30 juni 2022

Gerek em netirsin û bêdeng nemînin !

Peymena Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye dibê tirsê nexe dilê kurdên Swêdê û li hemberî terora Tirkiyê xwe bêdeng nekin.

Parlamenterên kurd, kurdê gotina wan pere dike dibê bêdeng nemînin, tawîzên hukûmeta Swêd rexne bikin.

Gerek welatekî wek Swêd demokratîk û xwedî edalet li hemberî dîktarorekî hustuyê xwe xwar neke.

Şerm e ji bo Swêd !

Ji her kesî bêtir em kurd li dijî terorê û terorîzmê ne.

Serokatiya Kemal Kiliçdaroglu umrê îktîdara Erdogan dirêj dike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bûye bela serê me, heger yekî ji wî baştir serokê CHPê bûya ewê bawerî bida milet û dinyayê û kanîbûya Erdogan bixîne.

Lê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu û bi vê siyaseta xwe ya nuha CHP tu carî nikane zora Erdogan bibe û were ser hukim.

 Erê Erdogan bi rehetî dev ji kursiya xwe bernade, ew zane roja ew ji ser hukim bikeve ew di qulikê da ye.

Çimkî wî gelek sûcên mezin, sûcên li dijî kurdan, li dijî mirovahiyê kirine.

29 juni 2022

Derdê Erdogan kurd azad nebin, Kurdistan çênebe

Kurdekî gotiye Fînlandiya û Swêd ne li dijî kurdan, li dijî PKKê bi Tirkiye ra li hev kirine. Rast e PKK terorîst e û dibê ji ortê were rakirin.

Min jê ra got, ”Tirkiye ji PYDê, YPGê, YPJê û gelek komele û dezgehên kurdan ên din ra jî dibêje terorîst, ji parlamenterên kurd ên Swêdê ra jî dibêje terorîst” û dixwaze wan teslîm bigire.

Ji bo tu jî wek Erdogan û Çavuşoglu difikirî û piştgiriyê didî zorbatî û terorîzma Tirkiyê ez te ji hevaltiya xwe derdixim û bloqe dikim.

Fînland û Swêd pir rehet teslîmî Erdogan bûn

Peymana Swêd ji bo endametiya NATOyê bi Tirkiyê ra îmze kiriye di medyayê da belav bû.

Bi baweriya min ev ne temamiya peymanê ye, hin madeyên peumanê yên veşartî jî hene.

Yanî Swêd di mesela kurdan da gelek sozên din jî dane Tirkiyê, lê ew soz eşkere nekirine.

Li dinyayê dewleta bi kurdan ra bêbextiyê, xiyanetê neke tuneye.
Çimkî ne çoyê me heye, ne jî perê me. Ne kes ji me ditirse, ne jî em kanin kesî bikirin.

28 juni 2022

Ço û perê Erdogan qezenc kir

 

Tirkiyê û Swêd di mesela NATOyê da li hev kirin. Tirkiyê wetoya xwe ya li hemberî endametiya Swêd a NATOyê da rakir.
Swêd û Tirkiye nuha du mitefikên di her warî da pir dost û nêzî hev in. Di mesela kurdan da Swêd êdî di cepheya Tirkiyê da ye. Hukûmeta Swêd ev soz daye Tirkiyê.

Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson di beyana xwe ya piştî civînê da negot bi Tirkiyê ra li ser çi li hev kirine, kîjan şertên Tirkiyê qebûl kirine, naveroka peymana bi Tirkiyê ra îmze kirine çi ye?

Bi Sabîhe xanimê û Heyder Diljen ra rojek xweş

 


Do ez û xanima xwe, em mîvanên Sabîhe xanimê û Heyder Diljen bûn. Nêta me ew bû emê bi hev ra fîncanek qeh vexun û rabin.

Lê xwişka Sabîhe û Heyder em berndan, gotin ev çi çax e, ev çi derax e, hesabê we ji kok da şaş e, hûn îro mîvanên me ne, emê hetanî dereng bi hev ra bin, emê we li herêma xwe Hammarby Sjostadê bigerînin, derên gelkî xweş nîşanî we bidin.
Hêrama Hammarby Sjostad li başûrê Stockholmê taxeke nuh e, ev 20 sal e şên kirine, pir populer e.

Xêrhatin min bi dubleyek Whisky, xanimê jî bi qedehek şeraba sor dest pê kir.

26 juni 2022

Em ji maça xwe bi zafer vegeriyan

 


Nigê min û xanimê û Îzetîn Şevgîn ji DALKURDê ra bi xêr hat.
Em xemgîn û hustuxwar venegeriyan malika xwe. Em rûliken û dilşad ji sahê derketin.

Me 3-2 zora AFC Eskilstunayê bir. Serketineke şert bû, dibê me qezenc bikira.
Ma kanîbû çend golên din jî bavêtana, lê hinek bêşansîyê, hinek jî ji nehostayîyê ev yek nebû.

Raqibê me taximekî xurt bû û giş jî pir beza bûn. Her cara top diket nigê wan li ber qela me talûke çêdikirn. Ev zeîfieyeke Dalkurdê ye.

Gerek lîstikvanên taximê reqaib hewqasî rehet nikanibin herin be qaleyê.

25 juni 2022

Hin tiştan ez nikanim normal bibînim !

Bira kes negre ser xwe, ez li ser xwe dibêjim, tenê li ser şexsê xwe, li ser hisên xwe dibêjim.

Gava ez dibînim di medya sosyal da du kurdên kurdîya wan baş ji hev ra bi tirkî dinivîsin ez matmayî dimînim.

Yek bi kurdî nizanibe dîsa rê tê heye, meriv mecbûr dimîne.

Lê gava herdu jî kurmanc bin û kurmanciya herduyan jî baş be, bi baweriya min ne rast e bi tirkî ji hev ra binivîsin. 
Ez ne tiştekî wiha dikim, ne jî qebûl dikim.

Akademîsyenekî tirk got kurd tirk in !

Ehmeqekî bi navê Dr. Alî Nazmî Çora kitêbek bi navê ”Kurtler turkmudur/Ma kurd tirk in?” çap kiriye.

Reqlama kitêbêbê wiha hatiye kirin:

”Ma kurd miletekî cihê ye? Na kurd ne miletekî cihê ye. Ya kurd çi ne? Kurd jî wek azerîyan, tirkmenan, qazaxan, qirgizan, ozbekan endmekî miletê tirk in. Gelo delîlekî ilmî heye ku kurd jî ji qewmê tirk in?

Erê heye, hûnê di vê kitêbê da bibînin.”

24 juni 2022

Havîn hat, cangiraniyê dest pê kir

Stockholm dikele, 26 derece germ e, ez û xanim me xwe dayê ber siya xênî, em li ser taliya umrê xwe, li ser rojên pêş dipeyivin, pilanekê çê dikin, yekê xera dikin.

Em xênî difroşin. Em deynê xwe yê bankê didin. Em ji vir bar dikin. Em li dereke xweş ji xwe ra xaniyekî extîyaran (teqawidan, xaneşînan) kirê dikin.

Em tu xanî-maniyan nakirin. Xanî buha ne, hewqas perê me tune ye. 
Emê xaniyekî bi kirê ji xwe ra bibînin

Em diherin li Kurdistanê digerin, gelek derên me nedîtine dibînin.

Bindestiyê kurmancî kiriye wek gêrmiya gavanan

Ji ber ku wexteke dûr û dirêj e em bindest in, diçin dibistan û zanîngehên xelkê, lema jî zimanê me pir xera bûye, ji xiloxwariya deve jî xerabtir bûye.

Di medyaya sosyal da bala xwe bidin nivîsên kurdên rojava, bakur û başûr, hûnê bibînin kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir bûye.

Hin nivîskarên rojavayê Kurdistanê xwedêgiravî bi kurmancî dinivîsin, lê bawer bikin ji bo ku meriv nivîsên wan fêm bike dibê meriv fîlolog be.

23 juni 2022

Serokê NATOyê Jens Stoltenberg dîsa wek berdevkê Erdogan peyivîye

Serokê NATOyê Jens Stoltenberg dîsa wek Erdogan û Çavuşoglu peyivîye, dîsa gotiye ”tu dewletê bi qasî Tirkiyê ji terorê zirar nedîtiye”!

Helbet ev îdîa Stoltenberg ji kok da vir e, Tirkiyê misqalek jî ji terorê zirar nedîtiye, yên ji terorê zirar dîtine û hatine kuştin kurd in.

Li ser dijayetiya Tirkyê ya endametiya Fînlandê û Swêdê ya NATOyê Stoltenberg gotiye, ”Endîşeyên Tirkiyê meşrû ye.

Çimkî bêyî Tirkiyê tu welatekî endamê NATOyê ji terorê hewqasî nekişandiye.”

22 juni 2022

Me Abid Gurses bi dilşewatî teslîmî axa sar kir

 


Li gorristana Botvîdê li ser gorra Abid Gurser

Me îro saet di 11a da kurdperwerê hêja, dildarê azadî û serxwebûna miletê xwe Abid Gurses li Stockholmê li gorristana Botvidê teslîmî axa sar kir.

Ji bo min xatirxwestineke pir zor bû, min texmîn nedikir ezê hewqasî zû xatir jê bixwazim. Nexweşiya bêbext pê ra bêbextî kir û ew pir zû ji me stend.

Piştî merasima cenaze û gorrkirinê, li Folketshusa Hallundayê(li mala xelkê)nanê şînê hatin dayin. Şînê saet ji 13.00a hetanî 18.00a dom kir.

21 juni 2022

Îro rastî hin tiştên pir hêja hatim

 

Îro di embarê da bi tesadufî ez rastî çar defterên bîranînên xwe hatim. Fena ku ez rastî xezîneyekê werim Notên sala 1986, 1987, 1988, 1989a ne.

Berê ez rastî notên 1985, 1996, 1997, 2000, 2001, 2002a hatibûm û ev 156 roj in ez wan belav dikim. Nuha ev sal jî ewê li wan zêde bibin.

Qet nedihat bîra min, min hewqas sal hin rojan not girtibûn. Hafiza min zeîf bûye.

Tirk dibêjin Swêd hin soz dane me

Do li Brukselê civîna Tirkiyê, Fînladiyayê û Swêdê hebû. Civînê 5-6 saetan ajotiye. Tirkiye li dijî endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê ye.

Tirk dibêjin Fînlandiya û Swêd bûye hêlîna terorîstên PKKê, PYDê û Gulen. Lema jî Tirkiyê li dijî endametiya wan e, weto danîye ser wan.

Fînladiya û Swêd li ber Erdogan digerin, dixwazin wî îqna bikin ji bo ku wetoya xwe rakin.

Havîn xweş e lê kar jî ne rehet e !

 

Havîn xweş e, lê bi hatina havînê ra karê min pir, barê min giran dibe.

Dibê ez gîha hewşê biçinim, darên(deviyên)dora hewşê bibirim, gul û kulîlkên nuh biçînim, ber yên kevn berkol bikim û axa wan biguherim.

Yanî havîn xweş e, lê karê hewşê jî ne rehet e.
Ji do da ye ez van karan bi dor dikim.

Min darên dora hewşê birrîn, dûzaneke baş da wan, nuha meriv kane bi zewq lê binêre. Hin kulîlkên nuh çandin. lê bi Xwedê dawiya kar nayê...

20 juni 2022

Birînên dil meriv zû îxtîyar dike

Hin însan wek zeytê ne, tim bi ser avê dikevin. Ji bo ku hûn tiştekî têxin serê wan, ya jî neheqiya wan pê bidin qebûlkirin qet xwe newestînin.
Minaqaşa bi kesên serhişk ra hewildaneke belasebeb e. Qet xwe newestînin. Westa we ewê ji we ra bimîne.
Kes nikane avê bi ser zeytê xe.

19 juni 2022

Em zû dibin heyranê neyarê xwe

Aşpêjê(aşçiyê) Bulent Ecevît qala hin bîranînên xwe yên bi Bulent Ecevît ra kiriye, gelkî pesnê diristiya Ecevît daye, gotiye Bulent Ecevît merivekî pir û pir dirist bû, tu carî malê dewletê nedixwar, dema  serokwezîr bû jî tim ji bêrîka xwe mesref dikir, tu carî qebûl nedikir ji qasa dewletê tiştek ji mala wî ra were kirîn.

Kêfa kurdekî me (ne hewce ye ez navê wî bibêjim)pir ji van aşpêjê Ecevît ra hatiye, wî jî nivîs belav kiriye.

Kurdê ev nivîsa li ser Ecevît ecibandiye û belav kiriye ez nas nakim, lê piştî min nivîs xwend min ew ji hevaltiya xwe derxist. Min jê ra got, ji ber ku te ev nivîsa li ser Ecevît belav kiriye ez te ji hevaltiya xwe derdixim.
Nivîsa min ji wî kurdî ra nivîsî ev e:

Her ku ewrûpî xûgiyê didin Erdogan ji xwe ra xerabtir dikin

Serokên Tirkiyê dixwazin bi şantajeke eşkere hin daxwazên xwe bi Fînladiyayê, bi Swêd û bi NATOyê bidin qebûlkirin. Ji ber ku takîye felsefeya wan e her derewê, her bêbextiyê û her şantajê ji bo xwe mubah dibînin.

Swêdî, fînî û amerîkî viya baş zanin lê newêrin Erdogan bêminet bikin, ji hêza wî, ji çeteyên wî ditirsin. Bi taybetî jî ewrûpî ji Erdogan pir ditirsin, hinavê wan jê diqete.

Lema jî dixwazin bi bertîl û xûgiyê xwe ji bela Erdogan biparêzin, wî memnûn bikin.

18 juni 2022

Hetanî em bindest bin li tu derê ji me ra rehetî tune ye !

Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî, li Parka Seyid Riza kom bûne û li ser gefên mamoste Îlyas Kayaokay beyanek mişterek dane.

Xwendekaran di beyana xwe da gotine mamosteyê Zanîngehê Îlyas Kayaokay tim me nerehet dike, gefan li me dixwe û dest davêje hin xwendekarên keçik. Lema jî wan li mamoste gilî kirine.

Hetanî em bindestê tirkan bin li tu derê ji me ra rehetî tuneye, ne li bajarên Tirkiyê, ne jî li bajar û zanîngehên Kurdistanê. Ji ber ku dewlet li pişta mamoste ye lema diwêre zulmê li xwendekaran bike, dest bavêje ji keçikên xwendakar da.

17 juni 2022

Ez li karê derketim !


Bi dana endametiya xwe ya DALKURDê ez li karê derketim. Xortekî (Erdal Kurdman) telefonî min kir, got madem te endametiya xwe daye, dibê tu werî maça 26ê mehê jî. Heger hûn werin, ezê di 26ê mehê da werim we bibim Uppsalayê maçê û ji wir jî we bibim mala we.

Min got ji viya çêtir, xêrê Xwedê ye! Emê werin, çima neyên, ez jî li tiştekî wiha digeriyam.

Jixwe ez difikirîm di Twîtterê û Facebookê da bibêjim gelo xwedîxêrek tuneye were me bibe?

16 juni 2022

Amerîkayê serokekî Daîşê dîsa di himêza Tirkiyê da girt

Hêzên Koalîsyona li dijî Daîşê do bi şev destê sibê li Sûriyê li herêma Cerablûsê bi operasyonekê serokekî Daîşê dîsa di himêza Tirkiyê da bi saxî girtin.

Piştî El Bexdadî ev serokê Daîşê yê siysiya ye li herêmên di bin destê Tirkiyê da tên kuştin û girtin.

Amerîkayê wek herdu operasyonên berê, vê carî jî haya Tirkiyê ji operasyonê haydar nekir. Ma ewê çawa agahdar bikira, çimkî terorîstê bi saxî girtine mîvanê ordiya Tirkiyê bû.

Heger haya tirkan ji operasyonê bibe bêguman ewê mîvanê xwe veşartana.

Jiyan bê qeza nabe...

Bîstik berê min serê xwe şikand.

Ez henek meneka nakim, bi rastî min bêhemdî serê xwe şikand, xwîn jî jê hat.
Ez bibêjim çawa bû…

Min qahwe ji dolabê derxist, ji bêhişî min deriyê dolabê yê jor vekirî hîşt. Gava ez bi paş da zîvirîm(doş bûm)eniya min li binê deriyê dolabê ket û xwîn bi ser çavê min da herikî.

Birîn li ser buruyê çavê rast e. Şikir birîn zêde ne mezin e. Kanîbû xerabtir bibûya.
Ez dibêjim fêda berçavkê jî çê bûye. Heger ne berçavk bûya ewê xerabtir biba. Xwedê kir ez bi berçavk im.

Li Stenbolê zava û 9 kesên din ji ber hirbiyên kesk, sor û zer hatin zindankirin

 


Li Stenbolê di dawetekê da ji ber ku zavê çend hirbiyên rengîn(kesk, zer, sor û sipî) li dor hustuyê xwe gerandibûne, zava Mesûd Karçik jî di nav da 10 kes girtine, birine emnîyetê, dûra û zindan kirine.

Hukûmeta AKPê neyartiya kurdan hewqasî bi pêş da biriye êdî rengên kesk, sor, zer jî li kurdan qedex dike.

Pîrekên kurd bi hirbiyên rengîn serên xwe girê didin. Lê wer xuya dike rejîma Recep Tayyip Erdogan ewê hirbiyên rengîn jî li kurdan qedexe bike; çimkî rengê ala kurd jî kesk, zer, sor û sipî ye.

Ev şêla hukûmetê ji irqçîtiyê jî wêdatir e, barbarî ye, paranoya ye.

15 juni 2022

Tesadufeke pir xweş !

37 sal berê di 15 hezîranê da me kongreya ”Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd” li taxa Husby Traffê çêkir.

Wek serokê Federasyonê yê wê demê min bersîva rexneyên delegeyan daye û di dawiya axaftina xwe da sipasî hemû kesên alîkariya me kirine, lê bi taybetî jî min sipasî Henefî Celeplî, Mahmûd Kîper, Keyo, Eşref Okumuş û Salih Înce kiriye.

Min ev yek wê rojê nivîsîye. Nuha ez wan notên xwe roj bi roj diweşînim.

Hûn bala xwe bidin tesadufê, do Eşref Okumuş telefonî min kir, got heger wexta te hebe em sibe bi hev ra fîncanek qahwe vexwin.

Keç û xortên kurd, DALKURDê bi tenê nehêlin !

 


Kurdino, Dalkurd li hêviya alîkariya we ye !

Keç û xortên kurd, kurdên kurdperwer, piştgir û dilxwazên DALKURDê, maça Dalkurdê ya 26ê hezîranê ji bîr nekin, wê rojê taximê xwe Dalkurdê bi tenê nehêlin. 

Herin maçê, destegê bidin taximê xwe yê netewî, bira lîstoikvan û berpirsên Dalkurdê bibînin ew ne bi tenê ne.

Di maçê da ala Dalkurdê û ya Kurdistanê li ba kin. Bira lîstikvan û berpirsên Dalkurdê bibînin ew ne bi tenê ne, em ji taximê xwe hez dikin, miletê kurd li pişt Dalkurdê ye.

14 juni 2022

Bîranînên gerr û seyranekê

Rojnamevanê zîrek, dostê minê hêja Salihê Kevirbirî şeva berê mîvanê min bû. Ji bo ku em şevbêrka xwe germtir bikin, me ban xortê hêja Beşîr Kawak jî kir.

Camêr qedrê me girt, hat sohbeta me, cimata me şên û geş kir. Hetanî derengê şevê me bi hev ra şevbêrkek xweş derbas kir.

Ev du sê roj in bi xêra Salihê Kevirbirî mala ma şên e, mîvan tên serdana me, em bi hev ra sohbetên xweş dikin. 

11 juni 2022

Li Stockholmê konferansek hêja

 

Îro li Stockholmê li ser xebatên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî konferanseke hêja hebû. Gelek kurd, sazî, weşanxane, nivîskar, rewşenbîr beşdarî konferansê bûn û li ser muhîmiya zimanê dayikê fikrên xwe gotin.

Konferans ji alî Komîteya Pena Kurd a Swêd hatibû amadekirin.

Ji Zanîngeha Fînlandiyayê lêkolîner û akademîsyen Gewran Goyî û mamostê zimanê kurdî Heyder Diljen û Şewket Amîdî li dîasporayê li ser giringîya zimanê dayikê gelek tiştên muhîm gotin. Gewran Goyî û Heyder Diljen ji sîstema perwerdeya Swêdê gelek numûneyên girîng dan û bal kişnandin ser tesîra malbatî û derûdorê li ser zarokan.

Ahmet Davutoglu nêta Erdogan baş fêm kiriye

Serokê GPê(Partiya Pêşerojê) Ahmet Davutoglu îro li Diyarbekrê li ser serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rastiyek pir xweşik îtîraf kiriye, gotiye:

”Salê tê li Tirkiyê hilbijartin heye. Lê em nizanin hilbijartin ewê kînga çê bibe. Her çiqas hukûmet salê tê îşaret dike jî, lê wek ez her tim dibêjim, li Tirkiyê em nikanin ji du tiştan piştrast bin; yek, ecel ewê kînga were, ya din jî hilbijartin ewê kînga çê bibe ?”

Ahmet Davutoglu,
Erdogan baş nas dike, lema jî nêta wî, tiştê di serê wî da baş fêm kiriye.

10 juni 2022

Li ser mesela Mustafa Cecelî

Ji ber ku hin kurdên Kurdistana Başûr dengbêjê tirk Mustafa Cecelî birine Kurdistanê û pêşek pere danê, gelek kes pir hêrs dibin, dibêjin yên Cecelî birine Kurdistanê û yên li wî gudarî kirine çawa kurd in?

Ma meriv yekî wek Mustafa Cecelî bi helahop dibe Kurdistanê û lê gudarî dike?

Li ser vê meselê gelek tişt tên gotin, gelek rexne tên kirin.

Bi bawriya min kesên dengbêjin tirk dibin Kurdistanê û bi heyranî li muzîka tirkî gudarî dikin, tirkan dijmin û dagirkerên welatê xwe nabînin. Ji me bêtir ji tirkan, ji zimanê tirkî , ji Tirkiyê û ji muzîka tirkî hez dikin.

09 juni 2022

Tirkiyê destûra êrîşa ser Kurdistana Rojava ji Pûtîn girtiye, ewê êrîş bikin !

Wer xuya dike Erdogan ji Pûtîn destûra êrîşê û dagirkirina Kurdistana Rojava girtiye.

Axaftina Erdogan a li ser êrîşa ser Rojava û teqînên li Qamîşloyê îşareta vê êrîşê ye.

Saeta tirk destûrê ji Pûtîn bigrin, Rûsya qada hewayî ji balafirên Tirkiyê ra veke ewê êrîş bikin. Bi qasî xuya dike Lavrov û Çavuşoglu do li hev kirine, Rûsya ne li dij e Tirkye Rojava bi temamî dagir bike. Belkî hin nuxteyên nakokî mabin lê îhtîmala Rûsya lampa kesk ji Tirkiyê ra vêxe heye. Rûsya îro pir motajî Tirkiyê ye, lema jî rûs kanin şertên Anqerê qebûl bikin.

Amerîka li dij e, lê Tirkiye guh nade mixalefeta Amerîkayê. Çimkî tirk zanin Amerîka ji bo kurdan şerê Tirkiyê nake. Ew wiha difikirin. Ewê reaksiyona Amerîkayê biceribînin, heger Amerîkayê reaksîyonek mezin nîşan da ewê bisekinin û heger di gotinê da ma, tenê rexne kir, ewê dom bikin. Yanî rewş pir kirîtîk e !

08 juni 2022

Îro li Diyarbekrê kurd dîsa di bin terorê da bûn

Çawa ku çavê gur ji kuştinê, ji xwînê têr nabe, dilê koalîsyona AKP-MHPa îslamî, faşîst jî ji girtin û kuştina kurdan tu carî têr û bar nabe.
Îro li Diyarbekrê dîsa girtine ser çend malan û herî kêm 19 rojnamevan girtine.

Li bajarekî wek Diyarbekrê girtina 19 rojnamevanan tê maneya li Diyarbekrê çend rojnamevanên ne muxbîr û peyayên dewletê hene giş girtine.

07 juni 2022

Xebat xweş e lê meriv diwestîne

Îro ez li hewşê hinekî xebitîm, min gîha û zexeliyên li hevşê, zexeliyên bêkêr di nav gulan da giş çinîn, him dûzanek ket hewşê, him jî xweşiktir bû. 
Dema gîha, hoşib, zexelî li hewşê çêdibe ne xweş dibe, dibe wek çolekê, wek porê dînan.
Gulî û çiqlên dara cîranê me ketibû hewşa me, dara me ya sêvê fetisandibû, min hinekî meqes kir, guliyên ez pê ra digîham min giş jêkirin.

Bîna dara feqîr hinekî fire bû, lê ne bi temamî, dibê hilkişim ser nêrdiwanê hin gulî şaxên din jî bibirim, him cî li dara me fire bibe, him jî roj baş bidê.

Tirk bi Rûsyayê û bi Amerîkayê ra bazara dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price gotiye me ji berpirsên hukûmeta Tirkiyê ra gotiye gerek bela ji xwe ji kurdên başûr vekin û êrîşî rojava nekin.

Lê tirkan hîn negotine ewê êrîş bikin ya na. Serokên Tirkiyê tim wiha dikin, heger bizanibin dijatiya Amerîka ewê tenê di gotinê û protestoyê da bimîne sedî sed ewê êrîş bikin.

Lê heger bizanibin Amerîka, Rûsya ewê bêdeng nemînin, ewê bersîveke cidî bidin Tirkiyê, wê demê ewê li ser dêla xwe bikevin, êrîş nakin. Erdogan nuha him bi Amerîkayê ra, him jî bi Rûsyayayê ra bazara dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê dikin.

06 juni 2022

Sebebê kirîza hukûmetê ne Amîneh Kakabaveh e

Medyaya swêdî Amineh Kakabavehê kiriye hedef, bi swêdî dibêjin bûye mîha reş(Svarta fåret), her kes êrîşî wê dike.

Ew jî ne yeka zêde ne baqil e, di medyayê da şertên xwe rêz dike û xwe dike destiyê kêrê. Tiştê di nabêna xwe û hukûmetê da bibêje, eşkere dibêje, ev jî dibe sebebê zimanê Tirkiye bêtir êrîşî hukûmetê bike

Bi gotinên xwe zirarê dide kurdan. 4 partî (Moderaterna, Sverigedemokraterna, Kristdemokraterna, Liberalerna) dixwazin wezîrekî bixînin, kes ji wan ra tiştekî nabêje, kes naçe bi gewriya wan nagire, nabêje çima hûn wiha dikin ?
Lê diherin bi gewriya Kakabavehê digrin.

Li hemberî irqçîtiya tirkan dibê em bêdeng nemînin

Reaksiyona kurdan li hemberî rêzefîlmê di ATVê da baş e, kêfa meriv tîne.

Gelek kurd di medyaya sosyal da vî fîlmê heqaretên mezin li kurdên başûr dike, kurdan û hukûmeta Kurdistanê biçûk dibîne rexne dikin. Li hemberî êrîşên dijmin kurd xwedî li hev derkevin, piştgiriya hev bikin şêlek baş e.

Lê ev yek têrê nake, dibê hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê heqaretê bêdeng nemîne, miheqeq bersîvek baş bide ATVyê û rejîsorê fîlm.

Îro mîvanekî me yê pir ezîz hebû

 




Îro mîvanekî minê pir ezîz hebû. Salihê Kevirbirî bi du diyariyên ji bo min pir bi qîmet hat çend saetan bû mîvanê me.

Camêr du tizbiyên, yek ji yekê xweşiktir diyar min kir. Herdu jî tizbiyên xerîb û kêm tên dîtin.

Ez dildarê tizbiya me, ji tizbiyên bi qîmet pir hez dikim. Gava diçim welêt heger lê rast werim dikirim.


Ez qet ne li bende diyariyeka hewqasî giranbiha bûm. Lema jî ji bo min bû surprîzeke pir mezin.

05 juni 2022

Bi Berfîn Aktay û Keremo ra rojek xweş

 

Me îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li nivîskar û şairê hêja Keremo û li dengê sitranbêj û dengxweşa bi nav û deng Berfîn Aktay xanimê guhdarî kir.

Keremo bi huner û şiîrên xwe, Berfîn Aktayê jî bi deng û muzîka xwe demeke xweş bi me dan jiyandin. Wek şexs ez ji dengê Berfîn Aktayê hez dikim. Heta nuha min di kilîp û vîdeoyan da min lê guhdarî kiribû, vê carê min zindîû lê guhdarî kir.

Hukûmeta Kurdistanê gerek li hemberî vî fîlmê rezîl bêdeng nemîne

Tirkan li ser Kurdistana Federe, Mesûd Barzanî û kurdên başû rêzefîlmekî pir rezîl çêkirine. Navê fîlm "Yanliz kurt/Gurê bi tenê" ye.
Fîlm di telewîzyona ATVê da tê nîşandan. Di fîlm da hehenekên xwe bi hukûmeta Kurdistana Federe, bi Mesûd Barzanî dikin, heqaretên pir giran li wan dikin.

Kurdan, Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê wek pîyon û xulamên Amerîkayê û Xerbê nîşan didin.

Tirk fîlmekî wiha bêyî kurdan li ser tu miletî, li ser tu kesî çênakin. Li hemberî kurdan tenê dilê wan tije kîn û nefret e, lema fîlmekî hewqasî namerdane çêkirine.

04 juni 2022

Me îşev şevbêrkek xweş derbas kir

 

Hevalê me yê hêja Mihmed Tanriverdî ji Almanya hatibû di Maratona Stockholmê baz da. Maraton di 3 saet û 50 deqîqeyî da qedand.
Bi ya wî li gorî carên berê netîceyeke ne baş e, lê pir ne xerab e jî. Bi baweriya min di
wî umrî da 42 km bazdan ne karê her kesî ye. Yanî 3 saet û 50 deqe pir baş e.


Piştî maratonê em çend heval li aşxaneyekê hatin ba hev û me şevbêrkek xweş derbas kir.

03 juni 2022

Bi gotinê Amerîka û Rûsya nikanin êrîşa Tirkiyê bisekinînin

Bi qasî xuya dike Pûtîn jî li dijî êrîşa Tirkiyê ye. Heger bi rastî Pûtîn li dij be Erdogan nikane tu jahrê belav bike, ewê bike birre birr lê newêre êrîş bike.

Lê ewê bi êrîşên biçûk biceribînin, ewê bixwazin reaksyona Rûsyayê fêr bibin. Heger reaksiyona Rûsyayê di gotinê tenê da bimîne ewê êrîş bikin.

Ewê reaksiyona Amerîkayê jî biceribînin, heger Amerîka jî tenê protesto bike ewê dest bi êrîşa mezin bikin.

Nav kurdî ye, ziman tirkî ye

Navê dê û navê keça wê kurdî ye, lê zimanê wan tirkî ye, dê bi keça xwe ra bi tirkî dipeyive.

Di malpera telewîzyona swêdî (SVTê) da li ser keçikeka kurd xeberek heye. Sernivîsa xeberê wiha ye:

-Nûdema 4 salî li zarokxanê swêdî fêr dibe.(4-åriga Nudemlär sig svenska på förskolan)

Wek hûn jî dibînin navê keçikê bi kurdî ye, navekî xweş e. Navê diya wê Sozan Kiliç e. Sozan(Zozan) jî bi kurdî ye. Navekî xweş e.
Malbata navê keça xwe bike "Nûdem" malbeteka hay ji kurdayetiya xwe heye, welatparêz e, lema navekî kurdî li keça xwe kirine.

02 juni 2022

Xortanî bû wek xewnekê...

Îro ez û hevalê xwe yê ezîz Eyûb Alcabey hatin ba hev, me bi hev ra him fîncanek qahwe vexwar, him jî bîstekê sohbet kir. Ji ber ku li welêt bû ji zûda bû me sohbet nekiribû. Ji min ra qala welêt kir.

Meriv kane bibêje me derdê xwe ji hev ra got, di nabênê ra jî me rojên borî, salên zû derbas bûn yad kir.

Dema meriv xort e meriv dibêje belkî umir pir dirêj e, lê ne were ye, meriv hew dibîne xortanî bû xewnek xweş û zû qediya.

01 juni 2022

Li Stockholmê li ser Tirkiyê civînek muhîm

 

Îro li Stockholmê li ser Tirkiyê û endametiya Swêd û Fînlandiya ya NATOyê civîneke muhîm hebû. Ez jî çûn civînê.

Civîn ji alî PENa Swêd, Merkeza Palme, Yekîtiya Nivîskarên Swêd û Komeleya Dramatîstan ve hatibû organîzekirin.

Ev kes di semînerê da peyivîn:

-Bitte Hammargren, rojnamevan û pispora Tirkiyê û Rojhilata Navîn
-Burhan Sonmez, serokê PEN International
-Kurdo Baksî, rojnamevan
-Ragip Zarakolu, nivîskar, weşanger
-Viveka Sjögren, seroka Yekîtiya Nivîskarên Swêdî
Kurdo Baksî moderatorê semînerê bû. Li ser gefên Tirkiyê yên li hemberî Fînlandiya û Swêdê gelek tiştên girîng hatin gotin. Min jî pirsek kir.

Erdogan bi çavê dijmin li Amerîka û Yûnanîstanê dinêre

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan baregehên leşkerî yên Amerîka yên li Yûnanîstanê wek baregehên mitefikekî xwe yê  NATOyê nabîne, li dijî Tirkiyê dibîne.
Erdogan dibêje ev bargehên Amerîkayê li hemberî me hatine çêkirin. Li ser van baregehên Amerîkayê gotiye:

”Nuha li Yûnanîstanê 9 baregehên Amerîkayê hene. Baş e ev baregehên leşkerî li hemberî kê tên avakirin, çima ew hene?
Dibêjin li hemberî Rûsyayê ne…Derew e… Şêla wan a li hemberî Tirkiyê li ortê ye. Ne samîmî ne, ne dirist in.
Heta ku Recep Tayyip Erdogan seokê Cumûrîyeta Tirkiyê be, emê tu carî ji endametiya welatên destegê didin terorê ra nebêjin ”erê.”

Heta Kurdistan çênebe ewrûpî ewê tu carî rehetiyê nebînin

Şîretek li serokên Yekîtiya Ewrûpayê

Tirkan em tenê êsîr negirtine, bi me kurdan ra Yekîtiya Ewrûpayê jî nîvêsîr girtine. Ewrûpî, serokên Yekîtiya Ewrûpayê gerek vê heqîqetê êdî fêm bikin.

Bi bertîlan û xûgê tirk bela xwe ji ewrûpiyan venakin. Ewê him perê xwe bigrin, him jî êrîşên xwe bidomînin, koçên dagirkerina Ewrûpayê ji hev neqetînin. 

Lema jî qedera me û Yekîtiya Ewrûpayê girêdayî hev e.

Hetanî em kurd ji bindestiya tirkan dernekevin û Kurdistan çênebe bawer bikin ji Yekîtiya Ewrûpayê ra jî rehetî tuneye.

PARVE BIKE