23 juli 2026

Ferqa nabêna şîna me û ya swêdiyan

Şîna(tazîya) swêdiyan ne wek şîna me ye. Swêdî mirinê bê gilî û gazin, bê girî qebûl dikin.
Gava yek dimre swêdî wek me hestên xwe nadin der, nagirîn, jin kilamên şînê nabêjin, 2-3 rojan şînê çênakin, kes naçe sersaxiyê.
Jin li xwe naxin, guliyên xwe jênakin, ruyên xwe perîncok nakin, jin bi salan reş girênadin.Berê li Kurdistanê ev adet jî hebû, jinan ji bo ku xemgîniya xwe nîşan bidina ruyên xwe perîncok dikirin.
Belkî ev adet nuha nemaye, berê hebû.

Şîna swêdiyan şexsî ye, bê girî ye û bê deng e.

Li ba swêdiyan êş wekî tiştekî şexsî tê dîtin. Ji bo wê jî naxwazin kesên din bi êşa xwe aciz bikin û barekî bidin ser milê kesên din, wexta kesên din bigirin.
Dixwazin bi tenê bin, şîna xwe, êşa xwe bi tenê bijîn. Wek me bi sedan însan naçin serxweşiyê.

Di kultura swêdî da di demên herî dijwar da jî gerek meriv sakîn be û hestên xwe kontrol bike, nede der, negirî, dilê xelkê bi xwe nede şewitandin.

Dibê meriv negirî, neqîre, li xwe nexîne, jana dilê xwe nede der. Bêdeng be, sakîn, hêmin, vakûr be.

Li ba swêdiyan bêdengî, hêminî nîşana hurmetê, rêzgirtinê ye, ne nîşana bêxemiyê, bêhestiyê ye. Dibê meriv hestên xwe kontrol bike.

Merasîma ji bo kesê mirî li Swêdê piranî piştî çend hefteyan û tenê bi tevlîbûna malbatê û dostên herî nêz tên çêkirin.

Piştî gorrkirinê li gorristanê saloneke dêrê heye, li wir kesên beşdarî merasimê bûne xwarineke sivik dixun.

Şîna me kurdan ji ya swêdiyan pir cudatir e. Şîna kurdan ne şexsî ye, kollektîv e, lema gelek kes beşdar dibin.

Kurd êşê bi rengekî kolektîfî û bi deng dikişînin, swêdî şexsî û bêdeng dijîn.
Her du jî li gorî kultur, urf û adetên xwe rûmetê didin kesê mirî, lê bi rengên cuda.

Bi bawriya min em kurd êşa xwe zêde nîşan didin, fena ku em mirinê normal nabînin, jê gazin dikin.
Heger yê mirî xort be, di qezayekê da wefat kiribe, mirinê wek zulmekê, wek bêbextiyekê dibînin. Jin bi salan reş girê didin, kincên reş li xwe dikin, heznîtiya xwe nîşan didin.
Swêdî wiha nakin, mirineke çawa be jî bi sergiranî qebûl dikin, êşê berra hundurê xwe didin.
Ez bawer dikim ne swêdî tenê, xiristiyan giş li gorî vê felsefeyê pêşwaziyê li mirinê dikin.

Li gorî fîlozofê navdar Epiktetos, bedena me û mirin her du jî di kategoriya "tiştên ne di bin kontrola me da ne”.
Felsefeya wî ya li ser bedena însên û mirinê pir zelal, ew rasyonel e.

Li gorî Epiktetos bedena me wek emanet li ba me ye, gava ji me tê girtin dibê em qebûl bikin.
Dibê em her tiştê xwe - tevî laşê xwe, tevî hezkiriyên xwe wekî emanetekî demkî bibînin. Dema yek dimre dibê em zêde xemgîn nebin, bê gilî û gazin vegerînin gerdûnê. Em ji axê çêbûne, di dawiyê da vedigerin axê. Di Tewrat û Încîlê da dibêje ”Tu ax î û tu yê vegerî axê”. Keşe di telqîna xwe da viya dibêje.

Li gorî Îslamê jî Xwedê meriv ji xweliyê(turab), ji axê çêkiriye û emê dîsa vegerin axê. Lê em kurd dîsa jî mirinê wek xiristiyanan normal nabînin, pir mezin dikin.
Belkî misilmanên din jî wek me dikin. Şîna ereban, farisan, tirkan çawa ye nizanim.

Em kurd mirinê wek swêdiyan qebûl nakin, mirin kînga were jî, mirî kî be jî em tim jê bi gilî û ganin in û merasimên mezin, çîna bi rojan çêdikin.

Carnan malbata kesê mirî ji ber zor û zexta adatan, fedîya milet neçar dimîne li ber çavan bigrîn û şînek mezin deynin. Ev jî nahêle malbat di hundirê xwe da bi awayekî xwezayî şîna xwe bike.

Çimkî di kultura kurdî da mirin ne tenê xema malbatê ye, xema hemû dost, heval û civakê ye jî. Bi sedan kes diçin şînê ji bo ku nîşan bidin malbat ne bi tenê ye.

Hinek rîtuelên giran, girîyê zêde, bi deng, porjêkirin, lixwexistin kane trawmayê kûrtir bikin. Bi taybetî li ser zarokan, dîtina vê atmosfera pir giran kane bandoreke neyînî çêbike.

Li Kurdistanê rengê şînê hatiye guhertin. Şîn êdî ne şîna malbatê, kesên nas û dostan tenê ye, rengekî siyasî girtiye, bûye şoveke siyasî. Kesên malbata mirî nas nakin, ne nas û dost in jî diherin şînê. Erkanên dewletê(qeymeqam, qumsêr, zabitên ordiyê), partiyên siyasî jî diherin serxweşiya malbatê.

Berê nûnerên dewletê nediçûn şînên malbatan. Partiyên siyasî qefle bi qefle nediçûn, şex diçûn serxweşiyê.
Di du sê rojên şînê da xwarin jî tê dayin. Barekî giran dikeve ser milê malbatan. Lema şîn êdî ne li malan, li lokalên taybet û bi serwîs çêdibe. Berê, heta 1980î ev adet tunebû. Nas, dost diçûn fatîheyek dixwendin û radibûn. Hinekan qahwa tahl belav îkram dikirin.
Lê nuha mesele pir mezin kirine, şîn bi piranî bûye qada şova siyasî.

2 kommentarer:

  1. Adet û nêrita me (ji bilî rîtûelên zêdegavî û giran) bêtir mirovî ye, mirov bi piştgiriya hev êşa malbatê sivik dikin. Xerb di mirinê de jî wekî her car ferdperest û xweperest tevdigere. Mirov ne bafûnekî wisa ye, hewceyî piştgirî, tekûzbûn û fêmkirinê ye.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, di şiklê şîna me da aliyê pozîtîv pir in. Lê di van salê dawî da me ji adetê derxistiye, şîn, çûna serxweşiyê bûye wek tiiştekî sûnî, wek şoeveke siyasî. Çimkî bi sedan kesên malbat wan nas nakin, ne dost û hevalên kesê mirî û malbatê ne jî diherin şînê û xwarinê.
      Li Wêranşarê qaymeqam, qumsêr, sûbayên dewletê jî bi heyetên xwe çûne şînê. Ev ne serxweşiyeke ji dil û samîmî ye, sûnî ye, siyasyî ye. Carê ew malbat hevdu nas nakin, ew ne dostên malbatê ne. Kultura me, edeta me ne ev e, ev dejerasyon e.

      Radera