17 november 2021

Yê bibêje Kurdistan tune ye dibêje kurd jî tune ne

Wezîrê Parastinê Yê Tirkiyê Hulûsî Akar di civîna meclîsê da gotiye, ”ne li Tirkiyê, ne jî li derveyî Tirkiyê coxrafîyeke bi navê Kurdistanê tune ye.”
Parlamenterê HDPê Garo Paylan, Kurdistana başûr bibîr xistiye, gotiye:
-Ma Herêma Kurdistana Îraqê jî tune?
Hulûsî Akar gotiye:
-Na xêr, tune ye.

Tarîxê faşîst û psîkopatên wiha nedîtiye, ev vekirîye, vana ji nazîstan jî gelkî xerabtir in.
Serokwezîr û Serokê Kurdistana Federe dibê li hemberî bêedebîya vî zirtebozî bêdeng nemînin, bersîvekê bidin vî zirzopê cilq.
Nabe meriv li hemberî înkar û heqareteke wiha bêdeng bimîne û bi dewleteke wiha ra têkiliyên xwe bidomîne.
Dibê serokên kurdan, hukûmeta Kurdistanê hesabê vê irqçîtiya dûrî aqila ji Hulûsî Akar bibpirsin. Heger nepirsin, heger bêdeng bimînin, wê demê ew jî qebûl dikin ew û Kurdistan tune ye !
Û bi sedhezaran kurd hîn jî hevalê neyarê miletê kurd in, hîn jî rayên xwe didin partiya AKPê. Kurdên hevaltiya vî nîjadperestê neyarê kurdan dikin ew jî dibêjin Kurdistan tune ye, ya na dibê nebûna hevalên vî neyarê kurdan.

XXX

Hin kurd dibêjin efendim Xirwat bi eslê xwe kurd in.

Hinek dibêjin li herêma Derya Reş nazanim kîjan malbatên tirkan kurd in, lê êdî bûne tirk.

Hinek dibêjin filan, filan malbatên ereb bi eslê xwe ne ereb in, kurd in, lê bûne ereb.

Hinekên din dibêjin azerî kurd in.

Hinek dibêjin belûcî kurd in.

Ez dora serê we, dev ji van çîrokan berdin, hasil çûye mûsil, piştî ku helîyane, bûne miletekî din, hema bira bi eslê xwe kurd bin, çi ji me ra?

Kurdên bûne xirwat, azerî, tirk, ereb êdî ji kîsê me çûne, bûne miletên din, tu fêda van çîrokan ji me ra tune ye.

Îcar jî kurdbûna azerîyan derket ?

Bira, azerî îro êdî tirk in, birayên tirka ne û him jî bi tirkan ra neyarên kurdan e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE