Hiş nemaye, ez çi dikim jî nikanim xwe ji vê bêhişiyê xelas bikim. Hiş bihata kirîn minê ji xwe ra hinek bikiriya. Îxtiyarî çiqasî ne xweş e, meriv dibe wek ereba xerxûte, her carê arizeyek serî hildide.
Gelek caran dema ez û xanim, em diherin dimeşin, ez telefona
xwe li mal ji bîr dikim. Îro dîsa min ji bîr kir.
Dema telefon ne bi min ra be îstatîstîkên meşa min a hefteyî û mehane kêm dibe.
Dema kincên xwe li xwe dikim telefonê datînim ber neynika
salonê, ji bo ku berî birêketinê têkim bêrîka xwe. Lê gelekê caran li ber
neynikê ji bîr dikim û diherim.
Çi dibe, çi nabe, ez naxwazim bêtelefon herim gerrê, telefon
jî êdî bûye wek sîlehekê, meriv naxwaze destvala ji mala xwe derê. Pêşiyên me
bi sîleh, bi xencer, bi şûr derdiketin rêwîtiyê, yê me jî bûye telefon.
Lê wê jî ji ber bêhişiyê gelekê caran ji bîr dikim
XXX
Vêsê zû min çû berfa hewşê avêt, riya malê û ber derî vekir.
Şevê çûnî berfeke baş ketiye, lê şilope ye, giran e.
Bira di nav me da bimîne, avêtina wê ji kalekî wek min ra
hinekî zahmet bû.
Lê dîsa jî min li heynê xwe dananî û min wek xortekî 18 salî
riya mala xwe vekir.
Bira cîran nebêjin Zinar yekî tembel e.
XXX
Pêşiyên me ji bo kesê ne saxlem, bêbext gotine, "ez hatime daweta te, tu
hatiye diziya min."
Bi rastî jî hinekên wer hene, tu carî ne merivên baweriyê
ne, her tim tu kanî kêra xwe di bêrîkê da bibînî. Kesên wiha pir rehet dibin
hevalên neyar.
XXX
-Heger tu naxwazî sirê te belav bibe, dinya alem pê bihese, berî her kesî tu wê
veşêre.
///Seneca
Camêr rast gotiye. Tiştê meriv bi xwe veneşêre, ji xelkê ra
bibêje, xelkê çima veşêre û belav neke.
Sirê tu naxazî belav bibe, belav neke..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar