Ji 9ê cotmehê û vir da, ji roja tirkan û çeteyên xwe yên
îslamî êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin, min ne pêkenînek, henekek nivîsîye û ne
jî rojekê qala ger û seyranên xwe, qala kar û spora xwe ya rojane kiriye.
Ji ruyê van bêbavên tirk û ereban da her roj qala nemirovî û hovîtiyên wan dikim.
Yanî li gorî xwe ez jî bi van faşîstên dagirker ra di şer da me.
Lê wek gedeyê(zarokê) ji şîr bûbe, min pir bîriya mîzahê û nivîsên xwe yên rojane kiriye. Dixwazim rojekê berî rojekê vegerim rûtîna xwe ya berê.
Bi xêr kurdan, şervanên YPGê û YPJê zû zora van terorîst û faşîstên tirk û ereb bibirana û ez jî vegeriyama rûtîna xwe ya berê.
Nuha min her tiştê xwe yê şexsî daye aliyekî û ez şerê dagirkerên tirk û ereb û xayin û cahşên kurd dikim.
Tew derdê xayin û cahşên me nayê kişandin. Xayinên qewmê xwe ji dagirkirina Serêkaniyê û talankirina malên kurdan ra li çepikan dixin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar