebitî dibê meriv routera xwe restart bike.

Bi Xwedê nezanî ne baş e, lê gava meriv tiştekî nuh jî fêr dibe ew jî gelkî xweş e.

28 oktober 2019

Tirkan heb û narkotîka xistine nav keks û xwarinên firotine Kurdistana Federe


Tirkan bi riya keks, şîranî, çoklat û xwarinên firotine başûrê Kurdistanê bi salan kurd û zarokên kurd jahrdadayî û seqet kirine, heb xistinenava xwarinan.

Şîrketên tirk yên tiştên xwarinê firotine başûrê Kurdistanê ji bo ku kurdan û zarokên wan seqet bikin, bi nexweşyên giran bixînin derman, narkotîk û heb xistine nava keks, şekir, çoklata û şîraniyên şandine Kurdistana Federe.

Tirkiye hêlîna Daîşê û terorîstan e



Bala min lê ye medyaya cîhanê, serok û berpirsiyarên welatan hîn jî Daîşê wek tevgereke bi Tirkiyê ve negirêdayî be nîşan didin. 

Ji bo ku el Bexdadî li gundekî Idlibê li ser sînorê Tirkiyê xwe veşartiye gelek kes metmayî dimînin, dibêjin çawa kanîbû xwe li wir veşarta, çima Tirkiyê ew nedît?

27 oktober 2019

El Bexdadî jî li Tirkiyê derket



Bi qasî xuya ye kuştina El Bexdadî rast e. Ji ortê rabûna terorîstekî wek El Bexdadî bêguman baş e û derbeke mezin e li hêzên terorîst.

Lê belê dibê Trump û serokên ewrûpî bi kuştina El Bexdadî zêde dilşa nebin. Bi kuştina El Bexdadî Daîş û tevgera îslamî ya terorîst naqede.

Li Ewrûpayê bi hezaran terorîstên wek El Bexdadî û heta yên jê xerabtir hene.

Gelo bi rastî yê hatiye kuştin Bexdadî ye?



Li gorî xebereke Trump-emerîkiyan belav kiriye Bexdadî li Îdlibê ji alî emerîkiyan ve hatiye kuştin ya jî ji bo ku neyê girtin wî xwe kuştiye.

Tiyatroya Erdogan û Trump e.

Kî zane Erdogan dîsa çi dolabê digerîne?

Carê Îdlib di destê tirkan da ye. Heger bûyer rast be tirk di nava vî îşî da ne. Çimkî bêyî haya tirkan Bexdadî nikane here wir. Herêmeke li hemberî Reyhanliyê ye.

Hemû serokên dinyayê ji bo bi Erdogan ra bipeyivin ketine dorê (!)


Wezîrê trasportê yê Tirkiyê Cahît Tûrhan gotiye:

”Hemû hêzên dinyayê mezinahiya serokê Tirkiyê qebûl kirin. Ji bo ku werin li ser maseyekê bi serokê Tirkiyê ra rûnin û bipeyivin hemû di dorê da dipên. Li vê coxrafyayê raconê kî dibire? Miletê tirk dibire, lîderê wî dibire. Elhemdulîlah her kesî ev yek fêm kir.”

26 oktober 2019

Etienne Gernelle: Tiştê dibe paqijiyeke etnîkî ye

Edîtorê kovara fransî Le Poînt Etienne Gernelle


Serokê Tirkiyê Erdogan li edîtorê kovara fransî Le Poînt Etienne Gernelle doz vekiriye. Gernelle gotiye:

”Çi dibe me ew îzah kir. Dibêjin li Sûriyê operasyoneke leşkerî dikin, tê gotin li Sûriyê pevçûn, şer, êrîş heye. Tiştê dibe ji vanan ne yek e jî. Pevçûn, şer tuneye, li meydanê operasyona paqijiyeke etnîkî heye.”

25 oktober 2019

Bi dîtina Erdogan kurd kafir in !


Li gorî Erdogan kurdên rojavayê Kurdistanê(Sûriyê) kafir in û lema jî qetla wan helal e !
Erdogan îro li Mizgefta Çamlicayê di nimêja îniyê da gotiye, ”Emê di nav xwe da bi rahmet bin û li hemberî kafiran jî bi şîdet(bêmerhamet) bin. Wek li Sûriyê.”
Wek tê dîtin Erdogan kurdan ”kafir” dibîne û şerê li Sûriyê li hemberî kurdan dike jî li gorî wî şerekî li dijî kafiran e.

Erdogan û tirk ji me çi dixwazin?



Erdogan û tirkên hov û faşîst ji me kurdan çi dixwazin?

Ez ji we ra û ji hemû dinyayê ra bibêjim.

Erdogan ji kurdên rojavayê Kurdistanê ra dibêje:
"Em tirk ji we kurdan nefret dikin, hebûna ya li vê cixrafyayê me tirkan ditirsîne, nerehet dike. Ji bo wê jî gerek hûn ji vir bar bikin, herin. Ezê welatê we, malên we bidin hinekên ez ji wan hez dikim."

Û li ber çavê hemû dinyayê bi rastî jî 300 hezar kurd bi darê zorê ji malên wan derxistin.

Tirkiye ereban bi zor di malên kurdan da bi cî dike



Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) di rapora xwe ya dawî da dibêje ”Tirkiye koçberan bi xapandin û bi zor dişîne Sûriyê.”

Tirkiye bi xapandin û bi zor erebên li Tirkyê dibe di malên kurdan da bi cî dike. Ev qirkirina miletekî ye, jenosîd e. Dibê em dinyayê ji vê jenosîda tirkan haydar bikin.

24 oktober 2019

Tirk bi hovîtî û wahşeta xwe pir kêfxweş û serbilind in




Tirk û siyasetmedarên wan bi wahşeta li rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan kirine, bi wêrankirina gund û bajarên kurdan, bi talankirina malên kurdan, bi koçberkirina 300 hezar kesî ji kêfan serxweş bûne. 

Siyasetmedar, serokên partiyan, akademîsyen, rojnamevan, alimên dînî ji ber zafera li hember kurdan bi dest xistine hev û du pîroz dikin.

Gerek kurd her tiştê tirkan boykor bikin



Li başûrê Kurdistanê nerazîbûna gel ya li dijî êrîşên Tirkiyê ser kurdên rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin û berfireh dibe. 

Li gelek bajaran gel mal û eşyayên tirkî boykot dike. Bi derengî be jî pêşketineke gelkî baş e.

Kampaniya malên tirk nekirin ji alîyê komeke bi navê “Şerm” hatîye destpêkirin.

23 oktober 2019

Yên heta nuha em bindest hîştine ewrûpî û emerîkî ne



Hemû gelên li Afrîka, li Asya û li Ewrûpayê yên berê wek me kurdan bin dest bûn, bi alîkariya ewrûpiyan, emerîkiyan û Neteweyên Yekgirtî serxwebûna xwe bi dest xistin. 

Di vê sedsala dawî da li Asyayê, Afrîkayê û Ewrûpayê yek welat jî bêyî alîkariya ewrûpiyan rizgar nebûye. Hemû bi alîkarî û destegên derve xelas bûn.

Dinya bêmerhamet e û hevalê yê xurt e


Yê xurt be, perê wî hebe, welatan bertîl bike, çi sûcî, çi qetlê bike jî kes tiştekî pê nake.

Her kes zane Daîş girêdayî artêşa tirk e.

Her kes zane Erdogan serokê Daîşê ye.

Her kes zane heta Erdogan li ser hukim be Daîş naqede.

Şerem e, wiha nekin !



Rûdaw civîna Çavuşooglu zindî dide !

Şerm e, wiha nekin!

Di rojeke wiha da vê zulmê li kurdên şikestî, birîndar û êsîrketî nekin !

Ev dilşahiya bi serketina dijmin e.

Bi çi aqilî, bi çi heqî hûn civîna dagirkerê kurdan Çavuşoglu zindî didin?

Pûtîn jî bêbextiya Trump bi me ra kiribû dubare kir


Sebebê hemû xerabiyan pere ye. Trump ji bo xatirê pera ev bêbextî û îxaneta mezin bi me ra kir û gelê me û welatê me firot Tirkiyê.

Vladîmîr Pûtîn jî do ji bo pera bi peymanekê beşekî welatê me, Girê Sipî û Serê kaniyê firot Erdogan û koçberiya bi sedhezaran kurdên bêkes qebûl kir.

22 oktober 2019

Ji bo me îro rojeke reş e


Ji bo me kurdan îro rojeke reş e. Pûtîn bi vê peymanê qebûl kir beşekî welatê me di bin dagirkeriya tirkan da bimîne. Yanî tirştê Trump dabû tirkan Pûtîn jî îro îmze kir.

Nuha qedera gelê me di destê Esed, Erdogan û Pûtîn da ye.

Tirk û rûs bazariya welatê me dikin û em jî lê temaş dikin



Erdogan fena xwazgîniyê keçekê be, ji Pûtîn welatê me û axa Sûriyê dixwaze, dixwaze Pûtîn hemû rojavayê Kurdistanê bifroşe wî.

Ev 5-6 saet in bazariya wan dom dike. Lê hîn ne diyar e li ser çi li hev kirine. Xelk bazariya welatê me dike û em jî lê temaşe dikin. 

Xayinên me pir in


Tiştê nuha pir min diêşîne û fena ku yek xencrekê li pişta min xe, ji hovîtiyên dijmin bêtir, xayintiya kurda ye, kurdê bi kuştin û koçberiya birayê wî dilê wî naşewite, piştgiriyê dide wahşet û dagirkeriya dewlata tirk û qatilên Daîşê.

Gava meriv van xayinên qewmê xwe dibîne, meriv ji kurdbûn û însanîyeta xwe fedî dike.

Afîşê însaniyet û medenîyeta tirkan !




Li Tirkiyê, li her dera bajarê Konyayê afîşên li dijî yahûdîyan û xiristîyanan, afîşên irqçî û nazîst bi bîlboardan ve kirine. Di afîşan da dibêjin:


”Bi yahûdiyan û xiristîyanan ra nebin dost. Ew dostên hev in. Ji we kî bibe dostê wan, ew jî dibe yekî ji wan. Xwedê civata zaliman nade ser riya rast.”

21 oktober 2019

Min bawer nedikir Amerîka û Ewrûpa ewê destûra jenosîda me bidin tirkan



Tirk tim dibêjin ewê tu carî nehêlin li tu beşekî Kurdistanê bingeh û potansiyela çêbûna Kurdistanê peyda bibe. Bedelê wê çi be jî ewê midaxele bikin û vê bingehê û potansiyela çêbûna Kurdistanê ji ortê rakin.

Tiştê tirk nuha dikin ev e. 

Li başûr û rojavayê Kurdistanê baş xerab, ev çend sal in bingeha avabûna Kurdistanê çê bûye. 

Tirk dixwazin bi darê zorê, berê li rojava û dû ra jî li başûr vê bingeh û potansiyela azadî û serxwebûna kurdan ji ortê rakin û kurdan wek milet ebediyen biqedînin, mahkûmî helandinê û jenosîdê bikin.

Tirk welatê me bi zor ji me distînin û dinya jî dibêje heqê wan e


Welatê meriv namûs û şerefa meriv e. Ha xelkê welatê meriv, bajarê meriv ji meriv stendiye, ha tecawizî namûsa meriv kirine, ferq nake, eynî ye.

Bi girtina Serê Kaniyê, Erdogan, Trump, Pûtîn û Daîşê bi hev ra îro tecawizî namûsa me kurdan kirin, namûs û şerefa me birên pênc pera.

Heger dinya ev dinya bêûjdan û bênamûs be, ewê êrîşê Qamîşloyê û bajarên din jî bikin...

Camêr gotineke tam li gorî paşnavê xwe kiriye

Ahmed Turk


Ahmet Turk di rojeke wek ya îro da bêyî ku şerm bike, gotiye:
"Berê kurdan bi Tirkiyê da ye !"

Paşnavê wî "Turk" e, yekî tam layiqî wî paşnavê xwe ye.
Ez vê bêxîretiya wî didim xatirê zarok û malbata wî û jê ra tiştekî din nabêjim.

Lê bi rastî jî yekî tam li gorî paşnavê xwe ye, kurdekî tam tirk e. Paşnavê "Turk" tam lê tê. 

20 oktober 2019

Ev sûcên giran ewê ji Tirkiyê ra nemîne



Tirkiye bi çeteyên Daîşê ra li rojavayê Kurdistê, li Serê Kaniyê, li gundên wê herêmê sûcên pir mezin û pir giran dike, xelkê siwîl bi wahşereke mezin dikujin, nahêlin birîndar werin xelaskirin û dernankirin.

Tirkiyê li herêmê çekên kîmyayî bi kar anî, gelek birîndar hene.

Heger Neteweyên Yekgirtî bixwaze Tirkiyê ceza bike kane bike, delîl pir in. Tirkiye li ber çavê hemû dinyayê sûcên pir mezin kirine û hîn jî dike.

19 oktober 2019

Îro emê li hemberî dagirkerî û wahşeta Tirkiyê dengê xwe bilind bikin !



Îro saet di 13.00a da emê li Stockholmê dagikerî, barbarî û wahşeta tirkan protesto bikin.

Bi şevan xew nakeve çavên me, bedenên me li derên cihê bin jî dilê me li Serê Kaniyê, li Girê Sipî ye, bi gernas û şêr û şepalên kurd ra ye.

Dinya li wahşeta Tirkiyê temaşe dike


Erê dinya, piştgiriya dagirkerî û hovîtiya Tirkiyê nake. 

Erê her kes Tirkiyê rexne dike. 

Erê her kes bi devkî ji bo kurdan tiştên baş dibêje û dilşewatiya xwe nîşan dide. 

Lê ev yek hemû ne êrîşên Tirkiyê radiwestîne û ne jî kurdan ji kuştinê, ji destê qatil û celadan xelas dike.

18 oktober 2019

Îdeolojiyek çawa kane mirev hewqasî bike xulamê dagirkerê welatê xwe?


Tu dibêjî belkî li ba kurdên bakur dîndarî, îslamîyet bûye îdeolojiya xayintiyê, îdeolojiya neyartiya kurd û Kurdistanê.

Hin hevalên der û dora Tevgera Azadî ne tê da, kurdên Huda-Parê û AKPê bûne hevalên dewleta tirk û neyarên serê qewmê xwe.

Bêyî Tevgera Azadî, hemû kurdên Huda-Parê, AKPê li dij in kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke netewî û siyasî.
Hemû piştgiriyê didin dagirkeriya Tirkiyê. 
Hemû dixwazin Tirkiye û çeteyên Daîşê hemû kurdên PYDê, YPGê û gelê bi wan ra bikujin.

Trump û Pûtîn em û welatê me bi hev ra wek diyarî dane Erdogan.



Xwedêgiravî Tirkiyê do agirbest qebûl kir. 

Lê vir e, balafirên tirk bi rengekî bênabên bajaran bombebaran dikin, siwîlan dikujin û nahêlin alîkarî bi birîndaran ra bibe.

Û ev barbarîya tirkan jî li ber çavê Amerîka, Rûsya û hemû dinyayê dibe.

Amerîka jî midaxele nake, nabêje çima tu êrîş dikî?

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, NATO, Yekîtiya Îslamî, bi kurtî tu kes li hemberî tirkan tiştekî cidî nake. Her kes li barbariya tirkan temaşe dike.

Di tarîxa tirkan da rola zorê


Pêşiyên tirkan Tirkiye û Kurdistan bi zora xwe girtin û kirin welatê xwe. Û nuha jî dixwazin bi riya zorê hin erdê din jî ji kurdan û ji ereban bigrin.

Tirkan di tarîxê da ji zorê tim fêde dîtine û çi sûc kirine ji wan ra meye.
Tirkan êrmenî qir kirin ji wan ra ma.
Rûm qir kirin ji wan ra ma.
Çend cran kurd qir kirin ji wan ra ma.
Ji bo wê jî tirk aşûnî bûne û tim zor bi kar anîne, tim bi devê tivingê peyivîne.

Rûs û faris ne tê da, cîranên wan yên din û hemû ewrûpî ji tirkan ditirsin. Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dide Erdogan.

Tirkiyê û Amerîkayê li ser dagirkirina rojavayê Kurdistanê li hev kirin



Erdogan him kursiya xwe û him jî serê xwe xelas kir !

Erdogan bi qebûlkirina rawestandina şer û şertên Amerîkayê pir biaqilî kir, bi vê teslîmbûnê him serê xwe ji ben xelas kir û him jî aboriya Tirkiye ji batbûnê.

Heger Erdgogan guh neda şîreta Trump, ewê him şer wenda bikira, him têketa qulikê û him jî di warê aborî da Tirkiye bat bikira.

Lê bi vê peymanê mêrik serê xwe jî, kursiya xwe jî û aboriya Tirkiyê jî xelas kiriye û dagirkeriya xwe jî bi Amerîkayê daye qebûlkirin.

17 oktober 2019

Ji ber ku yên li Serê Kaniyê tên kuştin zarokên kurd in dinya bêdeng e



Tirkiye ev 9 roj in Serê Kaniyê bombebaran û topbaran dike. 

Ev ne bes bû, ev du-sê roj in li hemberî xelkê siwîl çekên yasax, çekên kîmyayî bi kar anîne.

Bi sedan siwîl û zarok birîndar bûne. 

Di medyaya sosyal da gelek sûretên zarokên bedenên wan şewitîne belav dibin. Merivnikane lê binêre.

Telewîzyona swêdî qala xeberê kir, lê belê heta nuha yek sûretekî wan zarokên bedenşewitî û birîndaran jî nîşan nedane, naxwazin nîşan bidin.

Çimkî yên tên kuştin kurd in.

Hin parlamenterên HDPê jî ji nemeya Trump xemgîn bûne

Mebûsê HDPê Farûk Gergerlîoglu

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu, ji uslûba nameya Trump ya ji Erdogan ra şandiye pir aciz bûye, gotiye, ”ez pê xemgîn bûm…”

Yê bi nameya Trump û bi gotinên Trump ji Erdogan ra gotine biqehere, pê xemgîn bibe ew ji kurdan bêtir dilxwazekî tirkan û Erdogan e.

Merivekî xwedî ûjdan, dostê kurdan ne mimkûn e bi nameya Trump ji Erdogan ra şandiye biqehere.

Li Sûriyê çêbûna dewleteke kurd ewê çi zirarê bide Tirkiyê?


Tirkekî gotiye:
”Ji bo ku meraq dikim dipirsim. Li Sûriyê çêbûna dewleteke kurd zirara wê ji me ra çi ye?”

Erdogan, hukûmeta wî û hemû tirkên li dijî çêbûna Kurdistanê ne dibêjin, ”heger li Sûriyê dewleteke kurd ava bibe, ewê ji kurdên me ra bibe pişt û çavkaniyeke îlhamê.

Ji bo ku ji kurdên bakur(Tirkiyê)ra pişt çê nebe, dibê li tu derê kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî îmkan.

Dûran Kalkan wek berdevkê Erdogan peyivîye


Duran Kalkan

Duran Kalkanê yek ji serokên PKKê  di hevpeyvîna xwe ya li ser êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê da bi devê neyarekî kurdan peyivîye û gotiye:

”Dixwazin berê Îranê perçe bikin, dû ra jî ewê vegerin ser Tirkiyê û Tirkiyê perçe bikin. Dibê tirk bizanibin ewê Tirkiyê ji Sevrê jî xerabtir bikin.”

Tu ferqa van gotinan ji gotinên Erdogan û hemû neyarên kurdan tuneye. 

Mêrik li dijî perçebûna Îranê û Tirkiyê ye. Yekî wiha dibê ciyê wî di nav PKKê da tunebe.

Nameya Donald Trump ji Erdogan ra şandiye



Di nehê cotmehê da, roja Tirkiyê êrîşî rojavayê Kurdistanê kiriye, serokê Amerîkayê Donald Trump, nameyeke pir ecêb ji Erdogan ra şandiye. 

Nameyeke pir ecêb e, pir samîmî ye, ji Erdogan ra dibêje ”Qey tu naxwazî bibî berpirsiyasrê qetla bi hezaran însanî, ez jî naxwazim aboriya Tirkiyê têk bibim -tu zanî ez dikim-. Ehmeq nebe”, bi kurdan ra li hev bike.

Ez bawer nakim tu serokê welatekî ji serokekê welatekî din ra nameyek bi vî zimanî nivîsîbe.

16 oktober 2019

Heger dinyayê ji qetlîama xendekan ra çavê xwe negirta Erdogan îro ev zorbatî nedikir


Heger qetlîama xendekan, wêrankirina 8 bajarên Kurdistanê ji Tirkiyê ra nemaya, Erdogan nikanîbû îro êrîşî rojavayê Kurdistanê bikira.

Tirkiyê di şerê xendekan da çend hezar kurd li ber çavên hemû dinyayê sax sax kuştin, di zêrzemiyan da şewitandin û dû ra jî wek çop, qirş û qal û moloz avêtin.

Ev sûcekî li dijî mirovahiyê yê pir giran bû. Lê dinyayê li qetlîamê temaşe kir, ji tirkan ra çavê xwe girt. 

Tenê Rûsya kane êrîşa Tirkiyê rawestîne


Li ser êrîşa Tirkiyê ser rojavayê Kurdistanê û netîceyên wê em çi bibêjin jî vala ye, çimkî yên li sahê xwedî hêz in Rûsya, Amerîka û Tirkiye ne. 

Em nizanin ev dewlet ewê çi biryarê bidin û kîjan daxwazên tirkan qebûl bikin.

Liberxwedana kurdan muhîm e, lê belê hêza kurdan nikane zora van dewletan bibe.

Ji bo wê jî Rûsya, Amerîka çi bibêjin di netîceyê da ewê ew bibe.

Li Tirkiyê kî bi kurdî bipeyive tirk serê wî dişkînin û lînç dikin

Ekrem Yaşliyê ji ber ku bi xanima xwe ra bi kurdî peyivî
tirkekî ew xist vî halî


Li Tirkiyê cezayê axaftina kurdî êdî lêdan e, lînckirin e û kûştin e. Tirk qebûl nakin du kurd bi hev ra bi kurdî bipeyivin.

Kî vê yasaxa wan qebûl neke xwînê berra ser didin, lînc dikin û dukujin. 

Xanima Ekrem Yaşliyê 74 salî Bedrîye Yaşli, li Çaneqalê li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê ji çavê xwe emelîyet bûye. 

Îro ji bo me rojeke muhîm e




Îro ji bo kurdan du civînên gelkî muhîm çê dibin. 

Yek jê civäna Encumena Asayîşa Navdewletî ye. Encumena Asayîşa Navdeweletî ji bo ku rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê minaqaşe bike û biryarekê bigre îro dicive.
Hêvî dikim biyara rawestandina şer û paşdavekişîna Tirkiyê ji civînê derkeve.

15 oktober 2019

Ev êrîş ewê li ser tirkan pir buha rûne



Tirkan çend hezar çete, sûtal û çeqelên Daîşê û îslamî li dora xwe civandin û li rojavayê Kurdistanê êrîş birin ser şêr û şepalên kurd.

Li gorî hesabê tirkan yê li malê, ewê Serê Kaniyê, Qamîşlo, Girê Sipî, Minbic, Kobanê û gundên ser sînor di nava du, sê rojan da bi tevayî dagir bikin.

Lê mehmetcikên tirk, çete û çeqelên Daîşê pûş kutan, ji dêlî heyfa bavê bigrin, qûna dê jî dan ser.

Kurd ji mirinê û ji terora we mezintir in !



Emerîkî dibêjin Erdogan soz daye Trump, gotiye ewê êrîşî Kobanê nekin.

Kêfa wan e. Heger êrîş nekin, maneya xwe nikanin, zanin di dawiyê da ewê li zirarê derkevin.
Lema jî çi ji destê we texsîr nekin.

Hemû dinyayê careke din dît miletê kurd tu carî serî natewîne, kurd miletekî gernas e...

14 oktober 2019

Ereb dijminatiya me dikin lê piştgiriyê didin dagirkeriya tirkan



Sebebê dijminatiya ereban bi kurdan ra mesela axê ye. Ereb dibêjin kurd axê, erd ji ereban dixwazin, kurd dixwazin Sûriyê û Îraqê perçe bikin.


Lê eynî ereb destegê didin tirkan ji bo ku beşekî axa Sûriyê dagir bikin, ew jî bi tirkan ra şerê me û Sûriyê dikin.

Heta em nebin xwedî dewlet emê tim wek kurmê serê nîkê bin


Masîgir kurman, masiyên biçûk bi nîka xwe ve dikin û ji bo ku masiyên mezin bigrin.

Amerîka, Rûsya, Ewrûpa, dewletên mezin jî me kurdan wek kurm û masîyê bi serê nîkê ve dibînin. Ji bo ku pê masiyên mezintir bigrin.

Ji bo Trump, Pûtîn, Borîs Johson, NATO em kurd bi rastî jî wek kurmê serê nîkê ne.

Ez blogeriyê wekî micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê dibînim



Hevpeyvîn: Zekî Ozmen

Nivîskar Zinarê Xamo heta niha du pirtûk nivîsandine û yek jî ji swêdî wergerandiye kurdî.
Derdora çil salan e li Swêdê dijî.
Ev 12 sal in rojane di bloga xwe de nivîsan bi awayekî rojane bêrawestan belav dike.
Heta niha zêdeyî 6 hezar nivîs di bloga xwe de belav kirine.
Di vê hevpeyvînê de me derbarê çîroka wî ya blogeriyê de pirsên me meraq dikirin pirs kirin û wî jî bersiva pirsên me dan. 

Tê bîra te fikra avakirina blogereke takekesî berî 12 salan çawa bi te re peyda bû? 

13 oktober 2019

Rêvebiriya xweser û Sûriyê li hev kirin



Piştî 5 rojên şer, rêvebiriya xweser yanî PYDê, QSDê bi beyanekê gotine wan û hukûmeta Sûriyê li hev kirine û êdî leşkerên Sûriyê ewê li ser sînor bi cî bibin û gund û bajarên li ser sînor biparêzin.

Em naveroka peymanê nizanin. Lê li gel vê jî ez dibêjim PYDê biryareke rast daye. 

Çimkî ez alternatîfeke ji viya baştir nabînim. Berdewamiya şer alternatîfeke pir xerab û pir bi zirar e. Û şansê kurdan û qezenckirina şer jî tuneye.

Destê Trump jî di xwîna kurdan da heye



Donald Trump, em kurd bi xayinî û bi rengekî pir namerdane firotin Tirkiyê. Ev sedîsed wisa ye.

Xwîna nuha leşkerên tirk û qatilên Daîşê li rojavayê Kurdistanê dirjînin, destê Trump jî di wê xînê da heye. 

Ez dibêjim xayinî û namerdane, çimkî di bin ra bi tirkan ra li hev kiribûn û ev yek ji kurdan ra negotin; negotin li çareya serê xwe binêrin, emê vekişin. Em êdî alîkariya we nakin.

Ev yek bi zanetî ji kurdan ra negotin, ji bo ku kurdan bi tenê bihêlin. 

Dibê PKKê îro ji her kesî bêtir xwe nîşan bida



Do li gelek bajarên Ewrûpayê meş û protestoyên li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê hebû. Hemû protesto jî qelebalix bûn.

Ev çar roj in kurdên Ewrûpa li dijî dagerkeriya Tirkiyê li li medydanan dengê xwe bilind dikin.

Di xwepêşandanan da tiştê bala meriv dikşîne ji her çar perçên Kurdistanê kurd bi girseyî beşdar in, kurdên nêzî PKKê û yên din bi hev ra neyarê xwe protesto dikin. Ev tiştekî pozîtîf e.

12 oktober 2019

Ev serketina tirkan û Daîşê ji ber bênamûsiya Trump û Pûtîn û bêexlaqiya dniyayê ye



Leşkerên tirk û qatilên Daîşê bi hev ra bi "allahu ekber " bajarên kurdan dagir dikin.




Ev serketina tirkan û Daîşê bi piştgiriya Trump, Pûtîn û bi saya bêdengiya dinya bênamûs û qehpik dibe!

Bi meriv ra piçek ûjdan, merhamet, namûs, şeref hebe, meriv destûrê nade hovîtiyeke wiha li miletekî mezlûm were kirin.

Bêbextiya bi henekekê derket ortê

Linsey Graham


Du rojnamevanê rûs, Alekesey Stolyarov ve Vladimîr Kuznetsov, bi naznavên ”Lexus ve Vovan” jî tên nas kirin. 

Alekesey Stolyarov ve Vladimîr Kuznetsov, bi henekên xwe yên telefonê pir meşhûr in. 

Bi navê sexte telefonî xelkê dikin, bi wan ra dipeyivin, pirsan ji wan dikin û dû ra jî belav dikin.

Van herdu kesan, di dawiya meha tebaxê(axustosê)da telefonî merivê herî nêzî Donald Trump, Lindsey Graham kirine û xwe wek wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar dana naskirin, gotine Hulûsî Akar dixwaze bi Lindsey Graham ra bipeyive.

Amerîka û Rûsya li pişt êrîşa Tirkiyê ne


Li hemberî Tirkiyê qala ambargoyê û cezakirinên aborî tê kirin. Efendim nizanim Trump çi îmze kiriye, ewê Tirkiyê di warê aborî da ceza bikin, filan û bîvan.

Vana hemû çîrokên vala ne, demagojiyên ji bo xapandinê ne.

Trump li pişt êrîşa Tirkiyê ye û tiştên li dijî Tirkiyê ji alî Qesra Sipî tên gotin jî hemû dezînformasyon in.

11 oktober 2019

Gerek em sebebê vê êrîşa Tirkiyê yê asil bi dinyayê bidin fêmkirin



Tirk ji hemû kurdan ra dibêjin ya hûnê bindestiya ebedî qebûl bikin, heta hûn diqedin, dibin faris, ereb û tirk, ya jî emê wiha pê li serê we kin û we koçber bikin.

Sebebê Tirkiye ji PKKê, PYDê û YPGê ra dibêje terorîst  ev e.

Sebebê êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana rojava ev e.

Tirkiye dibêje gerek hûn li Sûriyê ji bindestiyê dernekevin.

Heger hûn bibin xwedî otonomî, ev kane sibe bibe Kurdistaneke serbixwe, bingeha wê çê dibe.

Li bajar û şervanên di bin êgir da ne difikirim



Ji berbang da ye rabûme, bi dilekî mişt derd û kovan, fena rêwiyekî riya xwe wenda kiribe di medyaya sosyal da bala xwe didim xeberên li ser Kurdistana rojava, nivîs û twîttên li ser êrîşa Tirkiyê dixwînim.

Li Kobanê, li Serêkaniyê, li Qamîşloyê, li gel û şervanên di bin êgir û topbarana artêşa tirk da ne difikirim.

Halê wan tînim ber çavê xwe, kezeba min dişewite.

10 oktober 2019

Amerîkayê, Rûsyayê û Çînê destûra êrîşê dane Tirkiyê



Amerîkayê, Rûsyayê û Çînê destûr dane Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike û qismekî kurdan bikuje û qismekî jî bi çolan xe.

Belê, tiştê di civîna Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da îro derket ortê ev e. Amerîka, Rûsya û Çîn li pişt êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana rojava bûne, wan destûr dane dagirkeriya Tirkiyê.

Li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê ji bo zafera leşkerên tirk ya li hemberî kurdan Sureye Fethê hat xwendin

Ji bo Mehmetcikan(leşkerên tirk)dest rabûn hewa
li 90 hezar mizgeft eynî dua hat kirin


Bi emrê hukûmetê û Dîyaneta Tirkiyê li 90 hezar mizgeftên Titkiyê ji bo artêşa tirk li hemberî kurdan muzafer bibe Sureya Fethê hat xwendin û dua hat kirin.

Yanî tirkan îro li 90 hezar mizgeftan ji bo ku leşkerên tirk Jurdistana rojava bi serketî dagir bike û 2-3 milyon kurd ji gund, bajar û malên wan derxin û bi hezaran jî bikujin dua kirin.

Hudaparê jî piştgirî da êrîşa Tirkiyê û jenosîda kurdan


Belê, wek dihat texmînkirin HUDAPARê jî wek Iyi Partiyên tirk, MHPê û CHPê piştgirî daye dagirkirina Kurdistana rojava û jenosîda kurdan.

Ji xwe kesî şêleke din ji Hudaparê nedipa. Hudapara di şerê Kobanê da piştgirî da Daîşê, bêguman ewê îcar jî piştgiriyê bide êrîşa artêşa tirk.

Hemû partiyên tirk kurdan neyarên xwe dibînin


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û serokê Belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî piştgirî dan dagirkirina Kurdistana rojava û jenosîda kurdan.

Ez qala Bahçelî, Meral Akşener û tirkên faşîst nakim. Min beyana Kemal Kiliçdaroglu û Îmamoglu tenê kir kurmancî.

Tirkiyê dest bi gagirkirina Kurdistana rojava kir


Artêşa hovan, wahşan, faşîstan û Daîşê êrîşa ser kurdên rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin.

Hemû dinya medenî, her kesê ji xwe ra dibêje ez însan im dibê li dijî vê êrîşa artêşa faşîst û çeteyên Daîşê dengê xwe bilind bike.

09 oktober 2019

Nameya xwendevanekî


Silav û rêz Apê Zinar 

Ez di serî de dibêjim Xwedê kesên wek cenabê te li ser sermê Kurda kêm neke. 

Apo, ez nizanim ezê çawa terîfa cenabê te bikim, lê ez sibê heta êvarê li ser vê medya civakî me û dixwînim, dibînim çavê min her tim li nivîsên te digere.

Meclîsa Tirkiyê tezkereya Sûriyê û Îraqê saleke din dirêj kir



Tezkereya, yanî destûra maf dide artêşa tirk here li Îraqê û li Sûriyê êrîşî kurdan bike, gund û bajarên kurdan dagir bike di meclîsa Tirkiyê da hat qebûlkirin.

Bêyî HDPê hemû partiyên tirk careke din ji bo salekê destûr dan artêşê ji bo ku li Sûriyê û li Îraqê here şerê kurdan bike.

Yanî hemû partiyên tirk di kuştina kurdan û di dagirkirina welatê wan da mitefik û hemfikir in.

Rast e tirk kurdan wek dijminên xwe yên ebedî dibînin


Serokê Amerîkayê Donlad Trump li ser pilana Tirkiyê ya dagirkirina Kurdistana rojava gotiye:

”Kurd dijminên Tirkiyê yên tabiî/xwezayî ne, ev sed sal in herbê dikin…”

Medyaya tirk van gotinên Trump rexne dikin û dibêjin ev vir e, tirk dijminatiya kurdan nakin.

08 oktober 2019

Min teqleya Trump ya îro pir eciband

Serokê DYA Donald Trump


Donald Trumpê dînik merivekî pir xweş e, eynî wek şekir e, carnan min diqeherîne, lê tişt nabe, zû tê rê. Ev baş e, rojekê rast lê dixe, rojekê çep lê dixe.

Kevoka(gogerçîna) herî teqlebaz jî nikane wek wî li ser hev hewqas teqleyan bavêje. 

Camêr teqlebazekî bêhempa ye, kane di dewqîqeyekê da bi sedan teqla bide xwe.

Lê teqla wî ya îro pir xweş e, min eciband.

PARVE BIKE