30 november 2018

Tirkiye di warê belavkirina nûçeyên derew da li dinyayê welatê herî virek e.



Li gorî rapora ”Reutersê ya 2018a ya Nûçeyên Dijîtal” di warê xeberên dîjîtal da Tirkiye welatê herî bêtir gilî lê hatiye kirin.

Yanî medyaya tirk, li dinyayê medyaya herî virek e. Û ev vir jî bi emir û ji ber tirsa hukûmetê tê kirin. Çimkmî ji sedî 90ê medyaya tirk girêdayî hukûmeta AKPê ye.

Tirkiyê di 11 mehan da 14 kurdên başûr kuştin



Li gorî Rûdawê nivîsîye Tirkiyê îsal, di 11 mehên borî da di bombebaranên herêma Amediyê û Duhokê da 14 gundî kuştine.

Ji ber bombebaranên balafirên tirk tirsek mezin di nava xelkê herêmê da belav bûye û hatin û çûna navbera gundiyan qut kiriye. Ji tirsa bombebaranên balafirên tirk hin gundiyan zarokên xwe ji xwendingehan derxistine.

Nivîsandin tiştekî xweş û bi feyde ye



Tenê qîmeta fikrê derbasî nivîsê dibe heye, yên din hemû ji kefteleftên, ji xeyalên bi ber bê dikevin wêdatir ne tiştekî din in.

///Emile Zola


Heger meriv dixwaze her tiştê di jiyana xwe da dîtiye, jiyaye bi xwe ra nebe gorrê dibê binivîse; ya wek bîranîn, ya wek rojane, yanî bi hawakî binivîse.

29 november 2018

Îro min ne guh da sar û sermê û ne jî vizîna bê


Îro Stockholm gelkî sar e û bayekî pir heye. Min kir nekir xanim bi min ra derneket, got meriv di ber bê dihere, ez ji malika xwe dernakevim.

Li ser vê, min xwe baş jidand û ez bi tenê derketim. Berê min ket bê, min dît ez nikanim bimeşim. Min îstîqmeta xwe guhert, min îcar pişta xwe da bê... 

Li ser trajediya Silêmanê kurd



Vê êvarê(28/11) li Kitêbxaneya Kurdî danasîna lêkolîna(kitêba) Rohat Alakom ya dawî hebû. Navê kitêbê "Silêmanê kurd li Swêdê" ye.

Kitêb li ser kurdekî sêwî ye, di sala 1929a da ji Ukranyayê bi malbeteke swêdî ra hatiye Swêd û di sala 1981ê da, di 70 saliya xwe da wefat kiriye.

Navê wî yê bi kurdî Silêman e û yê bi swêdî jî Alexander Knutas e.

28 november 2018

Tirkiye li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne


Êdî zarok jî, kerr û kor jî zanin hukûmeta AKPê neyartiya kurdan ji xwe ra kiriye madeya yekem. Û heta Erdogan û koalîsyona MHP-AKPê li ser hukim be li tu beşekekî Kurdistanê ewê bela xwe ji kurdan venekin.

Lê ne hukûmet tenê, dewlet jî, hemû partiyên tirk jî, miletê tirk jî wek hukûmetê difikirin, ew jî dibêjin gerek li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û desthilat. Azadiya kurdên rojava ewê azadiya kurdên bakur bi xwe ra bîne, ewê bibe destpêka azadiya kurdên bakur.

27 november 2018

Ji çêkirina qahwa kizwana ra jî hostayî lazim e



Ez û qahwa kizwana...
Îro Stockholm 5 derce di binê sifirê da sar e. Em nuh ji meşa xwe ya rojane hatin. Em saetek û 20 deqîqeyan meşiyan. Lê derve xweş bû. Bedena meriv germ serma ne problem e.

Xanimê ji Wêranşarê nîvkîlo qahwa kizwana bi xwe ra anîye. Heta do jî min berê şîr dikeland û dû ra qahwe davêtê. 

Dîndariya Daîşê milet gêj kiriye


Numûneyek ji serpêhatî û çavdêriyên xanimê.
Cergî xanima min ji welêt hatiye her êvar mesleyek, serpêhatiyeke wê tê bîrê. Ji ber ez pê ra neçûm welêt û min guhertinên nuh nedîtine, ez bi zanetî dikevim bin û dixwazim ji min ra qala çavdêriyên xwe û tiştên dîtine bike.

26 november 2018

Tirkî li Hewlêrê jî bûye zimanê bazarê !



Yekî bi nasnavê, bi mexlasa Darîan Dvîn, li ser serpêhatiyeke xwe ya li Hewlêrê di twîtta xwe da wiha gotiye:

Temiya diya min !


Diya min li Diyarbekrê dimîne. Nuha(do êvarî, 25/11) pê ra peyivîm. Pîreka mezin e, hinekî nexweş e. Wek her tim dîsa ji min ra barek dua kir û di dawiyê da got:

Sibehekê jî bi maçekê min şiyar bike !




Dîk bi berbangê ra ji pînê derket û dest azanê kir. Bi azana dîk ra mirîşk ji xewa sibê ya şîrîn jiyar bû û bi gazin û nazdarî ji dîk ra got:

25 november 2018

Hêkedims jî li menuya xurîniya me zêde bû



Abdulah Keskîn vê sibehê xwarineke ev 40 sal in min nexwriye û ji bin da bîr kiriye ji nuh ve bi bîra min xist. 

Piştî min rismê ”hêkedimsê” di twîtta wî da dît, min tavilê zend û bendên xwe vemaltin û ji xwe û xanimê ra hêkedims çê kir. Ji xwe xanimê dimsa torê û rûnê nivîşkê Qerejdaxê jî bi xwe ra anîbû.

Musîbeta hatiye serê me neyê serê kevir û kuçikan !



"Birako, musîbeta daketiye serê milê vî miletî, musîbeteke bi qasî ya dojehê ye. Ne xew bi min ra hîşt, ne jî îştah."
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî.

24 november 2018

Erdogan li Diyarbekrê kurdekî xulamê dewletê layiqî namzediyê nedît


AKPê qeyûm kirine namzedên belediyeyên Diyarbekrê û Hekariyê. Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî qeyûm kirine namzed.

Diyar e Erdogan kurdên bûne xulam û cahşên dewletê jî layiqî namzediyê nabîne. Lema jî ne kurdekî diyarbekrî, qeyûmê Diyarbekrê kiriye namzedê belediyê.

Min zanîbû her kes kal dibe...


Sal û roj derbas dibin, 

însan kal û pîr dibin 


û dû ra jî dimrin 


û ji vê dinya ronak bar dikin, 


berbî gerdûneke ne diyar ve koç dikin, 


diherin, 


diherin 


û ji vê rêwîtiya bêvegr hew vedigerin.

23 november 2018

Li ber me du rê hene


Wek kurd du rê li ber me hene, li gel hemû zor û zahmetiyan ya emê bi israr bidin dû xeyalên xwe yên azadîyê û serxwebûnê, ya jî emê bindestîyê û koletiya ebedî qebûl bikin.
Tercîh ya me ye.

Ya emê bindestiyê qebûl bikin û hêdî hêdî bihelin û di dawiyê da  bibin tirk, ya jî emê li ber xwe bidin heta em welatê xwe rizgar dikin û digihîjin azadiya xwe.

Pirsa axê û bersîva şelaf



Axê ji şelafekî xwe pirsî:
-Sifir çi ye?
Yê şelaf bersîveke tam ya şelafan da, got:
-Li huzûra we ez…

XXX

Kerem bike
Li tiyatroyê lîstikvan ji ber îcaba rolê xwe bi xizmetkarê xwe da qîriya, got:
-Zû mihîna min bîne !
-Temaşevanekî çors bi dengekî bilind got:
-Ma ker be nabe?
Lîstikvanê li ser sahnê xwe aciz nekir, got:
-Dibe çima nabe, kerem bike !


XXX

Bîn bike
Yê nexweş çû ser tuxtorê daxîliyê. Dora wî hat, tuxtur ew tazî kir û bi STETOSKOPê(aletê tuxtor pê li dil û laşê nexweş guhdarî dike)ew miayene kir, li pişta wî, li sînga wî guhdarî kir:
-Bîna xwe bigre, bîna xwe berde, bîna xwe bigre, bîna xwe berde…
Bi vî hawî miayene qediya, got temam, tu kanî kincên xwe li xwe kî…
Yê nexweş pere ji bêriya xwe derxist, dirêjî tuxtor kir û jê ra got:
-Bîn bike, bîna xwe bigre, bîn bike, bîna xwe bigre, bîn bike, bîna xwe bigre.

XXX

Nikanim bidim
Du feqîran sohber dikirin, ji vir û wir dipeyivîn. Yekî ji yê din pirsî, got:
-Heger du erebeyên/otomîblên te hebin tu yê yekê bidî min?
-Helbet ezê bidim te, bira yek ji min ra û yek jî ji te ra be. Ma ezê du ereban çi bikim?
-Heger du xaniyên te hebbin, tu yê yekî bidî min ?
-Qey ezê bidim. Ma ezê du xaniyan çi bikim?
-Ê baş e, heger du mirîşkên te hebin tu yê yekê bidî min?
-Na, ezê nedim.
-Ji bo çi tu yê nedî?
-Ji ber ku du mirîşkên min hene, loma nikanim bidim…

XXX

Ew serî li min digerîne
Hakim ji Temelê laz pirsî, got:
-Tu çima deynê vî camêrî nadî ?
Temel bi hustuxwarî, bi dengekî melûl got:
-Hakim bi geg, bi dayinê ezê bidim, lê belê ev sê sal in ez jê moletê dixwazim nade, tim serî li min digerîne…

22 november 2018

Teqawidî xêra Xwedê ye


Carnan ez ji teqawîdiyê(malneşîniyê) gazinan dikim lê îro ez gihîştim wê baweriyê ez şaş im. Şikir ji Xwedê ra ez û xanim teqawid in. Teqawidî xêra Xwedê ye, meriv li malika xwe rehet dike. Me ji xwe ra kêf kiriye.

Îro ez û xanim çûn bajêr, em ji xwe ra hinekî geriyan û me ji xwe ra hinek tişt mişt jî kirî.

Di çûn hatinê da, bi taybetî jî di vegerê da, çimkî danê êvarê bû, tirafîk pir qelebalix bû, di trên û otobozê da cî tunebû, milet pê li serê hev dikir. Ji bo em ji otobozê nemana me baz da, em bi zor gihîştinê. Li her rawestgehê me 10-15 deqîqeyan pa.

Teqawidî xêra Xwedê ye, ne em baz didin trên û otbobozan, ne jî di sar û sermayê da bi deqîqwyan li rawestgehan dipên.

Ez û xanim ji vê stresê xelas bûne, berbanga sibê zîle saeta me lê naxe û em ji xew ranabin. Em li malika xwe rûniştine, dilê me kînga bixwaze em wê saetê ji xew radibin. 

Bi bîna fireh qahwa xwe didin ser û xurîniya xwe dikin. Û dû ra jî em derdikevin der û ji xwe ra saetekê, du saetan  digerin.

Yanî teqawidî xêra Xwedê ye, ji teqawîdiyê netitirsin. Heger hûn kanin texsîr nekin teqawid bibin , hûnê ji stresa çûn hatinê û trafîkê xelas bibin.

Me do li mekanekî debdebe şeveke pir xweş derbas kir



Do êvarî bi xêra xanimê me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir. Do derengê şevê min bi kurtî qal kir û got ezê îro bi bîna fireh binivîsim. Ez mêrê soza xwe me, nuha ezê qala teferûata wê bikim...

21 november 2018

Dijmin hezkirina welat bi me ra kêm kiriye


Tirk ji bo welat û dewleta xwe her hîleyê dikin, her dek û dolabê digerînin, her derewê, her bêbextiyê, her zulmê û heta bigihîje qetlîaman dikin. Dibêjin gava mewzû, mesele welat be tu tiştê em nekin tuneye.

20 november 2018

Tirkan kinc û girêdana pîrekên Wêranşarê jî asîmîle kirine



Fermo bîstekê li govend û daweteka Wêranşarê temaşe bikin. Li Wêranşarê em ji govendgiriyê ra dibêjin ”BAZDAN”.

Yanî em him ji bazdanê(revê)ra û him jî ji govendgirtinê, ji reqsê ra dibêjin bazdan. Govendgir di govendê da baz didin...

Min bala xwe da çend vîdeoyên dawetên Wêranşarê. Di vîdeoyên dawetên Wêranşarê da kincên jinan û keçan bala min kişand.

Him li dijî asîmîlasyonê ye û him jî bi tirkî dinivîse...


Siyasetmedarê kurd e. 

Serokê partiyekê ye.

Ronokbîr e.

Nivîskarekî kurd e. Bi kurdî kitêb nivîsîne.

Şair e.

Kurdekî gelek zulm lê bûye, bi salan di zindanan da maye. Ji ber zulma dewletê reviya Ewrûpayê. Bi salan e li Ewrûpayê dijî. Bi tu hawî ne mecbûr e bi tirkî bipeyive û binivîse.

Xwezî pîvaneke nivîskariyê û şairiyê jî hebûya


Hin kar, hin sinet hene dibê meriv bizanibe, gava meriv nizanibe, ji heq dernekeve nikane bike.
Meriv şofêriyê nizanibe nikane erebê bajo.
Meriv ne tahmîrcî be nikane şanzûmanê, motorê û debriyeca texsiyekê, qamyonekê tahmîr bike.
Meriv ne hoste be nikane xaniyekî lêke.
Meriv ne cerah be nikane nexweşekî emelîyat bike.
Meriv ne terzî be nikane pantorekî, çakêtekî bidrû.
Meriv ne pîlot be, bibêje ez pîlot im jî nikane balafirê bi hewa xe.
Meriv ne tuxtorê dirana be nikane diranê kesî çê ke, kes jê ra nabêjê tuxtor.
Meriv ne matamatîker be, ji matamatîkê fêm neke nikane dersa matamatîkê bide.
Meriv bi zimanekî din nizanibe nikane tercumaniyê bike.
Lê yekî bayê edebiyatê bi serê wî neketibe, nizanibe edebiyat çi ye jî dibêje ez edîbim û dersa edebiyatê dide xelkê
Yekî nizane şiîr çi ye, dibêje ez şair im, şiîra dinivîse û dibe şair.
Yekî nizane roman çi ye romanan dinivîse, dibe nivîskar û li ser romanê, edebiyatê dersê dide xelkê.
Xwezî wek kar û sinetên din pîvaneke, mîtroyeke şairiyê, nivîskariya romanê jî hebûya

19 november 2018

Min go ma hûn vî artîstî nas dikin ?



Pirseke min ji we dost û hevalan heye. Ev xortê kurd di salên 1970 û 80î da artîstekî pir bi nav û deng bû, îdolê keçan bû. Nuha bûye kokime piştxûz, ketiye ber destan, kes li ruyê wî nanêre.
Gelo hûn wî nas dikin?

Min bi destê xwe ji xwe ra kar derxist



Ji min ra kar derket. Him jî karekî ez ji heq nayêm der. Xanimê bi xwe ra îsot û ava îsota aniye. Min temî kiribû. Dibê nuha ez jê ra çîk çê kim.

Xweha min ji me ra bi destê xwe ava îsota derxistiye û du babet jî îsot çêkirine. Yek ji bo şîvê û tirşikê ye û yek jî ji bo çîk, nanê goşt û zelete ye. Ev îsota ji bo çîk û nanê goşt mohr e, sorekî tarî ye. Pir xweş e, meriv kane wek kunciyan bipeçîne…

Çima ez nawestim


Xortekî meraq kiriye, di twîtta xwe da ji min ra gotiye: ”Mamoste tu qet nawestî ? Wele ez heyrana hêz û enerjiya te me.”

Na nawestim. Ma dijmin diweste?

Dilê kesî êdî bi koran jî naşewite



Mêrik çend quriş xist mista parsekê li ber dîwêr rûniştibû û bi henûnî jê ra got:
-Tu kût î lê dîsa jî ji Xwedayê xwe ra dua bikî tu ne kor î. Ya tu kor bûya te yê çi bikira?
Parsek got:
-Keko bi gorra bavê te min korîtî jî ceriband, lê wê jî zêde pere neanî. Bawer bike di korîtiyê da jî êdî kar tuneye. Dinya xera bûye, gunehê kesî êdî bi koran jî nayê…

XXX
Îmamê lezok
Melê mizgeftê nimêja terawîhê pir bi lez dida kirin, cimat di xwîdanê da mabû. Yekî ji nimêja terawîhê dereng mabû ket hundur mizgeftê. Berî qametê bigre ji yê li kêleka xwe pirsî:
-Ma we pir kiriye? Ezê kanibim bigihîjim we?
Mêrik xwîdana eniya xwe pak kir û got:
-Heyra bi Xwedê em yên hundur bi mele ra nagihînin, tu yê çawa xwe bigihînê?

XXX

Mamoste ji Gulçînê pirsî:
-Tu ji dibistanê hez dikî?
-Erê, pir jê hez dikim.
Ji bo çi tu jê hez dikî?
-Heger dibistan tuneba tahtîl jî ewê tunebûya.

XXX
Nuha min fêm kir
Şêroyê biçûk bi meraq ji diya xwe pirsî:
-Dayê, porê te çima spî ye?
Diya wî got:
-Her cara tu gurra min nakî û min xemgîn dikî têlek porê min spî dbe.
Şêro keniya û got:
-Hehaaa, nuha min fêm kir porê dapîra min çima spî bûye…

XXX
Ezê bixwim
Mamoste ji Lezgînê biçûk pirsî:
-Ji bo pasta beyat nebe tu yê çi bikî?
-Ezê bixwim.



18 november 2018

Navê gêzera me bûye "hûço" û yê şînê jî bûye "yas" !



Cergî xanim hatiye ji min ra piço piço qala hin sosiretên, hin tiştên dîtiye û bihîstiye dike.

Bîstek berê em ji gerrê hatin, min sarîncok vekir û hin mêwe û sebze jê derxist. Du sê gêzer nerm bûbûn min yek avêt û yek jî qaş kir, ji bo bixwim. Ji min ra got mahrûmo tu zanî navê gêzerê li wir hatiye guhertin, bûye tiştekî din.

Efendî li hemberî zulimkaran bêdeng e lê ji reva însanan gazinan dike



Dîrokzan û kemalîstê tirk Îlber Ortayli, bi tirsonekî ji terora hukûmet dide meşandin, ji rev û koçberiya ji tirsa dewletê gazin kiriye, gotiye:

17 november 2018

Maşalê heta ez vegerim Keşe bernedin...


Law li vê dinyayê her kes li berjewendiyên xwe difikire, gunehê kesî bi kesî nayê.

Xanim ji min ra dibêje dema ew li welêt bûye tim ji der û dora xwe ra gotiye maşalê heta ez vegerim keşe (Andrew Brunson) bernedin.

Min bi meraq got ”ji bo çi?”

Li Tirkiyê par 2,7 milyon kesî cî guhestiye



Li gorî rapora Dahîra Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2017a da li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 684 hezar û 820 kesan bajarê xwe guhertine. 

Di salekê da 2, 7 milyon însan cî û warê xwe biguherînin reqemeke pir mezin e, ancax li welatekî herb lê hebe koçberiyeke hewqasî mezin çê dibe. 

Fotograf û tesîra wî



Gotina fotograf, gotineke yûnanî ye û tê maneya xêzkirina bi ronahiyê. Yanî aletê fotografkêş yê herî muhîm ne makîne ye, ronahî ye, ronahî tunebe fotograj jî nayê girtin.

Li gorî vê, meriv kane bibêje fotografkêş ne ji tariyê, ji ronahiyê hez dike, çimkî ronahî tunebe ew nikana karê xwe bike.

Bela xwe jê veke bira gijomijo be !



Yekî serzulût, sê çar têl por bi sere wî ve mabû çû ser berber. Berber berî dest bi kurkirinê bike jê pirsî:
-Keko porê te bi kîjan alî da bişkînim, şe bikim?
Mêrik got:
-Bi alî rastê da...

16 november 2018

Tirkiyê bela xwe di rengên kesk, sor û zer daye



Tirkiyê rengên ”kesk, sor, zer û spî” ji ber ku rengên ala kurd e li balafirxaneyên xwe yasax kiriye.

Benikê rengîn bi bahola(walîza)kê ve be li balafirxaneyên Tirkiyê benik jê dikin, baholê tahrîb dikin û hin caran jî îfadeya xwediyê baholê digrin. Dibêjin te çima ev benikê rengîn bi bahola xwe ve kiriye?

Swêdî bi destên xwe malikê li xwe diviritînin


Ev rehetî ji van swêdiyên totikvala ra namîne, îslamîst nuha ewê welatê wan jî bike wek welatên xwe....

Li Swêd krîza siyasî her ku diçe kûrtir dibe. Partî li ser xerîban, bi gotineke din li ser musilmanan û îslamîstan ketine gewriya hev û welat ev du meh û nîv e bê hukûmet e. Û her ku koçber tên îslamîst zêde dibin û ji bo civatê dibin gelş û tahlûkeyeke mezin.

15 november 2018

Li ser zextên dewletê yên li ser Avestayê



Abdulah Keskîn li ser zext û êrîşên dewletê yên li ser Avestayê di twîtta xwe da gotiye:

”Îsal, 23 saliya Avesta ye, pirsên di sala dawî de ji me hatin kirin, di van 23 salan de nehatine kirin. Insan dipirsin; ev kitêb li ser me bê girtin, li malê bê dîtin ê çi bibe? Normal gerek e tiştek nebe lê a rast em nikarin bêjin ê tiştek nebe, ji ber ku dibe û bûye.

Sebebê bindestiya me ne ji ber xurtiya dijmin, ji ber bêtifaqiya me ye


Gotineke emerîkiyan heye, dibêjin ”Yekbûn destpêk e, domandina yekîtiyê pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.”

Me kurdan hîn şertê pêşî bi cî neaniye, me hîn yekîtiya xwe çê nekiriye. Her partiyeke me li têlekê, li meqamekî dixe.

Siyasetmedarên me siyasetê ne li gorî şert û realîteya welatê me, li gorî hest û îdeolojiyên xwe dikin.

Dijminên me dema hewece be hemû dijayetiyên nabêna xwe didin aliyekî û li hemberî me dibin yek.

Lê belê partiyên me gelşên xwe yên siyasî, îdeolojîk û şexsî tu carî nadin aliyekî û li hemberî dijminên xwe yê mişterek nabin yek. Û ji bo wê jî ew tim têk diçin yek bi yek.

Dibê em baş bizanibin sebebê bindestiya me ya heta nuha ne ji ber pirbûn û xurtiya dijminên me ye, ji ber bêtifaqiya me ye. Gava em bêtifaq in dijminên me rehettir zora me dibin.

Roja hemû serokên kurdan û hemû partiyên xwedî hêz berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî, partîtî û malbatî ra girtin, a wê demê emê kanibin zora dijminên xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe. 

Heta partî neyên vê nuxtê, heta serok azadî û serxwebûna Kurdistanê di ser her tiştî ra negrin halê me ewê tim ev halê perîşan be, emê gavekê bi pêş da û du gavan bi paş da herin, emê tu carî ji bindestiyê xelas nebin…

14 november 2018

Xanimê barek êmîş bi xwe ra aniye



Xanimê bi hatina xwe ne tenê ez dilşa kirim, barek êmîş(mêweyên hişkirî û şîranî) û baharat jî bi xwe ra aniye, ji benî, bastêq, kêsme, mewîj, mişmiş û tûyan, bigre, heta bi îsot, ava îsota, dims û ava hinaran, hema çi tê bîra wa bi xwe ra aniye. Tiştên anîne ev in:

Îro dawî li tenêtiya min tê



Xanima min îro saet 17.00 tê, bîstek din ezê rabim herim pêrgî. Ev du meh in me hev û du nedîtiye. Belkî nuha bîriya min kiribe. Lê belkî jî du mehan ji min xelas bûbe û ji xwe ra rehet kiribe.

Heger ez rastiyê bibêjim min bi xwe bîriya wê kiriye. Em fêrî hev bûne û hev û du îdare dikin.

13 november 2018

Li ser rexnegirên kurmanciya min rexne dikin



Do di şiroveyeke xwe da min peyva ”protesto” bi kar anî bû. Xoretekî gotibû ew gotin ne bi kurdî ye…

Îro jî xortekî dîsa peyva ”cesaret”ê rexne kiriye, gotiye ”Xalo cesaret= wêrîn e, cesur= wêrek e.”

Min jê ra tiştek negot.

Heger PKK dixwaze kurdên rojava azad bibin dibê PYDê û YPGê rehet bihêle



Ezê gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim, heger PKK dixwaze Amerîka û Hêzên Hevpeyman piştgiriya kurdên rojava bikin, heger PKK dixwaze kurdên rojava bi ser kevin û Tirkiye bela xwe ji PYDê û YPGê veke dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr bixe û PYDê û kurdên rojava rehet bihêle.

Qeyûmê dewletê peykerê Ehmedê Xanî perçe kir



Qeyûmê dewleta tirk yê Qersê peykerê Ehmedê Xanî da perçekirin. Xerakirina sembolên kurdan yên netewî û peykerên mezinên kurdan berdewam e. Qeyûmê dewletê yê Dîgora Qersê, peykerê Ehmedê Xanî da rakirin.

12 november 2018

Mêwe û pel û pincar bixwin û hemû nexweşiyan ji xwe dûr xin



Li ser bextê pisporan be, dibêjin li gorî lêkolînên nuh kesên mêwe, sebze û pel û pincar zêde dixwin kêm bi nexweşiya dil  û  qanserê(penceşêrê)dikevin.

Weleh xêra Xwedê ye, ez kêm dixwim lê ji nuha û pê da ezê zêde bikim. Xanima min zêde sebze û pel û pincar dixwe.

Heqê xwe li min helal bike...


Xelo li ber mirinê bû. Ban xanima xwe kir, jê ra got:
- Fatê, va ye ez dimrim. Tu nizanî lê ezê rastiyê bibêjim, min gelek caran tolazî kir, ez gelek caran bi jinên din ra razam. Va ye ez dikim bimrim, heqê xwe li min helal bike !
Fatê got:
-Kuro Xelo, ma tu dibêjî belkî min tu belasebeb û ji kêfa jahrdadayî kir?

XXX
Ji sofî Bişo pirsîn, gotin:
-Sofî, ma tu dibêjî Remezan ji me memnûn e, em vê meha mubarek memnûn dikin ya na?
Sofî Bişo got:
-Pir memnûn e, pir memnûn e û him jî çawa ! Heger ne memnûn ba her sal 10 rojan zûtir nedihat...

XXX
Korta gund û sê biaqil
Li gundekî Konyayê kortek hebû, gelek kes bi şev tê wer dibûn, birîndar dibûn, seqet diman. Gundî li hev kom bûn, gotin em çi bikin, çi nekin, rabûn ji nava gund sê kesên pir biqail hilbijartin. Gotin ancax ew kanibin çareyekê ji vê kortê ra bibînin.
Hersê biaqil ji bo dîtina çareseriyê li hev kom bûn. Yekî got:
-Bira ambûlansek tim li hinda kortê be. Dema yek di kortê wer bû, bira tavilê bigihîne nexweşxanê.
Yê din got:
-Ez dibêjim em nexweşxaneyekê li vir çê kin ewê baştir be. Wê demê ewê birîndaran zû bigihînin nexweşxanê.
Satilmiş Dîlbaz got:
-Law bi Xwedê serê we qet naxebite, em vê kortê bigrin û herin li kêlek nexweşxanê kortekê bikolin. Wê demê kî tê wer bû nexweşxane di ber da ye.

XXX
Ji bo çewliga(çiftliga) mirîşkan li mudûrekî digeriyan. Rûvî jî miracet kir. Miracaeta rûvî qebûl kirin, gotin temam emê te bigrin. Lê tu çiqas meaş(mûçe) dixwazî?
Rûvî got:
-Weleh ji kena ez nikanim bibêjem, hema hûn çi bidin min qebûl e...
Formulärets överkant

11 november 2018

Çend bîranînên min li ser Wêranşarê û Dêrika Çiyayê Mazî



Heta salên 1970î jî li Dêrikê bi tirkî peyivîn şermeke mezin bû, henekê xwe bi meriv dikirin, eynî meriv dikirin qird û didan lîstikandin. 

Kî li Dêrikê bi tirkî bipeyiviya bi henekan ba jî tilî têve dikirin, xeberên bi wezn û kafîye ji meriv ra didan, meriv wek Xoce Nesredîn paşpê li kerê siwar dikirin û ji Dêrikê bi rê dikirin...

Emê çawa ji vê bela mezin xelas bibin ez nizanim...



Erdogan dîsa gotiye di demek nêz da ewê ”rojhilatê Ferêt ji bin destê rêxistineke terorîst derxin û aramiyê bînin wir”, yanî ewê rojavayê Kurdistanê, Serêkaniyê, Amûdê û Qamîşloyê jî di demek nêz da wek Efrînê dagir bikin.

10 november 2018

Li dijî asîmîlasyonê gaveke gelkî muhîm



Li dîjî asîmîlasyonê û ji bo parastin û pêşdabirina kurdî îro li Diyarbekrê civîneke tarîxî çê bû.

Civîneke pir derengmayî be jî lê tarîxî ye û dibê ev platform belav nebe û her alîkarî pê ra were kirin.

Kurdayetiyê hinek bi erdê ve zeliqandin û hinek jî bi asîmanan xistin


Kurdayetiyê gelek kes perîşan kirin, bi çol û çepelan xistin, di zindanan da rizandin, bi keviran ve zeliqandin, îş û felekatên nemayî anî serê wan. 

Lê li alî din gelek kesên pênc pera jî nakin, gelek rût û sûtên kuçan jî kirin xwedî meqam û serwet.

Di warê asîmîlasyonê da kî çi kar û zirarê digihîne kurdan



Zane nezan, gelek kes di medyaya sosyal da dinivîse. Hinek pir tên taqîbkirin û xwendin û hinek jî kêm.

Kurdên nezan, cahil û tirkiya wan xerabe nikanin zêde zirarê bidin kurdan, çimkî ne zimanê wan û ne jî zanîna wan kesî cezbî tirkî nake, lema jî meriv kane bibêje xizmeta wan ya ji asîmîlasyonê ra bi sînor e.

Dibê edebiyata pornografîk jî bi pêş keve


Ez dibêjim kitêbên, nivîsên, romanên, çîrokên pornografîk ewê pir werin xwendin. 

Kurdê xwendin û nivîsandinê nizanibe jî ewê fêr bibe û bixwîne. 

Her kurdê berê xwe bide kurdî.

09 november 2018

Kurd û îslamîyet û musilman


Di nava hemû musilmanan da miletê herî medenî, herî demokrat û herî xwedî tolerans kurd in.

Numûneya herî berbiçav Parlamentoya Kurdistana Federe û Rojavayê Kurdistanê ye. 

08 november 2018

Serok û siyasetmedarê kurd dibê bi tirkî xîtabî gelê xwe neke !



Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) dike navê xwe biguhere, bike ”Partiya Komunîst a Kurdistanê”.

Çi bibêjim, ser xêrê be !

Serokê OSPê kekê Sînan Çîfteyurek do(7/11) di twîtteke xwe da mizgîniya guhertina navê partiya xwe wiha daye me û gelê kurd:

Her kes hêrs dibe lê her tim ne di cî da


Li ser hêrsbûnê Arîsto wiha gotiye:
-Her kes hêrs dibe, ev rehet e. Lê belê tam bi kesê heq kiriye, tam bi qasî hewce ye, tam di wextê da, tam di cî da û tam bi usûl hêrsbûn ne di qudreta her kesî da ye û ne jî rehet e.
///Aristoteles

Ez qeyûmê nuh im



Temelê laz çû bi kelecan gummm, gummm li deriyê cîrana xwe xist. Jinekê derî vekir, got:
- Fermo, xêr e îneşelah ?
Temel got:
-Bîstek berê mêrê te hat girtin. Ez qeyûmê nuh tayin bûme…

07 november 2018

Gava hûn hêrs dibin herin bimeşin



Ez nuh ji meşa xwe ya rojane hatim. Mijekî pir heye, çav çavan nabîne. Min çend rismên golê û qû ya(qubeqaza)bi tenê ajnê dikir girt lê baş dernekt.

Gava ez hêrs dibim pir digerim, hêrsa xwe, kerba ji meşê digrim. 

Îro tam saetek û çel deqîqeyî meşiyam. Yê matamatîka wî xurt bira bibêje ez çend km. meşiya me.

Dibê hevalên PKKê nekevin panîkê



Biryara Amerîka ya ji bo sê berpirsiyarên PKKê biryareke neheq e. Di praktîkê da  tu maneyeke wê ya mezin tunebe jî lê sembolîk helbet pir muhîm e. 

Lê belê dibê meriv ji bîr neke Amerîka ne îro, ji 1992 ya û vir da ye PKK xistiye lîsteya rêxistinên terorîst. Yanî di heqê hin berpirsiyarên PKKê da biryareke wiha ne ecêb e.

06 november 2018

Tiştê hûn bi xwe nakin ji xelkê nexwazin



Di 29ê cotmehê da 7 partî û rêxistinên kurdî û 2 partiyên Tirkiyê li Diyarbekrê hatin ba hev û platforma li dijî asîmîlasyonê ava kirin.

Van 9 partî û rêxistinan bi kurtî gotin rewşa zimanê me ne baş e, asîmîlasyon pir pêş da çûye, lema jî dibê em kurd di hemû warên jiyanê da bi kurdî bipeyivin.

Çavê Amerîkayê PKKê dibirre...



Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo sê berpirsiyarên PKKê xelat daniye.

Di beyana Wezarata Karên Derve ya Amerîkayê da tê gotin kî di heqê Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan da agahdariyê bidin, ciyên wan ji wan ra bibêje ewê di nabêna 3 milyon û 5 milyon Dolarî da bidin xwediyê înformasyonê.

Dibê meriv dil carnan azad bike




Tenêtî îşekî zor û zahmet e,
jiynake bi meşaqet e.
Bi taybetî jî gava meriv serxweş e
Meriv kane bi xwe ra bipeyive
lê bersîv dan zahmet e.

Îstîxbarata Hollanda dibêje Daîş ji bo xwe ji nû ve organîze bike Tirkiyê wek baregeh bi kar tîne



Li gorî rapora îstîxbarata Hollanda (AIVD) Daîş ji bo xebatên xwe, ji bo ku xwe ji nû ve organîze bike, Tirkiyê wek baregeh, wek şargeheke stratejîk bi kar tîn ve.

Rapor dibêje, Daîş li Tirkiyê xwe reorganîze dike û ev yek jî ji bo Ewrûpayê tahlûkeyeke mezin e.

05 november 2018

Xulamiya dijmin rûreşî ye


Berî mirina xwe ji tiştên dixwazim bibînim yek jî xwefiroşên îro di telewîzyonên tirk da xulamî û şûrkêşiya Erdogan dikin, dewran biguhere û li ortê bimînin û rezîl bibin.

Berê hewqas telewîzyon tunebûn, meriv hewqas zilamên dewletê û xayinên qewmê xwe nedidît, nas nedikir.

Li ser neveroka hindik-rindik agahiyek biçûk



Çendakî berê min got ezê hin carnan pêkenîn û heyranokan biweşînim. Heta nuha ji herdu beşan jî min çend heb weşandin. 

Lê nuha min biryara xwe guhert. Ji nuha û pê da ezê heyranokan, dîlokan hew biwşînim. 

Ma tu dibêjî hewqas tişt ez li qursa Quranê fêr bûme?


Xelo rojekê di nava nivînan da ji jina xwe pirsî, got:
-Fatê, min meraq kir, berî em bizewicin, tu dostik mostikên te, tu yarên te hebûn ya na?
Fatê berê xwe bi Xelo da kir û got:

04 november 2018

Hela hûn bala xwe bidin vê heramî û pîncîtiya Tirkiyê !


Îran, Îraq, Sûriyê jî welatê me dagir kirine, ereb û faris jî dijminên me ne, ji me hez nakin, naxwazin em azad bibin.

Lê tu dewlet bi qasî Tirkiyê û tu milet jî bi qasî tirkan ne neyarê hebûna me ye.

Şevbêrkek ji hevaltiya 40 salî



Em çend heval do êvarî mîvanên Vîldan Saîm Tanrikulu û Şukran xanimê bûn. 

Şeveke pir xweş bû. Me geh kêf kir, me geh bi siyasetê serê hev kerr û gêj kir. 

Em rûniştin heta derengê şevê, me carnan qala roj û demên borî kir, carnan jî teqreq û teşxeleyên îro lê zêde kir.

03 november 2018

Darên pelweşandî û bi mêwe



Payiz demsaleke rengîn û pir xweş e. Dar rengrengî dibin, xweza/siruşt dîmenên pir xerîb çê dike. Erd dibe berreke Qerejdaxê, tu kîjan rengî bixwaze tê da heye.


Li ser rêya her roj ez ji wir derbas dibim, li wan deran digerim, meşa xwe ya rojê dikim, çend darên sêvên pelweşandî bala min kişandin.

Qet metirse



Bijîşk nexweşê li ber emelîyatê aşt(teskîn)dikir. Got qet metirse, telaş û endîşe meke, çawa be jî, bi vî hawî ya jî bi wî hawî, heta hefteyekê tu yê ji vir derkevî...

XXX
Piştî miayenê bijîşk ji nexweşê xwe ra got:
-Cixarê nekşîne, çayê qahwê û alqolê venexwe. Û dibê tu neçî ba xanima xwe, yanî xwe nêzî jinan nekî.
Mêrik got:

Xwedê ewê bela te bi te lê nizanim kînga



Yekî rojekê xewnek dît. Xewna xwe meraq kir, rabû çû ba rimildar(fahlvan). Xwest rimildar jê ra fahlekê veke. Dest pê kir xewna xwe ji rimildar ra îzah kir, got:

02 november 2018

Rojê saetekê bimeşin û hemû nexweşiyan ji xwe dûr xin



Kovareke sendîka me teqawidan bi navê ” Här&Nu”  yanî ”Vira û Nuha” heye. Ji du mehan carê dertê. Naveroka wê bêtir li ser xwarin, vexwarin û siheta me kal û pîran e.

Di vê jimara 5a da dibêje berê jî dihat gotin, lê bi lêkolîneke din jî tê îspatkirin rojê nîv saet meş(ger, pîyase kirin)ji bo sihetê pir baş e, rê li ber felcbûnê (enfarktûsa mejî; strokê)digre. 

Helal be ji Erdogan ra



Li gorî medyaya tirk nivîsîye Erdogan ewê di 10ê mijdarê (10/11)da here Fransayê.

Siyasetmedarên ewrûpî pir tirsonek, bêexlaq û pîs in. Ji bo pera tiştê feda nekin, kesê ji ber ranebin û nedin ser serê xwe tuneye.

01 november 2018

Daîş plana jenosîdeke bi sedmilyonan dike

Jurgen Todenhofer


Pisporê terorê Jurgen Todenhoferê alman bi lawê xwe yê 31 salî Frederic ra 10 rojan di kampên Daîşê da jiyaye û bi gelek berpirsiyarên wê ra peyivîye, hevpeyvîn kiriye.  Û ev çavdêriyên xwe 3 sal berê bi navê ”Di Kampên Daîşê da- Li Dewleta Îslamî 10 Roj” (Inside IS - 10 Tage im ‘Islamischen Staat) belav kiriye.

Li gorî Jurgen Todenhofer, îdeolojiya Daîşê ya îslamî û hedefên wê ji ya nazîyan pir û pir mezintir û talûketir e.

Şair hinekî delodînî ye



-Şair, tiştekî basksivikê îlahî ye, heta îlhamê negire, heta xwe wenda neke, gava li ser hişê xwe be nikane tiştekî binivîse.

Ez nizanim kê ev gotin gotiye, lê kê gotibe rast gotiye. Bi rastî jî şair benderuhekî “îlahî “ ye, dibê hinekî delodînî be...
Şairê dil bixeyidîne û zêde guh bide aqil nikane bibe şair.

PARVE BIKE