31 januari 2022

Çend gotinên Vasily Grossman

Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg du nivîskarên Kitêba Reş ya bi nav û deng in. Vasily Grossman û Ilya Ehrenburg herdu jî cihûyên Rûsyayê bûn, di Şerê Cîhanê yê Dudya da muxabirên di cepheya şer da bûn.

Kitêba Reş raporeke dirêj e, 500 rûpel e, li ser jenosîda cihûyan li Ewrûpa Rojhilat bû. Di Kitêba Reş da li ser jenosîda naziyan gelek belge, hevpeyvîn, rapor, şahidiyên şexsî û gelek tiştên din hene.
Kitêba Reş dûra bû fîlmekî belgeyî, dokumenter.
Stalîn nehîşt kitêb li Sovyetê were weşandin. Çimkî nedixwst zulma li cihuyan dibe û antîsemîtîzma li Sovyetê were zanîn.

30 januari 2022

Li hemberî hêza xwezayê însan bêçare ne

Ji do da ye li Swêd bahozeke mezin heye, rê hatine girtin, tirên, balafir naxebitin.

Nav lê kirine Malik. Malikê malik li xelkê xera kiriye. Însan wek kertalan di ber bê diherin. Derya hêc ketiye, pêl berberî asîmanan dibin.

Li gelek deran dar bi ketine, bi hezaran mala di tariyê da ne. Ji ber blindbûna pêlên deryayê gelek mal, bajar di bin avê da mane.
Li başûrê Swêd serban bi xaniyan ve neman, ba û bahozê serbanên gelek xaniyan firandin. 

Dinya dijîtal jiyan gelkî zahmettir kiriye

Birayê minê ezîz Miradxanê Şemzînê ji min xwest ez taga #KurdîHilbijêre belav bikim. Ez gotina camêr li erdê naxim, taga #KurdîHilbijêre belav dikim.

Min di Twîtterê da jî bi alîkariya wî belav kir.

Bi xêra wî ez tiştekî nuh fêr bûm.15 sal in ez di medyaya sosyal da xwe li ba dikim, her roj dinivîsînim, lê hîn nizanim tag çi ye, çawa tê belavkirin ?

Law bi navê Xwedê dawiya zanînê nayê, meriv çiqasî fêr dibe jî naqede. Tu tiştekî fêr dibe, tu hew dinêrî pirt tiştekî din derket. Tu wî fêr dibî, yekî din dertê.

29 januari 2022

Ez bawer dikim coronayê pûş kuta...

Îro hewa pir ne xweş e, ewrekî reş î tarî wek konekî reş girtiye ser Stockholma delal.
Li der dinya sar e, şilope ye, berf û baranê xwe tevhev kiriye.
Di rojên wiha da meş ne xweş e.

Xanimê got îro ne roja gerrê ye, ez ji malika xwe ya germ dernayêm. Naxwaze ez jî herim. Dibêje tu jî nexweş î, îsrehet bike.

28 januari 2022

Dermanê mucîzewî: simaq


Piştî ku min di medyaya sosyal da nexweşiya xwe ya coronayê îfşa kir, olaneke mezin da, gelek pêşniyarên tedawiyê û reçete bi ser min da barîn.

Xweha min do bi şev telefon kir, got keko, li dijî coronayê dermanê herî baş simaq û hinar e, ava hinarê ye. Her şev berî raketinê tevhev ke bixwe, vexwe.

Pîrozbahiya bi derengî

Di tariya sibê da pûlis bala xwe dayê serxweşek rast û çep li ba dibe, nakane rast bimeşe. Çû balê, jê ra got:

-Birako, tu peyê mest î mezin î, tu şerm nakî di vê saetê da li kuçan serxweş digerî?

Serxweş got:

-Çima ezê şerm bikim? Şeva serê salê bû, min çû du duble vexwar, nuha diherim mala xwe.

Pûlis keniya, got:

27 januari 2022

Êdî bapêş jî meriv ditirsîne

Berê dema meriv serma digirt, bi bapêşê diket muhîm nedidît û kes pê nedihesand. Meriv jê neditirsiya, digot de bapêş e, piştî çend rojan ewê derbas bibe.

Heta hin tuxturan digotin bapêş baş e, ji laşê însên ra fêda wê heye, zirara wê tune ye.

Lê nuha bapêşa me êdî bûye îşaret û elametê corona yê. Corona jî kesê jê netirse tune, çimkî ev sal in mêraniya xwe, xurtiya xwe, cidîyeta xwe nîşanî dinyayê da.

Hin kes çamûr in

Li gorî baweriya dînê Îslamê însan ji herîyê yanî ji çamûrê(ji celbê) çêbûye. Ax bûye çamûr* û însan jê çêbûye.

Ezê vê baweriya dînê Îslamê minaqaşe nekim. Ev meseleyeke din e.
Lê hin însan bi rastî jî çamûr in, gerrek in, him jî çamûreke pir pîs in, ji qîr û qitranê jî xerabtir in.
Heger meriv dixwaze xwe edem neke dibê xwe ji wan dûr xe, ji bo ku çamûra xwe di meriv negerînin.

26 januari 2022

Sipas ji bo lêpirsîn û xemxurîya we hemûyan !

Ji ber ku testa min a Coronayê pozîtîf derket, gelek nas, dost û hevalên ev yek bihîtin bi telefon kirin û bi mesajan li halê min pirsîn, sihet û şîfa xêrê ji min ra xwestin.

Mala hemûyan ava be, gelek sipas ji bo vê xemxuriya hemû dost û hevalan.

Heta nuha tiştekî anormal, meriv jê bitirse tune ye, ez baş im û li malê me.

Dawiya dawî Coronayê xwe gîhand min jî !

Bersîva testa min a Covîd-19ê hat. Mixabin test POZÎTÎF e. 5 rojan ezê di karantînayê da bim. Bawer dikim xanim jî pê ketiye. Ew bi qasî min ne nexweş e, lê tam saxlem jî xuya nake. Ez dibêjim min di wê jî gerandiye.

Min sê derzî jî li xwe xistin, lê dîsa jî pere nekir, Coronayê dawiya dawî hat bela xwe di min da.
Hêvî dikim bi silametî derbas bibe.

25 januari 2022

Şer bi tivinga vala nabe !

Pêşiyên me ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe ders û ibret girtine, li ser şer gotine, ”şer ket nav hebina ji xwedîyan xurttir kes tune.”

Lê belê em zanin şer jî bi tivinga vala nabe, dibê paşmêrî û cebilxana te hebe.
Tirkiyê bi destê terorîstên Daîşê û hin hêzên îslamî şer anî xist nav hebinên me, nav mala me.

Kurd mecbûr man li rojava û li başûrê Kurdistanê canên xwe, malên xwe û welatê xwe biparêzin.

Şêr û şepalên kurd li Kobanê destan nivîsîn, dinya, tarîx şahidê vê mêraniya miletê kurd e.

24 januari 2022

Erdogan gefa zimanjêkirinê li xelkê dixwe

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja îniyê li mizgeftê, wek miftiyekî derketiye ser mîhrabê û dîsa ji qal û bela peyivîye, aqil li tirkan belav kiriye, tirs xelkê firandiye.

Di vê nabênê da gefa zimanjêkirinê jî li Sezen Aksûya sitranbêj xwariye, gotiye:

”Kes nikane dev bavêje Hz. Adem û dayika me Hawwa yê. Yên wê zimandirêjiyê bikin, gava wexta wê were jêkirina wan zimanan wezîfeya me ye.”

Qusûr

Şahbanûya(kralîçeya) sînemayê Marlene Dietrich ji rismê xwe yê kişandibû qet ne memnûn bû. Ji yê fotokêş ra bi xeyd û gazin got:

-Ez fêm nakim ev risim çima wiha ye? Cara dawî dema te rismê min girt netîce pir baş bû, risim pir xweşik bû. Vê carê çima wiha ye?

Fotokêş bi kibarî got:

23 januari 2022

Dewlet li pişt êrîşa Daîşê heye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrîşên Daîşê ya li Hesekeê beyanek daye, êrîş şermezar kiriye û piştgiriya xwe ya bi HSDê ra jî careke din dubare kiriye.

Ev şêla Amerîkayê baş e, rind e, lê ev îş ne îşê rexnekirinê ye, jê ra zor û lêxistin lazim e. Dibê Amerîka baş lêxe, bipelixîne.

Bi îhtîmaleke pir mezin Amerîka zane kî li pişt vê êrîşê ye, kê piştgirî daye terorîstên îslamî, kê ev êrîş organîze kiriye.

DÎAKURD ava bû, pîroz ve !

Wek min berê jî gotibû, do ez çûm kongreya DÎAKURDê, heta derengê şevê li wir bûm. Lema jî do min tiştek nenivîsî.

Ez bawer dikim li dora 140-150 kesî ji çend welatan beşdar bûbûn. Çend kes jî onlayn beşdar bûn.

Kongre li gel hin kêmasiyên teknîkî û organîzî bi selametî derbas bû û piştî ked û xebata 4 salan Dîakurd ava bû. Êdî dora xebatê ye.

21 januari 2022

Bi şer tim em li zirarê derketine

Tirk ne bi şer, ne bi sîlehê, bi asîmîlasyonê dixwazin me bihelînin, bikin tirk. Taktîka wan ev e.

Ji xwe bi vê riyê nîvê me helandine jî.
Em jî ne bi şer, ne bi sîlehê, ancax bi parastina zimanê xwe, bi pêşdabirina ilm, îrfan û edebîyata kurdî, bi fêrbûna tarîxa xwe, bi xurtkirina şiûrê netewî kanin zora tirkkan bibin, wan mecbûrî ser masê bikin.
Ev dused sal in me çareya rizgariyê, azadiyê tim di serîhildanê û di şer da dîtiye.
Lê di her şerî da em tim şikyane û em tim li zirarê derketine. Kurdistan wêran bûye.

Ewê bibe mamoste

Mamoste di civîna bi dê û bavan ra ji bavê xwendekarekî xwe pirsî:

-Min bihîstiye tu dixwazî Şêro bibe mamoste. Gelo lawik dixwaze, êwê ji heq derê, tu li ser vê yekê baş fikirî ?

Mêrik got:

Riya xelasî û azadiyê ne tenê di şer da ye

Di sala 1772a da 100 hezar polonî di şerê li hemberî Prûsya-Rûsya û Awustûryayê da hatin kuştin. Piştî têkçûnê qiralê polonî bang li Komîsyona Perwerdê ya Netewî kir, got:

”Em nebêjin Xwedê em terikandin. Ji dêlî wê, em bibêjin ji bo ku em bigihîjin rojên hîn xweştir Xwedê em ceza kirin.”

Şîrteke bi biaqil e. Dibê em dersê jê bigrin.

20 januari 2022

4 kesan 15 saliya bloga min pîroz kirin !

Deh roj berê(10/1-22) min bi nivîsekê 15 saliya bloga xwe hindik-rindik pîroz kir. 15 sal ne wexteke hindik e, umreke. Di 15 salên borî da min di bloga xwe da 7874 nivîs belav kirine.  

Di nivîsa xwe da li gorî salan min îstatîstîka nivîsan jî da, yanî kîjan salê min çend nivîs belav kirine, min sal bi sal nîşan da. Min xwest xwendevan vê yekê bizanibin.

Esas kes viya meraq nake û tu girîngiyê jî nadê. Ev yek ji bêdengiya xwendevnan diyar e.
Lê min dîsa jî nivîsî.

19 januari 2022

Heger me alîkariya asîmîlasyonê nekira kurdî nuha li ber mirinê bû

Dema meriv felaketa li pêş miletê xwe dibîne, zane çi felaket li pêşiyê ye, lê nikane rê li ber wê felaketa mezin bigire, wê demê meriv pirtir xemgîn û kezebreşî dibe.

Min çel sal berê ev felaketa nuha hatiye serê zimanê me didît, texmîn dikir û li siyasetmedaran tim kir qîrîn, gazî û hawar. Min gelek caran nivîsî, min got dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin.
Dibê em tirkî nekin zimanê siyasetê.

18 januari 2022

Pirseke min ji hemşeriyên min heye !

Gelo li Wêranşarê daxwaza dersa kurdî çiqas heye, jimara zarokên miracaeta dersa kurdî kirine çiqas e?

Gerek HDP, hemşeriyên min xwe baş bidin vê meselê, her kes zarokên xwe bişîne dersa kurdî.
Dibê meriv zarokên xwe ji vê îmkanê mahrûm û bêpar nehêle. Erê bi du saetan derdê me derman nabe, xetera li pêş kurdî ji ortê ranabe, lê ji tunebûnê çêtir e.
Zarok elîfbeya kurdî fêr bibin, aşînayê îmla û gramera kurdî bibin baş e.

17 januari 2022

Li sirgûnê meriv wek dareke bêreh e

Ahmet Altan jiyana li sirgûnê û ya li Tirkiyê di girtîxanê da miqayese kiriye, gotiye ewê Tirkiyê terk neke, ew ”jiyana di girtîxaneyê da tercîhî jiyana li sirgûniyê dike.”

Ahmet Altan, bi ajansa fransî  AFPê ra hevpeyvînek kiriye. Di vê hevpeyvîna xwe da sirgûnî û zindan miqayese kiriye û gotiye:

Em kanin li Kurdistanê zimanê bazarê bikin kurdî

Li bajarên Kurdistanê, li qahwexaneyan wer dengê muzîka tirkî bilind dibe. Karkirên qahwexane, pastexane, aşxaneyan, yên dikanan gelekên wan bi kurdî nizanin. Yên zanin jî bi meriv ra otomatîkman bi tirkî dipeyivin.
Yanî xizmet û serwîs sedîsed bi tirkî ye, bi tirkî dest pê dike.

Her kesê diçe Kurdistanê tê, qala vê rewşê dike, jê gazinan dike. Rast e, ez jî bûme şahidê vê yekê.

Lê meriv yanî (mişterî, bikir) kanin vê rewşê biguherînin, ji xwediyên wan mekanan, ji karkiran serwîs û xizmeta bi kurdî bixwazin.

Bahoz

 Di dersa coxrafyayê da mamoste ji Rihanê pirsî:

-Tu yê çawa bizanibî bahoz dike rabe?

Rihanê got:

-Ji çonga pîrika xwe.

Mamoste matmayî ma, got:

16 januari 2022

We ev kar çima berê nekir?

Li dibistaneka Batmanê 640, li dibistaneka Cizîrê jî 594 xwendekaran dersên kurdî hilbijartine.

Tiştekî pir baş e, kêfa meriv tê.
Xuya dibe dema meriv bixebite, meselê cidî bigire meriv kane hin karên baş û bi fêde bike û jê netîceyeke bigire.

Lê dibê meriv ji van partiyan, ji van dezgehan bipirse, çima heta nuha ev kar nekirin, çima çend sal berê kampanîyek wiha nemeşandin?

Gazinek ji kurmanciya Rûdawê

Ji bo me kurdên bakurê Kurdistanê fêmkirina kurmanciya malpera Rûdawê pir û pir zahmet e.
Ev ne bes e carnan jî hin gotinên em jê fêm nakin bi kar tînin. Ev jî dibe sebebê fêmnekirina mijara xeberê.
Dema meriv mijara xeberê, subjeya xeberê fêm neke, meriv nivîsê, xeberê naxwîne, aciz dibe.
Di vî warî da numûneya herî dawî peyva "kasibkar" e. Ev du roj in Rûdaw gotina "kasibkar" bi kar tîne, cara pêşî ye ez dibihîzim. Mesela gotiye:

Qurban

Xanimeke pak, narîn çûbû bajêr ji bo ku qurbanekê bi kire û şerjê bike. Li nêzî mazatê rastî nasekî xwe hat. Mêrik silav lê kir, jê ra got:

-Maşele ji te ra xanim. Tu çawa yî, li van deran çi digerî?

Jinikê got:

15 januari 2022

Gelo hûnê jî zarokên xwe bişînin derska kurdî ?

Kampaniya partiyên kurdî, HDPê ji bo dersa kurdî dane destpêkirin bi derengî be jî baş e, mala wan ava be. Çiqas kes zarokên xwe bişînin dersa kudî baş e, li kara me ye.

Gelo HDP, partiyên kurdî, yanî kesên vê kampaniyayê dimeşînin ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin, zimanê wan ê malê kurdî ye?
Û ewê jî zarokên xwe bişînin dersa kurdî ya na?

14 januari 2022

Erdogan dixwaze bi Yekîtiya Ewrûpayê ra li hev were (!)

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro bi sefîrên welatên Yekîtiya Ewrûpayê civînek çêkiriye û ji wan alîkarî û piştgirî xwestiye, gotiye ”em amadene bi Yekîtiya Ewrûpayê ra rûpeleke nuh vekin.”

Fêlbaz û sextekarê heram, cî lê teng bûye, li dû fêlbazîyekê ye, dixwaze bi destê Yekîtiya Ewrûpayê benê li gewriya xwe sist bike.

Gerek Rûdaw bi zimanê kurdî nelîze !

Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye:

”Li Erzingan û Erdexanê berf bandoreke nerênî li jiyanêdike”

Ez dibêjim ev sernivîs şaş e, dibê wiha be:

-Li Erzingan û Erdexanê berf bandoreke neyênî/neyînî  li jiyanê dike.”

Yanî peyva ”nerênî” şaş e, peyveke çêkirî ye. Tiştê ez zanim di kurmancî da sifetekî wiha tune ye.

Ez û zimanê tirkî

Ji 1980î  virda ye, yanî cergî ez hatime Ewrûpayê min tirkî ji xwe dûr xistiye, hema hema ez bi bi tirkî napeyivim. Tirkiya min bûye wek ferhengeke di bêrîka min da, dema ez mecbûr mame min bi kar anîye. 
Li mala me jixwe bêyî min kes bi tirkî nizane.

Yanî ev 42 sal in min tirkî ne wek ziman, wek ferhengeke destan carnan bi kar aniye.

13 januari 2022

Serpêhatiyên mîsyonerên emerîkî û marîfetên tirkan

Dêra(kilîseya) Thrıshka-Brisien a emerîkî di nav tirkan da xebatên mîsyonerî dimeşand, dixwest tirkan bike xiristîyan. Lê piştî demekê ji nişka va xebatên xwe yên mîsyonerî rewastand.

Di programeke telewîzyonê ya talkshowê da ji berpirsiyarê dêrê Richard Preachard sebebê vê yekê pirsîn, gotin çima we xebatên xwe yên di nav tirkan da rawestand?

Richard Preachard
serê xwe hejandiye, gotiye:

12 januari 2022

Ne rast e kurd bi zor herin meclîsa tirkan

Devlet Bahçelî wê rojê got êdî sebra wan nemeya saniyeyekê jî HDPê di meclîsê da bibînin.

Wa ye serokê Tirkiyê Erdogan jî îro gotiye ew naxwazin HDPê di parlamentoya xwe da bibînin.

Yanî tirk êdî naxwazin kurd di meclîsa wan da hebin. Ev realîteyeke nuh e.

11 januari 2022

Sipasiyeke ji dil ji dilxwaz û xêrxwazên min ra !

Hin heval, nas û dostên min serê salan e di medyaya sosyal da min taqîb dikin, her sibe ew jî bi min ra şiyar dibin û nivîsên min diecibînin. Hinekên wan bûne hevalên min ên rojane, destên wan ji min ra tim li hewa ye.

Mala wan ava be, ev çend sal min bi tenê nahêlin, her roj dûrik, pêkenîn û piraniya nivîsên min diecibînin.

Ji ber ku navên gişan nayê bîra min, ez navan nebêjim, lê sipasiya hemûyan dikim. Mala gişan ava be.

Qîmet

 Xort ji keçika ewê pê ra bizewiciya pirsî:

-Delala min, nabêna te û pera çawa ye, tu qîmetê didî pera ya na?

Keçikê got:

-Na wele ez qet qîmetê nadimê, hema çer dikve destê min, ez tavilê xerc dikim û jê xelas dibim.

Xort got:

10 januari 2022

Hindik-Rindik bû 15 salî !

Di nava me kurdan da jî êdî bûye adet, xelk rojbûna xwe pîroz dike, haya dost û hevalên xwe pê dixe.

Di vê nivîsa xwe da ezê ne rojbûna xwe, lê 15 saliya bloga xwe Hindik-Rindik pîroz bikim.

Ez tu carî rojbûna xwe pîroz nakim. Çimkî ez nizanim ez kîjan rojê û kîjan mehê ji hatime dinê.

Diya min a rahmetî jî nizanîbû, digot dawiya havînê bû. Lê sal rast e, 1950 ye.

Ez werim ser 15 saliya bloga xwe, Hindik-Rindik.

09 januari 2022

Tirsa tirkan a mişterek

Tirseke tirkan a mişterek heye; rojekê kurd ewê welatê xwe ji wan bistînin û Kurdistaneke serbixwe li kêlek wan ava bikin.

Hin siyasetmedarên tirk vê tirsa xwe eşkere nabêjin, lê hinên wek Erdogan û Bahçelî vê tirsa xwe tu carî venaşêrin, tim eşkere dibêjin.

Û ji bo ku Kurdistan ji destê wan dernekve, ji bo ku li beşekî din jî Kurdistan çênebe çi ji destê wan tê dikin, her tedbîrê digrin, her êrîşê, her qetlîamê mubah dibînin.

08 januari 2022

Dixwazim xortekî 18 salî yê pir hêja bi we bidim nasîn

Xortekî bi navê Yûsif do ji min ra mesajek kin şand, got ew xortekî 18 salî ye, blogeke wî jî heye. Feqet ew blogerekî nuh e, dixwaze li ser blogeriyê hin tiştan ji min fêr bibe.

Me çend caran ji hev ra nivîsî. Min bîstekê bala xwe da bloga wî. Blogeke muhteşem e, pir bi qalîte ye, zimanê xort jî pir baş e, ji zimanê gelek nivîskarên bi nav û deng baştir e. Di zimanê wî da hin şaşiyên tewangê û zamîran hene, lê gelek kes wan şaşiyan dikin.

Bi naskirina vî xortî ez pir kêfxweş bûm. Di vî zemanî da xortên wiha îstîsna ne.

Derdê bêhişiyê nayê kişandin

Hiş nemaye, ez çi dikim jî nikanim xwe ji vê bêhişiyê xelas bikim. Hiş bihata kirîn minê ji xwe ra hinek bikiriya. Îxtiyarî çiqasî ne xweş e, meriv dibe wek ereba xerxûte, her carê arizeyek serî hildide.

Gelek caran dema ez û xanim, em diherin dimeşin, ez telefona xwe li mal ji bîr dikim. Îro dîsa min ji bîr kir.

Dema telefon ne bi min ra be îstatîstîkên meşa min a hefteyî û mehane kêm dibe.

07 januari 2022

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê îslamîyetê !

Hinek kes sebebê bindestiya me, bêdewletbûna me ya hatanî nuha bi îslamê va, bi musilmanbûna me va girê didin. Xwedêgiravî sebebê bindestiya me, bêdewletbûna me dînê îslamê ye, misilmantiya me ye.

Bi baweriya min ev dîtin ne rast e, dînê îslamê, îdeolojiya îslamî em nexistine vî halî.

Erê hin tesrîn îslamê yên negatîf li ser me bûne, lê belê îslamê em bindest nekirine.

Golikek navê naxirekê xera dike

Zad(hubûbat)bêzexelî, bêxisar nabe. Tu çi bikî jî miheqeq zîwan, xurêl, xurnûg, pûş pelaş ewê di nav da hebe.

Civat jî wisa ye. Di nav her miletî da jî merivên beradayî, merivên tewş, merivên devbelaş, xwenezan, cahil, fesad, bêdeb hene. Problem yê me hinekî zêde ne, ev jî zirarê dide tevahiya milet. 
Meriv deng bike derdeke, deng neke derdekî din e. Yanî teniyeke bi don e, bi heft qalib sabûn jî meriv xwe bişo dîsa jî jê pak nabe.

Dibêjin yên wek te pir in

Li ser nivîsa min a "Derdê şaşiyên rastnivîsê nayê kişandin!" di twîtterê da yekî gotiye, kespik me fêm kir, ji bo tu çavînokî nebî, le pazbendê tu yê çi bikî ?

Min got, bi pazbendê ezê avzûm bibim, kes nikane min çavînokî bike, mar jî bi min vede tişt bi min nayê.
Hinekan jî gotiye xwe neqeherîne, yên wek te pir in. Ez zanim yên wek min pir in, lê dîsa jî ez naxwazim wiha dom bike.

Digotin mele, şêx kê avzûm bike mahr jî pê vede jahrî tesîrê lê nake.

Qanûna giraniyê

Heso ji Hemo ra qala qanûna giraniyê dikir. Bi rengekî matmayî got:

-Heger ne qanûna giraniyê be, nuha em giş wek pelên daran li hewa difiriyan, li ba dibûn.

Hemo got:

-Pir ecêb e. Baş e gelo ev qanûn kînga hat qebûlkirin?

06 januari 2022

Derdê şaşiyên rastnivîsê nayê kişandin !

Derdê şaşnivîsînê nayê kişandin. Ez çiqas bi dîqet dinivîsim jî pere nake, piştî nivîsê belav dikim nuh şaşî ban dikin, xwe li ber çavên min beloq dibin.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî dema dinivîsim ez qarixî me, piştî belavkirinê ronî dikeve çavên min.
Xwezî bi kurdî jî di Wordê û di kompîterê da programeke rastkirinê hebûya, dema meriv şaş nivîsî, bigota RAWESTE, te şaş nivîsîye !

Dê û bavên hêja, di dibistanan da ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin !

Dê û bavên hêja, zimanê me ketiye ber sikratê, li ber çavê me hêdî hêdî dimre. Zarokên bi kurdî zanin, bi kurdî mezin dibin sal bi sal kêm dibin.

Dema zimanek ji nivşekî dewrî nifşekî nebe ew ziman mahkûmî birinê ye. Zimanê me ketiye vê rewşê, ji ber ku zarok pê mezin nabin, kesên bi kurdî dipeyivin her ku diçe kêm dibin,  kurdî hêdî hêdî dimre.

05 januari 2022

Dibê em nehêlin ew nav li wê parqê bibe !

Tirkiyê biryar daye li Diyarbekrê parqeke bi navê serokê MHPê Develet Bahçelî çêke. Dest bi haziriyê kirine, îsal ewê biqede.

Tu têkliya Devlet Bahçelî bi Diyarbekrê ra tune ye, armanc rencîdekirina kurda ye

Ev, ne li gelê Diyarbekrê tenê, li tevahiya miletê kurd heqareteke mezin e, pîskirin û rencîdekirina kurda ye.

Li ser minaqaşeyên Şivan Perwer û êzdiyan

Şivan Perwer dîsa bi uslûb û zimanekî gelkî ne xweş êrîşî kurdên êzdî kiriye. Dîsa wek hamî hama, xwediyê aqil û fahma aqil daye êzdiyan, şîret li wan û li şêxên wan kiriye.

Min li vîdeoyeke Şivan Perwer temaşe kir. Tiştê ji êzdiyan ra, ji rexnegirên xwe ra dibêje bi uslûbeke gelkî ne xweş û qebe dibêje. Bi uslûbeke sakîn, bi zimanekî maqûl bigota însan ewê hewqasî aciz nebûna.

Şivan Perwer xwe pir biaqil, zane, alim û mezin, êzdiyan jî korfahm, nezan û cahil dibîne. Tim wiha dike, peyva rast û bi heq jî bi uslûbeke ne xweş, qebe dibêje.

04 januari 2022

Dawî poşmanî ye

Jiyan

Jiyan ne wek îsotê tûj e, ne wek tahlikê zelindar e, ne jî wek hingiv şîrîn e.
Tûj û şîrîn, tahl û tirş û miz giş tevlihev in. Hinek xwe zû fêrî vê tahma tevlihev dikin, hinek jî hetanî mirinê fêrî vê tahmê nabin, lê dîsa jî ji mecbûrî dibêjin tahmeke xweş e.

Jiyan her tim bi hesab û kitab nameşe, lêhatin e, dibê şansê meriv hebe. Şans jî bêxwedî wek lotoyê, wek bilêta pîyangoyê ye, ji her kesî ra lênexe.

03 januari 2022

Siyasetmedarên başûr wek me li Îran û Tirkiyê nanêrin

Em kurdên bakur dixwazin partiyên Kurdistana başûr, siyasetmedarên başûr jî wek me li dijî Îranê û Tirkiyê bin, wek me wan dijmin bibînin. Ev xeyal û daxwazeke ne realîst e.

Siyasetmedarên başûr nikanin wekî me li Îranê û li Tirkiyê binêrin, wek me li dijî Îranê û Tirkiyê bin. Nikanin siyaseteke wiha bimeşînin.
Lê bikanibin jî nakin.

02 januari 2022

Ax ji derdê kompîtorê !

Kompîtor him baş e, him ne baş e. Di nabêna salên 1999-2003a da min hin notên rojane nivîsîbûn. Çendakî berê ez lê rast hatim. Min da alîkî, min got ezê lê binêrim û hin tiştan jê biweşînim.

Lê wa ye min bi şaşî avêtiye. Qismekî pir hindik maye. Kaxet ba wiha nedibû, qenekê min nikanîbû bi şaşî bavêta.

Serxweş û ceza

Mêrik erebe pir bi suret ajotibû. Pûlisê trafîqê ew girt. Di kontrola alkolê da derket ortê zêde vexwariye. Ew dan mahkimê. Di mahkimê da serxweşiya xwe qebûl nekir, got:

-Ez ne serxweş bûm. Tenê li gorî her tim, vê carê min hinekî zêde vexwaribû.

01 januari 2022

Bi sala nû ra ez saleka din jî kal bûm

 


Erê, erê, saleka din jî da rê ji umrê min çû û ez saleke din jî kal bûm. Jixwe her sal wiha dibe, salek tê, salek dihere, lê yên li zirarê tim em in.
Destpêka salê, sal dirêj xuya dike, lê zû diqede, sala 2021ê jî zû qediya.
Êdî bûye rûtîneke dawiya salê, ez her sal dibêjim, sal bi sal, xwezî bi par.

PARVE BIKE