20 maj 2026

Destê bixebite li ser zikê têr e

Meriv nebîne zor û zahhmetê, naxwe tu nîhmetê. Ji bo ku meriv mêweyê darê bixwe, di bin siya wê da rûne dibê meriv destpêkê lê mêze bike, av bide, heta mezin dibe. 
Destê bixebite li ser zikê têr e. Zikê destê nexebite tim birçî ye.

Serketinên siyasî jî wisa ne, dibê meriv bixebete, zû neweste, îstîkrarê, berdewamiyê nîşan bide.
Ji bo ku însan baweriyê bi te bînin, bibin hevalên te gerek karên te, praktîka te bibînin, baweriyê bi te bînin.

Demek berê li Amedê 100 kes civiyan û tevgereke bi navê "Platforma Neteweyî ya Kurd îlan kirin. Dûra deng ji wan biliya.
 
Xwestin ez jî tevê bibim, min qebûl nekir, min got ew îmkanên min ên xebatê tune. Ez naxazim navê min hebe, lê di xebatê da tunebim.

Do min dît 16 kes jê veqetiyan e. Çendakî berê jî çend kesên din bi beyanekê gotibûn em ji hereketê veqetiyan e. Yanî berî dest bi xebatê bike belav bû.
Teşebusên wiha di nav milet da dibin sebebê bêhêvîtiyê.

XXX

Meriv kanibe bi zimanê xwe,nehêle bişemite baş e.

Nigê meriv li kevir keve, meriv bilikume, ya jî bişemite û bikeve,kane rabe ser xwe. Lê bi zimanê xwe bişemite hew tê ser xwe.

Ji bo wê jî gerek meriv rişma zimanê xwe zêde bernede,ji bo ku neşemite. Zimano leqleq, serîyo teqreq.

XXX

Ji merivê cahil ra tu hurmetê bikî ewê bibêje ji min ditirse. Ji bo wê jî dibê meriv xwe ji meriv cahil dûr bigire, pê ra teşrîkî mesaî neke,pê ra nîqaşên siyasî neke.Dûro bi nûro baştir e.

Merivê cahil cesûr e,meriv nizane kînga ewê çi zirzopiyê bike. Kane eslê xwe jî înkar bike

XXX

Li Hindistanê berpirsiyarekî dewletê serdana îbadetxaneyekêdike, ji ber wir germ e, efendî klîmayên xwe bi xwe ra biriye.Kilîma ne bes e, hin kes jî efendî baweşîng dikin. Hindistana bi sedmilyonan însan di nav sergo da dijîn kesên wiha dinyanedî, ji însanîyetê bêpar jî lê hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar