18 november 2021

Ji ber buhabûna şekir û çayê Qahwexanryên Kurdistanê vala ne

Li Tirkiyê û Kurdistanê ji ber buhabûna şekir însan wek berê êdî nikanin herin qahwexaneyan û çayekê vexwin. Yanî çay jî wek qahwê buha bûye.

Li Tirkiyê di demek pir kin da şekirê çayê ji sedî 30 buha bûye. Li qahwexaneyan qedehek çay berê bi 1,5 lîreyî bûye, piştî buhabûna şekir bûye 2 lîre.

Xwediyên qahwexaneyan ji buhabûna şekir, xelk jî ji buhabûna çayê gazinan dike.


Lê ez dibêjim însan xwarina şekir kêm bikin û sibê hetanî êvarî li qawexaneyan rûnenin baş e. Ev buhayî otomatîkman ewê vê netîceyê bi xwe ra bîne; însan ewê kêm herin qahwexaneyan û kêm şekir bixwein.

Helbet întîbaqkirina vê rewşê zor e. Însan carê fêrî çûna qahwexaneyan, lîstikê, vexwarina çay û qahwê bûne. Ev yek bûye beşekî kultura me ya muhîm.

Ji ber buhabûnê jixwe ji zûda ye kes nikane qahwê vexwe. Qahwa kizwana ketibû dewsa qahwê.

Lê qahwa kizwana jî buha bûye, însan êdî nikanin wê jî vexwin.

Mabû çay, xelkê direqand çayê, li çayê girê da bû…
Bi saya serê Recep Tayyip Erdoganê hamî haman, xwediyê aqil û fahman, wa ye çay jî wek qahwê li milet dibe tûtya, êdî kes nikane here çayxanê û çayekê jî vexwe.

Kurd miletekî çayvexwir e, li her kuçe û kolaneka bajarekî Kurdistanê çayxaneyek heye, qahwexane bi şev û roj tije ne.

Însanan her roj bi dehan çay vedixwarin. Lê piştî buhayiya şekir û çayê him însan wek berê nikanin herin qahwexaneyan û yên diherin jî çarekê tenê vedixwin, wek berê êdî kes nikane 4-5 çayan li ser hev vexwe û perê kesên li dora masê yên gişan bide.

Heger buhabûna şekir ev tesîr li debar û jiyana xelkê kiribe, di warên din da xerabtir e, însan perîşan in.

TL ya tirk wek berfa roj bide se û baran bi ser da bibaper, saet bi saet dihele. Ev yek jî bûye sebebê enflasyoneke mezin, însan nikanin debara xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE