30 november 2019

Tenê tiştekî dixwazim


Li vê dunyayê tenê daxwazek min heye, berî mirina xwe dixwazim Kurdistana serbixwe bibînim.

Dixwazim pasaporta Kurdistanê têkim bêrîka xwe, xanimê jî bidim bin cengê xwe û ez û wê bi pasaporta Kurdistanê herin li çend welatan bigerin û rêya xwe bi Tirkiyê jî xin, pasaporta Kurdistanê bi pûlisê tirk jî bidim mohrkirin.

Her tişt ne weka ku xuya dike


Surprîzên jiyanê pir in; gava meriv di heqê dostekî xwe da, di heqê yekî meriv jê hez dike da tiştekî baş dibihîze û kêfa meriv tê, meriv dibêje çi baş, wê demê min ji merivekî baş hez kiriye.

Yanî meriv bi dost û hevalê baş kêfxweş dibe.

Lê gava meriv di heqê dostekî xwe da tiştekî meriv qet jê hêvî nake, qet jê napê dibihîze; wê demê jî meriv xemgîn û xeyalşikestî dibe. 

Tirkan di zorê da tim kara xwe dîtine


Tirkan di şerûdiyê û di zorê da kara xwe dîtine, lema jî tim bi devê tivingê dipeyivin, tim ço nîşanî cîranên xwe û Yekîtiya Ewrûpayê didin.

NATO û Amerîka li dij bû, lê guh nedan wan û rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Û nuha jî ji bo ku 3 milyon ereb li wir bi cî bikin ji Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya madî û ji NATOyê jî alîkariya leşkerî dixwazin. Li ber çavê dinyayê ereban di malên kurdan da bi cî dikin.

Lê tirk çavsoriyê li me tenê nakin, li Yekîtiya Ewrûpayê jî dikin. 

29 november 2019

Pirbûna cahşan carnan meriv bêhêvî dike



Sidki Zîlan gotiye, Mevlud Çavuşoglu û Suleyman Kasimîyê îranî, herdu jî kurd in.

Kurdbûna Mevlud Çavuşoglu min bihîstiye, lê ya Suleyman Kasimî nuh dibihîzim. Bi îhtîmaleke mezin ev îdîa Sidkî Zîlan rast e.

Wê demê di me kurdan da problemek heye. Ji nava miletekî saxlem hewqas xayinên qewmê xwe dernakeve, li dinyayê numûneyeke din tuneye.

Bi vê siyasetê em tiştekî bi ser avê naxin


-Ji dostê xwe hez dikim, lê belê dijminê min jî bi kêr tê. Dost hêza min nîşan dide, dijmin jî wezîfeya min.
Friedrich Schiller

Hin berpirsiyar û siyasetmedarên başûr dost û dijminên xwe ji hev nagerînin. Ji bo wê jî dijmin tu wezîfeyekê bi bîra wan naxe.

Lê yê bi çavê dost li dijminê xwe binêre xwe dixapîne û ewê bedelekî pir mezin bide.

28 november 2019

Meriv vê zorbatiya tirkan qebûl nake !



Ji bo ku serokwezîrê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî li Anqerê di civîna çapemeniyê da ne bi kurdî, bi îngilîzî peyivîye pir eyb kiriye. Diyar e tirkan qebûl nekirin bi kurdî bipeyive. Ev pîşikê wan e û berê jî kirine.

Serokwezîrê welatekî di serdana xwe ya welatekî din da bi zimanê xwe dipeyive.

Bi texmîna min tirkan qebûl nekirin Mesrûr Barzanî di civîna çapemeniyê da bi kurdî bipeyive; jê xwestin ew bi erebî bipeyive. Wî jî axaftina bi erebî qebûl nekir, lema jî bi îngilîzî peyivî. 

Carnan dibê ruh bîna xwe bigre


Bîsteke din ezê rabim herim taxeke bi navê Skarholmenê dostekî xwe yê salan bibînim. Wê rojê li civînekê em rastî hev hatin, me li ser nigan li halê hev pirsî. 

Ev çend sal bûn min ew nedîtibû. Bi piranî li welêt dimîne. Lê carnan, di nabênê ra tê seriyekî dide malî û zarokên xwe û dîsa dihere.

Emê îro piştî danê nîvro li sentrûma Skarholmenê hev bibînin û bi hev ra qahweyeke swêdiyan vexwin û bîstekê sohbet bikin.

27 november 2019

Min dilê xwe kiriye deftera derd û xeman


Min dilê xwe kiriye deftera kul û derdan û xeman, her roj çend galgalên bîrîkirinê, hesretê û hêviyên azadiyê lê dinivîsim û xera dikim.

Ne ev defter tu carî tije dibe, ne jî murekeba qelema min diqede.

Ne ew dibêje bes, ne ez dibêjim ev gotina min a dawî ye.

Heger em dixwazin li dinyayê wek mirovan bijîn...


Heger em dixwazin li vê dinyayê rehet bikin, ne wek êsîr û koleyan, wek însanan bijîn. 

Heger em dixwazin xelk her roj di nava çavê me da lênexe, pê li serê me neke. 

Heger em dixwazin xelk tecawizî namûs û rûmeta me neke, li vir û li wir me bi çol û çepelan nexe.

Heger em dixwazin ji vê jiyana rezîl, zelûl xelas bibin, dibê em bi hev ra ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin, li rêyên rizgariyê bigerin.

26 november 2019

Li kîjan welatî îslamî hatibin ser hukim ew welat wêran kirine

Nimêja îniyê li kuçeyeke paytexta Bengladaşê Deqayê


Afganîstan di salên 1950-1990î da di her warî da sed qatî ji Afganîstana nuha pêşketîtir, murefehtir û demokratîktir bû.

Bi îktîdara Talîbanan ra(1996) Afganîstan 100-200 salî bi paş da çû, ji bo gelên afgan bû dojeh, bi milyonan însan reviyan derve. 

Îran di nabêna salên 1950-1980î da di her warî da sed qatî ji Îrana nuha pêşdatir, azadtir û demokratîktir bû.

Tirkiyê 370 hezar ereb û tirk di malên kurdan da bi cî kirine


Cîgirê serokkomar Fuat Oktay, gotiye ”Li sûriyê li ciyên ji terorê hatin paqijkirin me ji Tirkiyê 370 hezar kes birin li wan deran bi cî kirin.

Em guh nadin kî çi dibêje, çiqasî destegê dide me, em biryardar in qorîdora aştiyê çê bikin.”

Wek tê dîtin mêrikan barbariya xwe qet venaşêrin, dibêjin ji gund û bajarên me kurd jê paqij kirine, me 370 hezar kes di malên wan da bi cî kirine.

Tirkiye fuzeyên S-400î îro test dike



Li gorî medyaya tirk dinivîse Tirkiye ewê îro (26/11) S-400î test bike, yanî ewê sîstemê aktîf bikin.

Amerîkayê gotibû nekin, lê tirkê viya bikin û gavê paş da navêjin. 

Çimkî tirk naxwazin nabêna xwe bi rûsan ra xera bikin, li Sûriyê rûs bela xwe di wan bidin û wan ji rojavayê Kurdistanê derxin. 

Tirk ji bo ku kanibin beşekî rojavayê Kurdistanê dagir bikin û li wir cî li kurdan teng bikin, demografiya wir biguherin dibê nabêna xwe bi rûsan ra xera nekin.

25 november 2019

Li ba kurdên bakur hevalbendiya dijmin êdî ne şerm û kêmasîye

Fesîh Bozan


Serokê Partiya Seadetê(PS) yê Amedê Fesîh Bozan fena ku ew merivekî kurdperwer e û mafê kurdan yê netewî diparêze, di Rûdawê da gotiye “pirsa kurd bi operasyonan çareser nabe û nizanim çi û çi…”

Fesîh Bozan rast nabêje, demagojiyê dike, ew ji bo kurdan tu mafî naxwaze û di ser da ew li dijî azadiya kurda ye jî, ew hevalê tirkan û dagirkerên kurda ye.

Tu ferqa PSê ji MHPê û ji AKPê tuneye.

Serokên PSê yên heta nuha hemû jî merivên irqçî, faşît û neyarên kurdan bûn û Karamollaoglu jî yekî wek wan e û yek ji serokekên qetlîama Sêwasê ye.

Xayinên me pir in !


Bêguman ehmeqên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.
Bêguman nezanên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.
Bêguman cahilên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.

24 november 2019

Galaya piştgiriya rojavayê Kurdistanê



Îro ez û xanim li Stockholmê li Galaya Rojava bûn.

Gala li Folkets Hus Konferens Centerê bû û gelek stranbêj û artîstên swêdî û kurd yên bi nav û deng, yên wek Benjamin Ingrosso, Sara Larsson, Ciwan Haco beşdarî galayê bûn û bi sitranên xwe gala şên kirin.


Galayeke qelebalix û muhteşem bû. Alîkariyeke pir ji bo rojavayê Kurdistanê hat topkirin.

Gelek caran devê min ji şîr şewitî loma jî pifî mêst dikim


Mîke Pence û Nêçîrvan Barzanî

Li ser serdana cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence ya Hewlêrê û hin gotinên wî meriv kane gelek tiştên pozîtîf bibêje û gelek texmîn û spekulasyonan bike.

Lê ez bi xwe pir bi îhtîyat li meselê dinêrim. Gelek caran devê min ji şîr şewitîye, lema ez pifî mêst jî dikim.
Heta ez di praktîkê da li hemberî tirkan û ereban tiştekî berbiçav nebînim, ez ji tu gotinên emerîkiyan bawer nakim, bi serdanekê, bi beyanekê qet dilê xwe xweş nakim.

23 november 2019

Tu qîmeteke van pesnên vala li ba min tuneye

Mîke Pence,  Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî


Nizaim cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li Hewlêrê çi gotiye. 
Nizanim Mîke Pence li ser navê Donald Trump çi soz daye û çawa pesnê kurdan daye.
Bi ya min ev gotin hemû vala ne.
Heta ez li hemberî Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê piştgiriyeke Amerîka ya konkret nebînim, heta Efrîn û Serêkaniyê di bin dagirkeriye Tirkiyê da bin, tu qîmeteke van gotinên Mîke Pence û pesnên wî tuneye.

Kî çi ye êdî wek berê wenda nabe...


Berê ji ber ku wek nuha malper, rojname, telewîzyon, medyaya sosyal tunebû, meriv nizane bav û kalên kê çi bû? 

Tenê hin tiştên bi devkî tên gotin, ew jî bi demê ra tên jibîrkirin. Çimkî tarîx gava ne bi nivîskî be mahkûmî jibîrkirinê ye.

Kî hevalê dijmin bû?

Dinya jî dixwaze tirk qira me bînin




Zulma tirk li me dikin ji ya naziyan xerabtir e, gerek di vê sedsalê da welatekî endamê NATOyê û berendamê Yekîtiya Ewrûpayê(YE) hewqasî vekirî nikanîbûya zulmeke wiha li miletekî bike, nûnerên miletî kêfî bavêje zindanê, îşkencê lê bike, bi dehhezaran însanan ji malên wan derxe, bi çolan xe û hinekên din têxe malên wan.

22 november 2019

Tirk malên kudan li ereban belav dikin



Tirkiye ereban li Serêkaniyê di malên kurdan da bi cî dike. 

Tirkan di sedsala 21ê da li ber çavê dinyayê bi sedhezaran kurd bi darê zorê ji malên wan derxistin, wek heywanên kovî bera çolan dan û nuha jî ereb û tirkan dibin di malên wan da bi cî war dikin.

Neteweyên Yekgirtî jî li vê jenosîda kurdan temaşe dike û ji Erdogan ra nabêje çawa tu kanî tiştekî wiha bikî?

Zimanê me asasê hebûna me ye


Tiştê însên bi qîmet dike û ji qîmet da dixîne ziman e.

Lê ne ferd tenê, ziman, miletan jî bi qîmet û mezin dike.

Miletê qîmeta zimanê xwe zanibe, lê xwedî derkeve, zimanê xwe bi pêş xe, bi zimanê xwe ra ew jî mezin dibe û bi pêş dikeve.

Û miletê viya neke, bi mirina zimanê xwe ra ew jî dimre û ji tarîxê wenda dibe.

21 november 2019

Dijminê me yê herî xedar...


Li vê dinyayê bi qasî ku tirk neyarên kurdan in, tu kes ne neyarê miletekî din e. 

Bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin, tu miletek ji miletekî din hewqasî nefret nake; tarîxê, însaniyetê heta nuha kîn û nefretek, dijminatiyeke hewqasî mezin û kûr, irqçîtiyeke hewqasî xedar nedîtiye.

20 november 2019

HDPê got ew ji meclîsê venakişa



Serokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî. Temelî, piştî civîna HDPê gotin ewê ji parlamentoya Tirkiyê venekişin û venegerin ”sîne-î milet.” 

Yanî ewê dev ji meclîsa tirk bernedin. Min jî texmîn nedikir ji meclîsê vekişin HDP dev ji meclî bernade, dibê kurd dev ji HDPê berdin. 
Çare ev e.

HDP bi van serok û rêvebirên xwe biryara vekişîna ji meclîsê nagire.

Gala ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê



Êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên îslamî ser rojavayê Kurdistanê bi rengekî bênabên berdewam e.

Tirkiye li gund û bajarên Rojava her roj bombeyan bi ser xelkê siwîl da dibarîne. Bi sedhezaran însan li welatê xwe koçber bûne, bi sedan siwîl hatine qetilkirin û birîndar in.

Li Stockholmê di 24ê mehê da(24/11-19)ji bo alîkariya bi gelên Rojava ra galayek mezin tê çêkirin. Gelek artîst û hunermendên swîdî yên bi nav û deng beşdarî galayê dibin.

Ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e



Ev çend roj in Tirkiye êrîşeke mezin dibe ser Tiltemir, dixwaze Tiltemir û riya Qamîşloyê dagir bike. Esas dagirkeriya xwe gav bi gav pêş da dibe, berfireh dike. Hedef dagirkirina rojavayê Kurdistanê bi giştî ye.

Tirkiyê dît êrîşkarî, zorbatî, çavsorî pere dike, çi dike, ku derê dagir dike jê ra dimîne. Lema jî dixwazin rojavayê Kurdistanê bi tevayî dagir bikin.

Ev êrîş hewildana wê yekê ye.

Bi bêxewiyê min çend salan jiyana xwe kin kiriye



Roja we bi xêr be!

Ev çend roj in min rûtîna xwe ya rojane hinekî guhertiye; êdî sibehan piçekî derengtir radibim.

Berê bi şev dereng radiketim û sibê jî zû radibûm. 

Bi şev saet li dora yek û nîvê, duduyê şevê radiketim û saet di şeş, şeş û nîvê sibê da jî radibûm. 

Yanî rojê li dora 4, herî zêde 5 saetan radiketim. Çima hûn nabêjin bi vê bêxewiyê min malik li xwe viritandiye, yanî umrê xwe çend salan kin kiriye.

19 november 2019

Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê gihîşt Stockholmê





Îro pirtûkxaneya min bi du kitêbên pir hêja dewlemendtir bû. Birayê min Fûad ji min ra du kitêb û sê jimarên kovara "Kurt Tarihî" şandiye, gelek sipas û mala wî ava be.

Hevalê minê ezîz Osman Ozçelîk zahmet daye xwe, romana xwe "Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê" ji min ra îmze kiriye. Mala wî ava be, pir kêfxweş bûm.

Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê, romana Osman Ozçelîk ya pêşî ye.

Dibê têxim dorê û zû dest bi xwendina wê bikim. Romaneke tarîxî ye, mijara wê Selehedînê Eyûbî û serdema wî ye. Mijareke balkêş e.

Şans alîkarê kesê wêrek e


Tiştê meriv digihîne armanc û hedefa meriv cesaret e, dibê meriv biwêribe rîskê bigre çavê xwe û biryarên muhîm bide.

Pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe.

Yê newêrek be serketina wî jî tuneye. Ji bo meriv şansê xwe biceribîne dibê meriv rîskê bigre çavê xwe.

Yên wêrek û cesûr bûn îro di saha siyasî da hene û xwedî hêz in, tirsonek û newêrek jî ya qediyan ya jî navê wan heye ew bi xwe tunene.

18 november 2019

Nuha jî min dest bi antramana derve



Li nêzî mala me, li Fîttjayê li kêlek golê ciyekî spor û antramanê çêkirine. 

Nuh çêkirine, xort lê antramanê dikin.

Dema ez û xanim digerin hin caran em jî riya xwe bi wir dixin û ez wek xortekî 18 wan darên her yek tu dibê ecêb radikim û datînim, bîstekê spora xwe dikim.

Xanimê berê newêrî bû, lê dû ra wê jî bi dudilî û bi fedyokî dest pê kir.

Aqilê tirkan



Gava mentalîte feqîr be aqil zirzop, ûqela dibe.

Kurdan gotiye aqilê sivik, barê giran. 
Mentalîteya tirkan pir feqîr û pir xerab e, di serî da kurdan, xiristiyanan(bi gotina wan gawir)her kesê ne tirk neyarê xwe dibînin. 

Ji bo ku kêmaqil in pir qure û şerûd in, bi hemû cîranên xwe ra ne li he vin. 

Me dîsa got yek xelasiya me di yekîtiyê da ye



Îro(17/11) li Stockholmê civîneke ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê hebû. Ji her çar perçên Kurdistanê gelek partî û kesên serbixwe beşdar bûn. Civîneke bi ser û ber bû.

17 november 2019

Bi piştgiriya Amerîkayê û Rûsyayê Tirkiyê welatê me dagir gelê me bi çolan xist



Li rojavayê Kurdistanê êrîşên Tirkiyê ser kurdan bi berfirehî berdewam in. Agirbest filan vir e, tirk bi şev û roj qet nabênê nadin êrîşên xwe.

Destê Trump jî di xwîna kurdan geriya ye.

Xwedêgiravî bi Tirkiyê ra peymana agirbestê çêkirine, gerek nehêlin tirk êrîş bikin. Lê dihêlin.

16 november 2019

Devê xelkê ne doxîn e meriv girê bide

Recep Tayyip Erdogan


Erdogan êdî bi ”terorîstiya” YPGê û YPYDê nayê serî, efendî hinekî din jî pêş da çûye, YPG û PYD ji kurdayetiyê jî derxistiye, gotiye: 

”YPG, PYD ne kur din, yên bibêjin YPG, PYD kurd in heqaretê li hemwelatiyên min ên kurd dikin. Kurdqebûlkirina PYDê û YPGê li hemberî kurdan bêhurmetiyeke mezin e.”

Lê ne gotiye ji kîjan miletî ne, xwezî ew jî gotibûya ewê baştir bûya.

De tu were li min û vî zirzopê zimandirêjê xwenezan.

Min fêm nekir PYD û YPG çima ne kurd in?

Hêvî


Tarîxa me hêvî ye
Em tim bi hêviyê jiyan
Bav û kalên me dan dû hêviyê
ji bo wê ketin, rabûn, mirin, lê negihêştinê
hêvî bûye hêviya me jî
me jî wek wan daye dû hêviyê
em dimeşin, dibezin, xar dikinê
lê tu carî nagihîjinê

15 november 2019

Mêrik xwe wek Fîrewn dibîne


Erdogan xwe malik(xwedî) û her tiştî û her kesî jî wek milkê xwe dibîne.

Lema jî gava qala însanan û tiştan dike, tim dibêje ya min, yê min:

”Wezîrê min, polîsê min, leşkerê min, waliyê min, qaymeqamê min…”

Nuha jî kurd û Kurdistan kiriye yê xwe, gotiye:

Min bîriya rûtîna xwe ya berê kiriye


Ji 9ê cotmehê û vir da, ji roja tirkan û çeteyên xwe yên îslamî êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin, min ne pêkenînek, henekek nivîsîye û ne jî rojekê qala ger û seyranên xwe, qala kar û spora xwe ya rojane kiriye.

Ji ruyê van bêbavên tirk û ereban da her roj qala nemirovî û hovîtiyên wan dikim.

Yanî li gorî xwe ez jî bi van faşîstên dagirker ra di şer da me.

Tirkiye bûye welatê întîxaran



Tirkiye êdî ne ji bo kurdan tenê, ji bo tirkan jî bûye zindan û dojeh. 

Li gorî zaniyariyên Dahîreya Îstatîstîkê ya Tirkiyê, li Tirkiyê teqrîben rojê 8 kes xwe dikuje.
 
Di 2017a da 3168, di 2018a da 3161 kesî întîxar kiriye.

Di 17 salên dawî da 50 hezar 378 kesan xwe kuştine.

14 november 2019

Tirkiye her roj hinekî din ji dinyayê îzole dibe



Rejîma tirk ya îslamî-faşîst hewqasî xerab e, hewqasî xerab e êdî ne hewceye em bi dinyayê bidin naskirin. Her kesî ev rejîma îslamî-faşîst, mitefikê Daîşê û neyarî kurdan û cîhana xiristiyan baş nas kiriye.

Emerîkiyan jî êdî bi qasî ewrûpiyan tirk nas kirine.

Lê tirk û serokên rejîma îslamî-faşîst ne tenê xerab in, hewqasî jî cahil in.

Ji civîna çapemeniyê ya Trump û Erdogan sahneya herî xweş.

Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump


Îmana min ji Trump diçe û ez tim wî rexne dikim. Ne tu meriv e, ne yê wê kursiyê ye.
Û ya ji wê jî muhîmtir ne dostê me ye, dilxwazê Erdogan e û Tirkiyê ye.
Tucarekî mîtoman e. 
Lê merivekî delodînî ye.
Bi me ra bêbextiyeke mezin kir, derbek mezin li me xist. Destûr da tirk Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikin.
Lema jî ez pir jê aciz im.
Di civîna çapemeniya bi Erdogan ra tiştekî pir xweş kir, kêfa min ji bersîva da Hîlal Kaplanê ra hat.

Di civîna çapemeniyê, beşê pirs û bersîvan da ji rojnameya Sabahê Hîlal Kaplanê li ser vexwendina Mazlûm Kobanî pirsek ji Donald Trump kir. 

13 november 2019

Êdî dem hatiye HDP ji meclîsê vekişe...



Rojê çend qeyûman tayinî ser belediyên HDPê dikin. Îro jî 4 belediye ji HDPê girtin û zilamên xwe kirin berpirsiyar.

Li hemberî vê rewşê Sirri Sakik gotiye dibê HDP dev ji belediyên mane jî berde.

Ji zû da ye ez viya dibêjim. Gerek kurd dawiyê bidin vê lîstika tirkan. 

Bi baweriya min ne belediye tenê, dibê HDP ji meclîsê jî vekişe.

Dibê kurd meclîsa tirkan, sîstema wan ya hilbijartinê red û boykot bikin.

Ji bîr nekin sibe kane dereng be


Siyaseta wan bi dilê me be, ne bi dilê me be, îro roj yên kurdan temsîl dikin PDK, YNK, Goran, PKK, PYD, YPG, ENKS e. Em niknanin van partî û hêzan tune bihesibînin, yên hene ev in, halîhazir em mecbûr in bi van micadela xwe bidomînin, şerê dijmin bikin.

Bêguman gelek partiyên din jî hene, lê yên herî xurt û xwedî hêzên siyasî û leşkerî ev partî ne.

Lavrov tirkan li me sor dike

Sergey Lavrov


Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dîsa gotiye ”Amerîka dixwaze rojhilatê Ferêt ji Sûriyê veqetîne li wir nîvdewletekê ava bike…”

Ev ne cara pêşî ye Lavrov tirkan bi vî rengî li me sor û gurgîn dike. Berê jî çend caran eynî tişt kir.

Qey şansê me kurda ye, Tikriye, Sûriye, Îran ne bes e, Rûsya jî li dijî azadiya me ye.

Ev zulm ewê tirkan ra nemîne !


Terora tirkan tansiyona min xist, psîkolojiya min xera kir.

Ji do da ye gêja min, dewxa min diçe.

Gava xwar dibim û hêzî ser xwe dikim dewxa min diçe, balansa xwe wenda dikim, dinya li dora min doş dibe û tu namîne bikevim.

12 november 2019

Kurdên başûr çima viya qebûl dikin?


Kamil Sumbul di feysa xwe da qala rêwîtiya xwe ya başûrê Kurdistanê dike. Dibêje li Hewlêrê ew û hevalê xwe şeva pêşî çûne otêlekê kesî bi kurdî nizanîbûye, otêl ya yekî  filistînî bûye û hemû karkir jî ereb bûne.
 
Ji ber ku Kamîl û hevalê xwe bi erebî nizanîbûn û karkirên otêlê jî bi kurdî nizanîbûn zahmetî kişandine.

Eynî tişt hat serê min jî. 

Teqînên do ewê ne yên dawî bin !



Teqînên do li Qamîşloyê çê bûn nîşan didin dijminên me heta hûn bixwazin namerd in û her wahşetê û nemirovahiyê dikin.

Dibê em bizanibin teqînên do ne yên dawî ne, kînga fersendê bibînin ewê teqînên wiha bikin.

Hêzên ewlekariyê dibê bi lez û bez hemû tedbîrên ji destê wan tên bigrin.

Di serî da dibê otomobîlan bera nava bajêr nedin û kontroleke mezin bikin.

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive


Partiya serokê wê bi kurdan ra bi tirkî bipeyive, fikrê xwe bi tirkî binivîse ew partî ne partiyeke kurd û Kurdistanî ye, ew serok ne serokekî kurdan e.


Siyasetmedarê kurd, serokê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bide û bistîne, bi kurdî bipeyive, yê viya neke dibê meriv guh nedê, lê guhdarî neke.

11 november 2019

Ji nav hêzên rast û îslamî kesê serî natewîne dernakeve


Li Tirkiyê di van sê salên dawî da ji doza Fetulah Gulen û darbeya leşkerî bi hezaran kes hatin girtin.

Ji nava van îslamî û kemalîstan yek kesê wek Demirtaş û Ahmet Altan egîd, mêrxas derneket. Di serî da Nazli Iilicak, hemû teslîm bûn, yekî/yekê jî parastineke egîdane nekir.

Selahdîn Demirtaş jî, Ahmet Altan jî ne tirk û ne îslamî ne. S. Demirtaş kurd e, Ahmet Altan nîv kurd e, nîv boşnak e. Yanî ne ji alî dê û ne jî ji alî bavê ne tirk e.

10 november 2019

Yê hevalê dijmin be fikrê wî diyar e

Maşallah Dekak, Serdar Bûdak


Maşllah Dekak bi serokê şaxa AKPê li Amedê Serdar Bûdak ra rûniştiye û li ser mesla kurd fikrê wî pirsîye.

Serdar Bûdak nûnerê AKPê û zilamê Erdogan yê Kurdistanê ye, yanî heval û hevkarê dewletê û hêzên dagirker e.

Ma ji bo zanîna fikrê Serdar Bûdak ev ne bes e?

Ma ne diyar e serokê Serdar Bûdak Erdogan ji bo kurdan û Kurdistanê çi difikire ?

Ma ne xuya ye di programa AKPê da ji bo kurdan çi heye û serokê AKPê û wezîrê karên hundur di piraktîkê da çi tînin serê kurdan?

Ewrûpiyan jî êdî tirk nas kirine

Amberîn Zaman


Ewrûpî hêdî hêdî tirkan nas dikin û hêviya xwe ji wan qut dikin, lê tiştekî berbiçav jî nakin.

Amberîn Zamana rojnamevan ev dîtina ewrûpiyan ya mişterek di nivîsa xwe da wek floodekê di twîtta xwe da belav kiriye.

Amberîn Zaman ji vê şêla ewrûpiyan pir hêrs bûye, bi gazin gotiye, "ewrûpî ne ji hukûmeta AKPê tenê, gelê tirk, hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê wek Daişî, wek faşîst, wek neyarên kurdan û irqçî dibînin, bi wî çavî li tirkan dinêrin..."

09 november 2019

Erdogan Yekîtiya Ewrûpayê êsîr girtiye



Tirk ji asya dûr ji birçîna û ji ber moxolan reviyan û hatin li vê herêmê bi cî bûn. 

Dû ra mêrikan bi zora şûrê xwe welatê girêkiyan û Kurdistan ji me stendin û bûn xwedî welat. 

Piştî tirk bûn xwedî welat, bi daran bi hemû girêkiyan û xiristîyanan ketin û ew şandin Yûnanîstanê, Bûlgarîstanê û em kurd jî ji xwe ra kirin xulam û kole. 

Çimkî ji wan xulam lazim bûn.

Erdogan nuha jî bi tena serê xwe ji 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê digire û bi şandina bi milyonan koçberên misilman Ewrûpayê gav bi gav dagir dike.

Dibê kurd cahş û xayinên hevalên dijmin in afaroz bikin !


Tirk wek milet, wek dewlet, bi hemû partî, dem û dezgehên xwe ve wek gurên har li me kom bûne û me perçe dikin, gund û bjarên me wêran dikin.

Vê wahşetê li ber çavê hemû dinyayê dikin.
Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, hemû dinya li hovîtiyên tirkan û qatilên wan yên îslamî temaşe dike.

Lê ne ev tenê, hin kurd jî hîn hevalên vê hukûmetê ne û piştgiriyê didin dagirkerî û qetlîamên tirkan.

08 november 2019

Tirkiye îcar jî Ewrûpayê bi şandina bi hezaran terorîstên Daîşê tehdît dike

Suleyman Soylu


Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye 1000 terorîstên Daîşê li ba wan in û ewê roja duşemê  dest pê bikin  ”wan wek pakêtan” bişînin welatên jê hatine.

Vir e, li Tirkiyê hezar daîşiyên girtî tune ne, hemû li ba dewletê îstîhdamkirî û di bin kontrola MITê, artêşê û polîs da ne. Hemû li malên xwe û li ser wezîfeyên xwe ne. 

Lê yên naxwazin îstîhdam bikin, dixwazin bişînin derve.

Dibe ku wek berê ji Erdogan û Soylu ra zêde nelazim in, lema jî dixwazin qismekî wan bişînin Ewrûpayê, di rojên pêş  da ewê ji wan ra lazim bin.

Dinya jî bi qasî tirkan zalim û xedar e !



Tiştekî pir ecêb e li ber çavê hemû dinyayê tirk me qir dikin, di gundê me da bi tankan me dipelixînin û dinya dengê xwe nake. 

Ne NY, ne NATO, ne Amerîka, ne Rûsya kes ji tirkan ra nabêje çima hûn vê zulmê li vî miletê mezlûm dikin?

Tirkan tiştên sed salê berê anîn serê êrmeniyan nuha tînin serê me kurdan. 

James Jeffreyê dostê tirkan û Erdogan îro diçe Tirkiyê

James Jeffry


Nûnerê Amerîkayê(DYA)yê Sûriyê James Jeffrey îro ji bo du rojan diçe Tirkiyê. Di 13ê mehê da jî Erdogan ewê here Amerîkayê û bi Donald Trump ra rûne, hin bazarên nuh bike. 

Çûyina James Jeffrey ya Tirkiyê ji bo me kurdan ne ji xêrêra ye, îşareta bihîstina hin xeberên ne xweş  yên din in. 

Jeffrey merivekî tirkan û Erdogan yê ji dil e û ez bawer nakim ji bo me kurdan tiştekî xêrê bike.

07 november 2019

Hûn derewan dikin !

Carolyn M. Gleason


Berdevka Pentagonê Carolyn M. Gleason xanimê li ser firotina sîlehan ya Tirkiyê gotiye ew li ser sîlehên firotine Tirkiyê lêkolînê dikin, dixwazin bizanibin hela ew sîleh ji alî hêzên terorîst ve hatine bikaranîn ya na û bi wan sîlehan tu sûc hatine kirin ya na.

Vana damagojîyên siyasetmedarên sextekar in, Amerîka her sîlehê difroşe tirkan û baş zane Tirkye û çeteyên Îslamî, Daîş wan sîlehan li hemberî kurdan bi kar tînin.

Em ji qijk û qertelan ra bûne berate



Sûriye û rojavayê Kurdistanê bûye wek berateyeke li erdê. Tirkiye, Rûsya û Amerîka jî wek qijik, qertel û sîsarkên sergurî li ser vê beratê kom bûne, hevdu nikil dikin, şerê hev dikin. dikin çavê hev derxin.

Ew dibêje ji min ra, ew dijêje ji min ra. Loqê mezin ewê para kê be hîn ne diyar e.

Ev dinya wiha ye, meriv zeîf û bêpişt be meriv dibe nêçîra qijik û qertelan.

06 november 2019

Tirk nahêlin êrmenî jî li Girê Sipî vegerin malên xwe

 
Zarah Sînanyan

Li gorî xebera Public Radio of Armenia artêşa tirk û çeteyên wê yên terorîst, ne kurdan tenê, nahêlin êrmeniyên di dema şer da ji Girê Sipî derketibûn vegerin malên xwe. 

Tirk dixwazin Girê Sipî û Serêkaniyên ji kurdan, êrmeniyan û asûriyan paqij bikin.

Êrmenî û asûrî jî di agirê me da dişewitin, bi me ra wan jî nefî/surgûn dikin.

Qumsêrê Bilind yê Dîaspora êrmeniyan Zareh Sînanyan ji rojnamevanan ra gotiye: 

Bi gotineke şaş dinya xera nabe

Nêçîrvan Barzanî


Gotinên Nêçîrvan Barzanî li ser sebebê êrîş û dagirkeriyê Tirkiyê gotin şaş in, ji kok da ne rast in.

Dibê meriv bi zor tu maneyên din jê dernexe û bibêje weleh ne rast e, şaş e. 

Gelşa Tirkiyê ne bi vê partiyê û bi wê partiyê ra, her tim bi kurdan ra û bi Kurdistanê ra ye. PKK  û nizanim kîjan partî maskeya ant-kurdbûna wan e.

05 november 2019

Sîstema dinyayê sîstema mafyayê ye



Bi baweriya li dinyayê yek dewleteke pak, adil û heqnas tuneye, hemû dewletên hene, bi taybetî jî dewletên mezin, yên dinyayê îdare dikin û dixwin, giş şebeke û wek organîzasyonên mafyayê ne.

Di nabêna van dewletan û şebekeyên mafyayê da tu ferq tuneye, sîstem eynî ye; ji bo pera her bêûjdaniyê, her zalimiyê, her kalpazaniyê, her xerabiyê û her qetlê dikin.

Tabloyeke pir pesîmîst

Ez naxwazim pesîmîst bim û bêhêvîtiyê belav bikim. Lê li hemberî rastiya heye jî nabe çavê xwe bigrim, korfahm bim û xwe bixapînim.

Tiştê ez dibînim Neteweyên Yekgirtî li pişt Tirkiyê û Erdogan e û destegê dide jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê. 

04 november 2019

Sekreterê NATOyê Stoltenbeg wek sekreterê Erdogan peyivîye

Jens Stoltensberg, Recepp Tayyip Erdogan

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya BILD am Sontag ya almanî ra gotiye “Di şerê li hemberî Daîşê da alîkariya Tirkiyê roleke esasî lîst.”

Ji bo ku meriv bibêje di şerê li dijî Daîşê da Tirkiyê roleke esasî lîst, dibê meriv şelafê Erdogan û sîxurê Tirkiyê be. 

Heger meriv ne sîxurê Tikriyê û ne neyarê kurdan be, meriv vê derewa bi boçik nake û bi vî rengî pesnê Tirkiyê nade.

Sûcê me çi ye?


Ji bo ku Erdogan dibêje ew misilman e û bawriya wî bi hebûna Xwedê heye, ezê vê numûneyê bidim.

Li gorî dînê îslamê û baweriya musilmanan dinya, însan, heywan, kaînat, hemû tiştên tên dîtin û nayên dîtin ji alî Xwedê ve hatine xuliqandin. 

Lema jî navekî Wî jî Xaliq e, yanî yê xuliqandiye.

Wê demê em kurd jî qûlên Xwedê ne, Xwedê em û zimanê me xuliqandiye. 

NY ji me kurdan ra kerr û kor e



Dema leşkerên îsraîlî serê zarokekî filistînî dişkînin Neteweyên Yekgirtî tavilê bi beyanekê Îsraîl mahkûm dike.

Tirkiye ev meheke gund û bajarên rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran diike.

Heta nuha herî kêm hezar însan kuştine.

400 hezar însan koçber bûne.

03 november 2019

Kiliçdaroglu got bi xêra leşkerên tirk li Efrînê xizmetên pir baş dibin



Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê xayin û qûnalêsê tirkan piştgiriya tezkereya dagirkirina Efrînê û gotiye: 

”Me rast kir me ji tezkereyê ra got erê. Li Efrînê, li Idlibê rêxistinên siwîl hene, gelek xizmetên baş dibin ji Idlibê û ji Efrînê ra. Min rismê wan dît. Agahî dan min. Leşkerên me  ne li wir bûna ev xizmet hemû çênedibûn.” 

Antonio Guterres bi devê Erdogan dipetive

Erdogan û Antonio Guterres


Sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres li Stenbolê bi serokê Tirkiyê Erdogan ra rûnişt û mesela koçberên Sûriyê pê ra minaqaşe kir.

Tiştên li ser hevdîtina Guterres û Erdogan di medyaya tirk û ya Neteweyên Yekgirtî da tê gotin sikandal e, Erdogan daxwaza xwe ya guhertina demografiya rojavayê Kurdisgtanê bi Neteweyên Yekgirtî daye qebûlkirin.

Ji ber nivîsa li ser kêlê bi kurdî bû dewletê gorra wî xera kir

Aydin Kayayê dewletê gorra wî xera kir


Ji bo ku nivîsa li ser kevirê(kêla) gorra serokê BDPê yê berê Aydin Kaya bi kurdî bû, bi fermana dozgerê Mûşê kevir(kêl) hat şikandin. 

Dozger gotiye nabe hûn li ser kevirê gorrê bi kurdî binivîsin, mafekî kurdan yê wiha tuneye, nivîsa bi kurdî sûc e, yasax e.

Aydin Kaya di 6ê hezîrana 2012a da di zindanê da wefat kir û li ser kevirê(kêla)gorra wî ”Em te ji bîr nakin” nivîsî bûn.

02 november 2019

Misilman li her dera dinyayê dijminatiya me dikin





435 endamên Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê hene. Ji van dudu jinên musilman in. Yek, Îlhan Omer e, mahcireke somalî ye. Û ya din jî Raşîde Talîb e, ew jî mahcireke filistînî ye.


Îlhan Omera somalî neyara kurda ye û dosta Erdogan û Tirkiyê ye û di dengdana meclîsê da jî li dijî cezakirina Tirkiyê derketiye, raya na bi kar anîye.

Me îro dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê mahkûm kir



Bi hezaran kurd û dostên me yên swêdî me îro li Stockholmê dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê protesto kir. 

Meşeke pir qelebalix bû, bi hezaran kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê û swêdî beşdarî protestoyê bûn. 
Swêdî kêm caran tevî meşê me dibin. 
Lê di protestoyên ji bo rojavayê Kurdistanê da swêdî pir in, îro jî pir bûn.

Yekîtiya Ewrûpayê hinek xûgîya din da Erdogan



Yekîtiya Ewrûpayê 663 milyon Euro xûg(xerac) da Tirkiyê. Erdogan 3 roj berê gef li Yekîtiya Ewrûpayê xwar, got heger hûn pera nedin min ezê 3,6 milyon koçber bişînim ser we û li kuçeyên we jî ewê bombe biteqin, wê demê hûnê poşman bibin lê ewê dereng be.

Li hemberî vê tehdîda Erdogan, lîderên Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa bi xwe da berdan û bi lez, wek xelata dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî 663 milyon Euro jê ra şandin.

01 november 2019

Tirk ne dihêlin xortên kurd bixwînin, ne jî bixebitin

Sedat Alkan


Hela hûn bala xwe bidin vê zulma van tirkên faşîst, tam ji mirovahiyê dûr ketine, baş bûne hov. Li Antalyayê ne dihêlin xwendekarên kurd bixwînin, ne bixebitin û ne jî xaniyekî kirê bikin.

Welatê me dagir kirine, însanên me bi çolan xistine û nahêlin zarokên me bixwînin, wan terorîze dikin, jiyanê li wan dikin zindan. 

Kurd ewê tu carî te efû nekin !


Erdogan bi demagojiyê, bi pompekirina nasyonalîzmê, bi pîjkirina neyartiya li hemberî kurdan civata tirk êsîr girtiye û xwe kiriye xelîfeyê îslamê û serokê tirkan yê xofê. 

Wek her dîktatorî Erdogan jî bi tirsandinê û gurkirina nasyonalîzmê kursiya xwe diparêze. 

Li gorî Erdogan ew çiqasî neyartiya kurdan bike, kurdan çiqasî bide kuştin û bi çolan xe, ewê ji alî tirkan ve bêtir were hezkrin û kursiya wî jî ebedîyen saxlem bibe.

PARVE BIKE