Meriv kevir davêje ji birca belek da, navêje ji sepeta rêxê da. Neyarên me û hevalên wan kesên kurdperwer, azadîxwaz reş dikin, dibêjin di nava kurdan da, bi taybetî jî di nava ciwanan da nasyonalîzm xurt dibe, dibê dewleta tirk vê talûkeya mezin bibîne û rê li ber vê pêşketinê bigire.
Helbet dijminên me ewê ji zêdebûna miletperweran bitirsin, çimkî ew hevkariya bi dewletê ra, entegrasyonê red dikin, azadî û serxwebûna miletê xwe diparêzin.
Kurdên nasyonalîst xwedî fikir û îdeolojiya antî kolonyal in, li dijî asîmîlasyonê û entegrasyonê ne.Entegrasyon, qebûlkirina helandinê û tirkbûnê ye. Ji bo ku em nebin tirk, li welatê xwe kurd bimînin dibê em xwedî îdareyeke netewî bin, dibê em xwe îdare bikin. Em bi zimanê xwe perwerde bibin, navê welatê me, ala me ne qedexe be.
Dibê em jî wek tirkan xwedî eynî mafan bin û ji bo vê micadelê bidin. Gerek em viya ji tirkan bixwazin, ne entegrasyonê, yanî tirkbûnê....
XXX
Hin kurdên zaza dibêjin em ne kurd in. Li ser zaza kurd in,
ne kurd in di medyaya sosyal da, di odeyên sohbetê da nîqAş tên kirin.
Bi
baweriya min nîqaşa bi kesên dibêjin em ne kurd in ra şaş e, ji karê bêtir
zirarê dide kurdan, mesele berfireh dibe. Reqlama wan dibe.
Bi nîqaşê ew kes îqna nabe, nabe kurd. Dibê meriv bi wan ra
nekeve nîqaşê. Bêfeyde ye, bi zirar e.
Tu pîsiyê çiqasî zêde tev bidî ewê bêtir
bîn bide, xerabtir bibe.
Kî dibêje ez ne kurd im bi kêfa xwe ye, kes nikane bi
nîqaşê kesî bike kurd. Bira çend hezar kes ji me kêm bin.
Lê ne zaza tenê, hin êzdiyan jî dane ser riyeke xerab, ew jî
dibêjin em ne kurd in, em êzdî ne. Êzdîtiyê new ek dîn, wek qewm qebûl dikin,
dibêjin êzdî miletekî ji kurdan cihê ye.
Helbet ev ne rast e, êzdîtî wek îslamê, wek şîîtiyê, elewîtiyê baweriyekî dînî
ye, ne qewmekî ji kurdan cihê ye.
Di vê meselê da tiliya êrmeniyan heye, wan hin kurd bi hin bertîlan berra
bedena kurdan dan. Dpra tirkan jî dest avêt vê meselê.
Lê tiştê ez dibînim, ne jî zazayên ketine feqa dijmin, ketine deprasyona ruhî, ne
êzdiyên dane ser riyeke şaş bi nîqaşên di platformên medyaya sosayal da îqna
dibin.
Nîqaşa bi wan ra reqlama wan e, feydeyê dide wan û zirarê dide me. Bi ya min,
kî xwe kurd qebûl nake oxir be jê ra.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar