19 april 2020

Karî bû dermanê tuxtor û hekîman


Karîyê me hatibû jibîrkirin, lê bi xêra Vîrusa Koronayê dîsa bû gezoyê ser sifran, bû dermanê tuxtor û hekîman.

Kurdan hema hema “karî” ji bîr kiribûn, êdî kesî karî nedixwar. Dibe ku li hin gundan xelkê top dikir, lê li bajaran ji zû da ye hatiye jibîrkirin, kes êdî karî naxwe.

Nifşên nuh belkî karî nas jî nakin. Berê li mala tim yê hişkkirî hebû. Dayika min a rahmetî pir jê hez dikir. Ilim jî ji birinca bi karî û tirşika wê. 


Ez ji karîyê bi hêk hez dikim. Bêhêk jî xweş e, bi sîr, pîvaz, îsot û hinek ava firingiya. Pir xweş dibe. Lê dibê tûj be, ez ji tûjiyê hez dikim.

Lê bi xêra pandemîya Koronayê, hinekan gotin karî derman e.

Bi vî hawî ”karîyê zinara” nuha li Kurdistanê bûye tûtya, li gundan her kes dîsa wek demên berê dihere kêrî û tolikê.

Do xanima min bi diya xwe ra peyivî, got wele êdî her kes dihere kêrî…


”Karî, kardî, kardû (bi latînî: Arum maculatum) giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe. Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî) nayê xwarin. Lê ku hişk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savarbirinc û xwarinên dew de tê xebitandin.

Madeyên têde: akolîdearonînkonisînsponînnişadir (nişasta), madeyên bi dohn (rûn) û şîrêz (zemq)”

///Ji Wîkîpedîya

Mihemed Ronahi Ma karî li Wêranşarê hebû?

Zinarê Xamo Mihemedo, tu dîzmê derbas dikî ha !
Her dera Wêranşarê û Qerejdaxê karî û kereng e.

Mihemed Ronahi Zinarê Xamo bi Xwedê min digot qey tenê li botanê heye karî. Kereng li her derê heye lê min karî nizanîbû.

Zinarê Xamo Mihemed Ronahi , Kariye me yê "kariyê zinara" ye, pir bi lezet e, pelê wî gir e. Û birinca bi karî li ma me bi nav û deng e.
Em tirşika wê jî çê dikin. Birinc, nok û kariyê zinara û hebirman.
Te ev tirşik cara xwariye?

Mihemed Ronahi Zinarê Xamo erê Apo. Min par xwar.

Izzettin Sevgin Rojbaş xale Zinare Xamo rojek zu ew Korona Vırus bi Qediya em mal derketiyan ez roje bes carki mal derdıkewim dewra kes tüneye her kes mal xwe dane.Le iro hewa pır xewşe eze dekewim bıgerim sılav u rez.

Zinarê Xamo Te pir baş kiriye. Her roj derkeve, bîstekê bigere.

M Nuri İnan Dema diçim welêt
Birinca bi karî didim çêkir in tu jî dizane mamoste tahma wê pir xweş e..

Cihan Rojava Xalê Zinar cem we jî digotin gele jina mêrê wê tunebe dikare biçine, çunkî digotin bêyom e ...em zarobûn ji me ra digotin, lê çima ez nizanim...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE