07 juni 2022

Xebat xweş e lê meriv diwestîne

Îro ez li hewşê hinekî xebitîm, min gîha û zexeliyên li hevşê, zexeliyên bêkêr di nav gulan da giş çinîn, him dûzanek ket hewşê, him jî xweşiktir bû. 
Dema gîha, hoşib, zexelî li hewşê çêdibe ne xweş dibe, dibe wek çolekê, wek porê dînan.
Gulî û çiqlên dara cîranê me ketibû hewşa me, dara me ya sêvê fetisandibû, min hinekî meqes kir, guliyên ez pê ra digîham min giş jêkirin.

Bîna dara feqîr hinekî fire bû, lê ne bi temamî, dibê hilkişim ser nêrdiwanê hin gulî şaxên din jî bibirim, him cî li dara me fire bibe, him jî roj baş bidê.

Lê nuha wek min dan kuta be navmilê min, pişta min diêşe û gelkî westiyayî me, dixwazim herim rakevim.

Ez newêrim xwe dirêj bikim, ez xwe dirêj bikim ezê di xewra herim, ev jî ne baş e, bi şev ewê xew li min bigere.

Ez her şev piştî saet 24a radikevim, nuha herim rakevim, bîstek din ezê bixwe bihesim û hew kanibim rakevim. Wê çaxê ewê xerabtir bibe. Bawer dikim ya baş ez halê xwe bikim hal, zû ranekevim ewê baştir be.

Diyar e meş tenê têrê nake, dibê meriv bedenê jî bixebitîne, qûrve bibe û rast bibe, destan bixebitîne ji bo ku bedena meriv xam nemîne. Ez îro 7,23 km meşiyam lê dîsa jî rê li ber westana min negirt. 
Erê hesinê bixebite zengê nagire, lê bedena bixebite diweste, ilim jî gava meriv di ser 70î ra be. We 70 dît, kusûrê wî bira bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE