17 november 2021

Çend rismên tarîxa min

 


Hin risim hene tarîxî ne, jiyana meriv ya borî, tarîxa meriv radixin ber çavê meriv.
Bi temaşekirina li wan hafiza meriv tevra dibe, xwe nuh dike, tiştên meriv ji bîr kirine tên bîra meriv. Wek meriv li fîlmê jiyana xwe temaşe bike.
Risim ne fîlm e, lê ji bo hafizayê rola fîlm dibîne, serpêhatiyên jibîrbûyî tîne bîrê...
Ev çend rismên min jî rismên wiha ne.


Rismê 1ê min li heywana mala me girtiye. Yê risim girtiye Mihemed Kuçuk e, yanî Mihemedê Pito ye. Sal dawiya 1976a ye.
Ez bawer dikim sal dawiya 1976a ye, em li mala me, li heywanê rûniştine.

Yê li milê çepê bi berçavk bavê minê rahmetî, Bûboyê Xamo ye. Yê li kêlek wî bi çefîya sipî Sînoyê Hecî Omo ye, yê li kêlek wî Mihemedê Silêmîn e û yê bi şewqe û bi berçavka reş jî ez im, yanî namîdeger Zinarê Xamo ye. Yê li ber me rûniştiye birayê min Mihemed Barzanî ye.


Ez û lawkê min Azad.
Nuxuriyê me ye 1976 .Ev risim û yê min û bavê min di eynî rojê da hatine girtin.


Jiyan ecêb e, surprîzên wê pir in, ez li ku bûm, hatim bi ku ve derketim...
Kî zane dawî ewê li ku biqede.

 

Yê ortê ez im 1969


Stockholm, komeleya me. Festeke, belkî serê salê ye.
Yê bi milê min girtiye Hemîdo Çelîker e. Sal 1981-1983

Abdullah Keskîn: Seyda tu berevajî çûyî :) herkes ji gênciyê ber bi yextiyariyê ve diçe, tu ji yextiyariyê ber bi gênciyê diçî.

Zinarê Xamo: Wele gelek wer dibêjin. Axir wer xuya bike jî rastî tiştekî din e. Lê tu ne neheq î, bi vî qiyafetî ez îxtîyar xuya dikim.

Abdullah Keskîn: Bawer bike te negotiba, minê bigota an bav an jî apê te ye. Ne tenê qiyafet, ew berçavk…

Zinarê Xamo: Erê, ew berçka min meşhûr e, ez bi wê berçavkê hatim Sweêd. Heta çend sal berê jî min rakiribû. Lê çi heyf min avêt. Xwezî min navîta.

Zinarê Xamo: Û tiştekî din jî, ew berçavka min a ewilî ye, min li Entabê girt. Bira ez vî were zanîn...

Abdullah Keskîn: Gerek te biparasta.

Zinarê Xamo: Ka ew aqil ! Nuha dikim ax wax, lé bi paşda nayé.

Yildiz Çakar: Piştî te nav nivîsîn min baştir fam kir hûn ji kîjan milê çûva ye. Xwedê rehma xwe li Bûboyê Xamo bike. Lê ev qerejdaxî ji mêj ve ewqas forslî û qarîzmatîk bûne mamoste. Silav û gulav ji mala Xamoyan û ji qarîzmaya wan re..

Îbrahîm Malgîr: Wéneyek dîrokî ye ! Silav li hewe bé û Rehma Xûda li mirîyén hewe bé û Xûdayé Mezin sebir û Silameté bidé wan Saxan bé Keko Amîn

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE