Min got vê sibê jî ez bi çend gotinên xweş û di cî da ji we
ra bibêjim siba we bi xêr û dest bi xwendin û xebata xwe ya rojê bikim. Êdî
seetekê derengtir radibim.
Dibêjin kesên extîyar gelek xewa xwe baş bigrin,
kêmxewî umrê meriv kêm dike.
Ji ber ku ez naxwazim umrê xwe kin bikim û zû
têkevim bin axê, lema min seetek li xewa xwe ya sibê zêde kir.
HINDIK - RINDIK
ji sala 2007a vir va…
01 november 2026
Gotina xweş kilîta dilan e
31 oktober 2026
Nazdar Aso xanim bi kurdên Stockholmê ra sohebeteke pir xweş kir
Nivîskara hêja Nazdar Aso, xanima zarşîrîn û sohbetxweş îro li Stockholmê mîvana Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê bû. Li ser kitêba xwe ya bi navê ”Destê min ji çîçekan nabe” bi Mahmûd Lewendî ra sohbeteke pir xweş kir û bersîva guhdarên xwe da û kitêba xwe ji hezkiriyên edebîyatê ra îmze kir.
Gelek kes hatibûn guhdarîya Nazdar Aso xanimê. Sohbeteke pir xweş bû.
Piling tenezul nakin xwe bi kûçikan bidin îspatkirin
Ji bo ku bizanibin kûçik bezatir e ya jî piling, pêşbirkek, misabeqeyeka bezê çêkirine.
Sê kûçik û sê piling anîne ciyê destpêka pêşbirkê. Kûçikan dest bi bezê kirine,
piling ji ciyên xwe nelivîyane.
Berpisê pêşbirkê ji pilingan pirsîye, gotiye:
-Çima hûn dest bi bezê nakin?
Pilingan gotine:
Hêzên îslamî li Swêdê bûne talûkeyeke mezin
Hêzên îslamî bi rêya taqîyeyê(durrûtîyê, veşartina fikrê xwe yê rastîn) li Swêdê ketine hemû dahîre û nuxteyên dewletê, civatê yên herî muhîm.
Dibin endamê her partîyê, her fikrê, sîyaseta her partîyê, her îdeolojîyê qebûl dikin.
Dibin sosyalîst, dibin komunîst, dibin lîberal, dibin sosyal demokrat û
hawîrdorparêz.
Kîjan partî wan qebûl bike, dibin endamên wê partîyê, hêdî hêdî
cî didin nigên xwe, bi rêya partîyan dikevin derên herî girîng û di civatê da
belav dibin, bi hîle û fêlbazîyê dikevin beledîyan û meclîsê.
30 oktober 2026
Xelata derewîn û xapandinê
Erdogan di beyana xwe da gotiye, ”Ji ber xizmetên Ehmedê Xanî yên bêemsal ên ji
welatê me ra kirine ez sipasî wî dikim, ew yek ji sitêrkên cîhana me ya kulturî
ye, ez wî bi rahmet yad dikim.”
Komedîyeke, durûtîyeke ji viya mezintir nabe.Tu têkilîya Ehmedê Xanî bi
tirkan, bin cîhan û kultura tirkan ra tune ye, wî ji tirkan ra,ji kultir û edebîyata tirkan ra xizmet nekirîye.
29 oktober 2026
Xwedîyê sebrê mîrê Misrê
Xwedîyê sebrê mîrê Misrê. Dara sebrê tahl e, lê fêkiyê wê şîrîn e. Tu serketin, tu keşf û îcad bi derbekê da nabe, bi xebatê, bi îstîkrarê û bi sebrê dibe.
Sebr û îstîkrar du baskên firînê ne, yek tunebe firîn ne mimkûn e. Karê hindik û berdewam meriv digihîne hedefê.
Bloga min ”Hindik Rindik” do 14112 carî hatiye tikandin. Di
sala 2007a da gava min dest pê kir, tikandinên rojane herî zêde li dora 100î
bû, kêm-zêde 70-80 bû.
Li ser kurdî û bêhêvîtîya Firat Aydinkaya
Firat Aydinkaya, nivîskarekî bala min dikşîne, her cara
rastî nivîske wî, lêkolîneke wî têm bi meraq dixwînim. Camêr nivîskarekî zana,
xwedîyê qelemek xurt e.
Malpera ”hawarname.substack.com”ê bi Firat Aydinkaya ra li
ser aqûbeta kurdî û tesîrên kolonyalîzmê hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîn bi tirkî
ye. Navê sernivîsê wiha ye:
”Di mesela kurdî da pir zor e meriv umîdwar be”.
Hevpeyvîneke pir muhîm e, Firat Aydinkaya him di mesela kurdî da bêhêvî ye, him
jî tiştên pir muhîm dibêje. Lê kesên van tiştan bizanibe dibê ew bi xwe xizmetê
ji asîmîlasyonê ra neke.
28 oktober 2026
Serketinên mezin bi xebatê û bi berdewamîyê çêdibin
Xwedîyên serketinên herî mezin bi karên biçûk dest pê kirine. Kar û xebatên xwe bi sebir, bi tîtîzîyeke mezin meşandine. Dû ra karên wan hêdî hêdî bûne keşif, îcad û serketinên mezin.
Me jî bi çend kesan dest pê kir, em xebitîn, me li be xwe da, dû ra bûn
tevgerên xurt û bi bi milyonan.
Barê me giran e, karê me zor e, gelek tiştên qewimîne moralê me xera kiriye. Lê
bêhêvîtî ne çare ye û me ji bindestiyê xelas nake.
Ji me ra xerab hatîye
Di Rûdawê da 16 xeber li ser kurdan hene. 14ê wan meriv xemgîn dikin. Tu kîjan xeberê dixwînî qal û bahsa zulm û neheqîya li ser kurdan e, kezeba meriv dişewite. Psîkolojîya meriv xera dibe.
Em kurd li her çar perçên Kurdistanê di halekî pir xerab da ne. Herî bêtir jî
halê kurdên Kurdistana Rojava pir xerab e.
Ereb nahêlin kurdên Girê Sipî û Serê
Kanîyê vegerin malên xwe. Li girê Sipî êrîşî wan kirine, erebeyên wan, tiştên wan gişk şewitandin.


