30 november 2021

Sar û serma hat lê min jî tedbîra xwe girt

Gava sar û sermayê dest pê kir, sal çetin hat, dibê meriv jî ji salê çetintir be, bedena xwe baş biparêze.

Îro ji do sartir bû, -8-9 derece sar e. Sibe ewê ji îro hîn sartir be.
Min qapût, qazax û pantorê zivistanê bera ser bejna xwe da, kumê xwe da serê xwe, lepikê xwe kir destê xwe, potîna zivistanê kir pê û ez û xanim derketin derve, gerra xwe ya rojane. 

Sohbeta min û kalê alkolîst

Piştî me gerra xwe qedand, ez ji xanimê veqetiyam, ew çû malê, min jî berê xwe da sentrûmê, ser mêwefiroşê me. 
Bi rê da kalekî(serxweşekî, alkolîstekî)swêdî şûşeyeke Jägermeister di dest da li ser benkekê(kursîyekê)rûniştibû, bi dilşadî dermanê xwe vedixwar.
Ez zû dimeşiyam. Çaxa min nêzîkayî lê kir, destê xwe li min bilind kir, ji min ra got:
-Merheba ji te ra !

Corona ne bes bû Omîcron lê zêde bû

Em hîn ji Vîrusa Coronayê xelas nebûne Omîcron jî lê zêde bû.

Qey cî hinekî li Coronayê teng bûye Omîcron hatiye hawara wê. Berê jî çend çêlik, varik-marik hatin alîkariya Coronayê lê nikanîbûn zêde li ber xwe bidin, zû ji desthilanîn da ketin.

Lê dibêjin Omîcron ji diya xwe Coronayê jî xerabtir e, pir zalim û no ye, dibê meriv hevza xwe jê bike.

Qelem û kompîtor

Berê me halan di qelemê hildida, me pesnê qelemê dida. Meriv digot efendim qelema min di xizmeta welat û miletê min da ye. Qelema welat û miletê xwe neparêze bira ew qelem bişkê.

Lê êdî kes qelemê bi kar nayne, kompîtorê ciyê qelemê girtiye. Însanan nivîsa bi qelemê jî ji bîr kirine.

29 november 2021

Bersîva Cemîl Oguz

Cemîl Oguz, ez rexne kirime, xwestiye ez ji xwendekaran lêborînê bixwzim. Wiha gotiye:

"Hêja Qubad ji xwendekaran lêborîn xwestiye. Kek Zinarê Xamo ji ber ku bêyî tu bifikirî ku ev vîdyo ne rast e û te belav kir û te ew wekî "kesên şîrheram" û wekî xayîn îlan kiribûn. Fikra min ew e tu jî divê lêborînê bixwazî ji wan kesan. Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."

Cemîl, ev tiştê tu dikî qet ne xweş e. Tu li ciyê rehetîyê meriv diêşînî, dilê hevalê xwe ji xwe dihêlî.

28 november 2021

Dibê qatilên Daîşê nikanîbûna ev derb li hêzên pêşmerge xistana

Do bi şev li Silêmaniyê qatilên Daîşê êrîşî hêzeke pêşmerge kirine, 5 pêşmerge şahîd ketine, 4 pêşmerge jî birîndar bûne. Pir xemgîn im. Kezeba min peritî.
Dibê van çeteyên devbixwîn nikanîbûna ev derb li pêşmerge xistana. Vê xebera reş ez hejandim.

Ev demeke êrîşên ser pêmergeyan zêde bûne, kane tiliya artêşa Îraqê tê hebe.

27 november 2021

89 salberê sernivîsa rojnameya Cumhûrîyetê: Ji Tirkiya kemalîst silav ji Îtaliya faşîst ra !

Di 22ê gulana 1932a da, roja serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Îsmet Înonu derdikve rêwîtiya seyaheta Îtalyayê, rojnameya Cumhûrîyetê rêwîtiya Înonu kiriye xebera sereke û bi pûntoyên mezin wiha nivîsîye:

-Ji Tirkiya kemalîst silav ji Îtaliya faşîst ra !

Pîvaz çi sor, çi sipî ferq nake...

Hin kes ji bo ku dilê qismekî tirkan ji xwe nehêlin û dijminên xwe zêde nekin, di mesela kurd û Kurdistanê da tim dawdişînin kemalîstan, tim davêjin ji kemalîstan da û wan rexne dikin, xerabiyên wan, zulma li kurdan kirine li pey hev rêz dikin.

Fena ku yên ne kemalîst in baş in, ji kemalîstan gelkî çêtir in. Ev fikreke şaş e, tirk çi kemalîst, çi antî-kemalîst di mesela kurd û Kurdisranê da giş wek hev difikrin, giş tûranciyên ji hev xerabtir in.

Bi şevbêrkên wiha bîna meriv fire dibe

Sipas ji bo hevalên PAKê, do êvarî em çend heval, nas û dost anîn ba hev. 
Bi xêra vê însîyatîfa wan me bi hev ra çend saetên xweş bihurand, şevbêrkeka me bîriyê kiribû derbas kir.
Xaniman û camêran haziriyeke baş kiribûn. Hin xwarinên sivik û sihî hazir kiribûn. Helbet şeraba sor û sipî jî ji bîr nekiribûn. Me him zikê xwe têr kir, him jî serê xwe xweş kir.
Yanî her kes memnûn vegerîya mala xwe.

Tiştên entîke

Du jinên navsale sohbet dikirin. Yekê ji ya din ra got:

-Keçê tu zanî, mêrê min yekî pir ecêb e, sal çiqas derbas dibin bêtir ji min hez dike.

Hevala wê got:

26 november 2021

Di 50 salîya trajedîya herdu Seîdan da pêşnîyarek ji malbatên Seîd Elçî, Dr. Şivan û hevalên wan ra

 

50 sal di ser bûyera trajîk, şehîdbûna Dr. Şivan, Çeko, Birûsk û Seîd Elçî ra derbas bû. Hîn jî hestiyên wan, cenezayên wan teslîmî malbatên wan nekirine.
Ev zulm e, neheqiyeke mezin e.
Gerek serok û berpirsiyarên PDKê bi merasimekê hestiyên van şehîdan teslîmî balbatên wan bikin.
Serîlêgerandin, nedan, negotina rastiyê neheqiyeke pir mezin e.Gerek êdî dawî li vê trajediya mezin were anîn. Ev jî di destê Mesûd Barzanî da ye.

Gundê merivên kor

Dibêjin merivekî bi çavekî hebûye, merivekî gerrok bûye. Hal û karê wî ger û seyran bûye. Xwestiye tim here bigere, derên xerîb û dinyayê bibîne.

Rojekê dîsa derketibûye rêwîtieyekê. Pir çûye, hindik çûye, rastî gundekî pir xweşik hatiye.
Mîmarîya xaniyên gund, rengên wan pir tevlihev û ecêb bûne, her yek bi hawa kî bûye.

25 november 2021

Serokwezîrtiya wê tenê 7 saet ajaot

 

Magdalene Andersson

Do di tarîxa Swêd ya siyasî da rojeke pir dramatîk û tevlihev bû. Li Swêd cara pêşî bû jinek, Magdalena Andersson bû serokwezîr. 

Lê piştî heft saetan ji ber ku Partiya Keskan(MP) ji koalîsyonê îstîfa kir, hukûmet ket û Magdalena Anderssona heft saet berê bûbû serokwezîr îstîfa kir.

Yanî serokwezîrtiya Magdalena Andersson xanima Sosyal Demokrat tenê heft saetan ajot.

24 november 2021

Ez îro rastî tolikê hatim

 

Tolik

Ev 41 sal in tolika delal bi devê min nebûye. Îro li ser mêwefiroşê taxa me xanimê got Zinar, hela bala xwe bidê ev tolika me ye!
Min bala xwe dayê rast e, eynî tolik bi xwe ye.
Min di cî da rahîşt baqekê. Min got madem tolik hatiye Swêd nabe em nekirin û nexwin.
Bîsteke din ezê biqelînim, tolika bi hêk çêkim.

23 november 2021

Kursîya Erdogan diheze

Dibêjin li hin taxên Anqerê û Stenbolê tirkan li hemberî hukûmetê serî hildane, gotine AKP îstîfa !
Wey ser xêrê be !
Wey mala Xwedê ava be!

Law ehmeqno, bi Xwedê heger hûn vî sextekarê diz nexînin hûnê bi parsê kevin.

Ev nîna ye, tirnîna hîn ma ye...

Heger hûn dixwazin bêtir rezîl û perîşan nebin dibê hûn vê rejîmê bixwînin.

Gerek Korona êdî nikanibe bela xwe di min bide

Min derzîya Korona a sisiya jî îro li xwe xist !

Ez îro vaksîna sisiya jî bûm. Piştî derzîya sisiya dibê Korona morona êdî nikanibe bela xwe di min bide.

Ne wisa be jî ew his bi min ra heye, ev jî têra min dike.

Piştî hemşîre xanimê derzî li min xist, ez derbasî salona rûniştinê bûm. Rutîn wisa bû.

22 november 2021

Nimêja îniyê

Xoce Nesredîn (Melê Meşûr) li kerê xwe yê meşûr siwar bûbû û hêdî hêdî diçû. Bi rê da nasekî wî jê pirsî:

-Xoce, vî serê sibê tu wiha bi ku da diçî?

Xoce got:

-Diçim mizgeftê nimêja îniyê.

Mêrik got:

Ez heyranê jîrîtiya kurda me !

Ez heyranê jîrîtî û jêhatîbûna kurda me, bêyî ku bi salan herin mekteb û medreseyan bixwînin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe fêr bûne û gelek berhemên giranbuha nivîsîne.

Dinya alem, ferdên miletên din ji bo ku xwendin û nivîsandinê fêr bibin bi salan dixwînin, di dibistan û zanîngehan da umrekî derbas dikin.

Kurd wek gedeyê navika xwe bi xwe bibire, bêyî ku rojekê herin dibistan û zanîngehan, xwendin û nivîsandina zimanê xwe li malên xwe, bi xwe fêr dibin.
Dibê meriv ji dil teqdîr bike.

21 november 2021

Rismekî 41 sal berê û pirsek

 


Ez hêdî hêdî dûzanekê didim arşîva xwe, tiştên dubare, sêbare jê davêjim. Gelek risim, dokument dubare, sêbare hatine parastin.
Di vê nabênê da rastî gelek tiştên xerîb têm.

Ev risim sala 1980î li Almanya, li bajarê Darmstadê li mala Mistefa Koseoglu hatiye girtin.

Dibê zirtebozî bêbersîv nemîne

 

Wezareta Pêşmerge pir baş kiriye bersîv daye wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hulûsî Akarê gotiye ”ne li Tirkiyê, ne jî li dervayî Tirkiyê Kurdistan tune ye.”

Lê bi bawerîya min ev bersîva dibê Wezareta Pêşmerge neda, wezîrê karên derve ya jî serokwezîrê Kurdistanê bida. Yanî dibê hemtayekî(muadilekî)Hulpsî Akar ev bersîv bidayê. Di dîplomasiyê da ev yek pir muhîm e, li gorî wê rûmet û cidîyet tê dayin.

Gerek serok û wezîrên Kurdistana Federe, serokên partiyan li hember bêedebî û zirteboziyên berpirsiyarên Tirkiyê yên bi vî rengî tu carî bêdeng nemînin, xwe kerr nekin, miheqeq reaksîyoneke cidî nîşan bidin. Gava wiha nebe tirk aşûnî dibin, rû digrin, bêedebiyên xwe bi pêşda dibin.

Riya bextewariyê

Nivîskar, mucîd û fîlozofê amerîkî Benjamîn Franklîn li ser bextewarbûnê pêşniyareke pir xweş kiriye, gotiye:

”Du riyên bextewarbûnê hene. Ya dibê meriv daxwazên xwe hêm bike, ya jî îmkanên xwe zêde bike.”

Em miletên asyayî û afrîqî ji bo jiyaneke xweş û bextewar ne daxwazên xwe kêm dikin, ne jî îmkanên xwe zêde dikin; ji dêlî wê va ji welatên xwe direvin, dikevin riyên mahciriyê. Li welatên xelkê, li ser sînoran perîşan dibin, dimrin lê dîsa jî venagerin welatê xwe.

20 november 2021

Zarokên xwe ji van xemîşokan bêpar nehêlin

Dê û bavên hêja, antolojiya ”Hebû tune bû” li Fûara Kitêban a Mêrsînê hatiye ber nigên we.

Ne hewceye hûn herin li kitêbfiroşan bigerin ya jî bi riya netê temî bikin. Êdî ev yek jî ne hewce ye, hema herin Fûarê û riya xwe bi pavîlîona/standa ”pirtukakurdî” xin û ji zarokên xwe ra ”Hebû tune bû”yekê bikirin.

Gurrî mir bû gulîsor

Hevalên Weşanxana Nûbiharê di malpera xwe ya twîtterê da sersaxî ji malbata Sezaî Karakoçê şair û nivîskar ra xwestine, gotine:

”Şiar û Nivîskarê Diyarbekirî Sezai Karakoç wefat kir; Xweda wî bi rehmeta xwe şad bike, cihê wî cennet be. Em, ji malbat, dost û ji hezkiriyên wî re sebr û metanetê dixwazin.”
Raîf Yaman ji vê mesaja Nûbiharê gazin kiriye, gotiye:

”Vî camêrî hebûna kurdan û zimanê kurdî înkar dikir, bi hawayekî berbiçav rêgezperestî dikir. Merivek di saxîya xwe da li dijî çi be, dema dimire jî ew e, naguhere...”

19 november 2021

Erdogan dixwaze hokus-pokuseke din dîsa bibe serok

Li Tirkiyê sîstema serokatiyê heye. Ji bo ku yek bibe serok dibê di hilbijartinan da ji %51ê rayan bigire.

Li gorî ankêtan di hilbijartinên 2023a da Erdogan nikane ji %51ê rayan bigire. 
Erdogan ev yek baş fêm kiriye. Lema jî ji nuha da dixwaze bi hokus-pokusekê sîstema ji %51ê bide aliyekî û bi rayên hindik jî careke din bibe serok.
Yanî heger rayên wî ji %20 be jî dîsa bibe serok. Ji nuha da senaryoyên vê pilana xwe çêdike, diceribîne.

Hevpeyvîna bi malpera Hawar netê ra

2009-9-20


Ji kerema xwe bi xwendevanên me bide nasî.

Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me.
Di destpêka salên 70-î da di nava tevgera KÎP/DDKD-ê da min dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.

Ji sala 1980-î virda ye ez li Swêd li surgûnê me û heta nuha jî nikanim herim welatê xwe.

Bersîveke 21 sal berê

Merheba Mehmet Elî !*

Ji bo ku min bersîva te bi derengî xist li qusûra min nenêre. Min nexwest bînim ecelê û bi du sê gotinan bersîva te bidim.

Ji ber ku li gor min, te gelek tiştên ”girîng” û manîdar gotine. Û loma jî nin rast nedît van dîtinên te bêbersîv bihêlim.

Li Wêranşarê her çiqas min dixwest jî lê min wext nedît bi te ra hinekî sohbet bikim.

18 november 2021

Min îro hewş ronî kir


Min îro dîsa karekî baş kir. Min hewşa me, dora dara mêwê ronî kir, bi lampên biçûk xemiland. Heger xaniyê meriv bi hewş be meriv her sal di Noelê da hewşa xwe ronî dike.


Li Swêd êdî her ku diçe dinya tarî dibe, şev dirêj dibin, roj kin dibin. Lema meriv bi lampeyên biçûk hewaşa xwe, der û dorê ronî dike.

Ji ber buhabûna şekir û çayê Qahwexanryên Kurdistanê vala ne

Li Tirkiyê û Kurdistanê ji ber buhabûna şekir însan wek berê êdî nikanin herin qahwexaneyan û çayekê vexwin. Yanî çay jî wek qahwê buha bûye.

Li Tirkiyê di demek pir kin da şekirê çayê ji sedî 30 buha bûye. Li qahwexaneyan qedehek çay berê bi 1,5 lîreyî bûye, piştî buhabûna şekir bûye 2 lîre.

Xwediyên qahwexaneyan ji buhabûna şekir, xelk jî ji buhabûna çayê gazinan dike.

Xebera xêrê

Mêrik êvarî dema çû mal, jinikê baz da, çû pêrgî, destên xwe li hustu pêça û bû mirçîna wê mêrik maç kir û got:

-Şîrînê min îro ez pir kêfxweş im, di demek nêz da emê bibin sê kes.

Mêrik got:

17 november 2021

Yê bibêje Kurdistan tune ye dibêje kurd jî tune ne

Wezîrê Parastinê Yê Tirkiyê Hulûsî Akar di civîna meclîsê da gotiye, ”ne li Tirkiyê, ne jî li derveyî Tirkiyê coxrafîyeke bi navê Kurdistanê tune ye.”
Parlamenterê HDPê Garo Paylan, Kurdistana başûr bibîr xistiye, gotiye:
-Ma Herêma Kurdistana Îraqê jî tune?
Hulûsî Akar gotiye:
-Na xêr, tune ye.

Çend rismên tarîxa min

 


Hin risim hene tarîxî ne, jiyana meriv ya borî, tarîxa meriv radixin ber çavê meriv.
Bi temaşekirina li wan hafiza meriv tevra dibe, xwe nuh dike, tiştên meriv ji bîr kirine tên bîra meriv. Wek meriv li fîlmê jiyana xwe temaşe bike.
Risim ne fîlm e, lê ji bo hafizayê rola fîlm dibîne, serpêhatiyên jibîrbûyî tîne bîrê...
Ev çend rismên min jî rismên wiha ne.

16 november 2021

Gerek meriv qatilên bav û kalên xwe ji bîr neke

Heger piçek xîret û heysîyet bi meriv ra hebe meriv qatilên bav û kalên xwe, qatilên bi hezaran pêşiyên xwe ji bîr nake, nabe hevalê wan, di tu warî da piştgiriyê nade wan.

Xortekî bi navê Denîz Ozer gotiye, "Bavê xwe ji bîr bikin lê kujerê bavê xwe ji bîr nekin!"

Temî û şîreteke di cî da û rast e. Dibê meriv qatilên bavê xwe ji bîr neke.

Ma we zanîbû bi hezaran kurdên başûr bûne hemwelatiyên Tirkiyê ?

Do di malpera Rûdawê da xebereke pir ecêb û pir balkêş hebû, kesî qet tiştek li ser negot. Piştî min xwend ez şok bûm !

Rûdawê îstatîstîkên ankêta xerîbên(biyaniyên) li Tirkiyê herî zêde xanîyan dikirin û herî zêde dibin hemwelatiyên Tirkiyê belav kiriye.
Li gorî îstatîstîkên dewletê yên resmî((TUIKê))li Tirkiyê di meha cotmehê(meha 10a)da 5 hezar 893 xanî xerîban, kesên ne hemwelatiyên Tirkiyê kirîne.
Di nav wan da herî zêde îranîyan û piştî îranîyan jî kurdên Kurdistana Başûr kirîne.

15 november 2021

Bi van kirinên xwe hûn xwe pîstir dikin

Seyid Riza

Hêzên dewleta dagirker nehîştine li Dêrsimê xelk Seyid Riza bibîr bîne.

Seyid Riza rêber û mezinekî miletê kurd e. Hûn çi bikin jî miletê kurd vî rêberê xwe yê mezin ji bîr nake.

Bi qedexekirinê kurd dev ji doza xwe ya azadî û serxwebûnê bernadin.
Barbarîya we, we biçûktir û pîstir dike.

Bi swêdî navê vê çûka kurdî ye

 


Lawikê min Azad navê vê beytikê/çûkê ji min pirsî ye. Cinsekî beytikê ye lê ez nizanim bi kurmancî navê wê çi ye. Bi swêdî jê ra dibêjin:

-Kurdstenskvätta (Oenanthe xanthoprymna)
Tiştê balkêş navê kurdî lê kirine, gava meriv tercume bike dibe "çûka kurdî ya zinara, ya kevira." 

Ez bi xwe nizanim ev çi çûk e, kurdan çi nav lê kirine? Kî zane bi kurdî navê wê çi ye?

Li Swêd pûlis ne pê ra be ambulans naçe taxên xerîban

 


Do danê esir li kuça me dengê qereperakê hat. Lawkê me got pûlis û ambûlans e.
Ez derketim derve. Min bala xwe dayê ambulans û du erebên pûlisan li kêlek mala me sekinîne.
Xortek ji kuça me bi lez berbî ambulansê diçû. Gava gihîşt ber mala me, min ji xort pirsî, min got xorto:
-Xêr e, çi mesele ye?

14 november 2021

Xezîneyên seyah û mîsyonerên ewrûpî ji me ra hîştine

 


Mîsyoner û seyahên ewrûpî û emerîkî di ger û seyahetên xwe yên Kurdistanê da gelek tişt top kirine, gelek risim, grawur, nivîs, rapor, name û bîranînên pir hêja li dû xwe hîştine.

Bi xêra van risim, grawur, bîranîn, meqale, nivîs, name û raporên ji dewletên xwe ra nivîsîne em gelek urf û adetên gelê xwe, gelek zanînên tarîxî, sosyolojîk, etnolojîk fêr dibin.

Çavê ji %83ê tirkan li koçberiyê ye

Li gorî ankêtekê li Tirkiyê ji %83ê ciwanan ji aborîya malbatên xwe bi fikar in û hêviya wan koçkirina derveyî welêt e.

Yanî tirk jî êdî ketine rewşa afrîqiyan, ji sedî nêzî 90ê wan ji birçîna û ji ber bêkariyê dixwazin ji Tirkiyê birevin, xwe bavêjin dexl û bextê ewrûpiyan.

13 november 2021

Hetanî Erdogan li ser hukim be ji Ewrûpayê ra rehetî ne mimkûn e !

Bi bûyerên li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê rû didin careke din derket ortê Tirkiye ne tenê ji cîranên xwe ra, ji Ewrûpayê ra jî talûkeyeke pir mezin e.

Heger tirk basko nebin tu carî rehet nasekinin û ewê bibin sebebê şerekî mezin.

Bi bertîlkirinê, bi dana xûgiyê Erdogan dev ji pîşikên xwe yên xerab bernade, tew di tahmije, diazire, bêtir stûr û çavsorî dibe....

Peyva rast

Keşe hinekî nerehet bû, çû ser tuxtor. Tuxtor ew baş miayene kir û dûra jê pirsî:

-Di xew da tu qet dipeyive?

Keşe hinekî da bîra xwe, got:

Qerekter zêrê zer e

Qerekter(şexsîyet)ji bo însên xusûsîyet û xisletekî pir muhîm e. Di demên xerab da jihevgerandina însanên xwedî şexsîyet û yên bêşexsîyet pir muhîm e. Çimkî di demên zor û zahmet da şelaf, merivên bêşexsîyet zêde dibin.

Gava şexsîyet zeîf be însan bibe çi jî vala ye. Xwezî bi dilê wî mêrî, wê jinê qerekterê xwe(şexsîyeta xwe) di ser kursî û meqamê xwe ra, di ser her tiştî ra digire, nabe dost û hevalê dijmin.

12 november 2021

Miayene

Jinik û keça xwe ya pir bedew bi hev ra çûn ser bijîşk/tuxtor. Bijîşk ji keçikê ra got:

-Ji kerema xwe kincên xwe ji xwe bike!

Diya keçikê mizicî,  got:

Mahcirên tirk dixwazin kurd jî wek wan teslîm bibin

Piraniya nufûsa Tirkiyê mahcirên ji Balkanan, Kafkasan û qereçî ne. Qismek jî ereb in.
Lê giş helîyane, teslîm bûne, xwe tirk dihesibînin. Lê ne tenê xwe tirk dihesibînin, di ser da bûne faşîst û nasyonalîstên tirk û neyarên kurdan.
Îcar gava kurdek dibêje ez kurd im, wek wan eslê xwe înkar nake dîn dibin, har dibin, kef û girêz bi devê wan dikeve, êrîşî kurdan dikin; dixwazin kurd jî wek wan bibin heramzade. Ev yek gelşa piraniya tirkan e.

11 november 2021

Li ser wergerê hevpeyvîneke 20 sal berê

Di nava notên xwe yên rojane da îro ez rastî vê hevpeyvîna Lokman Polat 20 sal berê bi min ra kiriye hatim.

Lokman Polat li ser wergerê di destpêka sala 2001ê da bi min ra hevpeyvînek kiriye. Di 9ê meha yekê da di e-maîlekê da ji min ra wiha nivîsîye:

Xelk gotinên naylon fêm neke

 


Medyaya me ji dêlî ku kurmancîyeke sivik, a xelk pê dipeyive û jê fêm dike bi kar bîne, peyvên sûnî, naylon çê dike.
Him xelk ji van peyvên sûnî, naylon fêm nake, him jî dibin sebebê însan ji kurdî sar bibin.
Zimanê însan jê fêm neke, pê nepeyive, jê sar dibe, 
jê hez jî nake...
Yanî peyvên sûnî, çêkirî, sentetîk yên di nava xelkê da nayên bikaranîn ji karê bêtir zirarê dide zimanê me.

10 november 2021

Lukaşenko jî wek Erdogan xûgiyê dixwaze

Serokê Rpsyayê Vladîmîr Pûtîn ji Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye we çawa bi Tirkiyê ra peyman çêkiriye, dibê hûn bi Belarûsê ra jî eynî peymanê çêkin.

Yanî mêrik dibêje hûn çawa xûgiyê didin Erdogan, dibê hûn bidin Lukashenko jî. Ma qey ew zarokê dêmarîyê ye?

Ev pilana Erdogan e, wî ev ders daye Lukashenko.

Ez belaş bûm xwedî kompîtor



Vê carê kabê min mîr hat, Xwedê ji min ra li hev anî, bê pere û bê pûl, miftî belaş ez bûm xwedî kompîtoreka Asus.

Erê kevn e, lê ji cisnê zêr e, hesinê berê ye, sed qatî ji yên nuh baştir e.
Û ji ber ku belaş bi destê min ket, kêfa min pirtir jê rat ê.
Meselê wiha dest pê kir.
Çend roj berê ekrana kompîtora min şikiya, ji hev da ket. Kompîtor dixebitî lê dîsa jî min biryar da yeka nuh bikirim.
Çimkî min nikanîbû dest bidayê, ekran ji hev da diket, nedihat girtin.

09 november 2021

Tirkiye li pişt koçberîya kurda ye

Di binê kaos û trajedîya ser sînorê Belarûsê û Polonyayê da jî tirk derektin !

Tirk ji bo ku Kurdistana başûr û rojava ji ciwanan vala bikin, ew bi balafirên xwe belaş birine Mînskê.

Li gorî rojnameya Almanya ya herî mezin Bîldê nivîsîye, tiliya Tirkiyê di gelşa ser sînorên Belarûsê û Polonyayê da heye.

Çima bi hezaran kurd ji welatê xwe koç dikin?

Li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê kurdekî ji Kurdistana Başûr ji telewîzyona Skynewsê ra gotiye:

” Eger bêjin ev rê diçe Kurdistanê û ev rê jî diçe mirinê. Ezê bidim ser rêya mirinê û ez venagerim Kurdistanê.”
Ev trajedîyeke pir mezin e, kezeba meriv diperite. Ev yek tê maneya li Kurdistana Başûr rewşa însên ji riya mirinê jî xerabtir e.
Ji bo çêbûna Kurdistanê kurdên ku bi salan şer kirin, bi hezaran şehîd dan, kurdên ku digotin ya Kurdistan yan neman, nuha li ser sînoran ketine halekî pir perîşan, diçin mirinê lê venagerin Kurdistanê.

08 november 2021

Neyarên me ji sûtalên kuçan jî pîstir in

Serokê partiya BBP Mustafa Destecî xerîteya Kurdistanê çirandiye û ji kurdan û Kurdistanê ra jî hin gotinên bêedeb kiriye.

Mustafa Destecî çeqelekî bêedb û rezîl e, şelafekî kurtêlxur e, pişta xwe sipartiye dewletê û heqaretê li kurdên destgirêdayî dike.
Yê ne sûtal û çeqel be bêedebîyeke wiha nake. Meriv qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xeber nade.

07 november 2021

Kes nikane Îraqê bîne qeysa berê

Tirkiyê jî êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî şermezar kiriye.

Tirk wiha ne, bi gur ra dikujin, bi şivên ra dixun, bi xwedî ra digrîn. Tirk bi rû dost in, bi dil dijmin in, bi bin in, bi heftêheft qulan dixebitin. Her nerindî ji wan tê. Hûn kîjan kevirî rakin ew di bin da ne.

Belkî droneyên di êrîşê da hatine bikaranîn yên Tirkiyê bin. Belkî êrîşkar merivên wan bin.
Hêvî dikim xwediyê droneyan tespît bikin, yên kê ne û ji ku hatine avêtin?

Kelmêş û şêr

Kelmêşekê(pûşîyekê)bênabên li dora serê şêr vizîna wê bû, şêr pir nerehet dikir. 
Şêr guhên xwe dilivandin, serê xwe dihejand, pençê xwe davêt vira û wira, dêla xwe li ba dikir bêfêde bû, çi dikir, çi nedikir nedibû, kelmêşê bela xwe jê venedikir.

Şêr pir hêrs bû, got:
-Ji min dûr keve, heger tu hinekî din jî min nerehet bikî ezê te perîşan bikim.
Kelmêş kenîya, got:

06 november 2021

Tirkiye êdî ne dewleteke normal e

Ev demeke berpirsiyarekî MİTê yê kevn Mehmet Eymur gelek sûc û qetlên kirine û zane îtîraf dike.

Mêrik dibêje îşkence kiriye, MITê 18 însan dane kuştin, serok û çeteyeyên mafyayê çawa bi kar anîne , li dû hev rêz dike. Dibêje dewlet çi bike rast e, îşkence jî normal e.

Sedat Peker tiştên ji wî zêdetir gotin. Lê dîsa jî kesî tiştek bi sûcdaran nekir. Çimkî dewlet bi xwe bûye organîzasyoneke çeteyan.

Gazineke rast û pir di cî da

Li ser nezanî û kêmaqiliya me kurdan Abdullah Keskin peyveke muhîm û rast kiriye, gotiye:

”Ji ber ku Avesta jî, Cizîrî jî Dîcle û Firat in. Îslamîstên esilkurd girîngiya ku dane Seyîd Qutub, Mevdûdî, Hekimoğlu İsmail tu caran nedane Cizîrî, Feqî û Xanî. Xebata pêşî li ser Cizîrî oryantalîstekî kir. Li ba me piştî 350 salî dîwana wî çap bû.

05 november 2021

Fasûlî

Jinikê ji psîkolog ra qala derdê mêrê xwe dikir, bi gazin got:

-Tuxtor beg, ez hew kanim derdê mêrê xwe dînik bikşînim, ji bo ku ez ji fasûliyê hişk pir hez dikim mêrê min ji min ra dibêje tu dîn î!

Tuxtur got:

-Gotineke berradayî ye, ez jî ji fasûliyê hişk pir hez dikim.

Jinikê bi kêf got:

Ji meriv ra xerab were diranê meriv di pelokê da dişkê

Ecêba giran, bîstek berê dema min kompîtora xwe vekir ekrana wê ji hev da ket, perwaza dora ekranê rabû.
Min xwest rast bikim, lê tew xerabtir bû.
Dibê ez qet dest nedimê, qapaxê negirim.
Min di 2ê adara 2018a da kirîbû, çima hewqasî zû xera bû min fêm nekir. Bêxwedîyê pir qelp derket !

Wiha ye, dema ji meriv ra xerab were diranê meriv di pelokê da dişkê.

04 november 2021

Me îro jî Zekî Irmak sipart axa sar

 


Di van salên dawî da rojê em li şînekê ne, rojê yek ji me xatir dixwaze, rojê em hevalekî xwe, hezkiriyekî xwe li xerîbiyê dispêrin axa sar.
Me îro jî Zekî Irmak(Serbest) li Swêd, li bajarê Eskîlstûnayê sipart axa sar.
Di salên 1980î da dema em hatin Swêd em giş ciwan bûn, gelekên me azib bûn.
Em zewicîn, bûn xwedî zarok, zarokên me mezin bûn, dor hat zewacên wan, dawetên wan.

03 november 2021

Zimanê me welatê me ye

Zimanê me ne tenê nasnama me ya netewî ye, ew welatê me ye jî, ruhê me yê netewî ye jî.
Em bi kurdî difikirin, hîs dikin, dilşa dibin, xemgîn dibin, hestên xwe didin der, bi kurdî edebîyatekê, muzîkekê, folklorekê dixuliqînin.
Ev giş bi zimên dibe.

Dema kurd asîmîle bibin piştî demekê, hêdî hêdî hestên netewî jî pê ra dihele, kurd dibin tirk.

Kemalê heramzade gotiye ewê Qendîlê bi erdê ra tep û dûz bike !

Serokê CHPê, heramzadeyê kurdayetiya xwe înkar dike, wî jî di talda dewletê da fortek daye xwe, wî jî gefek li PKKê xwariye, gotiye:

”Emê micadela li dijî terorê wek van nekin. Ez soz didim, heger ez wê hêlîna jê ra dibêjin Qendîl bi erdê ra tep û dûz nekim bira ji min ra jî nebêjin Kiliçdaroglu.”

02 november 2021

Erdogan bi pera Bîden jî nerm kiriye

Berê jî 11 endamên Kongreyê eynî daxwaz ji Bîden û Blînken kiribûn.

Wek min texmîn dikir Bîden nerm bûye, soz daye Erdogan çi ji destê wî were ewê bike. Ji beyanên emerîkiyan yên piştî civîna Joe Bîden-Erdogan ev yek xuya bû. Di vê xebera Rûdawê da lihevkirina Bîden- Erdogan eşkere ye

Yanî Erdogan, Bîden jî bi pera nerm kiriye. Heger tirk û amerîkî di kirîna balafirên F-16a da li hev bikin ev yek ewê tesîreke xerab li kurdên rojava jî bike, Amerîka ewê ji Sûriyê vekişe û destûrê bide êrîşa Tirkiyê.

01 november 2021

Erdogan gihîşt miradê xwe û vegerîya Tirkiyê

Erdogan programa xwe betal kiriye, neçûye Glasgovê Civîna COP-26a, ji Romayê vegerîyaye Tirkiyê.

Berdevkekî wî gotiye sebebê vê biryara ji nişka ve xwedêgiravî ji ber ”hin gelşên ewlekariyê bûye.

Hin daxwaz û wasîteyên tirkan ji bo artêşa ewlekariyê xwestine, îngilîzan qebûl nekirine, gotine na...

Bêhişî

Tuxtor ji pîrê ra got kalê te hiş berda ye, xirifî ye.

Pîrê fena ku ecêbmayî bimîne, serê xwe xurand, lêva xwe hil kir, kûr kûr fikirî.

Tuxtor got:

PARVE BIKE