31 juli 2026

Ereban dest bi dagirkeriya Îspanyayê kirin


Ereban ji Fasê dest bi dagirkirina Îspanyayê kirine. Di nav çend rojan da 49 hezar kes, ji sedî 99 xort ji bahrê derbasî bajarê Ceutayê bûne. 

Lê ev destpêk e, heger hukûmeta Îspanyayê, Yekîtiya Ewrûpayê tedbîreke sert, cidî negirin di nav çend rojan da jimar ewê derkeve milyonan.
Îspanyayê ev dagirkirin heq kiriye. Hukûmetê di meha nîsanê da ji bo milyonek û 200 hezar koçberên qaçax efû derxistin, mafê rûniştinê û xebatê dan wan. ji bo wê jî xelk tahmijî.

Li ser Wêranşara 50 sal berê hin bîranîn


Malpera Tarîxa Wêranşarê(Viranşehir Tarihi)di Facebookê da fotografekî 50 sal berê parve kiriye. Malperê gotiye, fotografê çend xortên wêranşarî yên sala 1976a çûne şeva Wêranşarê ya li Anqerê. Fotograf bi rastî yê wê rêwîtiyê ye ya na ez nizanim.

Ji yên ew rêwîtî organîze kirin yek jî ez bûm. Em bi otozekê çûn Anqerê. Lê sal ne 1976, gerek 1975 be.
Ez dixwazim qala çîroka berî wê rêwîtiya me bikim. Li Wêranşarê çi qewimî, me komela pêşî ya Wêranşarê (navê wê nayê bîra min)çawa ava kir û mitînga Wêranşarê çawa çêbû?

30 juli 2026

Meriv ji ku dera zirarê û xeletîyê vegere li karê ye

Şertên, hewa demê û civata meriv tê da dijî tesîrê li fikir û tevgera meriv dike, meriv di bin tesîra der û dorê, civatê da dimîne.

Gelek caran meriv bi ya piraniyê dike, di bin tesîra dost û hevalan da dimîne û hin xeletiyan dike, hin gavên şaş davêje, lê belê bedelê xeletiya xwe tim bi tenê dide.
Di 50 salên dawî da gelek însan ji ber ku bi ber bayê piraniyê ketin, di bin tesîra piraniyê û şertên wan rojan da man bedelên pir mezin û giran dan. Hinekan bedelên pir mezin dan.

29 juli 2026

Kal Marksê bi teoriya xwe dinya hejand nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ra bikire


Çend roj berê min di derekê da xwend, Karl Marks hewqasî feqîr bûye, dema keça wî Fransîzka di 1 saliya xwe da miriye, perê wî tunebûye jê ra tabûtekê bide çêkirin.

Ez pir di bin tesîra vê agahiyê da mam, min dest pê kir li ser jiyana Marks a li sirgûniyê hin tişt xwendin.
Karl Marxê(1818-1883)Kapîtal nivîsî, bi fikir û teoriyên xwe yên li ser aboriyê dinya li bin guhê hev xist, bi milyonan însan kirin heval û heyranên xwe, nikanîbûye ekonîmiya xwe tekûz bike, nikanîbûye tabûtekê ji keça xwe ya mirî ya 1 salî ra bikire.

Ehmed el Şara nehîştiye parlamenterên kurd beşdarî civîna parlamentoyê bibin

Parlamentoya Sûriyeyê di civîna xwe ya duyemîn a li ser muswedeya destûra hundur da bêyî parlamenterên kurd civiya ye.
Dîyar e nehîştine ew beşdarî civînê bibin. Heger ne were be parlamento çawa kane bêyî wan bicive?
Bi baweriya min ne surprîzeke mezin e. Gava hêza te ya leşkerî tunebe, dijmin ji te netirse, tu parlamenter be jî te nagire civînê.

Gava Colanî-Ehmed el Şera te negire civînê tu kanî çi bikî, çi zirarê bidê?
Mesele ev e, dibê çoyê te hebe, tu ne destvala bî. Çimkî dijminê te bi sîleh e.

28 juli 2026

Mamosteyê numûne û feydeya zanînê

Rojekê mamosteyekî ciwan li bajêr rastî mamostê xwe yê dema zaroktiyê tê. Bi dîtina mamostê xwe pir dilşa dibe, silavê didê, dixwaze xwe bi mamosteyê xwe bide nasîn.
Mamosteyê kal wî nas nake, nayê bîra wî.
Mamostê ciwan dibêje:
-Mamoste, ez xwendekarê te bûm. Sebebê ez bûm mamoste tu yî, min tim xwest ez bibim yekî mîna te. Min tu ji xwe ra kir mînak, îdol. Ji bo ku min tu ji xwe ra kir numûne, ez gihîştim vê rewşa xwe ya îro.
Mamosteyê kal dikene, dibêj:

27 juli 2026

Min got ez dîsa çend xîçan bavêjim ji zimanê Rûdawê da

Ji zû da ye min zimanê Rûdawê rexne nekiriye. Ez zanim guh nadin rexneyên min, belkî jî pê dikenin. Lê ew bi kêfa xwe ne, ezê fikrê xwe bibêjim.
Helbet Rûdaw tenê van gotinan bi kar nayne, hinek wan çêdikin û dixin ferhengên dijîtal. Rûdaw jî belkî ji wan deran digre.
Medyaya kurdî ji dêlî kurmancî bi pêş da bibe, bi xelkê bide fêrkirin, kurmancî dike gêrmiyagavanan û hevnîsk û xelkê ji kurmancî sar dikin. Belkî ez neheq im, lê wer dibînim.
Ka ez werim ser çend numûneyên ez wan şaş dibînim, ji gelekan jî fêm nakim.

Hin tiştan û hin kesan ji nedîva werin

Dibê meriv hin tiştan ji nedîve were, fena ku nedîtibe, nebihîstibe. Ev yek ne safîtî ye, ne jî xemsarî ye.
Meriv bersîvê bide her tiştê nakeve serê meriv, xwe bi ber her gotinên berradayî xîne merivê biweste, ji hal da bikeve.

Meriv her gotinê, her rexneyê, her beyana nizanim kê, kîjan siyasetmedarî cidî bigire, ji xwe ra bike derd, meriv hişberde, kezebreşî bibe.

26 juli 2026

Hinek dişibin sêva xerabûyî


Di platforma da xortekî bi profîla Xwe Kurdî, li ser kurdên bi tirkî dinivîsin, nivîskar û edîbên tirkî ne, bi miletê xwe ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin, civîn, konferansên xwe bi tirkî çêdikin, li gundan bi gundiyan ra bi tirkî dipeyivin teşbîheke xweş kiriye; ew şibandine sêveka xerabûyî...
Em kurd gerek siyaseta xwe bi kurdî bikin, siyaseta bi tirkî xizmeta ji helandina kurdan ra ye.

Çend foto û bîranînên 16 sal berê


Facebookê îro dîsa bîranîneke pir xweş, ji bo min tarîxî aniye bîra min. 16 sal berê îro li Kurdistanê, li Diyarbekrê bûm, bi sê birayên xwe ra û biraziya xwe ra bûme, li ba dayika xwe ya gorrbehişt bûme. 16 sal wek xewnekê derbas bûn.

Piştî 30 sal sirgûna ji ber zulma Roma Reş di sala 2010a da vegerîyam welatê xwe, Wêranşara xopan.

Nigên min ji erdê hatibûn birrîn, li asîmanan difiriyam. Her tişt, her der, bajar, kuçe û kolan hatibû guhertin.
Wêranşara berê apartmaneke netemamkirî lê hebû, bi hezaran apartman lê çêbûbûn. Mehelên nu hava bûbûn. Aşxane, pastexane, otêlên modern, pir xweşik lê ava bûbûn.

Çîroka keşe û haham

Rojekê keşeyek ji hahamê dostê xwe ra dibêje:
-Ez dixwazim tu Tewratê fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham dibêje:
-Nabe, tu ne cihû(yahûdî) yî, serê te wek yê cihûyekî naxebite. Ne mimkûn e tu gotinên Tewratê fahm bikî.
Keşe israr dike, dibêje gerek tu fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham razî dibe. Dibêje lê şertekî min heye. Ezê pirsekê ji te bikim, heger tu bersîveke rast bidî, ezê fêrî te bikim.

25 juli 2026

Tevnên xaltiyên min




Salek berê min rismê van têrr û heqîban parve kiribû. Sê tejikên biçûk jî hene. Diyariyên, tevnên du xaltiyên min û xwesiya min in. Facebookê îro aniye bîra min, gotiye salek berê te ev risim parve kiriye. Baş bû ku anî bîra min, min di bloga xwe da belav nekiribû. Heger min parve kiribe jî nayê bîra min.
Nuha ezê di bloga xwe da jî parve bikim. Qenekê ewê wenda nebe, rehettir were dîtin. Heger dubare be jî zirar tê tune ye.

Salek berê dema min di Facebookê da belav kiriye, min wiha nivîsîye:
”Xanimê îro ji qulik û kûrikên malê hin tiştên entîke, hêja derxistin.

Yek têrr e, yek jî heqîb e, hersiyên din jî cil û çewal in. 

Li ser extîyariyê, baqiliyê û hin tiştên din çend aforîzmên meriv jê aqil digre

Min gelkî dixwest berî kalbûnê, di xortaniya min da aqilê min ê nuha bi min ra hebûya.
Aqilê min ê nuha çawa be jî, hin kêmasiyên wî hebin jî ji yê xortaniya baştir e. Ez wer bawer dikim. Baqiliya kalbûnê hinekî dereng e.

Li ser ser exttîyariyê, li ser aqil û hin meseleyên din çend aforîzmên xweş, yên meriv jê aqil digre.

24 juli 2026

Do 38463 carî bloga min Hindik Rindik hatiye tikandin

Îro min bala xwe da îstatîstîkên tikandina, serlêdanên bloga xwe Hindik Rindik. Dema min tikandina do, reqema 38463 dît ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir; min got miheqeq şaşiyek çêbûye.

Ji bo ku ez bizanim reqem rast e ya jî şaş e, min ji birêvebirê(webmasterê)bloga xwe Emer Farûk Baran pirsî. Min 15 hezar tikandin, serdan dîtibû, lê 38463 aqilê min tevlihev kir. Lema min xwest Emer Farûk Baran kontrol bike, gelo reqem rast e ya jî şaşîyeke teknîkî bûye?

Gundî êdî hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin


Li Erzeromê û li gelek bajarên din ên Kurdistanê ji ber ku êdî bikirên( mişterîyên, têcirên) hirîyê nemane xelk hirîya xwe ya belaş dide cîranan û kesên dixwazin, ya jî neçar dimînin bişewitînin û bavêjin.

Cara pêşî ye dibihîzim kurd hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin.
Li Kurdistanê belaş belavkirina hirîyê, şewitandina wê tiştekî nuh û ecêb e. Maneya xwe di civata me da, di jiyana miletê me da guherîneke pir mezin çêbûye; çimkî êdî kes hirîyê bi kar nayne, davêje, dişewitîne.

23 juli 2026

Ferqa nabêna şîna me û ya swêdiyan

Şîna(tazîya) swêdiyan ne wek şîna me ye. Swêdî mirinê bê gilî û gazin, bê girî qebûl dikin.
Gava yek dimre swêdî wek me hestên xwe nadin der, nagirîn, jin kilamên şînê nabêjin, 2-3 rojan şînê çênakin, kes naçe sersaxiyê.
Jin li xwe naxin, guliyên xwe jênakin, ruyên xwe perîncok nakin, jin bi salan reş girênadin.Berê li Kurdistanê ev adet jî hebû, jinan ji bo ku xemgîniya xwe nîşan bidina ruyên xwe perîncok dikirin.
Belkî ev adet nuha nemaye, berê hebû.

Şîna swêdiyan şexsî ye, bê girî ye û bê deng e.

22 juli 2026

Çîroka gotina Bîstro !

Bistro, navê cureyekî aşxaneyên, qahwexaneyên piçûk e. Bi gelemperî xwarinên sivik, herêmî pêşkêş dikin. Ev gotin xwedî çîrokeke balkêş e.

Gelek kes dibêjin gotina ”bistro” ji peyva rûsî "быстро" (bystro) tê. Maneya wê "zû/ecele"ye.

Li gorî xwediyên vê baweriyê, di sala 1814a da dema rûsan Parîs dagir kirin, eskerên rûs li aşxane û li meyxaneyan ji payina zêde aciz dibûn û bi garsonan da diqîriyan, digotin: "Bystro, bystro!" (zû bike, zû bike!).

21 juli 2026

Dawiya dawî poşmanî ye

Fîlozofê danîmarkî Søren Kierkegaard li ser poşmaniyên însên tiştekî balkêş gotiye. Li gorî wî, tu çi bikî jî dawî poşmanî ye.

Tu bizewicî tu poşman dibî; tu nezewicî tu dîsa poşman dibî; dixwazî bizewice, dixwazî nezewice tu yê poşman bibî.

Dibêje, guh mede ehmeqiyên dinyayê, pê bikene û derbas be, tu yê poşman bibî; tu guh bidê jî tu yê poşman bibî.

20 juli 2026

Dibê meriv tarîxa xwe bi xwe binivîsîne

Dijminên me, dagirkerên welatê me tarîxa me talan kirine, nehîştine em tarîxa xwe binivîsin. Tiştên me nivîsîne jî ya talan kirine, ya jî ji me veşartine. Xwestine ne em, ew tarîxa me binivîsin; ji bo ku me înkar bikin, me miletekî bê mîrat, bê edebîyat, bê berhem nîşan bidin. Aleksandr Puşkîn gotiye:

-Heger hûn dixwazin paşaroja xwe(taliya xwe) binivîsin qelemê nedin destê hinekên din.

Dîndarên me çima ne wek yên faris, ereb û tirk in?

Dîndarên her miletî ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe, ji muzîka xwe hez dike; ji bo wê dixebite, nasyonalîstê miletê xwe ye.
Dîndarên ereb ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk nasyonalîstên ereb in.
Dîndarên tirk ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk nasyonalîstên tirk in.

19 juli 2026

Civatên paşdemayî ji kesên kêmkaqil hez dikin

-Civata pêşketî ji merivên bêaqil ditirse, civata pêşneketî, paşdamayî ji merivên baqil ditirse.
J. M. Goetzee

Ji bo wê ye li Tirkiyê merivên baqil, jîr, pak, kurd tim di bin êrîşê da ne; ciyê wan ya zindan e, ya jî sirgûn e, nahêlin merivê baş, pak, baqil bîna xwe bigirin. Ji wan ra merivên kêmaqil, cahil lazim in, ji bo ku kursîya wan nekeve talûkê.

Îngilîstanê Fransa perîşan kir


Do bi şev heta derengê şevê me li maça Îngilistanê û Fransayê temaşe kir. Maçeke ecêb bû. Îngilistanê 6-4 qezenc kir, Fransa perîşan bû. 
Berî maç dest pê bike, min got, "
Ez ditirsim înilîz qezenc bikin." Tirsa min rast derket. Bi rastî jî qezinc kirin. Lê bi ferqeke mezin, 6-4 Fransa perîşan kirin.

Di maçekê da 10 gol na karê aqil e. Heta 11 gol hatin avêtin. Hekem goleke Îngilîstanê şewitand, got ofsaîd e.

18 juli 2026

Germîyana me kin ajot, îro ewr û baran e

Stockholm do belkî 30 derece germ bû, her der dikeliya. Îro 18 derece ye, ewr e, bîstek din baranê bibare.

Yê min germ ne xema min e, ji germê ra jî, ji sermayê ra jî ez ne zeîf im, deyax dikim. Lê xanima min, Azad û Rojenê me perîşan dibin, bi taybetî jî xanim difetise, xwîdan jê diherike.
Ji bo wê jî do perîşan bû. Do kar pir bû, mîvanên xerîb, havalên zarokan jî hatibûn, mal qelebalix bû û dinya jî dikeliya.

Îran dev êrîşên ser Kurdistana Başûr bernade.

Êrîşên Îranê û çeteyên wê yên ser Kurdistanê nasekine. Do bi şev êrîşî Silêmaniyê û Hewlêrê kirine. Sîstema parastinê ya Hewlêrê 4 dronên Îranê xistine.

Gerek siyasetmedar û serokên kurd êdî baş fêm bikin, ew çi tawîzê bidin dagirkerên Kurdistanê jî Îran dev ji êrîş û neyartiya kurdan bernade.
Ji dijmin ra sînor tune. Bi dijmin ra zarê xweş, pişta xurt, saxlmem lazim e.

17 juli 2026

Êdî dor hatiye kalbûna zarokên me

Fotoyekî 4 sal berê. Lawikê me Azad, xanim û ez

Îro him rojbûna lawikê me yê mezin Azad e, dibe 50 salî, him jî rojbûna neviyê me Leo Ronî ye; ew jî dibe 1 salî. Em herdu rojbûnan bi hev ra pîroz dikin.

Facebokê pîrozbahiya Azad ya 4 sal berê anîye bîra min, mala wê ava be. Facebook bi van bîranînan tiştekî baş dike.
Dîtina 50 saliya ewldê xwe xweş e, êdî ne zarok û ne jî xort e, peyê mezin e, rî û por sipî kiriye.

16 juli 2026

Cineta ez ne tê da me bira ker û kûçik tê da vegevizin

Do bi şev me li maça Arjantîn û Îngilistanê temaşe dikir. Bûka me ji min pirsî, got:

-Tu dixwazî kî qezenc bike?
Mingot:
-Ez ne dilxwazê kesî me, kî xweş bilîze bira ew qezenc bike.
Ji ber ku Fransa welatekî piştgiriya kurdan dike, min dixwest ew qezenc bikin. Ew jî têk çû. Wekî din kî dibe şampîyon, kî nabe ji bo min qet ne muhîm e. Bi têkçûn û serketina tu welatî ez xemgîn û dilşa nabim.

15 juli 2026

Meriv bi gur be ji kerê her kes lê siwar tê çêtir e

Navê gur bi harî, bi xerabî derketiye. Bi rastî jî gur him har e, him jî çavnebar e. Gava bi kerîyê pez dikeve pezekê tenê nakuje, kîjan bi ber dikeve dikuje. Ev xisletê wî ne baş e.

Lê gur bindestiyê tu carî qebûl nake, li çol çepelan birçî dimîne, wek kûçik bindestiyê, xulamtiyê qebûl nake.
Ji bo wê jî di jiyanê da meriv bişibe gurekî her kes jê nefret dike, ji kerekî her kes lê siwar dibe çêtir e. 
Serê deh serî jê neqehere ne tu serî ye. Bira meriv mêr be, kelemê li ber çavê dijmin be.

14 juli 2026

Li gorî meleyekî misilman heger peya bê rî û bê simêl bin ewê dilê peyayên din li wan xera bibe

Li Îspanyayê alimekî Îslamê gotiye gerek mêrên misilman gişk wek wî rîyê berdin. Gotiye:

”Peyayên(mêrên)bê rî, ji ber ku dişibin jinan kanin bi peyayên din ra fikrên (hestên) `ne baş` peyda bikin.”
Yanî keftar dibêje, peyayên bê rî û bê simêl kanin bibin sebebê dilê peyayên din li wan xera bibe û penîsê(qobikê) wan rabe.

Li ser rexneya Felîx M Keskîn

Min îro di medyaya sosyal da wergera kitêba Goethe ya bi navê ”Dîwana Şerq û Xerbî” ya ji alî Abdullah Încekan va hatiye kirin parve kir, wergerê wê pîroz kir. Ji ber ku esereke wiha bûye kurmancî kêfxweşiya xwe nîşan da.
Mamoste, Felîx M. Keskînê hêja di platforma Xê da ez rexne kirime, gotiye:

Heger gurên çiyayên welatê me hebûna kûçikên xelkê nikanîbûn lê bidana cirîdê

Welatê li çiyayên wî gur tunebe, deşt û zozanên wî tije kûçik in, kûçik xwe qiral dihesibîne.
Heta ji kûçik tê bira biewte, mesele ne ewtîna kûçik e, mesele tunebûna gur e.
Heger gurên çiyayên welatê me hebûne keriyên kûçikên xelkê nikanîbûn lê bidana cirîdê…
Miletê bêdewlet bindest e; fena çiyayê bêgur e, wek sêwîyê ber dîwaran e, tim tê pelixandin.
Ji bo ku dagirkerên welatê me xwedî dewlet in, ordiyên wan hene, xwedî balafir, xwedî tank û top in, xwedî meclîs û dem û dezgeh in.

13 juli 2026

Beq heger nequrre ewê bidirre

Tirk, tarîxzanên tirk fêr bûne tarîxê tahrîf bikin, bi derewan pesnê xwe bidin. Beq nequrre ewê bidirre. Tirk pesnê xwe nedin ewê biteqin.

Tarîxzana tirk Ayşe Hur di programeka telewîzyonê da gotiye, mîrîtîyên me digot tirk in, di esasê xwe da gişk kurd bûne.

Ayşe Hurê gotiye, ”mîrîtîyên Enedoliyê yên wek Îsfendîyarogullarî, Germîyanogullarî, Aydinogullarî ne tirk in, hersê jî kurd in.”
Tarîxzanên tirk, nivîskarên tirk ji van gotinên Ayşe Hurê pir aciz bûne, di medyaya sosyal da pir êrîş dikin, gotin giran jê ra dibêjin, wê bi xayintiyê sûcdar dikin.

12 juli 2026

Îşev maç tune dûzana min serobinî heb bûye

Hînbûn tiştekî ecêb e, gava meriv hînî ditştekî bibe ji meriv ra dibe xû, gava ew tunebe însan di jiyana xwe da valahiyekê his dike.

Çendake ez her şev li maçên Futbolê yên Kûpa Cîhanê temaşe dikim.

Îro maç tune ye, heta 14ê mehê nabên danê, lîstikvan ewê bîna xwe bigirin. Heqê wan heye.
Ji ber îşev maç tune ye, ez di rûtîna xwe da valahiyekê his dikim. Gava meriv hînî tiştekî dibe, ji meriv ra dibe wek adetekê.

Wexta xwe bide kesên hempayê xwe

Çend şîretên baş û bi feyde. Di jiyanê da meriv bi gelek tiştan nizane, dûra fêr dibe. Meriv xwe ji tiştên xerab dûr bixe û tiştên baş fêr bibe li karê ye.
-Xwarina yê ji dil îkram neke mexwe, meçe mala yê ji dil dawet neke, yê bi hesret xwe li te nepêçe himêz meke. Hevza xwe ji kesê  tim li te gudarî dike û ew bi xwe deng nake bike, jê ra tiştekî nebê. 

Bi kesê di hevaltiya xwe da, di muhbeta xwe da ne samîmî ra hevaltiyê, dostiyê meke. 
Mala xwe jî, dilê xwe jî, wexta xwe jî bide kesên hempayên xwe xwe...

Serî jixwe genî ye

Pîrê li bazarê çû ser dikina masîfiroş dikira mîsî bikirîya. Rahîşt masîyekî ji dêla wî bîn kir. Masîfiroş got:

-Xaltîkê, masî ji serî genî dibe, ne ji dêlê. Serî bîn bike.
Pîrê mizicî, got:
-Serî ji xwe genî ye, ez dixwazim bizanibim hela genîbûn gihîştiye dilê ya na?

 Li Tirkiyê serî ji zûda ye genî bûye, genîbûnê xwe gîhandiye dêlê jî.
Goşt genî bibe xwê dibe, lê heger xwê genî bibe gelo çare çi ye?
Li Tirkiyê bîn ketiye xwê jî...

11 juli 2026

Mucteba Xamineyî gefa kuştinê li Donald Trump xwariye


Mucteba Xamineyî 5 meh in wek mişkê kewarê newêre serê xwe ji qulika xwe derxîne, xwe nîşan bide, di beyanekê da gef li Donald Trump û Netanyahu xwariye, gotiye:

"Tolhildan daxwaza miletê me ye û ewê miheqeq bi cih  were.Merivên azad ên cîhanê di 

demeke nêzîk da ewê beşek ji vê erka îlahî bi cih bînin. Em soz didin emê tola te hilînin”

Meriv kane bi derewan însên bixapîne, lê AI naxape

AI(Artificial Intelligence/Hişê çêkirî, Hişê Sûnî)tam wek însên difikire, bûye însanê xeybê, însanê meriv wî nabîne. Eynî wek însanê zindî pirsê fêm dike, bersîvê dide, problemê çareser dike, rastiyê û derewê ji hev digerîne.

Însan herî zêde bi 4-5 zimanî, 6,7 zimanî zanibe, pergala ChatGPT bi her zimanî zane û bersiva pirsên meriv dide.
Aqillê min nagire, tiştekî wiha çawa kane mimkûn be?
Ji bo ku biceribînim, bizanibim hela ewê(AI) çi bersîvê bide min, min ev pirsa jêr jê kir, min got:

10 juli 2026

Li Afrîka Başûr fermana koçberan rakirine


Li Afrîka Başûr demeke êrîşî afrîqiyên ji welatên din dikin, gelek kes birîndar kirin û kuştin; mal û milkên wan talan kirin.Dibêjin feqîriya me ji ruyê koçberan da ye. Berê jî çend caran kirine. Eynî tişt anîn serê hindiyan jî, ew jî ji Afrîka Başûr paqij kirin.

Nuha dora koçberên welatên cîran e. Bi hezaran bi darê zorê deport dikin, dişînin welatên wan.
Heger eynî tiş welatekî Ewrûpa kiriba nuha qiyamet rabûbû.
Ne Neteweyên Yekbûyî, ne dezgehên mafên mirovan, ne tevgerên çep, ne jî welatên Afrîqa, tu kes dengê xwe nake. Çimkî yên wiha dikin ne sipî ne, reşik in, normal dibînin.
Min mesele ji AI pirsî.

Piştî 15-20 salên din nifşê ji bo azadiya miletê kurd micadelê bidomîne ewê hebe ?

Berê, heta salên 1980 û 90î di nabêna nifşan da berdewamîyek hebû; nifşek diçû, kal û pîr dibû, nifşekî din ala micadela netewî jê dewr digirt, xebatê dom dikir.

Piştî şehadeta serokên, kadirên Hereketa Azadî, Serîhildana Şêx Seîd, Agiriyê, Dêrsimê, di 1950-60î da nifşekî din rabû, wan micadela kurd û Kurdistanê domand; partî û komel ava kirin, rojname derxistin.

Dûra nifşê 1970î, telebe rabûn, vê carê wan partî, komel ava kirin, kovar û rojname derxisti, micadela netewî domandin.

09 juli 2026

1346 sal misilmanên şîî hîn jî di şîna Husên da ne


Serokê Îranê Mesûd Bizîşkîyan do zîyareta xwe ya li Necefê nîvçe hîştiye û bi lez vegeriya Tehranê.

Bizîşkîyan ji bo merasîma cenazeyê Elî Xameneyî 7ê mehê êvarî çûbû Necefê.
Do(8/7-26)tabûta Alî Xameneyî ji bo merasîma olî anîbûn Îraqê, Necefê. Necef û Kerbela ji bona şîîyên bajarên miqedes in.

Di paltforma Xê da ez rastî vîdeoya merasimê hatim. Qelebalixike pir mezin hebû, îzdîham bû, pê li serê hev dikirin.

Ereb Kurdistana Başûr bêşer dagir dikin


Akademîsyen, lêkolîner  Dr. Burhan Yasîn jî kiriye qîrîn û hawar, gotiye, bi koça ereban Kurdistana Başûr ji dest diçe, tö garikirin, dibe welatê ereban.

"Erebkirina bêdeng li ser ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê bûye gefek cidî.

Bêdengiya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember dekolonîzasyona nû digihîje asta xiyaneta neteweyî.”
Ereban bi plan wek xerzên kulî berê xwe dane Kurdistana Başûr, li wir bi cî dibin, dibin xwedî mal û milk.

08 juli 2026

Donald Trump li Anqerê li ser Îranê baş daye nav


Serokê Amerîkayê Donald Trump li Anqerê daye nav, gotiye, agirbesta bi Îranê ra bi dawî bûye, îranî nexweş in û ew naxwaze êdî bi Îraniyan ra tu dan û stendê bike.

Birêz Donald Trump wek gogerçînê teqlebaz e, bi teqleyên xwe meriv gêj dike. Geh dide nav, dibe wek mozeke azirî, geh dibe wek berxikekî. 
Heta nuha li ser Îranê gelek caran tiştên giran gotiye, gotiye emê Îranê ji ortê rakin. Lê piştî rojekê xwe guherandiye, gotiye têkilî baş diçin, îmzekirina peymanekê nêzîk e.

Çend gotinên Îbn Hazm


Wexta ez di medyaya sosyal ya swêdî û tirkî da rastî gotineke xweş, aforîzmayeke jê hez dikim têm werdigerînim kurmancî, dibêjim bira ev gotina xweş, ev aforîzm bira bi kurdî jî hebe.

Çend roj berê rastî gotineke xweş a  Îbn Hazm(994-1064) hatim. Min jê hez kir û xwest Îbn Hazm nas bikim û çend gotinên wî wergerînim kurmancî.

07 juli 2026

Ji kêfa dîtina vê rojê şûr simêla Erdogan nabirre !


Civîna NATOyê îro li paytexta Tirkiyê li Anqerê dest pê kir; civînê du rojan bajo.

Piştî 22 salan cara yekem e Tirkiye mazûbaniya civîna NATOyê dike. Ji kêfa dîtina vê rojê şûr simêla Erdogan nabire. Ne neheq e jî.

Mêrik mazûbaniya 32 welatên endamên NATOyê dike. 32 serok û wezîrên welatên endamên NATOyê çûne ber nigên wî.
Ma ewê nefire, kê bifire?

Emê egîdê kurd Wedat Aydin tu carî ji bîr nekin


Wedat Aydin, gernasê miletê xwe, kurdperwerê canfîda, kelemê çavên neyaran, egîd û mêrxasê rojên giran 35 sal berê, di 5ê temûza 1991ê da qatilên dewletê li Diyarbekrê bi şev ew ji mala wî revandin. Bi namerdî, bi hovîtiyeke nedîtî, bi îşence ew kuştin. 

Termê wî di 7ê temûzê da li nêzî Madenê hat dîtin. Cenazeyê wî di 10 temûzê da li Diyarbekrê ji alî bi sedhezaran va hat rakirin.

06 juli 2026

Berê di nava kurdan da hevaltiya MHPê şerm dihat dîtin

Berê, dema ez li welêt bûm, heta sala 1980î li Wêranşarê partiya Gurên Boz, MHP(Partiya Tevgera Neteweperest) tunebû.

Di destpê 1970î da, dema reforma erdan da hat vekirin, lê piştî çend mehan tabeleya wê şikandin, êdî kesî venekir.

Çimkî li Wêranşarê şerm bû meriv bibûya hevalê MHPê.
Wê demê li piraniya qezayên Kurdistanê MHP tunebû. Nuha MHP bûye partiyeke êdî kurd bîna xwe jê teng nakin, dibin endamên wê, bi berpirsiyarên MHPê ra dibin dost û heval.

Norweçê bi 2 golan Brezîlya şok kir


Norweçê do bi şev Brezîlya şok kir. Lîstikvanê norweçî Erlîng Haaland bi 2 golên pir xweş 2-1 Brezîlya şok kir, ji Kûpa Cîhanê şand malê.
Norweç ji kêfa rabû ser piya, bi sedhezaran însan daketin kolanan û serketina xwe pîroz kirin.
Haaland, gola pêşî di deqa 79a, ya duduya jî di deqa 90î da avêt.
Di dawiya deqeyên dirêjkirî da hekem penaltî da Brezîlyayê, Neymar sikor kir 2-1.

05 juli 2026

Li mehela me asîman hêc bûye

Li mehela me Hanîngeyê seet ji 14.00a da ye asîman bûye wek lokekî hêcî girgîn, himehima tavan e, birûskê li ser birûskê dirjîne. Min tu carî nedîtiye asîman hewqasî har û hêc bibe...

Ji himehima tavan û şîrqîna birûskan meriv di hundur da dibize, hêbetula û cunî dibe.
Tavên hewqasî bi hêbet, wek bombeya atomê biteqe, birûskên hewqas pir û bi deng min qet nedîtiye. Sê seet e gurrîn û himîna asîman e, nesekinîye. Pê ra jî baraneka pir dibare. 

Nivîsên xweş însan jê hez dikin û dixwînin

Do min ji xwendevan, şopînerên xwe yên hêja ra got, xwendina bloga min zêde bûye, rojê neh(9) hezar tikandin derbas kiriye, înşela rojekê ezê jimara 10 hezar tikandin jî bibînim.
Vê hêviya min pir nekişand, do 10028 caran bloga min hatiye tikandin, hatiye xwendin.
Sipas ji bo her kesê nivîsên min dixwînin, riya xwe bi bloga min Hindik-Rindik dixînin.

04 juli 2026

51 sal berê Turkeş nikanîbû bihata Amedê, îro posterên Bahçelî bi bedena wê va li ba dibin


Heyeta faşîstan a MHPê çûye li Diyarbekrê, li taxa Sûrê posterên Devlet Bahçelî bi bedenê va kirine û bi îşareta gurên faşîst rismê xwe li ber girtine. 51 sal berê Alpaslan Turkeş cîgirê serokwezîr bû, lê dîsa jî nikanîbû bihata Amedê.
Îro posterên Bahçelî û flama MHPê bi Bedena Amedê va li ba dibin. Di 50 salî da em baş heliyan, tirk jî pir bi rehetî bi ser ketin. Êdî piraniya kurdan van gurên har wek dijmin jî nabînin.

Li ser maça Arjantînê û Kap Verdeyê çend gotin


Min li maça Arjantîn û Kap Verdeyê temaşe nekir. Çimkî dereng bû.
Arjantînê maç pir zor, bi rengekî dramatîk 3-2 qezenc kiriye.

Komentatorên swêdî yên sporê gelkî pesnê Kap Verdeyê didin, dibêjin Kap Verdeyê futboleke muhteşem lîst, liberxwedaneka bêemsal nîşan da.
Texmîna min jî ew bû, heta min ji xanimê ra got, bi texmîna min, bi îhtîmaleke mezin Kap Verdeyê qezenc bike, ev şansê wê ji yê Arjantînê ne kêmtir e. Çimkî futboleke pir xweş dilîzin.

03 juli 2026

Li Endonezyayê ji ber ku di TÎKTokê da hevdu maç kirine keç û xortek li ber çavên milet hatin qamçîkirin


Li Endonezyayê keçek û xortek ji bo ku di TîkTokê da hevdu maç kirine ji alî Dadgeha Şerîetê ya Îslamê va bi 21 qamçîyan hatin cezakrin. Keç û xort li parqekê, li ber çavên xelkê ji alî pûlisekî Şerîetê va hatin qamçîkrin...

Keç û xort ji ber ku eşkere hevdu maçkirine huqûqa Îslamê îhlal kirine. Li gorî Şerîeta Îslamê her yek bi lêdana 21 qamçîyan hatin cezakirin.

Bira şerefa meriv li cî be bira pariyê meriv nîvî be

Go bira şerefa meriv li cî be, bira pariyê meriv nîvî be. Gerek meriv kursiya dijmin dide di ser şerefa xwe û di ser berjewendiyên miletê xwe ra negire. 
Merivê pak, xwedî şexsîyeteke dirist ne durû ye, di bin ra fêlbaziyê, hevaltiya dagirkeran nake, dema kes nebîne jî tiştê rast dike. 

Lê hin siyasetmedarên me wek nanê sêlê ne, eşkere, di ekranên telewîzyonan da tiştek in, bi dizî tiştekî din in.

02 juli 2026

Senegalê bi şiklekî dramatîk xatir ji Kûpa Cîhanê xwest

Do bi şev min li maça Senegalê û Belçîkayê heta dawî temaşe kir.
Senegalê pir xweş lîst, ji Belçîkayê pir xurttir bû, top bêtir di nigê wan da bû.

Lê dîsa jî bi rengekî trajîk, meriv nikane jê bawer bike, di 3-4 deqîqeyên dawî da 3 gol xwar û têk çû.

Senegal heta deqa 86a jî 0-2 li pêş bû. Tu kesî bawer nedikir Belçîka di nav 5-6 deqîqeyên dawî da qedera maçê biguherîne û 3 golan bavêje ji Senegalê da.
Futbol zalim e û mişt surprîzên dûrî aqil in.

Çîroka çirçirkê û halê me kurdan


Çirçirk seranserê havînê nexebitî, haziriya zivistanê nekir, ji xwe ra wer li saza xwe xist, reqisî, sitran got, lîst û kêf kir.

Di berra jî tinazê xwe bi mûriya(gêreya) cîrana xwe ya bi şev û roj dixebitî, ji bo zivistanê qût dikşand qulika xwe dikir, pê dikeniya.
Havîn qediya, zivistan hat, sar û sermayê dest pê kir, her der di bin berfê da ma.
Çirçirkê zexîra xwe ya zivistanê dananîbû, ma tî û birçî. Vir da baz da, wê da baz da tiştekî xwarinê nedît, dikir ji birçîna bimre.

01 juli 2026

Di extîyariyê da dibê meriv tirsonek nebe


Extîyarî(kalbûn, pîrbûn), aliyên wê yên xweş jî hene, yên ne xweş jî hene. Baş, xerab ew jî demsaleka jiyanê ye.
Di extîyariyê da dibê meriv qudûmşikestî û tirsonek nebe, vê demsala jiyana xwe jî bi serbilindî bijî. Her tim bihar nabe, di jiyanê da jî demsal hene; xweşikiya her yekê li gorî xwe ye.

Konfuçyus gotiye:

-Extîyarî xweş e, çimkî hûn ji sehneya(ji ser dika) jiyanê dadikevin, lê belê hûn li ser kursîya herî li pêş rûdinin, rehet rehet li lîstikê temaşe dikin.

Tirk gava pesnê xwe didin baş diçirînin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa xwe baş berdaye, agir bi erdê xistiye, gotiye:

”Di tarîxa me da jenosîd, qetlîam, zulm, kolonyalîzim tune ye. Di tarîxa me ya bi hezaran salan a bi şan û şeref da edalet û merhemet heye. Di tarîxa me da alîkariya bi mezlûman ra heye; bêyî em li gorî dîn, esil, nasnameyê ferqê têxin nabêna însanan, me destê alîkariyê dirêjî her kesî kiriye.”
Wey agir bi mala virekan keve. Beroşê pir pesnê xwe da, got binê min zêr e, heskê got, le ez ji ku têm?