Çend gotinên xweş ji xwediyê xelata Nobelê ya edebîyatê, nivîskarê ji Afrîka Başûr John Maxwell Coetzee.
J. M. Coetzee, di sala 2003a da Xelata Nobelê ya edebîyatê girt.
J.M. Coetzee ji bilî romannivîsînê, wek rexnegirê edebîyatê
û wergêr jî tê nasîn. Ji sala 2002a û vir va ye li Awistralyayê dijî.
-Civata pêşketî ji însanê bêaqil ditirse. Civata paşdamayî ji însanên baqil ditirse.
-Heta ku însan fêrî êşê nebe, fêrî jiyanê nabe.
-Rastî carinan pir tahl e, lê derew her tim xedar e.
-Kitêbeke baş bersivê nade pirsan; ew di serê însên da pirsên
nuh çêdike.
-Meriv nikane ji paşeroja xwe bireve, ew her dem li pey te
ye.
-Zilm û neheqî dilê însên hişk dike.
-Êş rastî ye; her tiştê din dikane bikeve ber gumanê.
-Rastî bi hêrs nayê gotin. Eger rojekê rastî bê gotin, ewê tenê
bi evînê were gotin.
-Derewên me, bi qasî rastiyên me, me didin naskirin.
-Dema her tişt bi ser nakeve, dest bi felsefeyê bike.
-Ji bo ku em hov û zalim bin, dibê em dilê xwe li hemberî
êşa kesên din bigirin.
-Em ji tebîeta xwe, ji xwezaya xwe ve ne hov in.
-Cîhaneka ji pevan, cîhaneka ji tiştan diafirîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar