31 mars 2020

Fêmkirina hin tiştan zor e



Min nizanîbû kurdên başûr jî diçin li Qibrisa tirkan di zanîngehên wan da dixwînin.

Qibris ne dewlet e, ne welatekî serbixwe ye, bêyî Tirkiyê kes Qibrisê nas nake. Lê 325 xwendekarên kurd dîsa jî ji başûrê Kurdistanê çûne Qibrisê xwendinê. 

Lawkê min bi şev hato min nas ne kir


-Ava Şetê Cizîra Bota avek şîn e
Pêla navê har û dîn e
Were serê xwe deyne ser vê çokê,
ser vî ranî
Me mineta tirş û hinara xelkê nîne.

30 mars 2020

Trajediya jiyanê


Yek pir kal bûbû, êdî kar û bar jê nedihat, ne sax bû, ne jî mirî bû. Lawekî wî yê bêxêr hebû. Lawik rojekê ji bavê xwe aciz bû, girt ew xist sepetekê û bir danî serê çiyayekî, ji bo gur û keftar bixwin.

Wexta lêwik ew danî erdê û zîvirî here mala xwe, bavê ban kirê, gotê:

-Lawê min, tu diherî lê te sepeta xwe ji bîr kir. Were sepeta xwe hilde bibe mal, rojekê ewê ji te ra lazim bibe.

Ma tu hevalê kê yî?



Çend nêçîrvan rûniştibûn û ji hev ra qala bîranînên xwe yên nêçîrvaniyê dikirin.Yekî ji hevalekî xwe pirsî:

-Em bibêjin li daristanekê tu bi tenê yî û ji nişka ve hirçekê êrîş anî ser te. Tu yê çer bikî?

-Ezê tivinga xwe ji milê xwe deynim û têkim eniya wê.

-Em ferz bikin ku tivinga te tuneye.

-Wê demê ezê kêra xwe bikşînim û pê xwe biparêzim.

-Em ferz bikin ku kêra te jî tuneye.
Li ser vê, nêçîrvan bi hêrs got:

-Lawo nuha tu hevalê min î yan tu hevalê hirçê yî?

Ehmeq
Berî hilbijartinên parlamentoyê lîsteya kesên ku ewê bibûna namzedên partiyê dihat çêkirin. Serokê partiyê pêşniyar kir, got:

-Dibê hûn Mistefa beg ji bîr nekin, navê wî miheqeq têxin lîstê.

Ji cimatê hinek li dij derketin, gotin:

-Misto ehmeqekî li dera hanê ye, ne yê vî karî ye…
Serokê partiyê gotina wan birî, got:

-Li welatê me ehmeq ne hindik in, dibê meriv li wan jî bifikire, wan jî bê nûner nehêle.

Pilana ker
Yekî Qerejdaxî êzing li kerê xwe kiribû û diçû bajêr. Dema nêzî bajêr bû, du bajarîyên di durfê taciran de rastî wî hatin.

Bajariyan xwestin henekên xwe bi yê qerejdaxî bikin. Silav danê. Dema yê Qerejdaxî sekinî, kerê wî jî sekinî. Bi qerf jê ra gotin:

-Ma ev kerê te wiha çi difikire, dixwaze çi bike?
Yê qerejdaxî got:

-Ji kişandina êzingan aciz bûye, difikire li bajêr bi cî bibe û ji xwe ra ticaretê bike.

29 mars 2020

Min biryar da bêtir bixwînim


Van rojên meriv li malika xwe ye, zêde dernakeve derve, baştir e meriv wexta xwe bêtir bide xwendinê. Min dest pê kiriye lê ezê hinekî din bi pêş da bibim.

Lêhatin e, fersend ev fersend e, di van rojan da meriv kane xuyê xwe yê xwendinê hinekî bi pêş xe.

Meriv hin tiştan hêdî hêdî fêr dibe û piştî demekê êdî bi meriv ra dibe xûy û rûtîneke rojane.

Tirk nabênê nadin neyartiya xwe


Qeyûmê Batmanê zimanê kurdî ji sîteya belediyêderxistiye. Înformasyonên li ser Vîrusa Koronayê tenê bi tirkî ye, bi kurdî tuneye.

Hukûmet bi derewan dibêje kurdî ne yasax e, lê di prakîtê da kurdî li kurdan yasax dike.

Di nav hukûmetê da bi dehan wezîr û parlamenterên xwedêgiravî ji xwe ra dibêjin em kurd in hene, lê yek jî nikane li hemberî vê îcrîata irqçî, faşîst dengê xwe bike. 

28 mars 2020

Wêrekî ne ehmeqî ye


Tirsonekî, newêrekî tu carî ne baş e, meriv ne tirsonek, wêrek be baştir e, meriv tim li karê ye.

Lê belê bêtirsî, wêrekî dibê nebe sebebê meriv xwe ji mirinê, ji tiştê ji meriv ra bi zirar e neparêze. 

Xwe ji nexweşiyê, ji mirinê neparastin ne wêrekî ye, nezanî, cahilî û ehmeqî ye.

Di vê tofanê da jî tirk bela xwe ji kurdan venakin



Di vê tofan û rojên haşer û mahşerê da, ferman rabûye, kes nikane ji mala xwe derkev, artêşa tirk başûr û rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike. Avê li ser bi sedhezaran kesî qut dikin.

Yanî bênabên kurdan terorîze dikin, nahêlin kurd rojekê bê êş û azar bijîn.

27 mars 2020

Wey gundîno, kevir û kuçên Xwedê lê barîno...


-Li min û rêka Qereçoxê
Şalûl û bilbilan xwendin li serê xoxê
Ji xêra Xwedê ra destê dostê nû girtibana,
yê kevn danîbana ser qazoxê.

Tobe



Mele roja îniyê li mizgeftê waz dida û qala xerabiya araqîyê û vexwarina alkolê dikir.

Yekî araqvexwur jî wê rojê di nav cimatê da bû. Dema dît mele pir dirêj dike, bîna wî teng bû, hêzî ser xwe kir û ji nav cimatê rabû.
Gava sola xwe kir pê, şûşa şerabê ya di bin çeng da got şerq û li redê ket û bîna şerabê defiya. 

Cimat matmayî ma, her kesî berê xwe pê da kir. Bala xwe dayê êdî bi veşartin nayê, lema jî got:

Mirin tahl e

Keyo Cegerxwîn


Heyf û mixabin, vîrusa koronayê do lawê seydayê Cegerxwîn ê mezin Keyo Cegexwîn ji nava me bir.

Bi vê xebera reş û wefata ji nişka ve ez pir xemgîn bûm. Bira serê malbatê û hezkiriyên wê sax be. Xwedê sebrê bide zarok û malbata wî.
Gorra wî behişt be.

Her kes zane mirin heye û rojekê ewê dor were wî, wê û dost û hevalên wî jî.
Lê dîsa jî mirina hevalê meriv, dostê meriv bi meriv pir zor û giran tê, meriv nikane qebûl bike.

26 mars 2020

Simaq, dîndarî û dereweke bi boçik


Di medyaya sosyal da vîdeoyek tê parvekirin. Di vîdeoyê da îmamek dibêje jineke şirnexî du şevan Hz.Mihemed di xewna xwe da dîtiye.

Xwedêgiravî Hz. Mihemed jê ra gotiye ji însanan ra bibêje dermanê vîrusa koronayê simaq e.

Wî jî gotinên jinikê nivîsîye û bi vê vîdeoyê xelkê ji vê yekê agahdar dike.

Û bi hezaran, belkî jî bi milyonan însan jî ji vê vira bi boçik bawer dikin.

Wêrekiya cahiliyê


Heta çendakî berê jî tirk û hinek kurdên me jî li hemberî vîrusa koronayê pir xemsar bûn, pir cesûr xuya dikirin, henekê xwe bi koronayê dikirin, digotirn qedera meriv çi be ew e, her tişt di destê Xwedê da ye, filan û bîvan...

Gelek kesên nezan, dîndar û meleyên cahil bi hin gotin û xurafeyên beradayî milet ji ser rê da dixistin, dibûn sebebê însan xwe neparêzin.

Nezanî, cehalet meriv xemsar û cesûr dike. Gava însa nizane ewê çi were serî natirse, bêtir wêrek dibe. Yanî wêrekiya nezaniyê jî heye.

Ruh şîrîn e


Heta du hefte berê jî min û xanimê hema hema her roj riya xwe bi marketeka nêzî mala me dixist û tiştek dikirî. 

Li der û dora herêma me çend markêtên bi çûk û mezin hene, em diçûnê, me tişt ji ser dikirî.

Lê ev deh roj in nigê me bi markêtekê nebûye, ji me ra çi lazim be lawikê me yê biçûk diçe dikire.

25 mars 2020

Di tarîxa me da îro



Îhsan Nûrî paşa û xanima wî Yaşar xanim

Serokê serîhildana Agirîyê û endamê Xoybûnê general Îhsan Nûrî Paşa îro, di 25ê adara 1976a da li Tehranê di qezayeke tirafîkê da çû ber dilovaniya Xwedê.

Bi hurmet û bi hezkirineke bêsînor bibîr tînim.

Di vê fermanê û tofanê da tirkan dîsa av ji ser bajarê Hesekê birrîn.



 Tirk dixwazin bi sedhezaran kurdî bêav bihêlin û ji tîna bikujin

Ji ber vîrusa koronayê li seranserê dinyayê ferman rabûye, her kes ketiye heyra ruhê xwe.

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, her kes di malên xwe da hefs bûye. A di rojeke wiha da Tirkiyê dîsa av ji ser bajarê Hesekê qut kiriye, bi sedhezaran însan bêav hîştine.

24 mars 2020

Weleh tirk ne tu tişt in lê bûne tişt


Heta tişt neqewimin, bûyerên mezin çê nebin mistewa û qelîteya miletan û çap û cidîyeta dewletan xuya nabe.

Bûyera Vîrusa Koronayê nîşan da tirk him wek civat û him jî wek dewlet ne tu tişt in. Berê henekên xwe bi vîrusê kirin, serok û birêvebirên hukûmet û dewletê gotin ”tu vîrus nikane zora tedbîrên me girtine bibn.!

Alimên wan, merivên tirk gotin îmana wan qewî ye, vîrus mîruz nikane tiştekî bi wan bike, Xwedê di qedera meriv da çi nivîsî be ew tê serê meriv.

Nuha jî li têleke din dixin.  

Tiştê meriv bîr nabe



Pîrê gêrmî(meyir) nuh ji ser êgir danîbû, xistibû leganê û ji bo sar bibe danîbû ser qeraxa dika hewşê. Bala xwe dayê sofî li dor dike û leganê diçe û tê, bi hin tiştan mijûl dibe. Jinikê zanîbû sofî yekî netebitî û çi çepilxwar e, kane qezayekê bike. Loma jî bang kirê, jê ra got:

-Bira haya te ji te hebe, tu li leganê neqelibî û gêrmiyê nerjînî !
Sofî xwe tertiland, got:

Ji kal û pîran ra xerab hatiye


Nifşê min nifşekî pir bêşans û bêtalih e, derd û kulên dinyayê û kurdayetiyê ne bes bûn, Vîrusa Koronayê jî xwe da ser. Di jiyana xwe da me gelek tirajedî û tiştên ne xweş dîtin, em bûn mexdûr û şahidên gelek felaket û bobelatên mezin .

Tu dibêjî belkî nifşê min, em ji bo êş û azarê bibînin, derd û kulan bikşînin hatine vê dinya malkambax.

Qet rojekê jî dilê me şa nebû, me tiştekî baş û xweş nedît, tim derd, qahr û êş azar bû para me.

23 mars 2020

Tirkan tu carî nexwestine bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê


Tirkiyê di sala 1959a da daxwaza endametiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê kir. Ev 61 sal e Tirkiye di bin navê endametiyê da Yekîtiya Ewrûpayê dixapîne û jê pera dixwe.

Di asasê xwe da tirkan tu carî ji dil nexwesitine bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê, tu carî fikir û daxwazeke wan a wiha çênebûye.

Îsotê ji mitbaxa xwe kêm nekin

Îsot


Navê sîrê, pîvazê û leymûnê wek panzehîra vîrusa koronayê derketiye, bala min lê ye her kesî zor daye wan.

Lê dermanê herî baş, îsota Rihayê hatiye jibîrkirin. Ev neheqîye li îsota me.

Tuxtoran navê îsotê negotibin ez dibêjim jî îsot ji leymûnê, ji sîrê û ji pîvazê ne kêmtir e.

Temiya min li we, îsotê ji mitbaxa xwe kêm nekin. Îsot dermanê her derdî ye, tu nexweşî û vîrus newêre xwe nêzî wê bike.

22 mars 2020

Di van rojên tengezar da gelo meriv çi bike?



Di van rojên ne xweş, bînteng, mişt tirs û xof da ji ber ku meriv li mal e, wer di hundur da ye, bibê nebê bîna meriv teng dibe. 

Tiştê herî baş meriv ji xeber û nivîsên li ser Vîrusa Koronoya bêtir, tiştên din bixwîne, bala xwe bide ser tiştên din. Roman, çîrok, şiîr, bîranîn û tiştên wiha bixwîne. 

Lêhatine, hey meriv li mal e, dibê meriv ji vê fersendê baş sûdê bigire, zorê bide xwendinê.

21 mars 2020

Îşev dil wek mihîneke kihêl rabûye pêdarê

Arjen Arî


Ji şevê çûnî da ye dîwanên Arjen Arî dixwînim. 

Ji xwe min hemû dîwanên wî dane ser masa xwe ya xebatê, tim li pêş min in, tim çavê min li wan e.
 
Gava kela dilê min radibe, gav dil dîn har dibe, gava derd û xemên xerîbiyê û dinyayê li dil dibin bar û serbar, hêdîka, bi îtîna, bi hezkirineke kûr, wek kitêbeke pîroz radihîjim yekê û dest bi xwendinê dikim, dixînim, dixwînim heta sebrê dixapînim û dilê reben aş dikim…

Şahid



Hakim ji xwediyê dozê pirsî, got:
-Te li vî merivê han gilî kiriye, te gotiye bi rê da li te xistiye. Tu giliyê xwe didomînî?
Mêrik got:
-Erê, ez lê gilî dikim û dixwazim were cezakirin.
Hakim got:
-Şahidê te heye?
-Belê heye.
-Ka navê wî bibêje, em ban bikinê û lê guhdarî bikin.
-Weleh şahidê min Xwedê ye hakim beg.
Hakim keniya, got:
-Bi şahidiya wî ne tu kanî li kesî gilî bikî û ne jî ez kanim kesî ceza bikim.

Nezanî
Şevekê du rahîbe ji kuçeyeke pir tarî derbas dibin. Ji nişka ve du berdûş riya wan dibirin, berê hinekî bi zor û dûra jî bi rehetî tecawizî herduyan jî dikin.
Piştî karê xwe diqedînin ji rahîbeyan yek destên xwe berbî asîmanan ve vedigire û dibêje:
-Ya Rebî tu van cahilan efû bike, ji ber ku rebenan nizanin çi dikin.
Rahîbeya din jî eynî weke hevala xwe destên xwe ber bî hewa ve vedigre û dibêje:
-Ya Rebî hevala min rast dibêje, li wan were rahmê, wan efû bike!

Rapora dînîtiyê
Di heqê girtiyekî ji mêrkuştinê mahkime dibû ji tiba edlî du raporên cihê ji mahkimê ra hatibûn. Di raporekê da digot yê girtî ”hişê wî li serî ye, merivekî biaqil e”, di rapora din da jî digot, ”şîzofrenekî paranoyak”e.
Hakim piştî herdu rapor jî xwendin serê xwe xurand, mizicî û got:
-Weleh eynî wek raporên di heqê demokrasiya me da ye, hinek dibêjin li Tirkiyê demokrasî heye, hinek jî dibêjin ji bin de tunye,

Yekî dîn e
Karkirekî tîmarxanê bi lez çû ket hundur emniyetê ji pûlisan ra got:
-Zû bikin! Dînekî pir berbat ji tîmarxanê reviyaye, kane zirareke mezin bide xelkê.
-Pûlisan pirsîn, gotin:
-Merivekî çawa ye?
-Yekî serzulût e, porê wî gijomijo ye...
-Tu him dibêjî yekî serzulût e û him jî dibêjî porê wî gijomijo ye. Ma ev çawa dibe?
-Ma hûn fahm nakin, ez dibêjim dîn e, dîn e !

Mele û berdûş
Yê berdûş di jiyana xwe da cara pêşî çû mizgeftê û li weaza mele guhdarî dikir.
Mele digot, alkol heram e, her şûşeya li vê cîhanê tê vexwarin li wê cîhanê ewê bi hustiyê kesê araqvexur ve were kirin. Û kesên li vê cîhanê araqê venexwin li wê cîhanê ewê 40 horiyên Cinetê bidin wan. Yê berdûş bi meraqdarî ji mele pirsî, got:
-Mele, wan şûşeyên ewê bi hustuyê meriv ve bikin, ma ewê vala bin ya tije bin?
Mele gelkî qeherî, got:
-Lawo zindîq, ma tu dibêjî qey ew dinya meyxane ye?
Yê berdûş jî di bin gotina mele da nema, got:
-Ê qey ew dinya din kerxaneye tu jî 40 horîyan li xelkê belav dikî?

Şerê ji bo tiştê tune
Serbazekî tirk ji serbazekî îngilîz ra got:
-Hû mêrikê emerîkî tenê ji bo peran şer dikin. Derdê we tenê pere ye. Lê em tirk ne ji bo pera, ji bo şan û şerefê şer dikin, ji bo me pere qet ne girîng e.
Serbazê emerîkî keniya, got:
-Ê weha ye. Li ba kê çi tunebe ji bo wiya bi dest xe şer dike.

Ezê silavê deynim ser silavê


Lawkê min razayîye ez şiyar nakim
Heke cotkarîye ezê êmekî li ber ga kim
Heke şivan e ezê kahr û berxan ji bedêlê dan kim
Heke nimêjkar be ezê nimêja sibehê ji bedêla wî qeza kim.

Bi tesadufî bû helawa Newrozê



Ji aciziyê min nuha ev helawiya ji xanimê ra çê kir. Wek her tim dîsa qusûrek lê dît, got te pir şîrîn kiriye.

Lê him got pir şîrîn e û him jî tebax paqij kir...
Ax ji derdê jinan...

Hûn kanin vê helewiyê wek şîraniya Newrozê qebûl bikin. Bi tesadufî bû, lê xweş li hev hat...

20 mars 2020

Meriv nikanibe fêde bigihîne gelê xwe gerek zirarê jî nedê


Gava meriv nikanibe fêdeyê bigihîne gelê xwe, baştir e zirarê jî nedê. Hin siyasetmedar bi siyaseta xwe, bi karê xwe, bi tirkiya xwe zirareke pir mezin didin kurdan.

Ez bibêjim çawa û çima… 

Hin siyasetmedarên kurd bi kurdî nizanin, hinek pir kêm zanin, hinek jî naxwazin dev ji tirkî berdin. 

Li gorî wan nivîsîn û axaftina bi tirkî şert e, ji bo wê jî ew dev ji tirkiya xwe bernadin.

Însan êdî bi nig silavê didin hev



Hawê silavdanê jî hat guhertin, êdî kes wek berê silavê nade hev, kes newêre bi destê kesî bigre.

Ji ber tirsa Vîrusa Koronayê li Swêd însan êdî wek berê silavê nadin hev. Berê însanan destên xwe didan hev, bi vî hawî silav didan hev û xatir ji hev xwestin.

Lê nuha ew adet hatiye guhertin, ji dêlî însan bi destê hev bigrin, pozên solên xwe li hev dixin.

Meriv navê sîxur û dewleta li pişt venaşêre !



Li gorî Rûdaw dinivîse mihafizekî wezîrî berê yê malîyê sîxurê, (ajanê)dewletekê bûye, li Hewlêrê ji alî pûlisên asayişê ve hatiye girtin û sûcê xwe, sîxuriya xwe îtîraf kiriye.

Lê tiştê ecêb pûlisê esayişê navê kesê sîxur û dewleta jê ra sîxurî kiriye eşkere nekiriye.


Ev şaşiyeke mezin e, meriv navê ajanekî û dewleta jê ra ajantî kiriye venaşêre. Gerek kurd vî xayinî û vê dewletê nas bikin...

19 mars 2020

Ev cara pêşî ye li hemberî nexweşiyekê însan xwe hewqasî bêçare dibînin



Berê di rewşên normal da gava kirîzek çê dibû hukûmetan, serokên banqeyên merkezî ji bo ku çerxa aboriyê bigere zanîbûn ewê çi bikin, kîjan tedbîrên ekonimîk bigrin.

Lê vê carê wer xuya dike alet û hacetên di destê wan da yek jî pere nake.
 
Însan rastî nexweşiyeke wer hatine dermanê wê nizanin, ev yek ji bo dinyayê ceribandineke tu carî nehatiye dîtin.

Sebebê kurmanciya şaşomaşo



Kurd diherin dibistanên tirkî, bi tirkî dixwînin, tiştan, ilim, zanînê bi zimanê tirkî fêr dibin.

Hin kurd jî li beşekî din ê Kurdistanê çûne dibastanên erebî, ew jî her tiştî bi erebî fêr bûne.

Kurdên bi tirkî xwendine, ilim, edebiyatê, tarîxê, yanî tiştên zanin bi tirkî fêr bûne. Kurdên bi tirkî xwendine gava bi kurdî dinivîsin, peyvên nivîsên wan bi kurdî ne, lê belê tevna nivîsê, sentaksa cumleyan bi tirkî ye, kurdekî bi tirkî nizanibe jê fêm nake.

Gerek meriv hewqasî jî ne bêwefa be !

Altan Tan


Kurdan heta nuha gelek kesên ne ji xwe, tirk, ereb, ermenî, suryanî, heta yên bêesil jî kirin reîsên belediyan û parlamenter, ew kirin xwedî pere, xwedî meaş, xwedî mal û milk.

Ji wan kesan hinek nankor û şîrheram derketin, nuha kurdan wek himalên nezan û kêmaqil dibînin. Henekên xwe bi kêmaqiliya kurdan dikin. 

Kurdan bi dilekî pak, bi hêviyekê ew kirin parlamenterên xwe. Lê ew vê destega kurdan wek himaliyekê, wek kêmaqliyeke kurdan dibînin.

18 mars 2020

Vîrusek dinyayê tehdît dike


Di tarîxê da ev cara pêşî ye însan rûbirûyê dijminekî ne xuya ne, dijminekî dinyayê gişî tehdît dike, lê kes nikane pê. 

Tank, top, balafir, fuze û hemû sîlehên di destê dewletan da yek jî pere nake; vî dijminê ne xuya sîleh û teknîkên di destê însan da hene giş pûç kirin, yek jî nikane şerê vî dijminê ne xuya, vîrusa koronayê bike.

Însan ji tirsa vîrus ewê di wan bigere qutifî ne, wek kûsiyan xwe kişandina qalikên xwe û pir bêçare xuya dikin.

17 mars 2020

Daxwaze hebe her kes kane ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî bike


Heger meriv bixwaze her kes kane bi hawakî, li gorî îmkan û şertên xwe ji ziman û welatê xwe ra xizmetê bike, fêdakê bigihînê.

Meriv kane vê yekê bi xebat û şerê li dijî dijmin bike.

Kane bi siyasetê bike.

Heger ji siyasetê hez neke, kane bi perê xwe bike.

Heger nivîskar be kane bi qelema xwe fêde bigihîne kurdî û kurdayetiyê...

Lo gidî kurê xelkê !


-Ez nexwş im were ser min
Guçê lihêfê hilde bikeve ber min
Heger bav û birayên min biêjin ew kî ye?
Ezê bibêjim Loqmanê Hekîm e serek da min.

16 mars 2020

Fermana kal pîran rabûye


Weleh fermana me kal û pîran rabûye. 

Hukûmeta Swêd, tuxtor û pirsporên swêdî dibêjin kal û pîrên di ser heftêyî ra ji gerek ji malên xwe dernekevin, neçin dikan û markêtan, li otoboz û trênê siwar nebin.

Dixwazin kal û pîrên feqîr gişan di malên wan da hefs û zindan bikin.

Erê ez hîn bi ser 70yî neketime, nuh ketime 70yî, lê dîsa jî li gorî aliman di qada tahlûkê da me.

Tirsa ji xelayê însan çavbirçî kirine



Şert û mercên jiyanê însan diguherîne, şikil dide şexsîyet û qerekterê însên. Hebûn, refah însên çavfire, comert, nazik, kibar dike. Tunebûn jî însên çavbirçî dikem dike wek gurê har.

Tirsa belavbûna vîrusê însan pir çavbirçî kiriye. Di dikan û markêtan da însan hin tiştên xwarinê, bi taybetî jî meqarne, ard, konserve û kaxetên tuwaletê ji destê hev direvînin.
Her refa tê dagirtin, di nava çend deqîqeyan da talan dibe. Bi însên ra kibarî, nazikî kêm bûye, her kes çavbirçî bûye, 
centilmenî nemaye.

15 mars 2020

Bapêşekê dinya li bin guhê hev xist



Hukûmeta Swêd îro biryar da kes neçe derveyî welêt. Yasax nekirine lê belê dibêje neçin. Çimkî yên herin belkî nikanibin vegerin.

Bi kurtî rewşa dinyayê her ku diçe xerabtir dibe. Bi qasî xuya dike vîrus ewê tesîreke pir mezin li seranserê dinyayê bike, bi tesîrên aborî ra, ewê tesîrên wê yên siyasî û civakî jî hebin.

Aboriya dinyayê rûbirûyê xetereke mezin e, heger di demeke nêz da dermanê vê mîqrobê nebînin, pêrgiyê lê negirin, aboriya dinyayê ewê baş biheje.

Sûc


Meleyê gund da ber gundiyan û hemû bi hev ra çûn dua baranê. Bi rê da dema di ber erdê xwe ra derbas bû, darê xwe di kêleka erd da çikand û got:

-A ev erd jî yê min e.

Piştî duayê, hîn bi rê da bûn bareneke wer dayê, aşît rabû, hemû erd di bin avê da man.

Mele di vegerê da dema dît ku tu tiştek di erdê wî da nemaye, hemû zad di ber avê çûye, kesereke kûr kişand û di ber xw da got:

14 mars 2020

Hin rojan wext têrê nake


Îro min zêde tiştek nenivîsî. Ez bi hin karên din ra hinekî mijûl bûm, min wext nedît tiştekî binivîsim. 

Weşanxana Dara ji bo kitêba min bîyografiya min ji min xwest, min tiştekî kin nivîsî û jê ra şand.

Occo Mahabad jî do gotibû ew portreyên nivîskaran amade dikin, ewê wek kitêbekê çap bikin, ji min bîyografiya min xwestibû. 

Li ser lêkera tomarkirinê


Kurdên başûrê Kurdistanê ji bo qeydkirinê, nivîsînê, ”tomarkirinê” bi kar tînin.

Yanî ji dilê bibêjin min navê xwe di lîsteyê da, di defterê da, li dahîreyê qeyd kir, tescîl kir, ya jî nivîsî, dibêjin ”min navê xwe tomar kir", filan keso navê xwe "tomar kir.” 

Koka lêkera ”tomarê, tomarkirinê" çi ye, ji ku tê ez baş nizanim. Lê bi min wek were maneya top kirinê, kom kirinê, civandinê.
Lê belê ciyê qeyd kirinê, tescîl kirinê, nivîsînê nagire.

13 mars 2020

Şaira ji evîndarê xwe welatekî dixwaze

Yildiz Çakar


Jînda Zekîoglu di malpera Gazete Duvarê da bi şair û nivîskara hêja Yildiz Çakar xanimê ra hevpevîneke pir şahane kiriye. Min hevpeyvîn do bi şev xwend. Him pirs xweş in, him bersîv mikemel in. 

Xwezî yekî bi kurdî jî hevpeyvîneke wiha bi qalîte bi Yildiz Çakar xanimê ra kiribûya û xwendevanên tirkî nizanin jî ev şaira jiyana wê mişt derd, kul û êş ji nêz ve nas bikirana. 

Pêşniyara min ji Yildiz Çakar xanimê ra, dibê ya ew bi xwe, ya jî bi yekî din vê hevpeyvîna xweş bike kurdî. Kovareke kane bike kurmancî û biweşîne. 

Li markêtê meriv digot belkî xela rabûye


Bîstek berê min û xanimê rahîşt ereboka xwe û me bi hev ra berê xwe da markêta ICAyê, me got ka em jî herin zexîra xwe bikirin û embara xwe dagrin. 

Çimkî beyanên berpirsiyaran roj bi roj însanan bêtir ditirsîne. Diyar e ne neheq in jî. 

Milet tişt mişt dikirî, lê heta nuha me ji xwe ra tu zexîreyeke zêde dananîbû. Me tiştek navêtibû binê kulînê, embara me, mexzena me, refikên me yên mitbaxê vik û vala ne. Me jî îro got çi dibe, çi nabe, ka em jî herin ji xwe ra hin tişt mişt bikirin, di hundur da em birçî nemînin.

Çavê li deriya xwelî li seriya

Alî Babacan


Alî Babacan û Ahmet Davutoglu herdu jî berê “emir eriyên” Erdogan bûn û hatine ceribandin. Ji wan ne def çê dibe, ne jî zurne.

Şermeke mezin e piştî hewqas tecrûbe û serpêhatiyên tahl û tirajîk, meriv hîn jî ji Babacan û Davutoglu ji bo kurdan tiştekî baş bipê. Yek jî ji Erdogan ne baştir e.

Ji hesinê xerab şure baş çê nabe, hesinê herduyan xerab e, jê ne kêr çê dibe, jî şûr. Pir pir kanin bibin maşe.

Sebra min nayê


Li der ve ximexima baranê ye, ji vêsê da ye ximîn e, venekiriye.

Li hundur bîna min teng bû.

Xanim dernakeve, dibêje baran e, wa ye qutiya xwe ya terzîtiyê derxist da ber xwe, dike ji betalî ji xwe ra karekî peyda bike. 

Belkî jî hin kincên pîne bike. Axir miheqeq ewê tiştekî li hev ragire.

12 mars 2020

Kurd îsal li Swêdê Newrozê pîroz nakin !

Neroza îsal hat betalkirin


Ji ber xeteriya Vîrusa Koronoyê kurd îsal li Swêd Newrozê pîroz nakin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê û NCDKê (Navenda Civaka Demokratik a Kurd) herduyan jî biryar dan îsal Newrozê ji ber xeteriya belavbûna Vîrusa Koronayê pîroz nekin.

Ji xwe li Swêd civînên qelebalix hemû hatine yasaxkirin û îhtîmal e dibistanan jî bi tevayî bigrin.

Pîvana min a dost û dijmin


Hinek kes ji hin rexneyên min gazinan dikin. Ezê li vir tiştekî zelal bikim.

Pîvana min a hezkirin û nehezkirinê, ya dostî û dijminatiyê.

Ji ber fikir û îdeolojiyê ez ne li dijî, ne dost û dijminê tu kesî, tu partiyê me.

Kuro dîno, xwe li ser banê me li ba neke...


Min bihîstî te ji xwe ra yek xwestî
Heger ji min çêtir be pîroz û bimbarek be,
li wî bextî, li wî cesedî
Na heger ji min pîstir be,
marekî reş pê vede,
goştê canê wê bihele,
bikeve ber vî lepî,
ber vî destî.

Mala Xwedê



Gundiyekî Sasonî diçe Farqînê. Ew di jiyana xwe da cara pêşî ye ku diçe bajêr. Kêfa wî gelkî ji bajêr ra tê û hema ji xwe ra rast û çep li kuçe û kolanên Farqînê digere. 
Dawiya dawî diçe ber Mizgefta Selahedînê Eyûbî. 
Dema çavên wî li mezinahî û xweşikiya mizgeftê dikeve matmayî dimîne. 

11 mars 2020

Min got îro şîrîn bixwim û şîrîn bipeyivim



Min nuha ji xanimê ra ev helawiya penêr çê kir. Bira nuha hûn li vir bûna û we tahm bikira, we yê bidîta bê min çi helawî çê kiriye !

Min bi hûrik û bi penêrê Mozzerella çê kir, bi navê Xwedê bûye loqim.

Heta îro ez di guhê gê da bûme



Ez di guhê gê da bûme, li Stockholmê ferman rabûye haya min jê tunebûye. 

Bîstek berê ez û xanim çûn ezexanê(dermanxanê)ji bo ku maska dev û ava şuştina dest bikirin.
 
Em çi bibînin, xelkê ezexane req û rût kiribûn, heta bigihîje bi sabûn, mabûnan jî nehîştibûn.
 
Em destvala vegeriyan mal.

Saw û xofa koronavîrusê gihîşt min jî



Heta nuha min yek gotin jî li ser "koronavîrûsê" nekiriye. Ev cara pêşî ye wz qalê dikim.

Pispor, her kes qal dikin, li ser tahlûkeya vê bêxwediyê dipeyivin, lê heta nuha min qet guh nedidayê.


Feqet hêdî hêdî saw û xofek berbî min ve jî tê, wek kalekî bere bere sawek min jî digire.

10 mars 2020

Di nava kurdan da reqlam pere dike


Kar û xebata meriv ya salan, ya ji bo kurd û Kurdistanê her tim ji alî însanan ve, ji alî civatê ve nayê dîtin û teqdîrkirin. Bi piranî piştî însan dimrin keda wan, kar û xebata wan tê kişifkirin. 

Ji bo civat karê te bibîne, teqdîr bike ya dibê tu bizanibî reqlama xwe baş bikî, ya dibê tu lobîstekî baş bî, ya jî dibê tu şelafê hin der û doran bî.

Erdogan masa YE terk kiriye



Min do jî nivîsî,  min got Erdogan û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê li hev nekirine, Erdogan bi xeyd civîn terikandiye vegeriyaye Tirkiyê.

Rojnameya îngilîz The Timesê jî eynî tişt nivîsîye, gotiye Erdogan û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê li ser koçberan li hev nekirin, Erdogan tu soza sekinandina koçberan neda Yekîtiya Ewrûpayê, mase terikand û çû.

09 mars 2020

Ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne !

Serokê belediya Amedê Dr. Selçûk Mizraklî


Dadgeha derewîn, hakimekî ruhkole 9 sal û 4 mah ceza daye serokê belediya Diyarbekrê Dr. Selçûk Mizraklî. 

Li Tirkiyê huqûq, dadgeh, hakim giş tiroviro ye, ev ceza ne huqûqî ye, siyasî ye. 

Qûqlayekî bi navê hakim li ser emrê jê ra hatiye ev ceza da Selçûk Mizaklî.

We nazî jî derbas kirin...

Yekîtiya Ewrûpayê bi bertîlkirina tirkan gorra xwe dikole



Serokê Tirkiyê Erdogan do dîsa got ”Hey Yûnanîstan, tu jî deriyên xwe veke û ji bin vî barî xelas bibe.”

Wek tê dîtin mêrik Ewrûpayê bi koçberên xwe tehdît dike, ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwaza, ji Yûnanîstanê ra jî dibêje tu jî wek min bike û ji koçberan xelas bibe.

Bêdengî şaş e û ne çare ye

Rawîn Stêrk


Mixabirê Rûdawê Rawîn Stêrk çend roj berê ji alî pûlisên tirk va ha girtin û sê roj berê jî bi îthama propagandeya "terorîzmê" kiriye hat tewqîfkirin.

Rûdawê heta nuha mesele sist girt, dengekî zêde dernexist. Ev, ne rast e, bêdengî, sistîya li hember tirkan şaş e, neçareserî ye. Gerek Rûdaw baştir li rojnamevanên xwe xwedî derkeve.

08 mars 2020

Gelşa pervekirinê hîn çareser nebûye


Wer xuya dike ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne. Ya jî gava kebanî ne jêhatî, ne tu kebanî be hevîr heram dibe û mal bê nan dimîne.

Tiştê hatiye serê min dişibe viya...

Ev çend roj in ji ber gelşa parvekirinê ez gêj bûme. Wê rojê ez pê hesiyam kes nikane nivîsên min ên facebookê parve bikin. Du rojan ez pê da ketim, xwedêgiravî min çê kir. 

8ê Adarê li we pîroz be!



Jiyan bi we xweş e. Dunya bi we xweş e. Hûn kulîk, gul û sosin û beybûnên dunyayê ne.
8ê Adarê roja jinan ya cîhanî li hemû jinên kurd pîroz be!

07 mars 2020

Pir ajot lê dawî xweş qediya...


Şikir ji Xwedê ra, piştî liberxwedaneke du rojan û bi xêra zimanê swêdî min gelşa parvekirinê çareser kir. 

Heger min zimanê facebookê nekira swêdî îşê min xerab bû, weleh ez heft rojên din jî pê da biketama min dîsa jî gelşa pervekirinê serrast nedikir.

Heta do jî min nizanîbû kes nikane nivîsên min ê Facebookê parve bike. 

Ji bo ku li ba min bişkoka parvekirinê xuya dikir, min digot belkî li ba hevalên min jî xuya dike.

Peyva şîrîn kêfa her kesî tîne


Wê rojê di min got "Li vê dunyayê tiştê herî pir min kêfxweş dike gava ez dibînim jin bi kurdî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin."

Ev twîta min a min hinekî pesnê xanim û xatûnan daye pir hatiye ecibandin,tam 3718 caran hatiye xwendin. Kêfa xelkê ji pesnan ra tê.

Hêvî dikim jinên bi kurdî dinivîsin zêde bibin. Hûn çiqasî pir bibin û bi kurdî binivîsin, ezê jî hewqasî pesnê we bidim. Ji we nivîs, ji min jî pesindan û halan.

Yekîtiya Ewrûpayê dîsa devê kîsik vekir



Min berê jî çend caran nivîsî, got ewrûpî ewê teslîm bibin û çend milyarên din jî têxin bêrîka Erdogan.

Texmîna min rast derket, wa ye dîsa devê kîsik vekirine û meblaxê xûgiyê zêdekirine. Dixwazin bi bertîlkirinê, bi rişwet û xûgiyê rê li ber koçberên Erdogan li Tikriyê kom kirine bigrin.

Ji Erdogan ra ji bo şerê li Sûriyê dimeşîne, meaşê çeteyên îslamî û S-400î pere lazim e, dibê Yekîtiya Ewrûpayê şerê Erdogan fînanse bike.

Weqfa dêrê



Keşeyekî hebû hinekî tolaz bû, bi nefsa xwe nikanîbû, zêde dilbijokê jinan bû. Bi roj rîh bi xwe va dikir, diçû dêrê keşetiya xwe dikir. Bi şev jî rîya xwe ji xwe dikir, diçû bajêr û tolazî dikir.

Keşe rojekê  ji xwe ra jineke gelkî xweşik dît, bir mal û heta sibehê pê ra kêf û eşqek mezin borand.
Herdu serî jî ji hev memnûn man.

06 mars 2020

Lolo delal te li ser xênî sawar tev da


Dûrikên kurmancî.

-Min go delal tu şivanê lo pezê xêvê
Te li çîyayê Erzeromê
Pez berdaye lo dora delavê
Minê weka çûçikê xwe berdaya lo bin kulêvê.

Beşar Esed gotiye kurd mahcir in !

Beşar Esed


Beşar Esad gotiye ”li Sûriyê mesela kurd tuneye. Kurd ji Tirkiyê reviyane hatine li Sûriyê bi cî bûne û me jî ew hewandine.”

Dagirkerên Kurdistanê hemû ji bo ku dagirkeriya xwe biparêzin her yek bi hawakî, bi derewekê kurdan ne xwediyê wê axê, ne xwediyê Kurdistanê, wek miletekî mahcir, kes nizane ji ku hatiye dibînin.

Gur teslîmî hirçê bû



Hirç heywaneka him ji gur mezintir e û him jî jê pir bi hêztir e. Şêr bi şêrtiya xwe newêre bela xwe di hirçê bide.

Lema jî do kerîyek gurên boz ji Anqerê bi hev ketin û li Moskovayê çûn ber nigê hirçê, xwe avêtin bextê wê û jê aşîtî û agirbest xwestin.

Hirçê daxwaza gurê boz bi şertên pir giran qebûl kir.

05 mars 2020

Erdogan gotiye Idlib berê ya wan bûye


Erdogan nêta xwe ya Sûriyê îro vekirîtir eşkere kiriye, gotiye:
”Kiliçdaroglu merivekî hewqasî bêşiûr e ku ji bîr dike dema Gazî Mustefa Kemal Çeneqele diparast Idlib jî beşekî axa welatê me bû.”
Yanî mêrik vekirî dibêje Idlib berê ya me bû, dibê nuha jî ya me be.

Zimanê cinet û cahnimê



Kalekî ji Amûdê bi otobozê diçû Şamê. Bi rê da ji çentê xwe kitêbek derxist û dest bi xwendinê kir. Erebê li kêleka wî di bin çavan ra li kitêbê nêrî, dît kitêb ne bi erebî ye. Ji kalo pirsî:
-Apo, ev kitêba tu dixwînî bi çi zimanî ye?
Kalo got:

04 mars 2020

Rûs bi gur ra dixwun bi xwedî ra digrîn



Berdevkekî Rûsyayê bi navê Oleg Zhuravlev gotiye, ”Tirkiyê, tirkmen li herêmên kurd jê derketine bi cî kirine.”


Rûsan Efrîn, Girê Sipî, Serêkaniyê firotin Tirkiyê û nuha jî dibêjin efendim Tirkiyê tirkmen di cî û warên kurd jê derketine, di malên kurdan da bi cî kirine. 


Fena ku heta nuha nizanîbûne tirk wiha dikin, fena ku nuh bi vê hesiyane.

Însan ancax hewqasî bêexlaq dibe.

Tiştê herî pir min kêfxweş û xemgîn dike


Li vê dunyayê tiştê herî pir min kêfxweş dike gava ez dibînim jin bi kurdî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin. Û tiştê herî pir min xemgîn dike jî gava dibînim dayikek bi gedê xwe ra bi tirkî dipeyive.
 
Di medyaya sosyal da dema ez twîtt û nivîsên jinên kurd dibînib ji kêfxweşiyê dilê min germ dibe, dixwazim halanê di wan hildim û li çepikan xim.

03 mars 2020

Tirs û xofa dilê tirkan çêbûna "Bakurê Sûrîyê" ye


Heta nuha Erdogan çend caran gotiye li Îraqê şaşiya wan a herî mezin wan hîşt ”Bakurê Îraqê ” çê bibe, dibê nehîştana. 

Lê ewê nehêlin li Sûriyê jî ”Bakurê Sûriyê” çê bibe.

Yanî li gorî Erdogan dibê Tirkiyê nehîşta li Îraqê Kurdistana Federe çê bibûya, ji ber ku hîştin şaşiyeke pir mezin kirin.

Feqet li Sûriyê ewê vê şaşiya xwe dubare nekin û bedelê wê çi be jî ewê tu carî nehêlin kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û ”Bakurê Sûriyê” jî çê bibe...

Amerîkayê jî ji daxwaza reîs ra gotiye NIÇ !



Amerîkayê gotiye malesef li Idlibê ewê neçin gazî û hawara Tirkiyê.

Tirkiyê li hemberî Rûsyayê û Sûriyê ji Amerîkayê alîkarî xwestibû.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper gotiye em li Idlibê destega hewayî nadin Tirkiyê.

Yanî tirk him ji dêrê bûn û him jî ji mizgeftê.

02 mars 2020

Dibê meriv ji qebûlkirina şaşiyên xwe şerm neke



Şaşî mexsûsî însanan ye. Di jiyanê da, si siyasetê da her kes pir hindik şaşiyê dike. Dibê meriv şaşiyên xwe înkar neke, roja gotin li gotinê ket şaşiyên xwe qebûl bike, înkar neke.

Min tu carî şaşiyên xwe înkar nekiriye, gava ciyê wê hatiye gotiye û xwe rexne kiriye. 

Lê hinek hene di jiyana xwe da şaşiyên pir mezin kirine, rexneyên pir giran li hin serokên kurdan girtine, ew bi hevalbendiya emperyalîzmê îtham kirine û dû ra jî fena ku qet tiştek nebûbe pesnê wî dane, ew qehreman îlan kirine.

Xwe li ber deriyê mala bavê min li ba neke


Dûrik, heyranokên kurmancî.

-Hey lo dilo sêrî sêrî lo xêr nedîyo
Wî lo delal ez qiçika hatim û çûm gunîya
Xwedê aynê min ji dê û bavê min ra nehêle
Serê min dane ser bal û balîgê lo xerîbîyê.

Her tişt bûye gêrmiya gavanan


Nûnerê Trump yê Sûriyê Jeffrey, dilnexwaz û xêrnexwazekî kurdan û heta hûn bixwazin şelafekî tirkan û Erdogan e.

Jeffrey îro dihere Tirkiyê, ji bo bi Erdogan ra bibe alîkar.

Jeffrey ji nûnerekî Amerîkayê bêtir, wek nûnerekî Tirkiyê hereket dike. Wek paşmêrekî Erdogan e. Ew tu carî ji bo kurdan tiştekî xêrê nake.

01 mars 2020

Sebebê vê çavsoriya tirkan tirsonekiya ewrûpiyan e


Tirk bi şerûdî û bêariya xwe li vê herêmê bi cî bûn, xelk ji erdên wan derxistin û bûn xwedî welat.

Îro jî vî pîşikê xwe şerûd û bêar didomînin û di xwezin li Sûriyê hinek erdên din bigrin û ewrûpiyan li xûgiyê(ceracê) girê bidin.

Tiştê tirk bi koçberan li ser sînorên Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê dikin terorîzm e, sûc e, bi darê zorê dagirkirina welatên xelkê ye.

Ewrûpiyan ji tarîxa xwe ders û ibret negirtine



Yekîtiya Ewrûpayê bi hustuxwarkirina li hemberî Erdogan, bi tawîzan, bi bertîl û rişwetan nikanin mesela koçberan bi Erdogan ra çareser bike. Teslîmîyet ne çare ye. Dibê zorê nîşanî Tirkan bidin.

Ewrûpiyan çawa ku bi tawîz û bertîlan Hîtler nesekinandin, bi wê siyaseta xwe ya tirsonek bûn sebebê Şerê Cîhanê yê Duyem û malwêraniyeke pir mezin, îro jî li hemberî Erdogan û tirkan eynî şaşiyê dubare dikin.

Bi bertîlkirinê Erdogan nasekine !


Tirkiye tevayiya Sûriyê bigre jî ewê dev ji tîcareta koçberan bernede.

Dibê ewrûpî viya baş bizanibin.

Tîcareta koçberan ji bo Tirkiyê bûye îndusturiyeke mezin, Erdogan bi vê kartê û şantajê îktîdara xwe didomîne. Heta tirk zorê nebînin ewê tu carî dev ji vê tîcareta xwe bernedin. Hebûna Erdogan li ser vê tîcaretê û berdewamiya şerê Sûriyê ye.

Yekîtiya Ewrûpayê çiqas xûgêyê bide Erdogan jî, tirkan çiqasî bertîl bike jî tirk nasekinin, ewê vê tîcareta bidomînin. Dibê tirk zorê bibînin

PARVE BIKE