26 mars 2020

Simaq, dîndarî û dereweke bi boçik


Di medyaya sosyal da vîdeoyek tê parvekirin. Di vîdeoyê da îmamek dibêje jineke şirnexî du şevan Hz.Mihemed di xewna xwe da dîtiye.

Xwedêgiravî Hz. Mihemed jê ra gotiye ji însanan ra bibêje dermanê vîrusa koronayê simaq e.

Wî jî gotinên jinikê nivîsîye û bi vê vîdeoyê xelkê ji vê yekê agahdar dike.

Û bi hezaran, belkî jî bi milyonan însan jî ji vê vira bi boçik bawer dikin.


Lê ya herî balkêş gelek kesên meriv bawer nake ji van virên basît, bêbingeh, beradayî bawer bikin, bawer dikin û dibêjin mimkûn e, vîdeoyê parve û şirove dikin.

Dîn, dîndarî aqil ji serê meriv dibe, kesên mest û mezin, xwenda, zana, bi kultur jî bêhiş dike, ji aqilselîmiyê dûr dixe.

Li ser dîn û dîndariyê pirseke wiha heye:

”Heger hevalekî min ê xeyalî hebe ez dibim merivekî dîn , lê belê gava bi milyaran însan baweriyê bi vî hevalê xeyalî tîne navê viya dibe dîn. Ne wisa?”

Mixabin bi milyaran însan baweriyê bi vî hevalê xeyalî tînin û ji bo wî hovîtiyên nemayî dikin, seriyan jê dikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE