Carnan ez ji teqawîdiyê(malneşîniyê) gazinan dikim lê îro ez gihîştim wê
baweriyê ez şaş im. Şikir ji Xwedê ra ez û xanim teqawid in. Teqawidî xêra
Xwedê ye, meriv li malika xwe rehet dike. Me ji xwe ra kêf kiriye.
Îro ez û xanim çûn bajêr, em ji xwe ra hinekî geriyan û me ji xwe ra hinek tişt mişt jî kirî.
Di çûn hatinê da, bi taybetî jî di vegerê da, çimkî danê êvarê bû, tirafîk pir qelebalix bû, di trên û otobozê da cî tunebû, milet pê li serê hev dikir. Ji bo em ji otobozê nemana me baz da, em bi zor gihîştinê. Li her rawestgehê me 10-15 deqîqeyan pa.
Teqawidî xêra Xwedê ye, ne em baz didin trên û otbobozan, ne jî di sar û sermayê da bi deqîqwyan li rawestgehan dipên.
Ez û xanim ji vê stresê xelas bûne, berbanga sibê zîle saeta me lê naxe û em ji xew ranabin. Em li malika xwe rûniştine, dilê me kînga bixwaze em wê saetê ji xew radibin.
Bi bîna fireh qahwa xwe didin ser û xurîniya xwe dikin. Û dû ra jî em derdikevin der û ji xwe ra saetekê, du saetan digerin.
Yanî teqawidî xêra Xwedê ye, ji teqawîdiyê netitirsin. Heger hûn kanin texsîr nekin teqawid bibin , hûnê ji stresa çûn hatinê û trafîkê xelas bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar