18 november 2021

Xebera xêrê

Mêrik êvarî dema çû mal, jinikê baz da, çû pêrgî, destên xwe li hustu pêça û bû mirçîna wê mêrik maç kir û got:

-Şîrînê min îro ez pir kêfxweş im, di demek nêz da emê bibin sê kes.

Mêrik got:

-Ev xebereke pir xweş e, wê demê ez dibim bav !

Jinikê got:

-Na na ne ew e, du dusibe diya min tê mîvaniya me...


Keştî

Du hevalan cara pêşî bû bi keştiyê seyahet dikirin. Di orta deryayê da bahozek rabû, pêl berberî keştiyê bûn, keştî wek hêlkanê li ba bû.

Yekî bi tirs ji hevalê xwe ra got:

-Law çawa xewa te tê? Rabe keştî dike binav bibe !

Hevalê wî bawîşk anî, got:

-Ma keştî ne ya me ye ? Bira xwedîyê wê ji xwe ra li çareyekê bigere.


Pars

Mêrikê parsek destê xwe li ber Moşeyê cihû vegirt, bi hustuxwarî got:

-Beg efendî, bira gunehê we vî halê min were...

Moşe gotine yê parsek birrî û got:

-Heger daxwaza te tenê ew be ser serê min.

 

Ne mimkûn e

Mudûrê fabrîqê ji şufêrê bersîv dabû îlanê û hatibû hevpeyvînê pirsî:

-Ji bo em te bigrin kar dibê em ji hersê patronên te yên berê hin pirsan bikin.

Şufêr keserek kûr kişand, got:

-Çi heyf tu nikanî ji wan bipirsî mudûr beg. Çimkî hersê jî di qezayên trafîqê da mirin.

 

Naxwîne

Jinik çû ser dikane beqalê taxê û yek bi yek bala xwe da etîketên mêweyan. Dûra bi gazin ji mêwefiroş ra got:

-Di rojnameyan da dibêje mêwe, sebze erzan bûye. Lê te etîketeke xwe jî neguhertiye, hîn fîyetên berê ne.

Beqêl got:

-Xatûna hêja, wele ez cara rojnaman naxwînim.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE