19 april 2020

Nivîs û sernivîseke xweş


Ez di nivîsandina nivîsekê da zorê, zahmetiyê nakişînim, zû dinivîsim, hestên xwe, fikrên xwe zû topî serhev dikim û didim der. Feqet di sernivîsan da ne her tim be jî, lê gelêkê caran zahmetiyê dikşînim. 

Nivîsê diqedînim, lê dikim nakim jê ra sernivîseke tam bi dilê xwe nabînim.

Carnanan ji mecbûrî sernivîseke ne bi dilê xwe hildibijêrim. Ev yek jî dilê min rehet nake.


Ez bawer dikim ji bo dîtina serniveke xweş, manşêteke balkêş jî hostayî lazim e. Diyar e ew jî hunereke. Wek karê reqlamê ye, hin kes di reqlamê da jîr in.
2020-04-18

Josef Uso Kurdman Kêk Zinar,

Evar baş.

Ez nivîsên te (hemuyan) bi kêfxweşî ka mezin dixwînim. Û, bi rastî, ez bi vê avayê Kurdî ya xwe jî gelek pêşta dibim. Ji bo we jî, ez dixwazim bejim spas!

Lê, yek caran, ku min xwend, ez dilteng dibim, ji bo ku di hundirê zimanê te yî baş û zelal da gotinên bi tirkî hene. Tu çawa difikirî, yanî, tu wan gotinên bi tirkî bi “zanabun” bi kar tînî, yan jî ew gotinan - bi dîtina te - bi Kurdî na?

Ez dixwazim ji vê nivîsa te ya dawî çand mînak a bînim ziman:

“Feqet” ...
“Lazim” ...
“Tam” ...

Silav û Rêz

Zinarê Xamo Ji bo ku kêfa te ji nivîsên min ra tê û tu jê sûdê digrî kêfxweş bûm.
Di mesela gotinên tirkî da tu şaş î, heta ji min tê ez peyvên tirkî bi kar naynim.
Lê di zimanê me û tirkî da gelek gotinên erebî, farisî û ji zimanên din hene, ev gotinên mişterek in, em jî bi kar tînin û tirk jî.
Mînak, hersê numûneyên te da ne ”feqet, lazim, tam” ne bi tirkî ne, hersê jî bi erebî ne, lê tirk jî bi kar tînin. Lê ew êdî malê kurdî ne jî.
Ya din tu zimanekî xurrî, bêyî gotinên biyanî tuneye, her ziman pir hindik gotinan ji hev digre.
Kurd dibêjin ”feqet, lê, lê belê, ema.”
Lê belê bi piranî dibêjin ”feqet.” Ez gişan jî bi kar tînim, car zane.
Lazim, tam û temam jî wisa ye.
Ev gotin ji zimanekî din hatibin girtin jî êdî malê zimanê me ne. Tu nikanî ”feqetê, temamê lazimê” ji kurdî derxî, van peyvan li kurdan yasax bikî.
Di swêdî da jî bi hezaran gotinên xerîb hene. Ji sedî 60-70ê tirkî ji erebî, farisî, kurdî û zimanên din hatiye girtin.
Ez gotinên çêkirî, naylon, yên xelk jê fêm nake bi kar naynim. Ez nabêjim “wêze”, dibêjim edebiyat. Nabêjim “pirtûk”, dibêjim kitêb.
Gelek silavên dostaniyê.

Josef Uso Kurdman Başê. Gelek spas ji bo bersiva Te.

Abit Gürses Kekê Zinar, "sernivîs"ên her nivîsek, ango "manşet", "rubrik" li gor naveroka nivîsê bi xwe derdikeve holê.
Dema tu li ser babetek dinivisînî, dixwazî peyamek (mesajek) bidî xwendevanên xwe, naveroka peyama te çi be, divê sernivîs jî ew be.
Zêde nebe jî, dema Kurdistan Press'ê da ez bi xwe fêrî "sernivîsên" manşetên bi îsabet bûm.
Pêşniyarê min ev e, li gor naveroka nivîsên xwe sernivîsên xwe tesbît bike.
Silav û rêz...

Zinarê Xamo Sernivîsên te xwû in. Tiştê te gotiye ez zanim lê hin caran bêxwedî li hev nayê.
Bi silvên biratiê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE