20 maj 2026

Serokê Meclîsta Tirkiyê gotina "bajarên kurdan" qebûl nekirye

Serokê Meclîsa Tikriyê Nûman Kurtulmuş ji parlametera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê ra gotiye, ”gerek hûn nejêjin bajarên kurdan, vê gotinê ji pêşniyara xwe derxin”!

Mêrikan dev dîtine pê da dirîn. Gava meriv dest nebe xwe, teslîm bibe dijmmin aşûnî dibe, navê welatê meriv, gotina welatê kurdan, bajarên kurdan jî li meriv qedexe dikin.

Ji me da ye, me ew gewî kirin. Mêrikan bala xwe danê çi dixwazin bi serok û siyasetmedarên me didin qebûlkirin.

Lema Nûman Kurtulmuş gotiye ”gerek hûn nebêjin bajarên kurdan”, ev tê maneya cudakariyê(seperatîzmê), tirk bi vî navî aciz dibin.

Mesele çi ye, Numan Kurtulmuş çima waha gotiye?
Parlamentera DEM partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê ji bo “kuştinên qatilnediyar”, wendayên di dema desteserkirinan da, înfazên bêdadgeh pêşniyarnameyek daye Serokatiya Parlamentoyê kiriye, xwestiye li ser van bûyeran lêkolîna wan kirin.

Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş, ji ber ku Newroz Uysal Aslanê di pêşniyara xwe da gotiye ”bajarên kurdan” pêşniyar red kriye, gotiye nebêjin bajarên kurdan.

Hukûmeta Erdogan û Bahçelî navê Kurdistanê, ala Kurdistanê li kurdan qedexe dikin, wa ye gotna ”bajarên kurdan jî” qebûl nakin, dibêjin gerek hûn nebêjin bajarên kurdan, tirk ji vî navî aciz dibin.
Hukûmeta qebûl neke em bibêjin ”bajarên kurdan” zirnîq jî nadin kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar