30 april 2020

Li Tirkiyê dîktatorî heye



Tirkiye  êdî ”de fakto dîktatorî” ye

Tirkiye ji lîsteya welatên demokratîk hat derxistin. Tirkiye êdî di lîsteya welatên otokratîk da ye. 

Li gorî Weqfa Bertelsmann a Almanî, meriv êdî nikane ji Tirkiyê ra bibêje welatekî demokratîk, ”Tirkiye de fakto êdî welatekî dîktatorî” ye.

Dûrikên kurdî


-Keçikê digo, ebasoro, ebabetî
Li ser xanîkê mala bavê min raketî
Çi lawikekî bi qedir û bi marîfet î.

-Ebareşo, ebaqîro
Li te çîksipîyo, çira şîro
destê xwe li nava destê mi de
Emê herin ser kaniya dewlê,
emê bikin nimêja nîro.

29 april 2020

Nifirên xanimê


Bîna xanima min pir teng bûye. Xeberên li ser kurdan ew kiriye pizot, bûye wek xuya tu bavêjî ji nav êgir da.

Ji vê sê da ye li dinyayê nifiran dike, dibêje madem ji me ra rehetî tuneye, madem emê bindest bin, hêvî dikim korona tofanê li dinayê rake, dawiya dinyayê bîne, bira em û ew tev hev qir bibin. Înşela xerabtir bibe...

Koronayê bîn li însên çikandiye


Hin kes ji bo xwe ji koronayê biparêzin maske didin ber devê xwe, ruyê xwe vedişêrin.

Lê dibêjin koronayê gotiye bira kes bela sebeb xwe maske neke, ez we gişan nas dikim. Min nêt li kê xera kiribe, bi maske be jî ez xwe digihînimê.

Wele ji xwe min û xanimê rojekê jî maske bi kar nanîye, em xwe venaşêrin, lê em xwe ji êrîşê diparêzin, ciyê korona lê em naçinê.

Pir dişibiya te


Walî ji bo karekî ji oda xwe derket. Dema vegeriya ji xedemê xwe apê Guro pirsî, got:
-Ma kesî li min pirsî?
Apê Guro got:
-Belê, yekî li te pirsî lê min kir nekir navê xwe negot:
Walî bi mirûztalî di ber xwe da got:

28 april 2020

Sahneyeke diltezîn !

Mistefa Selîmî

Ez nuha di twîttere da rastî sahneya îdamkirina gernasê kurd Mistefa Selîmî hatim.
Kezeba min şewitî.

Min nalet li bênamûs û xayinên ew telîmî celadên Îranê kirin anî. Ev bênamûsî û xiyaneta wan kir ewê tu carî neyê jibîrkirin. Kurdekî 17 salan di zindana dijmin da mabû û fersend dîbû reviya bû xwe avêtibû dexlê birayên xwe yên kurd. Lê kurdên xayin, xwefiroş ew teslîmî celadên Îranê kirin û dan îdamkirin. 

Egîdê kurd li ber sêdarê wek şêrekî li ber xwe dide, kursiyê û çend celadan bi pihînan werdigerîne erdê.

27 april 2020

Min gelkî dixwest van kesan yadname binivîsandina


Girtina notên rojane fêrbûneke, adeteke gelkî baş e. Meriv her roj hestên xwe, serpêhatiyên xwe, bûyerên muhîm dibîne binivîse tiştekî pir baş û bi feydeye. Her kes viya qebûl dike, lê dîsa jî her kes nanivîse.

Bi swêdî ji notên rojane ra dibêjin ”dagbok” yanî deftera rojane.

Bi tirkî jê ra dibêjin ”gunluk”, yanî nivîsên rojane. 

Hin kurd dibêjin ”rojnivîs, ya jî notên rojane.

Daxwaza axaftina bi kurdî êdî wek daxwazeke ne li rê tê dîtin


Gelî dost û hevalên ezîz, ji kerema xwe twîttên min bi tirkî şirove nekin, ji min ra twîttên bi tirkî nenivîsin. 

Gava kurdek ji min ra bi tirkî dinivîse, ya jî nivîsa min bi tirkî şirove dike ez pê aciz dibim. 

Kî bi tirkî dinivîse bi kêfa xwe ye, lê ez nanivîsim û komentarên tirkî qebûl nakim. 

26 april 2020

Rojbûna Mîrê hêja pîroz be !



Îro rojbûna Mîr Celadet Bedirxan e. Rojbûna vî zana û kurdperwerê mezin bi hurmet pîroz dikim.
Em keda te tu carî ji bîr nakin, tu tim di dilê me da bijî…

Ez piştgiriya xortan wek wacibekî xwe dibînim



Mewlûd Oguz: "Apê Zinar, tu taca serê me yî. Ji te û ji bloga te gelekî razî me. Ji ber ku te dem û derfet dîtiye li bernameya me guhdar kiriye û bi ser de jî nivîsiye, ez gelek kêfxweş bûm.
Her hebî, her sax û silamet bî.
Ez tême destê te. "

Di edebiyata kurdî da name



Mewlûd Ogûz, di Podcastê da li ser nameyan û di edebiyata cîhanê û kurdî da name, programeke pir xweş û delal çêkiriye. Di vî warî da çend numûneyên herî xweş û bi nav û deng dane.

Di programê da qala hin nemayên Nûreddîn Zaza û çend nameyên ji kovara Nûdemê û ji Firat Cewerî ra hatine şandin dike. Ji nameyan hin beşan dixwîne. 

Kêf kêfa kal û pîran e



Dibêjin herî pir jin û mêrên 80 salî, yanî yên zêde kal û pîr bûne li hev dikin, di nava wan da teşxele, şer û pevçûn qet çê nabe. 

Ê qey ewê li hev bikin. Çimkî di wî umrî da guhê herduyan jî giran bûye û çavên wan jî hev û du baş nabîne. Ma çima ewê li hev nekin ?

25 april 2020

Em ji pêşiyên xwe ne pêşdatir in


Kurd li gorî zemanê berê, li gorî sed sal, dused sal, sêsed sal berê bêtir bi pêş ketine, bêtir xwenda û zanetir bûne. Xendayên kurd, nivîskar û edîbên kurd, hunermendên kurd li gorî sed, dused sal berê pirtir in.

Lê dîsa jî di warê edebiyata devkî, zargotinê, folklorê û sitranan da nagihîjin kurdên berê.

Ezê bêjim delalo ez a te me


-Delolo, şevreş hatine kela xûnîya
Ezê ciya ji xwe û ji delalê xwe ra daynim li ser xaniya
Gava delalê malê bê tewafa sîng û bera
Ezê bêjim: "Ma ne xweştir bû ji hingivê Sêrtê, ji nivîşkê hilika, ji qeymaxê mîya?"

Makyaj



Mêrik bala xwe dayê ku lawê wî yê nuh tê xwe û ji bûkekê pirtir çêkiriye û xemilandiye. Awirekî bi tinazwarî dayê û jê ra got:
-Maşala maşala! Kuro te xwe hewqasî xemilandî û tûzikandiye te ji dêka xwe ra tiştek nehîştiye.

24 april 2020

Gerek hedefa me tim hêza dagirker be


Yekî bi navê Celîl Paksoy nivîsa min ya li ser teslîmkirina Resûl Ozdemir şirove kiriye, ji Resûl ra gotiye:

”Te ji bo çi xendek kola û tu revî??? Kê gotibû te xendek bikole???”
Min jî ev bersîva jêr dayê:

23 april 2020

Li ser romana Prensekî kurd Mehemed



Min romana Charles Wells ”Bir kurd prensî Mehmed /Prensekî kurd Mehemed” do êvarî qedand. Roman ji alî Baran Zeydanlioglu ve ji îngilîzî hatiye wergerandin. Di demeke nêz da ewê kurmanciya wê jî derkeve. Bi viya pir kêfxweş bûm.

Roman, çîrokeke pir balkêş e, meriv bi meraq û bi zewq dixwîne, ji serî heta dawiyê tije çîrok û bûyerên efsûnî, rimildarî û cinan e.

Min texmîn nedikir Swêd vê qeleşîyê bike !


Resûl Ozdemîr


Min qet bawer nedikir Swêd ewê kurdekî û him jî 15 sal ceza lê hatibe birrîn teslîmî Tirkiyê bike. Min got belkî lawik revandibin.

Lê wa ye rast e, bi rastî jî teslîmî Tirkiyê kirine…

Ez şok bûm !

Min ji Swêd qeleşiyeke wiha nedipa…

22 april 2020

Berpirsiyarê qirra ermeniyan ne kurd in, Dewleta Osmanî ye



Di malpera "Nûpel" ê da yekî bi navê Firat Aydinkaya li ser kurdan û ermeniyan nivîseke li dijî kurdan a pir xerab û neyarane nivîsîye.

Nivîs bi tirkî ye û navê nivîsê: ”Di 8 pirsan da kurd û Jenosîda ermenîyan” e.

Di nivîsê da dibêje heger ne ji kurdan bûya ermenî bi vê derecê nedihatin qetilikirin, yên ermenî ji Kurdistanê paqijkirin kurd in; lema jî gotinê tîne wê maneneyê fena ku qatilên  mezin ne tirk in, kurd in.

Dibê meriv kanibe bi herdu elîfbeyan jî kurdî bixwîne


Min çend caran hewil da fêrî elîfbeya kurdî ya herfên erebî bibim lê min nebir serî. Carê çûm qursê jî lê milet nehat, qurs belav bû.

Ez hinekî zanim, bi zor kanim bixwînim, lê pir hindik. Ez vê yekê ji bo xwe wek kêmasiyeke mezin dibînim û ji bo ku heta nuha fêr nebûm şerm dikim.

21 april 2020

Mûrathan Mûngan: Edebiyata kurdî bî kurdî dibe

Mûrathan Mûngan


Min ev hevpeyvîna bi Mûrathan Mûngan ra di sala 1996a da ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê wergerandiye û eynî salê, di payiza 1996a da di kovara Nûdem Wergerê da weşandiye.

Yên hevpeyvîn kirine "Baran Funderman û Huseyîn Kalkan" in.

Hevpeyvîneke dirêj e, lê gelkî xweş e. Di wan salan da ez dixebitîm, min çawa pê ra gîhandiye ev hevpeyîna dirêj wergerandiye ez fahm nakim…

Kî ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebete ew hêja ye



Bi milyonan kurd bûne tirk, ji tirkan ra xizmet û xulamiyê dikin, tirk bi viya pir kêfxweş in. 

Tirk ji wan ra nabêjin çima hûn bûne tirk, nabêjin em we qebûl nakin. Bi tirkbûna wan pir kêfxweş in, wan didin ser serê xwe, wan dikin berdevk û serokên xwe.

Girîyê ji bo ker



Gundî bala xwe didinê melê gund li ber termê kerê xwe yê mirî rûniştîye û kûre kûra wî ye digrî. Jê ra gotin:

-Mele, malneket, jina te mir hêsir bi çavên te neket, lê ji bo mirina kerekî piştkurmî tu rûniştiyî û wek zarokan hêsiran dibarînî. Ma ev bi te dikeve?

Mele got:

Pênşem kînga tê...



Yekî gundî ji lawê xwe ra keçekê dixwaze. Lawik ji kêfê dilê xwe tu namîne bifire. Roj, hefte, meh derbas dibin lê dawet li dar nakve û bûkê nayê. Feqîro dixwaze rojekê berî rojekê dawetê li dar xin û bûkê bînin. Lê şerm dike ji dê û bavê xwe ra bibêje. Demek derbas dibe, rojekê birayê wî yê mezin jê ra dibêje:

-Mizgîniya min li te, bavo biryar da, roja Sêşemiyê em dawetê li dar dixin û pêncşemiyê jî bûkê tînin.

20 april 2020

Min îro şaireka hêja nas kir, ew jî qoserî derket !




Min vê sibehê şaireka hêja, Maral Xezal xatûna delal nas kir. Di facaebookê da em hevalên hev bûne, lê bala min nekişandibû.

Lê ew jî qoserî derket

Me silav da hev, çend gotin bi messingerê ji hev ra got. 

Kitêbeke wê ya şiîran heye. Navê kitêbê ”Keserên Dilmayî” ye. Di sala 2019a da ji alî weşanxaneya J&J hatiye weşandin.

19 april 2020

Ji her karî ra hostatî lazim e



Îro lawikê me yê biçûk Rojen jî bi me ra hat gerê, ciyê her roj em lê digerin me nîşanî wî da. 

Tim ji me dipirsî, digot hûn diherin li ku digerin. Min got, heyra ka îro bi me ra were, emê cî û warên em lê digerin nîşanî te bidin.

Camêr pêşniyara me qebûl kir û îro bi me ra hat û çend fotografên me girt. 

Karî bû dermanê tuxtor û hekîman


Karîyê me hatibû jibîrkirin, lê bi xêra Vîrusa Koronayê dîsa bû gezoyê ser sifran, bû dermanê tuxtor û hekîman.

Kurdan hema hema “karî” ji bîr kiribûn, êdî kesî karî nedixwar. Dibe ku li hin gundan xelkê top dikir, lê li bajaran ji zû da ye hatiye jibîrkirin, kes êdî karî naxwe.

Nifşên nuh belkî karî nas jî nakin. Berê li mala tim yê hişkkirî hebû. Dayika min a rahmetî pir jê hez dikir. Ilim jî ji birinca bi karî û tirşika wê. 

Nivîs û sernivîseke xweş


Ez di nivîsandina nivîsekê da zorê, zahmetiyê nakişînim, zû dinivîsim, hestên xwe, fikrên xwe zû topî serhev dikim û didim der. Feqet di sernivîsan da ne her tim be jî, lê gelêkê caran zahmetiyê dikşînim. 

Nivîsê diqedînim, lê dikim nakim jê ra sernivîseke tam bi dilê xwe nabînim.

Carnanan ji mecbûrî sernivîseke ne bi dilê xwe hildibijêrim. Ev yek jî dilê min rehet nake.

18 april 2020

Gerek milet êdî vê malwêraniyê qebûl neke



Ev çend roj in hêzên çekdar ên YNKê, PDKê û PKKê li başûrê Kurdistanê li herêma Zînî Wertê hatine hemberî hev, gefan li hev dixun. Hersê alî li dijî hev beyanan belav dikin, hevûdu bi hin sûcan îtham dikin.

Ez bi xwe nizanim mesele çi ye, çima wiha dikin…

Li alî din balafirên Tirkiyê jî her roj herêmê bombebaran dikin, gerîla, pêşmerge û gundiyan dikujin.

Kurd çi ji hev dixwazin, hêzên wan çima ne wek birayên hev, lê wek neyaran hatine hemberî hev meriv fahm nake.

Kerê efendiyan



Du rêwî bi rê da rastî bîstanekî tên. Dikevin bîstên û zebeşekî li gor dilê xwe jêdikin. Gava zebeşê xwe hûr dikin, yek dibêje:

-Hinekî pê ve bihêle, bira xwediyê bîstên bibêje yên ketine bîstanê min efendî bûne.

Yê din ji kojandina qalikan pir hez dike, dibêje:

Dilê min keçikê gola reqan û beqan


-Roka me hilatî ji aliyê Mûsilê
Bira şewqa xwe neda textê Şebanî,
pozê Dêrikê,
heta mîrata vê Qizilê
Em ranabin heta ro sê qama li me hilê.

17 april 2020

Nameyek ji hevalên min ên Instagramê ra



Ji zûda ye Instagrama min heye. Feqet ez lê nanêrim, pir kêm riya xwe bi Instagramê dixim. 

Ya rast nizanim xweşikî bi kar jî bînim. Tenê carnan hin fotografên xwe ji telefonê belav dikim. Lê dû ra qet lê nanêrim. Heta nuha min wiha kiriye.

Ji bo ku min baş bala xwe nedayê û her roj lê nanêrim, ez xweşikî fêrî bikaranîna wê jî nebûm. 

Ez her roj bi saetan di facebookê, di twîtterê û di bloga xwe da me. 

Lê ji mehê carê bala xwe nadim Instagramê. Tenê hin forografên xwe belav dikim.

Bîstek berê min bala xwe dayê û bi tirs pê li çend ciyan kir. 

Min dît ku gelek kesan fotografên min şirove kirine, li min pirsîne, silav dane min û ji rism û nivîsên min ra kêfxweşiyên xwe nîşan dane.

Lê heta nuha min yek jî nedîtibû û ji bo wê jî min sipasî kesî nekiriye.

Ez Kurdistaneke serbixwe dixwazim...


Yekî bi navê Selahettîn Soro di Ajansa Mezopotamyayê da gotiye Amerîka dixwaze başûrê Kurdistanê bike cepheya şer û Îsraîla duyem.

Ezê fikrê xwe pir kin û vekirî bibêjim.

Kurdê nexwaze Amerîka alîkariya kurdan bike, kurdê ji bo kurdan dewleteke wek Îsraîl nexwaze, li dijî dewleteke wek Îsraîl be bi baweriya min ne dost e, dijmin e, neyarê kurda ye.

Kitêbeke hêja û çend bîranînên li ser wê



Di destê min da kitêbeke zargotinê heye. Ez her roj çarînekê,  dûrikekê, beşekî sitranekê jê diweşînim. 

Di arşîwa min da kitêbên wiha pir in. Hin camêran mala wan ava be ji zargotina kurmancî bi hezaran tiştên pir hêja top kirine û bi vî hawî ji mirin û wendabûnê xelas kirine.

Ev kitêba di destê min da ”Zargotina Kurdên Sûriyê” jî yek ji wan berhemên giranbuha ne.

Du numûne ji jenosîda farisan aniye serê kurdan



Li gorî vê xebera rojnameya swêdî 300 kurdên di serîhildana Şêx Ubeydullah da hatine girtin, serên wan jêkirine û şandine Tebrîzê nîşanî xelkê dane.(1880)

Di xebera din da jî tê gotin, sê kurdên birîndar bi ser deriyê bajarê Tebrîzê ve serserî bi darde kirine, heta ku mirine.(1908)



Wek tê dîtin ev wahşet û jenosîdeke mezin e. Lê dibê em bizanibin gelek carên din jî eynî tişt û heta ji viya jî xerabtir kirine. Tirkan jî, ereban jî eynî tişt kirine. Heta em bindest bin ewê tim li me wiha bikin.

Not: Min ev xeber û kopor ji malpera twîtterê ya Rohat Alakom girt.



Rohat Alakom û Baran Zeydanlioglu, du nivîskarên, du meraqdarên tarîxa kurd û Kurdistanê ne. Li ser kurdan li ku derê tiştekî herî biçûk jî hebe miheqeq xwe dighîninê û ji wê qulik, arşîv û zêrzemiya tarî derdixin û digihînin xwendevanên kurd.

Yên dixwazin li ser tarîxa kurd û Kurdistanê tiştên nuh, tiştên heta nuha nebihîstine û nizanin bibihîzin, fêr bibin, temiya min li we van herdu camêrên dildarên tarîxê taqîb bikin. Hûnê poşman nebin.


16 april 2020

Umrê leglegê derbas dibe bi leqeleqê


Jiyana me kurdên bêkes û bê desthilat dişibe jiyana leglegê. Umrê leglegê derbas dibe bi leqeleqê

Umrê me kurdên bi tenê, kurdên bê partî, bê hêzên çekdar jî derbas dibe bi leqeleqa vala, bi gazin û bi axaftinên bêtesîr.

Di medyaya sosyal da em çend kes in, her roj em ji vê partiyê û ji wê partiyê, ji vî serokî û ji wî serokî gazinan dikin, vî serokî û wî serokî rexne dikin. Dibêjin neyartiya hev nekin, yekîtiya xwe çê kin, nebin lîstikên dijmin.

Cahil û cesaret

Du babetên wêrekiyê/cesaretê hene: Yek wêrekiya zanyariyê ye, meriv zana ye, lema jî wêreke, ya din jî wêrekiya cahiliyê ye, meriv nizane cahil e, lema jî xwe lê diqelibîne, xwe tevî her titşî dike, tiliya xwe dixe her qulikê.

Çavkaniya wêrekiya yekê zanîn e, ilim e, ya duduya jî cehalet e. Ji bo wê jî dibêjin merivê ”cahil cesûr” e.

15 april 2020

Cimata Facebookê û Twîtterê


Hin kes ji cimat û şêwrên Facebookê hez dikin, loma jî  her roj li wir in. Hin kes jê hez nakin û lema jî riya xwe bi Facebookê naxin, tevî şêwr û mişêwrên wê nabin. Ya jî pir kêm tên cimata wê.

Hin kes jî ji cimata Twîtterê hez dikin, lema jî sohbet û şêwra wan tim li wir e. Oda wan li wir tu carî vala namîne, cimata wan tim geş e.

14 april 2020

Îro jî wiha derbas bû



Erê erê, dawiya dawî telefona min îro ket bêrîka min û ev jî fotografên pêşî yên me pê girtin.

Lawikê min Rojen ji min ra li hev ragirt û hip û hazir da destê min.

Nuha dibê ez û wê hinekî hev nas bikin, gerek ez hinekî pê bilîzim, lê ez newêrim.

Ez merivekî gundî me û ji gundîtiyê jî hez dikim, naxwazim bibim şîtekî bajarî û profê vê teknîka nuh..

Siyaset gerek meriv neke hevalê zaliman û neheqan


Partîzanî, hevalbendiya siyasî gere meriv bêûjdan, bêmerhemet, zalim neke.

Siyasetmedar, berpirsiyar, serok jî şaşiyê û carnan jî tiştê pir xerab dikin.

Ne rast e meriv şaşî û xerabiyên hevalê xwe, partiya xwe ji nedî ve were, ya jî biparêze.

Heger bi meriv ra exlaq, ûjdan hebe dibê meriv neheqiyê, zulmê, îxanetê neparêze û çavê xwe jê ra negire.

Kurdan nas nake



Dibêjin ji Xwedê teala pirsîne, gotine:

-Te Fransiz, îngilîz û miletên din ji bo çi xuliqandin?
Xwedê teala gotiye:

-Min Fransiz ji bo zerefeta wî, Îngilîz ji bo înada wî, Alman ji bo xebatkariya wî, Tirk ji bo xerabî, tembelî û quretiya wî xuliqand.

Bira dilê min û delêl ji dil ba



-Bira miradê min û delalê malê ji dil ba
Bira tûrê parsê tim li mil ba
Bira parsa xelkê genim û ceh ba
Bira parsa min û sebra dilê min garis û gilgil ba
Bira miradê me tim ji dil ba
Bira doşeka me erdê şil ba
Bira balîfa me kevir ba

Em nifiran nakin



Rojekê meleyek, keşeyek û xaxamek(rabînê Cihûyan) tên ba hev. Hersê dest pê dikin pesnê dînê xwe didin.

Her yek heta jê tê dibêje dînê min, dînê herî heq û herî baş e. Yê din jî dibêje na, dînê min yê herî heqtir û baştir e.

Piştî hinek sohbet û minaqeşe, henek dibin genek û hersê dikevin gewriya hev.
Keşe pir diqehere, ji mele ra dibêje:

13 april 2020

Gerek kurd li hemberî hev hewqasî jî bêbext nebûna !

Mistefa Selîmî


Pir hefy û mixabin teslîmkirina Mistefa Selîmî rast e, hêzeke esayişa YNKê ya Pencewînê Mistefa Selîmî bi bêbextî teslîmî Îranê kiriye û Îranê jî Mistefa Selîmî tavilê îdam kir.

Berê înkar kirin, gotin Mistefa Selîmî nehatiye Kurdistanê. Lê dû ra bi şahid û îspat derket ortê Mistefa Selîmî hatiye Pencewîn, sê rojan li wir maye. Dû ra hêzeke YNKê ya esayişa Pencewîn bi bahaneya ewê kontrola Qoronayê bikin, ew biriye û teslîmî Îranê kirine.

Kurd, kurdê ji zindana dijmin reviyaye teslîmî dijminê xe dike. Ev, rûreş û îxaneteke mezin e.

12 april 2020

Îro bi vê diyariya hêja pir kêfxweş bûm



Baran Zeydanlioglu xortekî wek zêrê zer e, xwezî bi sedan, bi hezar xortên me yên wiha jîr, jêhatî, zana û qedirşînas hebûna.

Camêr di vê qiyameta Qoronayê da, ji bo ku kitêba xwe diyarî min bike, bi ereba xwe lêxist hat ber deriyê mala min û kitêba îmze kiribû diyarî min kir.

Bi vê nefsbiçûkî, qedirşînasî û camêriya wî, ez pir kêfxweş û dilzîz bûm. Xortên wiha wefadar hêviya meriv xurt dike...

Tiştê ez li ber ketim, min kir nekir, ez çiqasî li ber geriyam jî nehat hundur, got xanima min li bende min e, bi xêr rojeke din.

Bûyera Mistefa Selîmî dibê were eşkerekirin

Mistefa Selîmî

Do di medyaya sosyal da xeberek belav bû, li gorî wê xeberê kurdekî bi nabê Mistefa Selîmî ji zindana Îranê reviyaye û çûye xwe teslîmî hêzên YNKê kiriye. 

Hêzên YNKê jî ew teslîmî pasdarên Îranê kirine û Îranê jî do Mistefa Selîmî bi darde kirin.

Di vî warî da yanî li ser teslîmkirina Mistefa Selîmî da hin xeber û îdîayên li dijî hev belav dibin, meriv baş nizane kîjan rast e. 

11 april 2020

Çend gotin li ser gerra me ya îro






Ez û xanim her roj 9-10 km dimeşin. Tim ez di pêş wê da me û ew çend gavan li dû min e. Gav û saetê ez li bende disekinim.

Ev yek tempo û balansa meşa min xera dike. Ez dixwazim zû bimeşim, sureta xwe zêde bikim, lê wê demê jî ew ji min dimîne.

Tirkan em pûç kirine


Farisan, ereban jî welatê me dagir kirine û em gelkî êşandine, zulmên mezin li me kirine. 

Lê bi baweriya min tiştê tirkan aniye serê me ji yên ereb û farisan pir û pir xerabtir û 
mezintir  e. 

Tirkan tiştek di me da nehîştine, em pûç kirine, em kirine wek leymûnek givaşîtî.

10 april 2020

Ev pakêta di himêza vê dayikê da hestiyên lawê wê ne !



Ev pakêta di himêza vê dayikê da hestiyên lawê wê ne. Dewleta tirk piştî sê salan hestiyên lawê wê jê ra bi kargoyê şandine.

Dijminên me ne tenê zalim, hov, bêûjdan û faşîst in, gelkî namerd in jî, ji mirovahiyê derketine.

Di tu dînî da, di tu baweriyê da, di tu huqûqî da kîn û nefreteke wiha, namerdiyeke wiha, sadîzmeke wiha tuneye.

Li ser etîmolojiya kozê


Ronî Hartman-Malpera ”Zimanê me” navê "KÖZ" a tirkî ya bi kurdî pirsî ye.

Li Wêranşarê em ji "KÖZ"a tirkî ra dibêjin tiraf.

Tiştê ez zanim "KÖZ" gotineke tirkî ye, ne bi kurdî ye. Em li Wêranşarê jê ra dibêjin tiraf.

Pizot jî heye, lê pizot ne tiraf e. Seriyek komir, êzingek, ya jî maşeya êgir pir sor bibe, ew dibe pizot.

09 april 2020

19 sal zû derbas bûn



Sal zû derbas dibin, min hew dît salek din jî derbas bû û wa ye dîsa 9ê nîsanê hat.

Erê pismamo, 19 sal di ser wefata te ra derbas bûn. Îro dîsa ez û Hêvî bûn mîvanên te.

Lê vê carê em ne bi tenê bûn, Mumtaz Aydin Roza Kurdî, Erdal Kurdman, ez û Hêvî, em giş bi hev ra bûn mîvanê te.

Me got vê carê em ne tenê bin. Ez zanim tu ji mîvanan, ji qelebalixê hez dikî. Lema jî me koça xwe vê carê giran kir.

Tu rastiyê dixwazî me nikanîbû bi otobozê otobozê xwe bigîhanda wir, min hawara xwe bir ji Mumtaz ra.

Hûn mîvanên min in...



Min ev nivîsa li jêr ji tirkî wergerand kurmancî.
Kê nivîsîye ez nizanim.
Ez li nivîskarê/nivîskara wê geriyam min nedît, li her derê bênav bû.
Kê nivîsîbe jî nivîseke xweş e, rewşa heyî, halê însanan xweşik îzah kiriye. 

Bi rastî jî rewş ev e, însan bêçare ne, helê însanan pir xerab xuya dike.

08 april 2020

Di vê tofana Koronayê da telefona min çû rahmetê



Di van rojên xerab û tofana pandemiya Vîrusa Koronayê da telefona min îstop kir, got umrê min tije bûye, ez hew dixebitim.

Ev demek bû her cara ez bi yekî ra dipeyivîm qut dibû û nivîsa ” Interfaces do not respond” derdiket. Min tim digirt, lê dîsa derdiket û di dema axaftinê da dibû problem.

Quloçên gê



Rojekê ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:
-Xoce, dibêjin dinya li ser quloçên gê(ga)sekinîye. Gelo tu çi dibêjî, bi ya te ev rast ya na?
Xoce got:
-Wele ez bi viya nizanim, lê ez zanim ku li dinyayê gelek gayên ji viya bawer dikin hene.

Gerek em bizanibin xelkê çi aniye serê me !


Bi piraniya me kurdan ra şiûra tarîxê kêm e, em xwe nas nakin, em nizanin berê em çi bûn, nuha ketine çi halekî perîşan û zelûl.

Ji bo ku em ji tarîxa xwe bêhay in, em xwe nas nakin û nizanin tirkan çi anîye serê me.

Kî bûye serî, tirkan tim ew serî birrîne, ji Kurdistanê nefî kirine...

Çiya ban dikir çiya


-Çiyako, şewitîyo, kakil û kuncî
Ezê bêjim: Koçero, sebra dilê mino, were bilindcî
Xweziya dilê min bi wî xortî,
bi nigê xwe geriya,
bi çavê xwe dît,
bi dilê xwe zewicî.

07 april 2020

Serokên partiyên kurd in zimanê wan tirkî ye


Di sedsala 21ê da heger serokê partiyeke kurd hîn jî twîttên xwe, beyanên xwe, meqaleyên xwe ne bi kurdî, bi tirkî belav dike bi baweriya min pir eyb dike, zirareke mezin dide hevalên xwe û kurdan.

Ma Mesûd Barzanî, serokê Goranê û YNKê twîtt û mesajên xwe bi erebî belav bikin rast e?

Bersîva rexnegirekî min


Kurdekî bi naznavê ”Cemo DepCemo”, li ser hevpeyvîna min a bi Popkurdê ra hin gotinên min şaş fêm kiriye û di twîtterê da li ser hevpeyvînê çend tişt gotine, bi hin peyvên ne xweş ez rexne kirime. 

Bi du sê gotinan nabe ez bersîvê bidimê. Bersîva min hinekî dirêj e. Lema jî min rexneya wî û dîtinên kesên din girtin nivîsî.

Rexneya Crmo û bersîva min û dîtinên hevalên din li jêr in, hûn kanin li ser hev bixwînin.

Xort çima ji min hez dikin?



Çuqasî rast e, çuqasî ne rast e nizanim, lê gelek kes dibêjin xortên/ciwanên ji min hez dikin pir in.

Ez bawer dikim ewê rast be, bi rastî jî xortên ji min hez dikin pir in, ev yek gelek caran bi ber guhê min dikeve û di medyaya sosyal da jî vê hezkirinê tim dibînim.

Lê mezin, kesên navsale ji min hez nakin, mezinên ji min hez dikin pir hindik in. Bi min wer tê, ez wer bawer dikim.

Lê di nava xortan da kesên kêfa wan ji min ra û ji nivîsên min ra tê ez jî bawer dikim pir in.

Hezkirin jî, nefret û nehezkirin jî bêsebeb nabe, sebebekî wê heye.

06 april 2020

Xortên nuha nizanin me çi kişandiye


Xortên nuha kêf dikin, di nav xêr û bêrê da dijîn, kes tiştekî li wan yasax nake. 

Dilê wan çi bixwaze heye, wiya dixwin û vedixwin, Wîskiyê, cixara Marlboroyê û çîkolata di ser serê xwe davêjin.

Kes vexwarina Wîskiyê û Marlboroyê û xwarina çîkolata ji wan ra şerm û eyb nabîne. 

Ji xwe çîkolata hewqasî pir û erzan bûye êdî kes naxwe. 

Ma di salên 1970î, di xortaniya me da wiha bû?

Xortên nuha nizanin, em hezretiya dubleyek Wîiskî, cixareyeke Marlboro û çîçik çîkolata bûn.

Jima 5a ya Folklora Me pîroz be !


Jimara 5a ya kovara Folklorame derket. Pîroz dikim, bi xêr be, çavê xebatkar û xwendevanên wê ronî be. Jê ra jiyaneke dirêj dixwazim.

Dibê meriv bi kovarên wiha ra bibe alîkar û destegê didê. Ji bo folklor û kultura me hebûna weşanên wiha pir muhîm in, karekî pir hêja dikin.

05 april 2020

Tirkan bajarên me yên Baxê Îrem bûn kirin wêrane û em jî kirin parsekên ber destên xwe haya me ji me tuneye


Mînyatorê Bedlîsê

Tirkan di nava 200 salî da Kurdistana murefeh wêran û em jî perîşan kirin; bi hezaran mîr, beg û malmezinên xwedî qesir û qonax û debdebe bûn ji Kurdistanê koçber kirin û em jî kirin civateke feqîr, belengaz, nezan û paşdamayî.

Abdula Keskîn gotiye:

”Ibn Hewqel behsa Nisêbîna 940î dike, 1080 sal berê, behsa dehl û rezên wê dike. Dibê “spehîtirîn bajar”. Vêga min fam kir ku “Nisêbîna rengîn” ji kû tê? Dibê, “ava wê ji geliyê şaxê Balûsayê tê ku paqijtirîn devera Nisêbînê ye.”

Dora êş

Mêrik kerên xwe bar kiribûn diçû êş. Bi rê da rastî yekî din hat. Got:
-Pismam ma tu ji ku tê?
-Mêrik got:
-Wele ez êş têm.
Ê got:
-Ma li êş dor hebû tunebû?Yê ji êş dihat got:

04 april 2020

Qantir nazê, xwê hişin nayê, tirk dev ji neyartiya kurdan bernadin


Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye, kî hatibe ser hukim ji bo me ferq nakiriye, hinekan pir, hinekan hindik, hinekan vekirî, hinek sergirtî lê gişan jî kurd neyarên xwe dîtine û xwestine kurdan bihelînin, bikin tirk. 

Tirkiye li ser îdeolojî û siyaseta înkar û tunekirina kurdan ava bûye, kî hatibe ser hukim ev siyaseta dewletê neguherîye, neyartiya xwe domandiye.

Di van rojên herî xerab da jî li pey şêlandina milet in


Li Tirkiyê wezareta perwerdê îsal ewê 20 hezar mamoste bigre kar. Di nava 20 hezar mamosteyên tirkî da kadroyek dane mamosteyekî kurd jî; ji tirkan ra 20 hezar mamoste, ji kurdan ra 1 mamoste.

Ev 1 jî bêguman ji bo ibretê dane. Bi vê 1ê ji kurdan ra gotine qîmeta we li ma bi qasî kixseyek pîvaz jî tuneye.

Lê kurdên bêxîret pir in, dîsa jî ewê xwe aciz nekin û dev ji xulamtiya tirkan bernedin.
in

Bejna min ziravtir e ji minara Sêrtê


Ev dûrikên, dîlokên ez her roj yekê di facebooka xwe da diweşînim ne yên min in, dûrikên gelêrî ne. Ji xwe xêzika jibergirtinê(-) tim li ber heye, yanî ne ya min e, min ji derekê girtiye, îşareta wê ye.

Piştî çend heb dikevin ser hev, ez di bloga xwe da diweşînim û li wir dibêjim min ji ku girtiye.

Ev dûrikên, dîlokên nuha diweşînim min ji kitêba “Zargotina Kurdên Sûriyê” ya Celîlê Celîl girtine.
Di bloga min Hindik-Rindik, di beşê edebiyatê da hûn kanin bixwînin.

03 april 2020

Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya...

Albert Einstein


Dibêjin dema hirç pîr bibe kudik pê gunikan dilîzin. Kal û pîrên reben jî ketin vî halî, ketine halê hirçê, her kes şîretekê li wan dike, her yek aqilekî dide wan.

Dengbêjan bela sebeb negotine ”bira li dinyayê mirin hebûya, kalbûn tunebûya, ax felek…”

Lê kaliyê, lê koriyê, wele mirin çêtir e ji nexweşîya Vîrusa Koronayê.

Nav ker bû kirin dahşik



Hemoyê ker
Li gundekî yek hebû, navê wî Hemo bû. Lê milet jê ra digot Kero û Hemoyê ker. Hemo xwe ji vê leqeba xwe qet aciz nedikir, lê xanima wî pir li ber xwe diket. Jinikê rojekê ji Hemo ra got:

-Hemo, ji ber vî navê te ez dikevim binê erdê, rabe berxekî xwe şerjê bike, muxtar û rîsipiyên gund biezimîne û vî navê pîs ji ser xwe rake. Ya na bi Xwedê ez û tu rojekê li ba hev nemînin.

02 april 2020

Wexta xwe vikûvala nebuhurînin


Wexta vala tuneye, lê wexta meriv vala, bêkar û bê îş derbas dike heye; fena meriv di hewangê da avê bikute. Wext dibuhure, lê li fêzê tiştek tuneye, meriv tim destvala ye, tiştekî bi ser avê naxe.

Lê heger meriv bixwaze meriv kane wexta xwe vikûvala derbas neke, ew di destê meriv da ye.

Ji ber Vîrusa Koronayê gelek kes ji mecbûrî li malên xwe ne. Ev yek ji bo gelek kesan tiştekî nuh e, heta zor û zahmet e jî.

Yê min qet ne xema min e, çimkî ev sê sal in ez antramana vî îşî dikim.

Henek



Ez ji henek û mîzahê hez dikim û carnan jî baş, xerab xwe tevê dikim. Ne di destê min da ye, kurmê wê bi min ra heye. Ji xwe mîzah jî ew e, kurmê şîrî ye.

Babetekî(genrekî) edebiyatê yê bi navê mîzahê tunebe jî, lê dîsa jî henek ne karekî heneka ye, karekî, ”sinetekî” pir cidî ye, jê ra zanîn û hosteyî lazim e. Meriv lê dixe, birîn dike, lê birîn xuya nake.

Di rojên xerab da, di demên zor da mîzah bîna însên fire dike, lê li alî din sîleheke xurt e jî.
Nuha ji me ra herdu jî lazim in.

Ne di her nivîsa min da, lê di gelekan da mîzah heye. Hin caran însan vê yekê fêm nakin û netîceyên şaş ji nivîsên min derdixin. Bi qasî mîzahê, fêmkirina wê jî hunereke, jê ra zanîn û kulturek lazim e.

Mîlan Kundera li ser mîzahê gotiye:
”Li welatekî bêyî mîzah nayê jiyîn. Lê belê di civateke hewcedariya wê her tim bi mîzahê heye jî jiyan qet ne xweş e, nayê kişandin.”

Çi heyf wek miletekî bêdewlet û bindest em di civateka wiha da dijîn, hewcedariya me tim bi mîzahê heye.
Dîtina Rifat Ilgaz a li ser mîzahê. Dîtineke balkêş e, min tercumeyî kurmancî kir. Rifat Ilgaz(1911-1993)nivîskar û şairekî tirk e.


”Babetekî (genrekî) nivîsê, edebiyatê yê bi navê mîzahê tuneye. Babetên(genrên)edebiyatê roman e, çîrok e, meqale ne, bîranîn in. Name jî babetekî/genrekî nivîsê ye, lê mîzah ne genreke edebiyatê ye. Heger babet bûya ewê teknîka wê hebûya.
Mîzah uslûbeke, şêwazeke. Şiklekî nêrîna li civatê ye. Mîzah kane şiîr be, çîrok be, roman be. Mîzah ne babet e, uslûb e. Taybetiyeke mexsûsî mîzaca we, xuyê we ye, çêjneke.
Ji babetên(genrên)edebiyatê ra şarezayî, teknîkê lazim e. Tu vana bi cî bînî serketin mimkûn e.
Mîzah çi dixwaze?
Ji bo ku mîzah ji mîzaca însên tê ne zanîn e, nayê bi destxistin. Ne teknîke jî. Heger di xulqîyeta însên da ev taybetî hebe mîzah kane serketî be. ”


01 april 2020

Wer xuya dike korona ewê zû bi zû dev ji me bernede

Ev 16 roj in nigê min bi sentrûm, market û dikan mikanan nebûye. Ez li ser goştê xwe hûr dibim, bûme xwê û ketime êgir. 

Min nuha ji xanimê ra got, xanim, bi Xwedê cinên min ji min ra dibêjin law rabe here ICA Maxîyê têr bigere û barek tişt mişt bikire û were mal.

Xanimê got, ma qey tu dîn bûyî, korona nuh li her derê belav bûye. Û ji xwe dibêjin gerek kalê wek te neçe dikanan. Weleh belkî te bera hundur jî nedin...

Gerek gotin û kirinên meriv hev bigire


Xwendevanekî min di bloga min da gotiye, ”Mamosta, ez eksa we ya li ser kurdî pîroz dikim. Hestên te yê li ser nivîsên tirkî gelek caran dibin hestên min jî. Tu her hebî. Malî ava."

Weleh rast ya jî şaş, kî çi dibêje bi kêfa xwe ye. Lê ev 13 sal in min di bloga xwe da, di facebooka xwe da, di twîtta xwe da yek rêz jî bi tirkî nenivîsîye û qebûl nekiriye kes jî nivîsên min bi tirkî şirove bike.

Carê fêrî şêlandinê bûne


Li her dera dinyayê dewlet ji bo ku van rojên zor û zahmet bi selametî derbas bikin alîkariya hemwelatiyên xwe dikin, ji bo wê pilan û pirojeyan amade dikin, meblaxên pir mezin, bi milyaran dolarî ji bo milet vediqetînin.

Lê li Tirkiyê dewletê ji însanan pere xwestiye, gotiye ji bo ku em donê we di serê we bidin, dibê hûn alîkariya dewletê bikin. 

PARVE BIKE