18 november 2021

Min îro hewş ronî kir


Min îro dîsa karekî baş kir. Min hewşa me, dora dara mêwê ronî kir, bi lampên biçûk xemiland. Heger xaniyê meriv bi hewş be meriv her sal di Noelê da hewşa xwe ronî dike.


Li Swêd êdî her ku diçe dinya tarî dibe, şev dirêj dibin, roj kin dibin. Lema meriv bi lampeyên biçûk hewaşa xwe, der û dorê ronî dike.
Min jî îro ew ev kar kir, nuha hewş ronî bûye û di tariyê da xweşik xuya dike.

Ronahî ji tarîtiyê xweştir e. Di warê estetîk da jî xweş xuyadike,balê dikşîne.

Her kes ji ber deriyê me derbas dibe miheqeq bala xwe dide vê ronahiya rengîn, bîstekê lê temaşe dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE