19 november 2021

Bersîveke 21 sal berê

Merheba Mehmet Elî !*

Ji bo ku min bersîva te bi derengî xist li qusûra min nenêre. Min nexwest bînim ecelê û bi du sê gotinan bersîva te bidim.

Ji ber ku li gor min, te gelek tiştên ”girîng” û manîdar gotine. Û loma jî nin rast nedît van dîtinên te bêbersîv bihêlim.

Li Wêranşarê her çiqas min dixwest jî lê min wext nedît bi te ra hinekî sohbet bikim.

Loma jî bi şandina vê nameya xwe, em dikanin sohbeta xwe di cîhana vîrtuel ”sanal” da bidomînin.

Lê bêguman ez baş nizanim gelo tu jî sohbeteke wiha dixwazî ya na?

Heger xulqê te ji sohbeteke wiha ra tuneye, fedî neke, bibêje ”na”, wê demê  ezê  jî qut bikim.

Lê ji ber ku ez fikrê te yê di vî warî da nizanim, lema jî ez vê carê vê bersîvê didim nivîsa te.

Ezê ji destpêka nivîsa te dest pê bikim.

Te di nameya xwe da gotiye:

“Mırov lı cıvaka xweda her tım pesna xwe u malbata xwé dı de. Ev rastiya, mırov kels derdıxé u cıvaka wi ji acız dıke. Em kurd ze de pesna xwe dıde.”

Di nivîsê da çewtî pir in, lê min dest nedayê, rast nekir.

Ez nizanim bi vê ”tespîta” jorîn ”di civaka xwe da meriv pesnê xwe û malbata xwe dide”, qesta te çi ye û tu dixwazî çi bibêjî?

Lê li gel vê jî gelemperkirineke wiha ne rast e, dibe ku hin kes vê yekê bikin, lê her kes ”pesnê xwe û malbata xwe” nade, ev îdîayeke ne rast e.

Lê bi vê gotinê heger qesta te ”ez” im, yanî ez pesnê xwe û malbata xwe didim, ya jî di heqê min da li ba te întîbayeke wiha peyda bûye, wê demê jî dibê tu vê yekê ne bi riya ”îmayê”, lê raste rast ji min ra bibêjî.

Di sohbet û minaqeşeyan da dobrebûn pir xweş e, dibê meriv qenaet û baweriyên xwe ne bi ”îma/êrifî”, rasterast ji heval û mixatabê xwe ra bibêje, ev yek rê li ber şaşfêmkirinê digre.

Yanî dibê edresa rexneyên meriv vekirî û zelal be.

Te dom kiriye, te gotiye ”pesindana xwe û malbata xwe ”miırov qels û civaka wî jî aciz dike.”

Yanî tu dixwazî bibêjî yekî ku tim û tim bibêje ”ez û ez” civat jê aciz dibe, jê hez nake.

Ev rast e, lê te ev nimûne ji bo çi daye?

Ji bo çi vê numûneyê îcap kiriye?

Gelo min bi pesnindana xwe û malbata xwe tu û derû dora xwe aciz kir?

Gelo min întîbayeke wiha li ser te hîşt ku tu vê ”şîretê” li min dikî?

Bêyî ku sebebek hebe meriv wiha nabêje, dibê te meyleke wiha li ba min dîtibe û loma jî te ev yek bi bîra min xistiye.

Îdîeya, ”em kurd zêde pesnê xwe didin” jî peyveke girover e û ne rast e.

Te ev yek çawa û li gor çi tespît kiriye?

Gelo di vî warî da lêkolînke te heye, ya jî tu hema texmîna xwe dibêjî?

Bi baweriya min kurd tam eksê vê ne, qet pesnê xwe nadin, xwe mezin nabînin, bi vacayî weke milet xwe pir ”nezan, cahil û biçûk” dibînin û heta bindestiya xwe jî bi vê nezanî û cahiliya xwe ve girê didin.

Ev ne tespîteke ilmî, lê çavdêriyeke min ya şexsî ye.

Te gotiye ku em kurd ne xwediyê ”çandeke/kultureke dewlemend in.”

Gelo tu viya li gor çi dibêjî?

Tu viya li gor kultura tirkan ya jî ya miletekî din dibêjî?

Her miletek li gor xwe xwedî kulturekê ye, meriv nikane bibêje filan kultur feqîr û filan kultur jî dewlemend e.

Ev yek li gor şert û zurûfan, coxrafyayê, li gor xwezayê, li gor îklimê û hwd. diguhere.

Yanî her miletî li gor coxrafya û şertên xwe yên madî û manewî kulturek afirandiye, kultureke li gor ya miletên din cihê ye.

Kurd jî weke her miletî xwedî kulturekê ne û kultura wan jî li gor şertên wan yên madî, li gor xweza û şertên welatê wan pir dewlemend e, hela ji ya tirkan pir û pir dewlemendtir e.

Gelo pîvanên te yên muqayeseya ”çandan”/kulturan çi ne, li gor çi û kîjan pîvanan tu gihîştî wê baweriyê ku em ”kurd ne xwediyê çandeke(kultureke) dewlemend” in?

Li gor maneya ferhengê kultur ji bo hemû hilberînên civatekê yên madî û manewî ku di merheleya dîrokî ya dûr û dirêj da diafirîne û ji cîlekî(nifşekî)dewrî cîlekî din dike ra kultur tê gotin.

Îcar li gor vê îzahê ji edebiyatê bigire heta bi berhem û baweriyên olî, ji şikil û kultura çandiniyê bigre, heta bi ya xwedîkirina terş, tevnçêkirinê, muzîkê, folklorê, sitran, mesele û xemîşokan, welhasil her babet urf û adet û her tiştê ku heta nuha miletê kurd xuliqandiye giş berhemên kulturekê (candekê) ne.

Dibê em bizanibin ku bindestiya me ne delîl û îspata ”zeîfiya kultura” me ye, ev tiştekî din e.

Sebebên wê gelkî pir û cihê ne.

Heger îdîa te ev be, wê demê hemû gel û miletên bûne xwedî dewlet, xwedî kulturên dewlemend û yên nebûne jî xwedî kulturên feqîr in.

Lê ev ne wiha ye, sebebê bindestiya miletekî ne ji ber zeîfiya kulturî ye, faktorên coxrafî, leşkerî û siyasî rolê dilîzin, xurtî û qelsiya cîranên meriv rolê dilîze û hin tiştên din.

Bêguman dibê meriv kêmasiyên xwe û yên miletê xwe bibêje û qebûl bike, lê dibê bingeheke wê ya rast û ilmî hebe.

Te nimûneya yekî ku bi derewan bibêje ”bavê wî axa ye, beg e” daye, lê dema rast dernekeve ewê ji der û dora xwe şerm bike.

Te wiha gotiye:

”Ez düxwazım bı misaleké nirkaş bıkım;Em bıbéjın bı mırovike re despeka naskırıné da mın got;"bavé mın ağayı, beğe."le bele ev rast dernekeve ez é u derdoramın ewé şerm bıke.

Ewé bıbejın ;"Çıma te ev derewa kır?" Rasti ez rastiya malbata xwé bıkım eze ji rehet bıkım ,hevalé mın é ji...”
Ez dîsa dest nadim şaşiyê îmlayê, gotinek jî ne tekûz e.

M.Eliyê hêja, meriv ”mîsalan” sirf ji bo mîsaldanê nade, dibê di cî da be, dibê sebebek hebe…

Nuha te ev nimûne ji bo çi û li ser çi daye?

Helbet dibê meriv derewan neke, rastiya xwe û ya malbata xwe bibêje.

Lê min qet fêm nekir tu dixwazî bi vê nimûneyê çi bibêjî?

Gelo min li ba te bi rengekî pir ne rast pesnê xwe da?

Gelo min di heqê xwe û malbata xwe da tiştên ne rast gotin?

Heger erê ye, bêguman ez dixwazim bizanibim kînga û çawa?

Dîsa te gotiye bapîrên me ji bo mirovahiyê tiştek ava nekirin.

Ev jî ne rast e, diyar e haya te ji dîrok û edebiyata miletê te tuneye, te qet nexwendiye.

Te wiha gotiye:

”Ez kanım tışteki dın ji bıbéjım;"Bapirémına tıştek ava nekır jı bo mırovatiye,le bele ez bawerim jı bo mırovatiyé ez é karıbım tışteki baş avabıkım.”

Berî her tiştê kesê ku nikanibe ji bo miletê xwe tiştekî ava bike, nikane ji bo ”mirovahiyê” jî ava bike.

Ji bo ku meriv bikanibe ji bo ”mirovahiyê” tiştekî ava bike, dibê meriv dîrok û mîrata bav û kalên xwe nas bike û dûra tiştekî lê zêde bike.

Lê kesê ku vê mîratê nas neke, ya jî înkar bike nikane ji bo ”mirovahiyê” jî tiştekî ava bike.

Weke min got, îdîeya ”bapîrên me ji mirovahiyê ra tiştek ava nekirine” ne rast e, şaş e…

Pêşiyên kurdan ji miletê xwe ra, ji dînê Îslamê ra xizmetên pir mezin kirine, gelek berhemên hêja li pey xwe hîştine.

Lê haya me jê tuneye, çimkî em xwe, miletê xwe, edebiyat xwe, zargotin û dîroka xwe nas nakin.Piraniya kurdan û ”ronakbîrên” wan(kurdên bakur) bi çavê xelkê û bi agahiyên xelkê, yên dijmin li xwe dinêrin.

Ji ber ku asîmîle bûne loma jî gelê xwe pir reben û bêkultur, bêedebiyat dizanin, wisa bawer dikin.

Ev ne rast e, fîlozof, alim, şair û edîbên kurdan ji yên tirkan ne kêmtir in.

Mîrata ku pêşiyên me li pey xwe hîştine bi kêmanî ji ya pêşiyên tirkan ne kêmtir e.

Lê em nizanin, em nas nakin.

Eliyê Herîrî, Mele Ahmedê Batê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî,

Mewlane Xalid, Siyahpûş, Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza Telebanî û bi sedan alim, edîb û nivîskarên din hemû jî kilasîkên kurdan e.

Van edîb, şair, alim û fîlozofan him ji miletê xwe ra û him jî ji kultur û edebiyata Îslamê ra xizmetên pir mezin kirine, bi sedan berhemên bêhempa li pey xwe hîştine.

Lê haya me ji van pêşiyên me û ji berhemên wan tuneye, ji wan bêtir em edîb û şairên ereb, faris, tirk û ewrûpî nas dikin.

Te gotiye ku ”Dıbé péştıré mına şerxwaz bun le belé ez iro aşitixwazım.”

Yanî tu dixwazî bibêjî, ”pêşiyên me berê şerxwaz bûn, lê tu îro aştîxwaz î.”

Birayê delal, pêşiyên kurdan tu carî nebûne şerxwaz û êrîşkar, welatê kesî dagir nekirine, tu milet ji xwe ra nekrine bindest.

Bi vacayî di dîrokê da ew tim marûzî êrêş û îşxalan bûne û loma jî 40 milyon kurd îro hîn jî bindest in.

Ya din jî ji ”aştîxwaziyê” bêtir dibê em îro mafxwaz bin, doza mafên xwe yên însanî û netewî bikin.

Ji xwe em hewqasî dibêjîn ”aştî” êdî mû bi zimanê me ve hat…

Di e-meyla te da gotineke te pir bala min kişand, tu, daxwaza kurdan ya dewleteke serbixwe weke hefseke netewî dibînî, te gotiye:

”İro tışté em zedeyi dıbaréze hepsa netewi ye.”

Hela hela, îcar ”hefsa netewî?”

Dibêjin devê rûvî negihîşt tirî, got ji xwe tirş e ez naxwim…

Baş e, nuha em di ”hefseke” çawa da ne?

Heger dewleta serbixwe hefs e, wê demê çima gelên 192 dewletan naxwazin ji vê hefsê xelas bibin?

Ev dîtin ya Ocalan e. Ocalan dema li derve bû Kurdistaneke seribixwe diparast, lê piştî ku hat girtin, dev ji daxwaza dewleteke serbixwe berda û îcar dest bi teoriyên wisa kir.

Heger Kurdistaneke serbixwe ya jî federatîv ewê ”hefseke netewî” be, wê demê tu alternatîfekî çawa diparêzî, li gor te dibê kurd ji tirkan çi bixwazin, doza çi bikin?

Însanan heta nuha azadî û serbestiya herî zêde di nava dewletên netewî da dîtine, miletên nebûne xwedî dewlet bi piranî wenda bûne, ya jî weke kurdan miletên bindest in.

Miletên xwedî dewlet(kîjan şiklê wê dibe bila bibe)wek kesên xwedî xanî, xwedî mal in, ne kirêciyê kesî ne, kes nikane gava dilê wan bixwaze mitêlên wan bavêje der.

Halîhazir 192 milet di vê “hefsa netewî” da ne, bira tevî me bibin 193.

Bi silavên dostaniyê, bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo

2010-09-05

*Mihemed Alî Hançer

Not: Min name ji Mihemed Alî Hançere şandiye. Min got bira ew jî di bloga min da min da hebe, çimkî ew jî tarîxa min e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE