24 juli 2026

Gundî êdî hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin


Li Erzeromê û li gelek bajarên din ên Kurdistanê ji ber ku êdî bikirên( mişterîyên, têcirên) hirîyê nemane xelk hirîya xwe ya belaş dide cîranan û kesên dixwazin, ya jî neçar dimînin bişewitînin û bavêjin.

Cara pêşî ye dibihîzim kurd hirîya xwe ya belaş belav dikin ya jî dişewitînin.
Li Kurdistanê belaş belavkirina hirîyê, şewitandina wê tiştekî nuh û ecêb e. Maneya xwe di civata me da, di jiyana miletê me da guherîneke pir mezin çêbûye; çimkî êdî kes hirîyê bi kar nayne, davêje, dişewitîne.

Malbat êdî hirîyê bi kar naynin, fabrîqe, tucaran jî dev ji kirîna hiriyê berdane. Her kesî berê xwe daye materyalên sentetîk û lîfên kîmyewî, çimkî çêkirina wan hêsantir û erzantir e.

Berê nivînên her malê, doşeg, orxan, balgî/balîf hemû ji hiriyê dihatin çêkirin.
Hirî dişkinandin, bi teşiyê diristin, dikirin rîs.

Qazax, gore, kum, cil, merş, kulav, berr ji hirîyê dihatin çêkirin.
Ben, werîs, cuher, heqîb, têrr, tûr ji hiriyê dihat çêkirin, carnan jî hirî û mû tevhev dikirin.
Nuha êdî kes hiriyê di nivînan da bi kar nayne. Berê nivînên sitêrê her malê giş ji hirîyê bûn. Orxanên, doşegên rengrengî, balgiyên rengrengî giş ji hirîyê bûn. Sitêrê nivînan xemla, serbilindiya malê bû. Nivînên hiriyê êdî di malan da nemane.

Kes li odeyan kulavan ranaxîne. Xanim êdî çilan, merşan, berran, xurcan, têrran, qazaxan, goreyên rîsîn çênakin.
Nifşê nû êdî nivînên hazir ên sentetîk, fabrîkasyon bi tercîh dikin.

Dibêjin li Kurdistanê tucarên hirîyê dikirin nemane, fabrikayên berê hirî berhev dikirin û dişixulandin gişk hatine girtin. 

Ji bo wê jî bazara hîriyê bikire nemaye. Kesên xwedî pez ji mecbûrî pezên xwe di wextê da diqusînin û hiriya wan belaş li xelkê belav dikin.

Hin kesên kevneşopiya berê didomînin di wexta qusandina pez da diçin hiriyê belaş top dikin. Heger kes nebe, ya jî hirî zêde bimîne, dişewitînin.
Di 20-30 salên dawî da civata me, kultura me, edetên me sorobinî hev bûn. Guherîna di 30-40 salên dawî da ji ya hezar salî pirtir e.

Not:Ez li fotoyê stêrê nivînan gerîyam min nedît. Yek kanibe xêra xwe ji min ra bişîne ezê gelkî sipasdar bim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar