14 juni 2026

Hebûna dewleta tirk li ser zorbatiyê û tirsandinê ava bûye

Li Tirkiyê ji berê da ye kî tê ser hukim bi ço, bi tirsandinê însanan bi xwe va, bi dewletê va girê dide. Zorbatî, tirsandin qerekterê siyaseta dewleta tirk a esasî ye.

Dera tirs lê hebe azadî lê tune ye.

Însan ne bi dilxwazî, ji tirsa ruhê xwe, ji tirsa malê xwe ji kesên desthilatdar ra li çepikan dixin, dibin heval û piştgirên wan, newêrin li dijî zulma dewletê rabin. Çimkî li Tirkiyê tu carî demokrasî, azadî tunebûye.

Kurdan li hemberî zorbatiyê û tirsandina dewletê tim serî hildane, tu carî teslîmî tirsê û zorbatiyê nebûne.

Ji ber wê ye li Tirkiyê yên herî bêtir hatine pelçiqandin, yên herî bêtir marûzî zulma dewletê bûne tim kurd bûne.

Çimkî kurdan tu carî dev ji doza azadiya xwe, serxwebûna xwe bernedane.

Ji ber wê jî dewletê, her hukûmeta hatiye tim kurd wek dijminê xwe yê sereke dîtiye û heta jê hatiye xwestiye kurdan serkut bike, ji desthilanîn da bixîne.
Desthilata Recep Tayyip Erdogan yek ji rejîmên zorbatiyê ya herî xerab e.

Ji Ataturk vir da tu serokî wek Erdogan dewlet her tişt nexist bin destê xwe.

Erdogan dewlet kiriye wek şîrketeke xwe, hemû dezgehên dewletê di bin kontrola wî da ne. Edalet, huqûq ji bin da nemaye. Dilê wî kê bixwaze dide girtin, bi salan di zindanê da dihêle û gava bixwze dide berdan.

Edalet, huqûq, mahkime li Tirkiyê êdî tenê nav e. Bi hezaran kurd êsîr girtine bernadin.
Kurdê piştgiriyê didin Erdogan ya ji ber tirsê ye, ya jî berjewendiya wan di hevaltiya wî Erdogan heye.

 Erdogan dîktatorekî pir zalim e, heta sax be ewê dev ji kursiya xwe bernede, nêta wî, hesabên wî, hazirî û pilana wî ji bo vê ye; nuha jî dixwe cara çaran bibe serok.

Li gorî qanûnê şexsek tenê du caran kane bibe serok, Erdogan bi zor cara sisiya jî bû serok.
Nuha jî dixwaze cara çara jî xwe bide hilbijartin. Pilana wî ev e, lê ewê çawa bike hîn ne diyar e. Dixwaze bi alîkariya Evdila Ocalan piştgiriya kurdan, a tevgera PKKê, DEMê bigire. Bazarî berdewam e.

PKK amadeye her piştgiriyê bidê, lê berdana Ocalan û ji bo kurdan hin mafan dixwaze.

Erdogan jî viya qebûl nake, dixwaze mefekî herî biçûk jî nede kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar