Heta ji me tê gerek em dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin. Xebata me gerek tim ji bo vê be.
Ji me kurdan ra hezar dost kêm in, dijminek pir e. Dijminên
me ne yek e, çar in, her çar jî fena gurên har in. Dostên me yên ji dil jî
hindik in. Bi îdeolojiya çep û îslamîzmê em dostên xwe kêm, dijminên xwe zêde
dikin.
31 maj 2026
Ji me kurdan ra hezar dost kêm in, dijminek pir e
Her tiştê bi navê şiîrê tê belavkirin ne şiîr e
Her şair ne şair e, her şiîr jî ne şiîr e.
Lê merivê viya çawa ji hev bigerîne, pîvana kîjan şiîr e, kîjan ne şiîr e çi
ye, merivê çawa bipîve?
Ev minaqaşeyeke pir kevn e û pir jî zor e. Pîvaneka gelemperî ya
mişterek, ya her kes li ser hemfikir e tune ye.
Lê her çiqas pîvaneka her kes li ser mitefiq, ya mişterek tunebe jî şiîrên ne
şiîr in û şairên ne şair in hene.
30 maj 2026
Gerek em xwe û tarîxa xwe nas bikin ji bo ku malikê tim li xwe xera nekin
Xwenaskirin, ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên xwe dersgirtin
nîvê biserketinê ye.
Heger meriv xwe, tarîxa xwe nas bike, meriv şaşiyên xwe yên berê dubare nake.
Go heta min xwe nas kir, min malik li xwe xera kir. Me heta nuha gelek caran ji
ber kêmaqiliya xwe, ji ber bêtifaqiya xwe malik li xwe xera kiriye, lê dîsa jî
em biqil nebûne; me xwe û tarîxa xwe nas nekiriye.
29 maj 2026
Prof. Dr. Harnîk Asatryanê êrmenî gotiye gerek Tirkiye perçe nebe û kurd nebin xwedî dewlet
Prof. Dr. Garnîk Asatryanê êrmenî jî neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan daye, gotiye gerek Tirkiye perçe nebe û kurd nebin xwedî dewlet. Heger kurd bibin xwedî dewlet, ji bo Êrmenîstanê ewê bibe talûkeye mezin, hebûna Êrmanîstanê jî dikeve talûkeyê.
Kamîz Şedadî hevpeyvîneke Prof. Dr. Garnîk Asatryan ji bo malpera RÛDAWê kiriye
tirkî û di Rûdawê beşê tirkî da weşandiye.
Prof. Dr. Garnîk Asatryan gotiye:
Şansê sêwîyan hebûya bavê wan zû nedimir
Şansê sêwîyan hebûya bavên wan zû nedimir, sêwî nediman, nediketin ber destan.
Şansê kurdan
hebûya welatê wan nedibû çar perçe û kesên îro li Kurdistana Bakur, Rojava û Başûr serokên xurt in, xwedî hêz in nedibûn
serokên miletê kurd. Ji dêlî wan ve, kesên nasyonalîst ewê xwedî hêz û bi serok bûna.
28 maj 2026
Bes pesnê serokê xwe bidin...
Mêrik di cimatê da pesnê xwe û pismamê xwe dida, got:
-Ji eşîran eşîra me, ji malan mala me, ji mala me jî ez û
pismamê xwe, lê herî zêde jî ez…
Hin camêr û canik pir pesnê serokê xwe didin, pir reqlama wî dikin, wî wek
Rustemê Zal nîşan didin.
Lê halê me li ortê ye, li her çar perçên Kurdistanê kurd di halekî pir perîşan da ne. Li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebûne. Li Kurdistana Başûr û Rojava halê kurdan li gorî 4-5 sal berê gelkî xerabtir e.
Hinedaşk
Berî nuha bi çendakî di Facebookê da rastî vî rismê kevirê hinê hatim. Yê parve kiribû li navê wî dipirsî, digot hûn zanin ev çi ye, jê ra dibêjin çi?
Min nizanîbû, min ji xanimê pirsî. Xanimê got:
-Ev kevirê hinê ye, me jê ra digot, hinedaşk. Li gund hin taht hebûn, ser wan wa kesk bû, me ew nas
dikirin. Em zarok li hev kom dibûn, bi hev ra diçûn ser wan tahtan û me destên
xwe hine dikir.
27 maj 2026
Xwe tevî şerê dê û dotê mekin !
Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê. Yê min jî bûye ew mesele. Ne mimkûn e meriv bi halê hin kurdên me nekene.
Gava ez dibînim hin siyasetmedarên me li ser şerê di nava
CHPê da xwe gelkî diwestînin kenê min tê.
Bi ya min dibê kurd ne xwe tevî şerê wan bikin, ne jî wexta
bide nivîsên, vîdeoyên li ser wan. Şerê dê û dotê ye, xwe tevê mekin, ew ên hev
in. Îro şer dikin, sibe ewê li hev werin. Hûnê bibin yên xerab, herdu ewê dijminatiya we bikin.
26 maj 2026
Kose û rîdirêj li karê ne
Li Swêd meriv riya xwe li malê kurr dike, ji bo kurkirina riyê kes naçe ser berber, ew edet li Swêd tune ye. Ji bo kurkirina por tenê meriv diçe ser berber.
Lê cilêt jî pir biha ye, bi xwîna bavê ye. Îro min pakêtek cilêt(Gillete Labs, 6 heb têda ne)bi 350 kronî kirî. Teqrîben dike 35 Euro. Yanî li malê kurkirina riyê jî li ser meriv erzan rûnane.
Kesên kose ji xwe ra kêf dikin, qurişekî xwe jî nadin cilêtan. Kesên rîdirêj jî li karê ne.Ew jî perê xwe di cilêtan nadin.
Mêrik ji dêlî azadiya kurdan bixwze azadiya Apo dixwaze
Dûran Kalkan hukûmeta AKPê rexne kiriye, gotiye hukûmet ne samîmî ye, li dû tasfîyeyê ye. Gerek qanûn derkevin û Apo azad bibe, bikanibe siyasetê bike.
"Berpirsiyarên dewletê û AKPê gotibûn didawiya meha nîsanê da ewê yasayan derxin, lê tu gav nehatin avêtin. Gerek Apo azad bibe, bikanibe siyasetê bike û rê li ber siyaseta demokratîk vere vekirin.”
Mêrik azadiya kurdan naxwaze, azadiya Apo dixwaze. Azadiya Apo ji azadiya kurdan muhîmtir dibîne.
Her mirin çîrokekê li pey xwe dihêle
Mirina hevalekî meriv jê hez dike, ne tenê meriv xemgîn dike, di jiyana meriv da valahiyeke mezin jî peyda dike. Wek di rêwîtiyekê da hevalê te terka te bike, te bi tenê bihêle.
Ji do da ye ez li mirna hevalê xwe yê 50 salî Eyûb Alacabey difikrim, rojên me
yên borî, yên li Wêranşarê, yên li Qmîşloyê, yên li Diyarbekir û li Stockholmê,
sohbetên me yên bi hev ra tînim bîra xwe û berçavên xwe.
Gelek hisên tevlihev bi min ra çê dibin. Dibêjim çima ez zêde neçûm balê, xwe
sûcdar his dikim.
25 maj 2026
Mirinê do bi şev kurdperwerê hêja Eyûb Alacabek jî ji nav me bir !
Pir xemgîn im. Hevalê min ê salan, kurdperwerê, dildarê kurd û Kurdistanê Eyûb Alacebek do derengê şevê wefat kir. Vêsê, bi bihîstina vê xebera reş û tahl pir êşiyam, pir xemgîn bûm.
Hefta borî min telefon kir, li halê wî pirsî. Min tim telefon dikir, li halê wî
dipirsî.
Me hinekî sohbet kir, bi zor dipeyivî. Min fêm kir rewşa wî pir xerab e, wefata
wî nêzik e.
24 maj 2026
Rojek xweş bi herdu şîrînên mala Xamo ra
Îro herdu şîrînên ber dilên me, neviyên me Olîver Aras û Leo Ronî hatibûn serdana kalik û pîrika xwe.
Êdî li me banîne, gava me dibînin pir dilşa dibin, xwe dirêjî hêmêza me dikin.
Dawiya her heftê tên ba me, em berê bîstekê li malê dilîzin, dûra bi hev ra diherin parqa me(Eskîl Parken)lîstika xwe li wir didomînin.
Parqa zaroka ye, ji bo lîstika zarokan gelek tişt çêkirine. Cara xalî nabe, tim qelebalix e.
Gerek kurd xwe tevî şerê tirkan nekin
Pûlisên Erdogan îro li Anqerê girtine ser merkeza CHPê, xwestine Uzgur Ozel û hevalên wî bi zor ji hundur derxînin û merkez teslîmî Kemal Kiliçdaroglu bikin. Ozgur Ozel û hevalên xwe li ber xwe didin, dibêjin em dernakevin. Berxwedana wan pere nekir, pûlisan bi darê zorê ew ji bînayê derxistin dereve...
Mahkimê(yanî Erdogan) CHP ji Ozgur Ozel girt, da Kemal Kiliçdaroglu.
Erdogan dixwaze CHPê belav bike. Dixwaze viya bi destê Kemal Kiliçdaroglu bike. Bira bike. Belkî bi vî hawî dewleta wan a naylon, buxça 77 pîneyî ji hev da bikeve.
Bargirano aqil siviko
Ji nişka ve dinya bû ewr, reşêşkên baranê hatin xwar. Kêsrek(axa
hişkbûyî, bûye topik) ket derd û şayişa kevir, got, vaye baran hat, kevirê çawa
bike?
Ew ax e, li xwe nafikire, li kevir difikire...
Hin dîndarên me yên bûne canfîdayên filistîniyan jî ji dêlî li perîşaniya miletê
xwe bifikirin, ketine mitala, şaiyişa filistîniyan. Di şîna xwe da jî ji filistîniyan
ra digrîn.
Bargirano aqil siviko...
Teslîmîyeta siyasî ji şikestina leşkerî xerabtir e
Tirkan ne bi dewleta xwe, bi hêza xwe ya leşkerî, bi huqûqa xwe, bi sîstema xwe ya perwerdê tenê, bi zanîna xwe jî em pelçiqandine, em biçûk xistine, em nezan û cahil nîşan dane. Zimanê me wek zimanekî paşdamayî, bi kêrî ilm û îrfanê, edebîyatê nayê nîşan dane.
Dewleta tirkan li dijî me şîdeta fizîkî tenê bikar neanîne, di warê fikrî, îdeolojîk, kulturî, întellektuelî da jî zulmeke mezin li me kirine, tiştên şaş, derew, tiştên tarîxa me belovacî dike fêrî me kirine.
23 maj 2026
Donald Trump gefê li Îranê dixwe, Îran jî wî bêminet dike
Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa forteke mezin daye xwe, gefa derba mirinê li Îranê xwariye. Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî ew bêminet kiriye; gotiye heger Amerîka êrîşî me bike, bersîva me jî ewê ji ya berê pir girantir be.
Donald Trump gotiye, “Ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî
derbeyeke kujer li Îranê xin.
Heger em peymaneke baş çênebe ewê rewşeke wisa derkeve holê derbeke hewqasî giran li tu welatekî dun neketiye. Îhtîmal ji sedî 50 bi 50 ye, ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî emê her tiştê wan wêran bikin."
Îro havînê girt ser Stockholmê
Îro germa havînê ji nişka ve girt ser Stockholmê, taxa me 24 derece germ e, Stockholm dikele.
Wek her roj dikim, min berê nivîsa xwe ya rojê nivîsî, di bloga xwe da parve
kir. Dûra bîstekê bala xwe da medya sosyal, hin xeber-meber xwendin. Çend
tiştên hûrik-mûrik jî parve kirin.
Yanî min kar û wezîfa xwe ya rojane temam kir.
Dor hat wexta meşê. Xanimê got ez nayêm, ezê îro paqijiya malê bikim.
Min got xanim, di vê germê da ne karê aqil e, were em herin meşa xwe bikin û
werin. Got, ”xêra xwe bela xwe ji min veke, here gerr xwe gike.”
Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heta hûn bixwzin merivekî şît e, fêlbazekî siyasetê yê kêmemsal e. Kes nikane bi wî ra kaban bavêje, kes nikane zora wî bibe. Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik.
Di siyasetê him pir şît û zane ye, him jî wêrek e, bêteredut, bêtirs mixalifên
xwe, kesên ji bo xwe talûke dibîne ji ortê radike.
Li Tirkiyê ji pûlisan bigire, heta bi leşker û sîstema huqûq û edaletê, medya,
gişk kirine bin emrê xwe. Dilê wî kê bixwze, wî dide girtin, salan dixe
zindanê.
22 maj 2026
Fotografek û hinek nostaljî
Nostaljî xweş e, dilê meriv, hestên meriv wek mihîneke kihêl radike pêdarê, dilê meriv geş dike, meriv noqî derya xeyalan dike.
Hey gidî dinya xemrevîn û derewîn. 6 sal berê ez li warekî din bûm, di xanîyekî xweş, bi hewş û bi bexçe da bûm. Wek mîran li hewşa xwe rûdiniştim, min nigên xwe davêt ji ser hev da û qahwa xwe ya kurdî bi kêf û zewq vedixwar.
Nuha li warekî din im, di hundur xaniyekî çardîwarî da me, ne
hewş heye, ne bexçe heye. Li vî rismê xwe yê 6 sal berê dinêrim û bi hesret wan rojên
borî tînim bîra xwe...
Tiştê ji wan rojan min ra ma tenê nostaljî ye...
Li Afganîstanê zewaca bi keçên 9 salî ra bû qanûnî
Li Afganistanê rejîma Talîban bi qanûneke nuh zewaca bi keçên 9 salî ra serbest kiriye, kiriye qanûnî.
Berê, temenê zewacê yê qanûnî ji bo keçan 16 salî bû, ji bo
keçên biçûktir jî gerek destûra bavê wan, ya jî destûra dadwerekî hebûya.
Zewaca bi keçên 9 salî ra barbarî ye, pedofîlî ye; tecawiza li keçên zarok in.
Dezgeha Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) ev biryara hukûmetê
rexne kiriye, gotiye ”ev qanûn zewaca bi rizayê, bi dil ji ortê radike”, çimkî keçeke 9 salî hîn kamil, balix nebûye. Hîn zarok e.
Hikûmeta Talîban îdiayan UNAMAyê red
kiriye, gotiye:
”Qanûna nuh li gorî huqûqa Îslamê ye."
21 maj 2026
Erdogan CHP ji Ozgur Ozel girt da Kemal Kiliçdarogluyê pantirkîst
Mahkimeyeke Tirkiyê kongreya CHPê ya 38a ya 3 sal berê çêbûbû îptal kiriye; CHP ji Ozgur Ozel stendiye, ji nû va daye serokê berê Kemal Kiliçdarogluyê kemalîstê pantirkîst.
Mahkime, filan bîvan gişk fasafîso ye, biryar ya Erdogan e, ew dixwaze CHPê ji qada siyasetê
derxîne.
Erdogan, tirk çi dikin, çi nakin qet ne gelşa me ye, şalê alîgirên CHPê serî hildin, ew
îslamîst şerê hev bikin. Dibê kurd xwe di teşxele û şerê wan negerînin.
Hevaltiya bi dijmin ra nexweşiyeke bêderman e
Keje Bemal xanimê di malpera xwe ya Facebookê da rismekî Hîkmet Çetîn ê li nexweşxanê parve kiriye û şiroveyeke bi heq, rast, di cî da kiriye. Xanimê gotiye:
”Bi qasî ez dizanim tu nexweşiyeke Hîkmet Çetîn a kronîk tune ye bêyî ya ûjdanî
û nasnameyê.
Bi texmîna min problema em qal dikin ji nexweşiyên fîzyolojîk hîn pirtir bedena kesê kurd diwestîne. Ez eşkre bibêjim, ewqas nebaş xuyakirina wî ev tişt bi min dan fikirandin.”
20 maj 2026
Serokê Meclîsta Tirkiyê gotina "bajarên kurdan" qebûl nekirye
Serokê Meclîsa Tikriyê Nûman Kurtulmuş ji parlametera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê ra gotiye, ”gerek hûn nejêjin bajarên kurdan, vê gotinê ji pêşniyara xwe derxin”!
Mêrikan dev dîtine pê da dirîn. Gava meriv dest nebe xwe, teslîm bibe dijmmin
aşûnî dibe, navê welatê meriv, gotina welatê kurdan, bajarên kurdan jî li meriv
qedexe dikin.
Ji me da ye, me ew gewî kirin. Mêrikan bala xwe danê çi dixwazin bi serok û
siyasetmedarên me didin qebûlkirin.
Destê bixebite li ser zikê têr e
Meriv nebîne zor û zahhmetê, naxwe tu nîhmetê. Ji bo ku
meriv mêweyê darê bixwe, di bin siya wê da rûne dibê meriv destpêkê lê mêze bike,
av bide, heta mezin dibe.
Destê bixebite li ser zikê têr e. Zikê destê nexebite tim birçî ye.
Serketinên siyasî jî wisa ne, dibê meriv bixebete, zû neweste, îstîkrarê,
berdewamiyê nîşan bide.
Ji bo ku însan baweriyê bi te bînin, bibin hevalên te gerek karên te, praktîka
te bibînin, baweriyê bi te bînin.
Meriv kevir davêje ji birca belek da, navêje ji sepeta rêxê da
Meriv kevir davêje ji birca belek da, navêje ji sepeta rêxê da. Neyarên me û hevalên wan kesên kurdperwer, azadîxwaz reş dikin, dibêjin di nava kurdan da, bi taybetî jî di nava ciwanan da nasyonalîzm xurt dibe, dibê dewleta tirk vê talûkeya mezin bibîne û rê li ber vê pêşketinê bigire.
Helbet dijminên me ewê ji zêdebûna miletperweran bitirsin, çimkî ew hevkariya bi dewletê ra, entegrasyonê red dikin, azadî û serxwebûna miletê xwe diparêzin.
19 maj 2026
Min îro baran bêminet kir
Ji do bi şev da ye li taxa me baran e. Min bala xwe dayê baran venake, seet di 12.00a da min xwe jidand, şemedanê xwe yê baranê berra ser bejna xwe da û derketim.
Çendakî berê min şemedanê baranê kirîbû, min hîn li xwe nekiribû. Ez bi çar çavan li bende baranê bûm, ji bo ku şemedanê xwe yê baranê li xwe kim, têr pê bigerim. Kêfa min pir jê ra hat, dirêj e, qet şil nebûm. Êdî baran maran ne xema bin e. Hema heta jê tê bira bibare.
Erdogan û Bahçelî dixwazin navê Kurdistanê jî li kurdan qedexe bikin
Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, xwestiya navê
Kurdistanê li kurdan qedexe bike, gotiye gerek kurd navê Kurdistanê negirin
devê, çimkî bikaranîna navê Kurdistanê merheleya "xelaskirina Tirkiyê ji terorê" dixîne talûkê.
Gerek kurd li hemberî van gotinên Mehmet Uçum bêdeng nemînin, bersîveke Kurdistanê bidinê.
Gerek Partiya DEMê, partiyên kurdan ên din û parlamenterên kurd gişk bi hev ra bi dubarekirina, bi parastina navê Kurdistanê bersîvê bidin Mehmet Uçum, Erdogan û Bahçelî.
Bêdengî şaş e, ewê bêtir cesareta beyanên wiha bibînin.
18 maj 2026
Kilîta çareseriyê di dest Kom Muzîkê da ye
Gelşa(problema) nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê pir mezin bû, pir fireh gerîya; hema hema her kesê xwendin û nivîsandina wî/wê heye, bikanibe bi tirkî ya jî bi kurmancî çend gotinan binivîsîne xwe tevî nîqaşê kir, fikrên xwe got, kevirên dawa xwe gişk dawşand.
Hin sitranbêj û hin kesan jî wek her tim dikin, dîsa xwe hetikandin, xwe fahş kirin. Mesle bûye porê dînan û gêrmiya gavanan...
Heyran, ne hewceye hûn meselê hewqasî dirêj bikin.
Bi baweriya min dibê Kom Muzîk ban Mem Ararat bike, ya jî ban abûqatê wî bike,
peymana wî, belgeya wî bidê û ji hev pak bibin.
Bêdewletiyê di ruhê me kurdan da birînên kûr vekirine
Merivê bêdewlet wek teyrê bê per û bê bask e. Teyrê bê per û bê bask nikane bifire, nikane kêf û lezeta firênê bijî, tahm bike.
Ji bo teyrekî bêper û bê bask, temaşekirina teyrên li hewa êşeke mezin e, jiyan
zindan e.
Merivê bêdewlet jî gava dixwaze vegere warê xwe, here hêlîn û mala xwe nikane
here, çimkî bindest e, bêdewlet e, welatê wî/wê dagirkirî ye.
Bindestiyê, bêdewletbûnê di dil û ruhê me kurdan da, di şexsîyeta me da birînên kûr,
birînên bêderman vekirine.
Ez êşa van birînên kûr gav û seet his dikim.
Xwezî min kanîba bi xwe û xwe di siyasetê negeranda
Siyaset li her dera dinyayê karekî, sinetekî zor e, bi problem e, meriv pir diwestîne, serê meriv tim di teşxelê da ye.
Lê siyaseta kurdî, siyaseta bi kurdan ra sed qatî ji ya
miletên din zortir e, mişt problem e, fena erdekî mayinkirî ye; di her gavê da
meriv kane pê li mayinekê bike.
Siyaseta kurdî bûye wek şerê eşîran. Partî bûne eşîr, serokên wan jî bûne wek serokeşîr. Hevalên wan jî mecbûr in eşîra xwe û serokê xwe biparêzin. Û gava te li dijî serokê wan, eşîra wan tiştekî ne li gorî dilê wan got êrîşe te dikin. Nîşanî hevalên xwe didin ew bi serok û eşîra xwe ra sadiq in.
17 maj 2026
Bersîva xwendevan û dilxwazekî bloga min
Şopînerekî bloga min bi mexlasa (M.R)gotiye min tu nivîseke te li ser futbolê, arkolojiyê û tarîxê nedîtiye, xwestiye ez carnan jî li ser futbolê, tarîxê û arkolojiyê binivîsînim.
Camêr wiha gotiye:
”Silav û rêz mamoste.
Heta niha di vî blogê da herî hindik min 300 nivîs xwendîne. Li gor dîtina min
piranîya wan mijarên sîyasî û wêje ne. Çend sal in ez bi kêfxweşî dixwûnim.
Tirk çi fêlbaziyê bikin jî nikanin rê li ber azadiya me bigrin
Dewleta tirkan sed sal e kurd êsîr girtine, ji navê welatê
me bigire, heta bi zimanê me, her tiştê me qedexe kirine. Lê kurd vê bindestiyê
êdî qebûl nakin.
Kesên heta nuha bêdeng bûn, êdî dengê xwe bilind dikin, doza
azadîya xwe, doza serbestbûna zimanê xwe dikin. Ji bo vê yekê bi sedan alim û profesorên me civînan, panelan çêdikin, semîneran didin.
Kurd êdî ne kurdên 50-60 sal berê ne. Gundî, jin şiyar bûne, di siyasetê da êdî aktîv in. Yanî kurd êdî zane ne, şiyar
bûne, bi sedhezaran zane, alimên kurd hene.
Meclîsa Tirkiyê pêşniyara partiya DEMê ya li ser kurdî red kir
Parlamenterên partiya DEMê ji bo astengiyên li hemberî kurdî çine diyar bibin pêşniyarek pêşkêşî meclîsê kirine.
Di pêşniyara xwe da xwestine di meclîsê da ji bo zimanê kurdî komîsyonek were
avakirin û komîsyon li ser astengiyên li hemberî kurdî lêkolînê bike.
Meclîsê pêşniyara partiya DEM bi rayên parlamenterên AKPê, MHPê û partiya BAŞê red kiriye.
16 maj 2026
Mem Ararat ji Kom Muzîkê ra gotiye bes e êdî ji destê we !
Mem Araratê sitranbêj li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek balkêş, mişt gazin û rexne belav kiriye. Mem Ararat di axaftina xwe da rexneyên giran li Kom Muzîkê digre, dibêje 12 sal in we dest daye ser keda min, hûn heqê min nadin.
Ez bi gelşa, peymana nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê nizanim, lema nikanim xwe tevî vê meselê bikim.
Lê heger mesele wek Mem Ararat dibêje be,
Kom Muzîk pir neheq e, şermeke mezin e dezgeheke kurdan heqê hunermendekî nedê,
dest deyne ser keda wî.
Hêvî dikim di demeke kin da gelşa nabêna xwe çareser bikin.
15 maj 2026
Huseyîn Çelîk li navê Kurdistanê xwedî derket
Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Oktay Saral bi vê gotina Ahmed Turk pir aciz bû, bi beyaneke pir sert gef li Ahmet Turk xwar, got:
Mezlûm Ebdî rêwiyê Anqerê û Îmralîyê ye
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî gotiye, ji bona çûna Anqerê û hevdîtina bi Evdila Ocalan ra hazirî tê kirin.
Di malpera Al Monîtorê da Amberîn Zamana rojnamevan ji
fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî pirsî ye:
-Tu yê herî Anqerê?
Mezlûm Ebdî:
-Em dikanin bibêjin haziya pilanên wiha tê kirin. Kane bi Îmraliyê ra jî
hevdîtinek were kirin.
14 maj 2026
Donald Trump fêm kir Xi Jinping jê mestir û jê xurttir e !
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li paytexta Çînê Pekînê civiyan û çend peymanên tîcarî, aborî abor îmze kirin.
Li gorî xeberên medyaya Swêd Çînê piştgirî daye vebûna Tengava Hurmizê û gotiye dibê Îran nebe xwedî sîleha atomî.
Îranê îro hîştiye 30 keştiyên Çînê ji Tengava Hurmizê derbas bin. Ev, miheqeq
piştî bazarekê bûye.
Meleyên Îranê viya belaş nakin.
Gelo di bazarê da Donald Trump li karê ye ya jî Xi Jinping ?
Sefîn Dizeyî serokê Tirkiyê Erdogan wek dostekî Mesrûr Barzanaî yê ji dil dibîne
Berpirsê peywendiyên derve yê hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ber ”hurmet û dostaniya kûr” a serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bi Mesrûr Barzanî ra pir kêfxweş bûye û gelkî pesnê Erdogan daye, gotiye:
”Serokkomar Erdogan ji ber rêz û dostaniya kûr a bi Serokwezîr Mesrûr ra,
protokol xera kir, heta hewşa ofîsa xwe, Mesrûr Barzanî bi rê kir..."
Ji ber vê pêşwezîkirina Erdogan a sexte, durû, wek siyasetmedarekî kurd meriv
bi vê heyraniyê qala serokê dewleta dagirkerê welatê xwe nake.
Li ser Abdulah Ocalan ankêteke pir muhîm
Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqerê (Ank-Ar)li ser Abdulah Ocalan û Selahetîn Demirtaş, gelo kîjan bêtir nûnertiya kurdan dike, kîjan bêtir mafê kurdan diparêze ankêtek çêkiriye.
Pirs ev bûye:
"Li gorî nêrîna we Selahattîn
Demirtaş ya jî Abdullah Ocalan, kîjan baştir nûnertiya daxwaz û nêrînên kurdan
dike?"
Ji sedî 63,9ê beşdaran piştgirî daye Selahetîn Demîrtaş wek nûnerê kurdan dîtiye
Ji sedî 22,6ê beşdaran jî gotiye Abdullah Ocalan baştir temsîl dike, baştir diparêze.
13 maj 2026
Gêj Stand-Up”ê bi henekên xwe kurdên Stenbolê îhya kirine
Li Stenbolê çend ciwanên me yên jîr, jêhatî ev saleke bi navê “Gêj Stand-Up”ê derdikevin sehnê, bi henek û mîzaha kurdî kurdên Stenbolê îhya dikin.
Stand Upa wan di nava kurdan da deng daye.
Ji bo vejîn û xurtkirina ruhê netewî, ji bo belavkirina kurdî û teşwîqkirina ciwanan berbî kurdî va stand-upa kurdî ji muzîkê jî bi tesîrtir e.
Însên fêrî kurdî dike, cesaretê dide ciwanan zimanê xwe fêr bibin û bipeyivin. Di nava ciwanan da pêşketina stand upê, programên podcastê pir baş e. Him zimên, mîzaha me bi pêş dixwîne, him jî ruh û hestên kurdî bi ciwanan ra xurt dike. Kana hin kabîlîyetan jî derxîne. Yanî feydeyên wê pir in.
Çavdêriyeke sosyolojîk
Tiştekî Tevgera Vejînê bala min dikşîne, heval û terefdarên
wê, beşdarên civînan ne kesên rîspî û porsipî ne, ne kal û pîr in, gişk ciwan
in, keç û xort in.
Ez bala xwe didim civînênên wan, kesên beşdar ne kal û pîr in, ne kesên rîsipî
ne, giş keç û xortên ciwan in. Di civînên wan da kesên rîsipî qet bi ber çavên
min nakevin.
Girseya(başdarên) partiyên din, DEM partî jî di nav da hemû kesên rîsipî ne,
ciwan tune ne.
Di nava tevgerên îslamî da ciwan hene, pir in. Lê di nav tevgerên çep û kurdperwer da
ciwan ya tune ne ya jî jimara wan pir hindik e.
12 maj 2026
Xortekî qedirzan di malpera "tirşik netê" da pesnê bloga min daye û karê min teqdîr kiriye
Di malpera "tirşik netê" da xortekî wefadar, qedirzan, bi naznavê ”mirovekîrind” li ser min û bloga min Hindik-Rindik çend gotinên ez gelkî dilşa û serbilind kirim nivîsîye, gotiye:
”Tiştekî 9 sal berî niha bû, ev blog hindik maye 20 saliya xwe jî biqulibîne.
Meriv ne nûçeyan, ne jî tiştekî din bixwîne, hema bi tenê Zinarê Xamoyî bixwîne
têr dike. Her roj li ser tiştekî dinivîse, Xwedê umrê wî dirêj bike. Bira başî
û xweşî para wî be.”
Gerek meriv hewqasî jî xwe fahş neke !
Merivê dinyanedîtî, bêkultur gava zengîn dibe xwe fahş dike, xwe dike pêkenînê xelkê.
Li Stenbolê di nîşana Haydar Karayê wanî û fenomena medyaya sosyal Çagla Ozê da
bi kîloyan zêr bi Çagla xanimê va kirine. Zêr bi her dera wê va kirine. Feqîrê bûye wek panoya zêr.
Ne îşê zêr e, serapê bûye zêr. Wek berdilkê, wek pêşmalê xişirên zêr kirine hustuyê wê. Wek sîrbenda hespê ye.
11 maj 2026
Partiyên dest dan ser sîlehên Amerîkayê lekeyeke mezin li navê kurdan xistin
Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa rexneyên giran li kurdan girtiye, gotiye sîlehên Amerîkayê ji çalakvanên Îranê ra şand kurdan nedan wan, ji xwe ra hîştin, vê yekê ew pir bêhêvî kiriye; baweriya wî bi kurdan nayê.
Heger Donald Trump derewan dike dibê hêzên kurd vê îdîa wî tekzîb bikin, bibêjin navan bide, we sîleh da kê?
Lê ez bawer nakim Donald Trump derewan dike, hin hêzên kurd bi rastî jî sîlehên Amerîkayê ji îraniyan ra şandibûn, nedan wan, ji xwe ra hîştin. Ev jî şerm û bêexlaqî ye, bêbextî ye, rûreşî ye.
Tesîra muzîkê li ser nasnamê û xurtkirina ruhê netewî
Dixwazim li ser girîngî û tesîra muzîkê çend gotinan bibêjim.
Muzîk yek ji hîmên herî bi hêz yê aîdîyeta netewî, ruhê
netewî ava dike, diparêze, xurt dike û dewrî nifşên nuh dike.
Muzîk, çîrok, destan, edebîyat, folklor tarîxa miletekî di hafizeyeya însanan a
kolektîf da zindî dihêle.
Bi taybetî jî ji bo miletekî wek me bindest, bêdewlet zimanê wî di bin talûkeya asîmîlasyonê da ye, muzîk, kilam, edebîyat dibe mertalê xweparastinê yê herî baş.
10 maj 2026
Xwedê kir ez kurd im û kurdî zanim
Min îro bîsteke dirêj li dengbêjan, li sitranên kurmancî
guhdarî kir. Min ji Sîpan Xelat, li kilama Şêx Mehmûd, ji Hozan Aydin, Xewna
Şevê, ji Salihê Qubînî li kilama Evdalê Zeynikê, ji Dr. Balkîs Doskî çend
sitran, li Karapêtê Xaço, li Tahsîn Taha, ji Rojda li kilama Helîmê û li çend
kilamên din guhdarî kir.
Min du caran li kilama Mihemedê Seîd Axa Lawikê Deqorî û
Zerga Evdî guhdarî kir. Xortê vê kilamê dibêje hinav li min tîne xwarê. Ji
guhdarîkirina vê kilamê têr nabim.
Min li çend kilamên soranî yên govendê jî guhdarî kir.Ez
mest bûm.
Min got Xwedê kir ez kurd im û kurmancî zanim.
Heger ez ne kurd bûma û min bi kurmancî nizanîbûya, ezê ji gudarîkirina van
dengbêj û sitranbêjan, ji guhdarîkirina muzîka kurdî bêpar û bênesîb bimama.
Min ban xanimê kir, min çend sitran bi wê jî dan gihdarîkirin.
Dûra min ji xwe ra got, şikir kir ez kurd im û kurdî zanim. Heger min kurmancî
nizanîbûya ezê ji guhdarîkirina vê muzîka muhteşem, ji guhdarîkirina van
sitranên meriv mest û îhya dike mehrûm bimama.
Çi heyf kurdên asîmîle bûne ji guhdarîkirina vê muzîka bêhempa bêpar in, bêyî
ku ew jî bikanibin weke min li vê muzîka muhteşem guhdarî bikin, fena min li
ber wan dengên bêemsal mest û serxweş bibin, bêyî ku di saxiya xwe da vê tahm û
lezetê tahm bikin, vê zewqê bijîn ewê bimrin û herin ji vê dinyayê.
Heger asîmîle nebûne ewê kanîbûna li muzîka kurdî guhdarî bikin û muzîkê jî ewê
şiûr û hestên netewî bi wan ra xurt bikira, ewê bêtir ji ziman, muzîk û kultura
xwe hez bikirana. Ewê bibûna kurdên baş, kurdên xwediyên ruh û hestên netewî.
Serî hebin serpêç pir in
Serî hebin serpêç pir in. Seriyên me jî, serpêçên me jî pir in, lê seriyên me yên xurt, yên xwedî hêz û qewet ne ew kesên meriv tacê bide serî, ne kesê layiqî taca serê xwe ne.
Her yek bûye dost û hevalê dijminekî, dagirkerekî welatê xwe û dijminatiya hev dikin.
Dijmin jî ji bo berjewendiyên xwe bi hostayî bi wan ra xweş dike, bi hin derew merewên vala ew bi xwe va girê dane, nahêlin kurd destên xwe bidin hev û şerê wan bikin.
09 maj 2026
Li Stockholmê li ser jiyana Şerîf Paşa semînereke muhîm
Îro li Stockholmê,li Kitêbxana Kurdî seet di 14.00a da li ser jiyana Şerîf Paşa semînereke muhîm heye. Ji ber ku ez nikanim biçim ez pir xemgîn im.
Min pir dixwest herim, li her 5 kesên zana guhdarî bikim. Lê nikanim biçim. Neviyên me tên serdana me, gerek ez li mal bim.Tesadufeke xerab e.
Semîner ji alî Kitêbxana Kurdî û Akademîya Bedirxan va tê çêkirin. Semînereke muhîm e.
Nîqaşa li ser navên du kitêban
Do min li ser navên du kitêbên Dr. Dilawer Zeraq gotibû, min ji navên wan tiştek fêm nekir, xwezî Weşanxana Lîsê maneyên wan navan jî gotiba.
Yanî min navên kitêban rexne kir, min xwest bibêjim dibê meriv zimanê
nivîsînê hewqsî zor neke, dibê meriv ji navê kitêbekê fêm bike.
Di Facebookê û di platforma Xê da li ser meselê nîqaşek, gotûbêjek balkêş çêbû.
Dilawer Zeraq ji gazin û rexneya min aciz bû, got:
08 maj 2026
Gelî erxenîyan herin serîyekî bidin Fûara Kitêban
Ji do da ye Fûara Kitêban a Erxeniyê vebûye. Fûar ewê heta 10ê gulanê dom bike. Xêra Xwedê ye, erxeniyan kêf kiriye, bi hezaran kitêb çûne ber nigên wan.
Dibê hemşeriyên me yên erxeneyî herin Fûarê, ji xwe ra û ji zarokên xwe ra çend kitêban bikirin.
Gerek weşanxane bi beşdariya Fûarê li zirarê derneyên. Ji bo alîkariyê be jî dibê erxeneyî herin Fûarê û destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da.
Bi texmîna weşxaneyên kurdî giş li Fûarê ne. Miheqeq nuha Weşanxaneyên min DARA û PALL jî li Fûarê stand vekirine.
Çîroka jiyana Hejarê Şamil
Do bi şev derengê şevê di Welat TVê da min li Hejarê Şamil guhdarî kir. Program 40 deqe ye, 40 deqeyî li ser jiyana xwe peyivî.
Navê programê "Jiyana min e."
Jiyaneka wî ya pir balkêş heye, lema min bi sebir û bi kêfxweşî lê guhdarî kir.
Ez pir kêm li programên hewqas dirêj temaşe dikim. Min bi kêfxweşî guh da birayê xwe yê ezîz, Hejarê Şamil, dilşewatê kurd ûKurdistanê,
07 maj 2026
Ez fêm nakim çima hin kurd hewqasî ji Denîz Gezmîş hez dikin û wî yad dikn?
Do roja îdamkirina Denîz Gezmîş bû. Wek her sal, îsal jî gelek kesî, gelek kurdên çep, welatparêz Denîz Gezmîş yad kirin.
Hin kes jî li dij yadkirinê derketin, gotin bîranîna Denîz Gezmîş ne karê me ye, çimkî ew merivekî kemalîst bû.
Di medyaya sosyal da li ser vê meselê hin minaqaşe çêbûn.
Ez jî dixwazim bi çend gotinan fikrê xwe yê li ser vê meselê bibêjim. Min berê
jî gotiye, lê di dubarekirinê da zirar tune ye.
Berî her tiştî, ez fêm nakim çima hin kurd xwe mecbûr dibînin li Denîz Gezmîş xwedî derkevin,
wî bibîr bînin?
Tirkan kêf kirine serê me ketiye belayê
Go te kêf kir serê min ket belayê. Tirkan bi hevaltiya, bi hevkariya
Evdila Ocalan kêf kirine, serê me kurdan ketiye belayê.
Îşê tirkan baş dimeşe,
her tişt li gorî plan û daxwaza dilê wan dibe. Lê em feqîrên Xwedê emê çawa û
çilo ji vê belayê, ji vê teniya bi don xelas bibin ne diyar e.
Dayika min a rahmetî gava li ser meselaka zor, tevlihev pêşniyareke wê tunebûya digot, lawê min, de Xwedê çêke. De Xwedê çêke…
06 maj 2026
Li Tirkiyê û Kurdistanê di nava xortan da întîxar gihîştiye asta felaketeke mezin !
Xwarziya xanima min(keça xweha wê)keçikeka 15 salî bû, çend roj berê xwe kuşt. Me du roj berê bihîst. Bi vê xebera reş em şok bûn.
Xanima min îro bi xweha xwe ra peyivî, me bi xemgîniyeke mezin, sersaxî jê ra
xwest. Ew û xanim têr giriyan.
8 sal berê jî birayê wê yê mezin, nuh zewicî bû, wî jî xwe kuşt, dinya li dê
bavê xwe kir zindan. Nuha jî xweha wî biçûk da dû birayê xwe, wê jî di 15
saliya xwe da dawî li jiyana xwe anî.
Devlet Bahçelî xwestiye Evdila Ocalan bibe koordînatorê aştiyê !
Serokê MHPê Devlet Bahçelîyê pantirkîst û antî-kurd li ser rewşa Evdila Ocalan gotiye:
”Heger
valahiyek di rewşa Evdila Ocalan da hebe, dibê ew valahî bi rengekî di
berjewendiyên komara Tirkiyeya bêteror da were çareserkirin. Dibê birêz Ocalan
wekî koordînatorê pêvajoya aştiyê fermî bibe…”
Ev gotinên Bahçelî jî nîşan dide Evdila Ocalan zilamtiya Dewleta tirk qebûl kiriye. Heger ne were be, heger Evdila ji kurdan mefekî herî biçûk bixwesta Devlet Bahçelî nedigot "bira Ocalan resmî bibe koordînatorê aştiyê."
Gerek Tevgera VEJÎNê li dijî qedexeya xutbeya bi kurdî derkeve
Muftîyê qeza Giyadînê yê Agiriyê bi hinceta kesên kurdî nizannin hene, ferman daye meleyên mizgeftan, gotiye xutbeyên xwe, weazên xwe ne bi kurdî, bi tirkî bidin.
Muftî efendî gotiye, ”yek kes jî bi kurdî nizanibe gerek xutbe, weaz bi tirkî be.”
Dewleta tirk 100 sal e li hemberî miletê kurd vê siyaseta xwe irqçî, antî-kurd
dimeşîne.
Muftiyê Diyadînê bi serê xwe xutbeyên kurdî qedexe nake, ev sîyaseta dewletê û
ya Dîyanetê ye.
05 maj 2026
Husametîn Sandalcî, çiqasî sipasî te bikim hindik e !
Demeke problemeke kompîtora min çêbûbû. Lawikê me Rojen gelkî li ber da, xwest çareser bike, ji heq dernekt.
Ji mecbûrî min berê xwe da Husametîn Sandilcî, min got ancax tu werî gaziya min
û vê gelşê çareser bikî. Jixwe her cara di mesela kompîtorê da rastî gelşekê
têm, Husametîn tê gazî û hawara min û meselê hel dike.
Camêr do bi şev bi riya programa TeamVieverê hat jawara min, belkî seetekê pê
da ket, berbîhev anî lê neqediya, got qismê mayî jî ezê sibe êvarî hel bikim.
Pirseke min ji hevalên HUDAPARê heye
Ez dixwazim pirsekê ji kesên endamên, hevalên, dostên Hudaparê û îslamîstên alîkariya filistîniyan û Îranê dikin bipirsim.
Îranê heta nuha bi sedan kurd îdam kirine. Du roj berê dîsa 3 xortên kurd ên
wek kulîlkan îdam kirin.
We rojekê jî ev hovîtiya meleyên Îranê protesto nekiriye, rojekê jî hûn li dijî
Îranê nemeşiyan e.
Heger Îsraîl di nava du rojan da bi îthama sîxurên Îranê ne, sê filistînî îdam kiribana
we yê qiyamet rakira, we yê Îsraîl protesto bikira.
Dijminên me helbet ewê şampîyoniya Amedsporê pîroz nekin !
Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdagê neyarê kurdan serkeftina Amedsporê pîroz nekiriye. Ji ber wê jî hin kesan ew rexne kirine.
Umît Ozdag merivekî heta tu bibêjî neyarê miletê kurd e, serketina Amedsporê ew
qahr kiriye,bersîva daye rexnegirên xwe, gotiye:
”Ezê tîmekê(taximekî) çawa pîroz bikim alîgirên wê êrîşî ala Tirkiyê kirin, red
kirin sirûda netewî bibêjin û roja şehîdbûna leşkerekî tirk pîroz nekirin?”
04 maj 2026
Îslamîstên me ji peyatiyê xelkê hez dikin
Tejikên maran bêjahrî nabin, ya jî tejikên/çêlikên maran ji maran pîstir in wek metafor rast e. Îslamîstên tirk ên nuha, sed qatî ji yên sed sal berê, ji pêşiyên xwe gelkî pîstir in, gelkî bijahrîtir in. Em vê rastiyê baş dibînin û ferq dikin.
Lê li aliyê din yên me bûne eksên tirkan. Îslamîstên me yên berê kurdperwer bûn, pêşengên miletê xwe bûn, bi mêranî canên xwe ji bo miletê xwe feda kirin.
Bi îltîfatên derewîn qerfê xwe bi me dikin
Yekî xwest qerfê xwe bi yekî bike, jê ra digot, ”axayo”!
Sero û siyasetmedarên tirk gava ji hin serok û siyasetmedarên me ra dibêjin, ”birêz, hêja, muhterem, serok” nizanim
çi, di eslê da xwe henekê xwe bi wan kesan dikin.
Çimkî li hemberî kurdan ne ji dil in, durû ne, di çavên wan da ew şexs hîn
jî terorîst in, qatilên zarokan in, separatîst in, dijminê tirkan e, hevalên terorîstan e.
Nezaketa wan sexte ye, durûtî ye, vir e. Gerek meriv ji îltîfata wan bawer neke.
03 maj 2026
Hinekan hingiv xwar, mozê bi min veda
Hinekan hingiv xwar, mozê bi min veda. Tirkan hingivê, qeymaxê herba Îranê û Îsraîl û Amerîkayê xwarin. Ji Îranê petrol erzan kirîn, delalî, qaçaxçîtî ji Îranê ra kirin, bi milyaran perê reş bera bêrîkên xwe dan. Hîn jî vî karê xwe didomînin û hingiv û qeymaxê şer dixun.
Yên hatin kuştin, yên îdam bûn, yên welatê wan hat bombekirin jî em kurd in.
Îranê li Kurdistana Başûr herî kêm 20-30 pêşmerge û sivîl kuştin.
02 maj 2026
Min îro sohbetek xweş bi kekê xwe yê hêja Dr. Nacî Kutlay ra kir
Min nuha telefonî kekê xwe yê hêja, Dr. Nacî Kutlay kir. Ez û wî dostên hevdu yên kevn in. Kekê Dr. Nacî Kutlay di salên 1960-70î da kedeke mezin daye şiyarbûna kurdan. 60-70 sal berê kurdperwerî ne karê her mêrî bû, dibê meriv viya ji bîr neke.
Bi telefona min pir kêfxweş bû, got, haaa, Zinar tu yî?
Min got erê ez im. Çend sal berê jî min telefonî wî kiribû.
Em dûr û dirêj peyivîn. Me li halê hev pirsî.
Got min çend nexweşî derbas
kirine, tabî ew jî normal e. Lê nuha ez baş im.
Min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me
Wele min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me. Ji do da ye bihareke rengîn hatiye Hanîngeyê, 19 derece germ e, nabe ez wê qebûl nekim, tahm û lezetekê jê negirim.
Îro xanim çû ba lawê xwe û neviyên xwe. Ewê herin ser gorra diya bûka me. Ez neçûm, min xwe wek turîstekî modern jdand û li mehela me kolan bi
kolan, quncik bi quncik gerîyam, 85 deqîqeyî meşiyam.
Ne meşeke zêde ye, lê dinya germ bû û wexta navrojê bû, lema min meşa xwe kin
birrî.
Gelek kurd çima ji peyatiyê filistîniyan hez dikin min fêm nekir
Rastên me, çepên me, dîndar û îslamîstên me bûne berdevk û wekîlên filistîniyan û rexnegirên Îsraîl, Amerîka û Xerbê yên herî tûj. Ji filistîniyan bêtir êrîşî Îsraîl, Amerîka û Xerbê dikin.
Ji bindestî û perîşaniya miletê xwe bêtir ji bo filistîniyan dişewitin, ji bo wan dikin qîrîn û hawar.
We qet dîtiye serokekî filistînî, siyasetmedarekî, ronakbîrekî filistînî ji bo kurdan serokên Tirkiyê, Îranê, Îraqê rexne kiribin?
01 maj 2026
Erdogan tu çêyî bi me nekiriye, şerm e bes pesnê wî bidin !
Koleksîyona Jaba ya li ser folklora kurmancî di 13 cildî da îsal ji alî wezareta kultur û turîzmê ya Tirkiyê va hat çapkirin.
Wezareteka Tirkiyê kitêb çap kiriye, hin kes bi şelafî pesin û methê Erdogan
didin, Erdogan bi ezmanan dixin, sipasî wî dikin, fena ku Erdogan çêyiyeke pir mezin bi me kiribe.
Wezareta kultur û turîzmê kitêb çap kiriye, çima hûn di methê Erdogan da bi hev ra ketine reqabetê?
Xwendevanên Hindik Rindik gihîşt sedhezaran
Maşela û hezar carî meşela, înşela kes min nezerî, çavînokî neke. Îsal xwendevanên bloga min
Hindik-Rindik pir zêde bûne. Jimara xwendevanên ji yên gelek malperên xeberan buhurî ye.
Di meha adarê da 95812 kesî riya xwe bi bloga min
xistiye, xwendiye, bala xwe dayê.
Meha borî, di nîsanê da 20 hezar zêde bûye, jimar bûye
115905.
Piştî 19 sal xebat û berdewamiya bênabên û 10753 nivîs, xebata min mêwa xwe da, jimara xwendevanên min derket hezaran.


















