08 januari 2022

Dixwazim xortekî 18 salî yê pir hêja bi we bidim nasîn

Xortekî bi navê Yûsif do ji min ra mesajek kin şand, got ew xortekî 18 salî ye, blogeke wî jî heye. Feqet ew blogerekî nuh e, dixwaze li ser blogeriyê hin tiştan ji min fêr bibe.

Me çend caran ji hev ra nivîsî. Min bîstekê bala xwe da bloga wî. Blogeke muhteşem e, pir bi qalîte ye, zimanê xort jî pir baş e, ji zimanê gelek nivîskarên bi nav û deng baştir e. Di zimanê wî da hin şaşiyên tewangê û zamîran hene, lê gelek kes wan şaşiyan dikin.

Bi naskirina vî xortî ez pir kêfxweş bûm. Di vî zemanî da xortên wiha îstîsna ne.

Xortekî 18 salî blogeke xurrî bi kurdî çêkiriye û nivîsên pir bi qalîte dinivîsine.

Dildarekî xwendinê ye, meraq dike, dixwaze fêr bibe. Li ser tiştan jî xwedî fikir e, raya xwe gotiye.

Gelek roman, kitêbên cûr be cûr  xwendine û li ser gişan jî analîz û kirîtîkên pir baş kirine.

Di vî umrî da ev huner, ev qabîlîyet, ev kar ne xercê her kesî ye, jê ra zanîn û cesaret lazim e.
Xortekî 18 salî Elîezer Ben Yahûda meraq kiriye, xwendiye û jê ders û ibret girtiye.

Li ser kitêba Homo Sapîens, li ser Tewratê, li ser Posthumanîzmê, li ser çend romanên kurdî nivîsên pir balkêş û bi qalîte nivîsîne.

Piraniya xortên di umrê wî da telefon di destê wan da wer lîstikên zarokan dilîzin, ya jî wexta xwe bi tişt miştên bêkêr, beradayî derbas dikin. Zimanê xwe fêr nabin, kitêbên bi kurdî naxwaînin.

Ji ciwanên me gelek nizanin twîttekê, du rêza bi kurdî rast binivîsînin.

Lê ev camêr wek kalekî heftê salî, wek mamosteyekî edebiyatê, wek merivekî dildarê ilm û îrfan xwe daye xwendinê û nivîsandinê û li gorî umrê xwe tiştên pir bi qalîte nivîsîne. Kêfa min pir jê ra hat. Lema jî min xwest bi we jî bidim naskirin.

Ev edresa bloga wî ye, ez bi dilekî rehet pêşniyarî we nas û dostan jî dikim, dema wexta we hebe carê riya xwe bi bloga Yûsifê zîrek xin, soz hûnê poşman nebin, hûnê ji nivîsên wî tahm û lezeteke edebî, xweş bigirin.

Hêvî dikim keç û xortên wiha, yên wek Yûsifê dildarê zimanê xwe di nav ciwanên me da zêde bibin.

2 kommentarer:

  1. te ez gelek kêfxweş kirim. Bi rastî gotinên te çavên min tije kirin. ji mirovekî wekî te gotinên wisa xweş, dibe encama kêfxweşîyeke mezin. gelek spas. 😍❤️

    SvaraRadera
  2. Te pesin heq kiriye xortê hêja, min kêm gotiye zêde negotiye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE