31 december 2021

Gelî dost û hevalên ezîz, sala we ya nû pîroz be !

Gelî xwendevan, nas, dost û hevalên ezîz, sala we ya nû hemûyan bi dil û can pîroz dikim.

Bi hêvîya sala nû ji me ra, ji miletê kurd ra bibe saleke baştir, saleke bê derd û êş, sala serketinê û azadiyê.

30 december 2021

Me haziriya xwe ya sersalê temam kir

Ez û xanim em haziriya sibe, ya sersalê dikin. Xanim di mitpaxê da dixebite. Kufta, pela çêdike, haziriya nanê goşt dike. Rojen jî alî dike, ew jî fêrî pelpêçanê bûye.

Lê helbet karê giran dîsa bû para min.
Ez du caran çûm dikanan û hatim. Hewa jî gelkî ne xweş e. Dinya ewr e, xunaviyek hûr dibare, berf dihele, erd şematok e.
Lê ez pir semt dimeşiyam.

Dibê êdî em bi derewên tirkan ên devkî nexapin !

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici ji Rûdawê ra gotiye ”heger ew werin ser hukim, ewê ji bo çareseriya mesela kurdî hin gavan bavêjin, hin gavên di vî warî da ew bajin ewê hebin.”

Ev gotin tiştekî konkret nabêje, nayê maneya ewê heqê kurdan bidin. Dibê meriv wer fêm neke.

Du dîn

Tuxtorê nexweşxana dînan(aqil)li nav nexweşan digerîya, li halê wan dipirsî. Ji nexweşekî navê wî pirsî, got:

-Navê te çi ye?

-Yê nexweş hinekî fikirî, got:

-Navê min Napoleon Bonaparte.

Tuxtor got:

Mûcîze

Di dersa dînî da mamoste ji zarokan ra qala çîroka Hezretî Yûnis û masiyê balîne dikir. Hezretî Yûnis çawa ji zikê balîne sax derketibû, bi heyecan ji wan ra digot.

Zarokan jî bi heyecaneke mezin lê gudarî dikirin. Mamoste ji bo ku bi wan ra heyecanê zêdetir bike got:

29 december 2021

Hiş nemaye

Carnan serê gotinê, wek nimûne meriv dibêje, ”nayê bîra min, min do çi xwariye."

Ev yek îro bi rastî hat serê min, min nizanîbû min do çi xwariye.

Bîstek berê min ji xanimê ra got:

-Xanim, îşev şîva me çi ye?

Got:

Miletê tifaqa xwe çêkir, zû dereng qezenc kir

Mal jî, dewlet jî bi tifaqê çê dibe. Tifaq, piştgirî, hevkarî tune be ne mal çê dibe, ne jî dewlet.

Miletên bi tifaq bûn, yên yekîtiya xwe çêkirin gihîştin armanca xwe û dewletên xwe ava kirin. 

Miletên wek me bêtifaq man jî perîşan bûn û man bindest. Gotina pêşiya ye, ”mala rik û bahsê, wê rake tûrê parsê."
Tifaqa meriya welatan şên dike, çiyan werdigerîne.

28 december 2021

Rojekê emê hesabê qetlîama Roboskê ji we bipirsin


10 sal di ser qetlîama Robskîyê ra derbas bûn. Deh sal berê di 28ê meha 12a da leşkerên Tirkiyê bi balafiran 34 kurdên siwîl kuştin. 19 jê zarok bûn, hîn 18ê xwe neqedandibûn.

Ji bo ku yên hatin kuştin kurd bûn, qatil û yên emir dan qatilan hîn nehatine girtin û cezakirin. Dewleta tirkan kuştina kurdan tim xweş dîtine, îdare kiriye. Yên hatin kuştin heger tirkbûna helbet ewê bêceza nemana.

Bi koça kurdan Kurdistana Başûr vala dibe

Di malpera Rûdawê da li ser koçkirina ji başûrê Kurdisranê xebereke ecêb heye.

Li gorî xeberê Kurdistan bi bêdengî vala dibe. Kurd qefle bi qefle, bi hezaran ji Kurdistanê direvin. Ev felaketeke pir mezin e, felaketeke netewî ye.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina Elened(NGO) îsal ji herêma Duhokê tennê zêdetirî 10 hezar kesan berên xwe dane Ewrûpayê.

Dibê meriv şerefa xwe di ser her tiştî ra bigre

Dibê meriv şerefa xwe di ser her tiştî ra bigre. Malê dinyê wek qilêra desta ye, ne hêja ye meriv ji bo malê dinyayê xwe rezîl û bêşeref bike.

Li vê dinyê "hewcedariya meriv ne bi nan û xarinê tenê, bi heysîyet û şerefê jî heye."

27 december 2021

Teleskopa James Webbê derket rêwîtiyeke 1,6 milyon kîlometroyî dûr

 

NASAyê(Dahîra Feza û Hewa ya Amerîka)du roj berê teleskopa herî xurt James Webb şand fezayê 30 sal in mêrikan li ser vê teleskopê dixebitin.

10 milyar Dolar li çêkirina teleskopa James Webbê çûye; ewê dewsa telskopa Hubbleyê bigre.
Riya Webbê 1,6 milyon km dûr e, rêwîtiya wê ewê 29 rojan bigre.

Gerek NASAyê ji zûda Webb şandiba, lê tim kêmasiyek derket, şaşiyek hat dîtin û ma hatanî îro.
Webb ewê bûyerên 13,5 milyar sal berê qewimîne, avabûna kaînatê analîz bike.

26 december 2021

Îro min da ser golê

 


Gola me bûz girtiye(qerisîye), îro milet li ser dabû çirvîta. Hinek dimeşiyan, hinekan bûz qul kiribûn masî digirtin. Dilê min biya xelkê.

Min ji xanimê ra got, hema çi dibe bira bibe, were em jî çend gavan li ser bimeşin.

Xanim dudil bû, xwe nêzî golê nekir. Min da pêş, xaninê bi gavên tirsonek da dû min û em meşiyan, min da ser golê. Meşa li ser avê hestekî ecêb e...

Însan û tirs

Dibêjin her însan bi du tirsan ji diya xwe dibe. Tirsa ji dengê pir bilind û tirsa ketinê, ketina ji dereke bilind. Ev herdu tirs jî ji makzayî bi însên ra hene.

Tirsên din hemû meriv dûra, di jiyanê da xwe fêr dike ya jî tê fêrkirin.

Li Tirkiyê meriv pir zû, berî her tiştî fêrî tirsê dibe. 

25 december 2021

Tirkên faşîst û zebanî welatê me li me kirine dojeh

 


Dronereka(firoka bêpîlot) Tirkiyê li Kobanê dîsa malek bombebaran kiriye. Di bombebaranê da du kes hatine kuştin, 6 kes jî birîndar bûne.
Tirkiye heftê çend caran eynî tiştî dike, hefteya tirk çend kurdan nekujin tune ye. Her hefte kuştina çend kurdan ji xwe ra kirine rûtîn.

Tirk ji merivê dîktator hez dikin

Li ser qereketerê dîktatoran gelek teşbîh û aforîzmeyên xweş hene. Li her dera dinyayê qerekterê dîktatoran pir hindik dişibin hev. Li ku dibe bira bibe, tu dîktator dîktatoriya xwe qebûl nake.

Her dîktator dewletê wek milkê xwe dibîne, lema dixwaze ew tenê îdare bike.

Yê dîktaror dixwaze însanên din giş îtîatî wî bikin, ew çi bibêje, çi bixwaze wek wî bikin.

24 december 2021

Îro min jî Noel pîroz kir


Îro roja erafa Noelê ye

Di Noelê(Julê)da swêdî hin xwarinên taybetî yên mexsûsî Noelê dixun. Swêdî jê ra dibêjin ”Jul mat”, yanî xwarinên Noelê.

Ji wan xwarinan ya herî muhîm çend şiklên masiyê sîll in.
Ez ji sîll pir hez dikim û her sal di Noelê da 3-4 şiklan dikirim û dixum. Yanî ez jî Noela xwe wiha pîroz dikim.

Girêka Gordîas

Jinikê ji mêrik ra got, "Mêro, tu bî, burûska serê sibê li te xe !"

Mêrik lê vegerand, got:
 "Jinê, ne ez ji ber êrgûn derdikevim der, ne jî burûska serê sibê li min dixe".

Em dikanin vê gotina pêşiyan bi vî hawî jî bibêjin:

Bekçiyê şevê

Ji fabrîqê ra bekçiyekî şevê lazim bû. Mudûr îlanek dabû rojnameya mehelî. Şiyar îlan xwend û çû ba mudûr. Mudûr got:

-Tu dixwazî bibî bekçiyê şevê?

Şiyar got:

Erê mudûr beg.

Mudûr got:

23 december 2021

Kemal Kiliçdaroglu jî ji navê Kurdistanê pir aciz e !

Li Anqerê di civînekê da yekî ji serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê heramzade pirsiye:

-Hinek kes dibêjin Kurdistan, tu ji vê nerehet dibî ya na?

Kemal Kiliçdarogluyê bêesil gotiye:

Xelk bû dahş, em nebûn tu mahş

Gotinên pêşiyan xezîneyeke pir muhîm ya ziman û kultura miletekî ye. Di gotin û bêwêjên pêşiyan da gelek temî û şîretên muhîm û pir hêja hene.

Pêşiyên me bi wan gotinan hestên xwe, fikir, bîr û baweriyên xwe dane der, kirine xezîne û ji nifşên li pey xwe ra hîştine.

Li başûrê Kurdistanê ji 3 kesan 2 kes xwedî erebe ne

Li gorî malpera Kurdistan24ê beşê tirkî nivîsîye li Kurdistanê ji hers ê kesan 2 kes xwedî erebeyeke şexsî ne.

Li dinyayê ji her 7 kesan 1 xwedî erebeyeke şexsî ye, lê Kurdistana Başûr ji 3 kesan 2 kes xwedî erebeyeke şexsî ne.

Yanî halê kurdan hewqasî xweş e, kurd hewqasî zengîn in. Hema hema otomobîleke her kesî heye. Wasîteyên kevn jî najon, erebeyên wan bi piranî nuh û top in. Îsal 107 hezar erebe îtxal kirine.

22 december 2021

Di nav çend salan da me ji îspanîyan jî derbas kir

Berê, hetanî salên 1980-2000î jî gîtar di muzîka kurdî da tune bû, tembûr, ûd, cumbûş û keman hebû.

Xortan bi piranî jî li tembûrê disxistin. Jixwe di muzîka elewî da tembûr/saz amûra(enstrûmana)sereke ye.

Lê nuha ez bala xwe didimê xort êdî li tembûrê, li ûdê, li cumbûşê naxînin.

21 december 2021

Haya me ji şerpezetîya me tune

Kêsrek* rûniştiye li halê kevir kûr, kûr giriya ye, gotiye ”baran hat kevirê çawa bike?”

Hin kurd haya wan ji halê wan ê şerpeze, giriyê meriv pê tê tune; perîşanî, bindestî û êsîriya xwe nabînin, diçin gazî û hawara koçberên afganî, ereb û afrîqî. Li ser wan tiştên kezebşewat dibêjin.

Bawer bikin halê me kurdan ji yê her koçberê hûn ji bonê digrîn û alîkariyê pê ra dikin xerabtir e.

Reîs milet li hev şaşomaşo kiriye

Bi daketine buhayê Dolar û Euro ra li Tirkiyê û li Kurdistanê gelek kesan qirîza dil derbas kirine.

ên Dolar bi 17 lîreyî kirîbûn li çonga xwe dixin, porê xwe dirûçikînin, dibêjin Reîs dîsa mala me wêran kir.

Dolar bilind dibe em zirarê dikin, Dolara dadikeve dîsa em zirarê dikin. Ev çito îş e?

Emanet

Mêrik ji êvar da bû giramafona xwe negirtibû, wer li muzîkê gudarî dikir, pîlaqek dida ser, yek radikir. Derengê şevê deriyê wî lêket. Çû derî vekir. Yê li ber derî lawê cîranê wî bû. Matmayî ma, got:

-Xêr e ?

-Lîwik got:

-Bavê min got bira giramafona xwe îşev bi emanetî bide me.

Mêrik şaş ma, got:

20 december 2021

Dizê bîstana li xwe mukur tê zivistana

Ev demeke Alî Babacan û Ahmet Davutoglu hevalê xwe yê berê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi peyvên giran rexne dikin, hin dizî û sûcên wî îfşa dikin, tinazê xwe pê dikin.

Alî Babacan gotiye , ”dibêjin Reîs, Reîs. Yê jê ra dibêjin Reîs, Reîsê dewleteke eşayîrî ye.”

Ziman him dost e, him dijmin e

Li dinê ji ziman şîrîntir jî tune, ji ziman tahltir jî tune.

Başî jî, xerabî jî, çi tê serê meriv ji ber zimên e. Ziman dipeyive, serî dikeve belayê.

Zimanê dirêj eduyê serî ye.

Zimên got leq, serî got teq.

19 december 2021

Li ser rexneyên xwendevanan

Dixwazim mesleyekê li vir zelal bikim. Di Facebookê da 4900, di Twîtterê da 12196 şopînerên min, hevalên min hene.

Di nav wan da kesên ji fikir û bawriyên cihê, kesên ji hev hez nakin, kesên li dijî fikir û siyasetên hev in, kesên ji hev hez dikin, kesên ji hev nefret dikin hene.
Heqaret, bêedebî, cilqî, zirzopî ne têda, her kes kane min rexne bike, li ser nivîs û parvekirinên min fikrê xwe bibêje.

18 december 2021

Xewna min û formula Ciwan Haco

Piştî min di Rûdawê da nivîsa Abdula Keskîn (Formûla CiwanHaco û Malcolm X)xwend, min çû xwe li ser dîwanê dirêj kir û di xew ra çûm.

Abdula Keskîn ket xewna min. Min dît ew û Jan Dost li derekê rûniştine û sohbet dikin.

Min got wele fersend ev fersend e, ezê herim li ser vê nivîsa wî pê ra hevpeyvînekê bikim, li ser felsefa jiyanê çend pirsan jê bikim.

17 december 2021

Qeyrana Tirkiyê hat gihîşt min jî !



Kirîza(qeyrana) Tirkiyê hat gihîşt Swêd û min jî. Berê min bi 100 kronî porê xwe kurr dikir, îro 150 kron ji min stendin.


Yanî enflasyona Tirkiyê xwe gîhand in jî, ez jî di agirê tirkan da şewitîm

Ez îro çûm ser berberê xwe yê her tim. Erebekî îraqî ye. Porê min baş kur dike.

Berê 100 kron ji kesên teqawid digirt. Cara berê 120 min girt. Min got çima we zêde kiriye?

ENKS Tirkiyê dijminê xwe nabîne

ENKS, Tirkiyê wek dewleteke dagirker û dijmin nabîne. Deh roj berê serokê ENKSê Siûd Mele li Qamîşlo di civînekê da gotibû ew Tirkiyê wek dijminekî kurdan ê sereke dibînin.

ENKS bi beyanekê li dijî vê dîtina Siûd Mele derketiye û gotiye ew Tirkiyê "wek dewleteke dagir û dijmin nabînin, Tirkiye welatekî cîran e."

Ecêba giran, hêzeke kurd çawa kane eşkere wiha bibêje?

Çîroka kevir û kûz

Kevir li kûz(li cer) keve jî wey li halê kûz, kûz li kevir keve jî dîsa wey li halê kûz.

Kîjan li kîjanî keve jî yê li zirarê, yê dişkê tim kûz e.
Qedera me kurdan û ya kûz pir dişibe hev.

Halê tirkan baş dibe jî em li zirarê ne, halê wan xerab dibe jî em li zirarê ne.

Hesab

Mamoste di dersê da ji zarokan pirsî:

-Rêyek otomobîlan(rêya paporê) pêncsed km dirêj e. Ji aliyekî rê(paporê) texsîyek li ser 200 km yî, ji alî din jî texsîyek li ser 190 km yî dajo. Hesab bikin, ewê li ku dera rê(paporê) bigihîjin hev?

Gurgîn got:

16 december 2021

Ez fêm nakim li Tirkiyê wezîr ji bo çi hene?

Di praktîkê da tu rol û giraniyeke wezîran tune ye, Erdogan li ser navê wan dipeyive, ji dêl wan ve biryarê dide. Yê wan tenê nav e û dubarekirina gotinên Erdogan e.

Kîjan wezîr dibe bir bibe, berî dest bi axaftinê bike, mecbûr e bibêje:

-Wek birêz seokkomarê me got...

Xwedêgiravî Wezîrê Maliyê heye, lê Erdogan berî wî ji bo salê tê meaşê herî kêm îlan kir.

Ji kirîn û firotina mêwe û sebze bigire, heta birr û bazara sîlehan, balafiran, teknolojiyê yanî di her warî da Erdogan dipeyive, ew birr û bazarê dike.

Efendî îro bi mîmarê Teslayê Elen Musk ra peyivî ye, qey ji wî jî aqil û alîkarî xwestiye.

Ê lawo madem her tişt ew e, medem ewê biryara her tiştî bide û li ser navê her kesî bipeyive, wê demê ev çi wezîr mezîr in?

Di civîna îro da serokê mezin 14 alên sor(êdî bi alekê qîma xwe naynin, dibê 14 heb bin) li pişt xwe rêz kiribûn û dîsa ji qal û bal dipeyivî.

Lê pir efendî pir bêhal, bêmecal xuya dikir, devê wî bi zor digerîya. Pir nexweş xuya dikir.

Dînekî civatek bi xwe ra dîn kir, lê ev perîşanî, ev komedî misteheqê tirka ye, ewê perîşantir bibin. Hûn meaşê herê kêm ne ne bikin 4250, hûn bikin 20 hezar jî dawiya vê kirîzê nayê, serê sebeban Erdogan e, heta ew li ser hukim e hûnê tu carî têr nexwin, hûnê tim motajê parîyek nanê tisî bin.

Xewn

Min xewnek dît, xewnek bi xof bû
şiyar bûm

xew li min gerîya

dikim nakim xewa min nayê

xem û xeyalên salan li min kom bûne
pir in, yek dihere, hezart tên
çiqasî ji dor xwe diqetinîm

çiqasî ji wan direvim dawî nayê
derd pir in, xeyal hezar in

şev zîz bûye

destê sibê ye

ez û bêdengî mane bi tenê

ne oda xalî, ne bêdengî bi min ra dibe pîbar

ne jî xeyalek xweş bi tenêtiya min ra dibe heval
rê dûr e, barî giran e

ez û tenêtî û çend xeyalên salan û oda xirûxalî

berbang ne dûr e, hindik maye…

 

Li Tirkiyê 24 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûn û mirin

Li Tirkiyê li 8 bajaran 24 kes bi alkola(meya, araqa) sexte jahrdadayî bûn û mirin.

Li Stenbolê, Antalyayê, Meraşê, Dîlokê, Sêwasê, Erzînganê,

Mêrsînê û Yalowayê 24 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûn û mirin û gelek kes jî di nexweşxaneyan da tên tedawîkirin.

Di nava çend rojan da mirina 24 kesan bi alkola sexte felaketeke mezin e.

15 december 2021

Tirk dixwazin li vê dinyayê kurd tunebin

Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp, piştî dadgeha qetlîama malbata Dedeoglullari gotiye, ”dinyayeke bê kurd dixwazin, ji bo wê ev qetlîam çê bû.”

Rast e, lê ne qatilê 7 ferdên malbata Dedeoglullari bi ser hev da kuştin tenê, hukûmeta AKPê jî, piraniya tirkan jî dinyayeke bêyî kurd dixwazin. Dixwazin li vê dinyê kurd tunebin û ji bo ku koka kurdan biqelînin çi ji destê tirkan tê texsîr nakin.

Ji bo wê ye 3 beşên Kurdistanê dagir kirine û her roj çend derên Kurdistanê bombebaran dikin.

Devê rast û devê xwar ji hev xuya ye

Deve her du çavên xwe girtin û da nav erdê pembo. Ji wî wetnê kes wî nabîne.

Hin siyasetmedar jî wer bawer dikin kes nabîne ew çi dikin. Lê ne wisa ye.

Devê rast û devê xwar ji hev xuya ye, xelk dibîne kî rast dibêje, kî derewa dike. Reva pisikê heta kadînê ye.

Kurdî halê xwe wer dî !

Dibêjin camêrek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tune bû, dema dewê wî hebû nanê wî tune bû. Dema her du jî hebûn ew ne li mal bû.

Welhasilî kelam xwarina nan û dew bi hev ra tu carî nebû qismet û nesîbê wî.

Me kurdan berê digot, ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin, Kurdistanê û dewleta xwe ava bikin kes alî me nake. Heger dostên me hebûna, Amerîka, hin dewletên zurt alî me bikirana me yê dewleta xwe çêkira.

14 december 2021

Ji tirkan ra ev perîşanî hindik e

Bi Xwedê tiştê hatiye serê tirkan heq û misteheqê wan e, ew tam layiqî serokekî wiha û perîşaniyeke wiha ne.

Hewqasî perîşan bûne êdî nanê tisî jî bi destê gelekan nakeve. Kes nikane qedeh şîr bide zarokên xwe.

Li dinyayê perê herî bêqîmet, perê her roj, her saet ji qîmet da dikve perê tirk e.
Bi sedhezaran însan nikanin kiriya xaniyê xwe, heqê elektirîk û ava mala xwe bidin.

13 december 2021

Rehetiya tirkan di azadiya miletê kurd da ye

Lîreya Tirkiyê îro dîsa ser serî loxî jêr bûye, Dolarekî Amerîkî bûye nêzî 15 lîreyî. Bankeya Merkezî dîsa midaxela borsayê kiriye. Ji xwe her roj midaxele dike.

Banka Merkezî midaxela dereke şaş dike, ji dêlî borsayê dibê midaxeleyî Erdogan bike. Lê wiya jî nuha kes newêre. Ew jî ne hedê kesî ye.

Fêlbazî

Mudûrî fabrîqê du karkirên ji kar findirandibûn, ji xwe ra sohbet dikirin dît. Hinekî bi hêrs ji wan ra got:

-Ji bo çi hûn naxebitin?

Gotin:

-Em dixebitin mudûr beg. Em vî keresteyî dibin rendekirinê.

Mudûr got:

12 december 2021

Mêrik dixwaze medyaya sosyal li dinyayê nemîne

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”medyaya sosyal ne li ser ewlekariya me ya netewî tenê, li ser ewlekariya cîhanê jî êdî bûye gefeke mezin.”

Dizo, ji bo ku kes bi virên wî, bi diziyên wî, bi sextekariyên wî, bi zirzopiyên wî nehese dixwaze medyaya sosyal ne li Tirkiyê tenê, li seranserê dinyayê qedexe bike. Ji bo ku têr bideze, zulmê bike kes pê nehese.

Nêt ji gotinê muhîmtir e

Ji bo min nêta însên, dilpakiya însên pir muhîm e, ez bala xwe didim wê û li gorî wê hereket dikim.

Ji bo ku meriv ji însanekî bawer bike, dibê meriv ji gotinên wî bêtir nêta wî bizanibe, di nêta wî derxe. Ya muhîm ne gotin e, dil e, nêt e.

Heger bi nêteke pak şaşiyek kiribe, dilê we hîştibe jî xwe jê nexeyidînin, baweriya xwe pê bînin, jê hez bikin.

Şerê dil û aqil

Dil û aqil gelek caran li hev nakin, tim bi hev dikevin.

Dil, tim dixwaze rastiyê bibêje, aqil tim îtîraz dike, dibêje bîna xwe fireh bike, biaqil be.

Dibê meriv carnan bi ya dil, carnan jî bi ya aqil bike. Carnan bide dû dil, carnan jî bide dû êqil.

Lê dibê kînga meriv bi ya dil bike, kînga bi aqil bike ew pir zor e. Dimîne li ser êdî kê zora kê bir.

11 december 2021

Dînê, çima te wiha kir?

 

Evîn Guneş

Ji vêsê da ye ez di bin tesîra ”mirina” Evîn Guneşê (Fatma Demirel) da me. Kezeba min perritî.

Ez nikanim li rismê wê binêrim. Gava min xebera întîxara wê xwend ez kelogirî bûm. Bi vê qedera wê ya reş dilê min pir şewitî.

Tu kes ji kêfa xwe nakuje, miheqeq sebebekî cidî heye, lema mirinê ji jiyanê çêtir dibîne.

10 december 2021

Ziman girtî serî rehetî

Carnan dibê meriv bi zimanê xwe kanibe û li malika xwe rûne. Meriv nikane qûna dinyayê rast bike. Pêşiyan gotiye zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.

Hin dost û heval hin karên ne li gorî dilê min dikin, bi baweriya min hin tiştên şaş dibêjin, hin karên şaş dikin û diparêzin.

Em van mirdaran baş nas dikin

Hukûmeta li Tirkiyê îro li ser hukim e heta hûn bixwazin xerab e, yên hukûmetê, dewletê îdare dikin zalim in, zulimkar in, irqçî ne, faşîst in, mirdar in, neyarên me ne, serokê wan klîptoman e.

Em giş van tiştan zanin, problem ne ev e, ne hewce ye em xerabîyên wan tim dubare bikin.

Tiştê ji me ra lazim e riya xelasiyê ye, emê çawa ji bin destê van zaliman, van mirdaran xelas bibin?

09 december 2021

Hevza xwe ji bêedeban bikin !

Gava dil reş be, bêterbiye be ji zimên jahr û zuqûm dibare. Merivê bêedeb gotina xwe nizane, pir rehet bêexlaqiyê, zirzopiyê dike.

Meriv ne rimildar e di exlaqê însên derxe. Kî bi edeb e, kî bêedeb e di minaqaşeyê da diyar dibe.

Meriv bi bêedeban ra nekeve minaqeşê baştir e.

08 december 2021

Erdogan careke din Yekîtiya Ewrûpayê bêminet kir

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo biryara Yekîtiya Ewrûpa ya di heqê Osman Kavala û Selahettîn Demirtaş da Yekîtiya Ewrûpayê bêminet kiriye, gotiye em biryarên we nas nakin, çi ji destê we texîr nekin Hûn bêminet !

Gotinên Erdogan:

Bi van serokan em tu havilê nakin

Yên yekîtiya miletê xwe çê dikin jî însan in, serok in, yên miletê xwe bi hev dixin, perçe perçeyî dikin jî însan in, serok in.

Yên miletê xwe ji bindestiyê xelas dikin, jê ra dewletê ava dikin jî însan in, serok in, yên bindestiya miletê xwe dirêj dikin, ji şert û fersendên ji bo azadbûnê, ji bo serxwebûnê peyda bûne sûdê nagirin û dibin sebebê malwêraniya gelê xwe jî însan in, serok in.

Sîstema nuha

Profesorê dersa kîmyayê di dersê da li ser bidestxistina proteînan dipeyivî. Qala gelek tiştan kir, dûra got:

-Rojekê were însan ewê kanibin bi riya kîmyayê însanan jî çêkin.

Xwendekarekî got:

07 december 2021

Fen û fût bûye karê Erdoganê rût

Erdogan wer li ser telefonê ye, telefon ji dest nakeve, rojê telefonî serokên çend welatin dike. Tebatî nayê, wek gêrik tê da bin.

Lê bi telefonkirinê jî qîma xwe nayne, wek delalê kerê xwe wenda kiribe, rojê baz dide welatekî. Hesabê wî ereban û afrîqiyan bixapîne. 

Çû Qeterê, jê ra pere lazim e, li parsê digere. Dixwaze bi fen û fûtan xwe xelas bike. Fen û fût karê mêrikê rût. Lê ereb jî şît in, êdî wek berê naxapin.

Îro roja keskesoran bû

Foro: Zinarê Xamo

Îro li Stockholmê rojeke muhteşem bû. Erd, ezman di bin tîrêjên rojê da reng rengî bûbû, dibrûsî.

Hewa di binê sifirê da 16 derece sar bû. Berfeke pir hûrik, çavê meriv nedidît dibarî.  
Peşkên berfê di binê tîrêjên rojê da wek hebên krîstalan dibrûsîn.

Zimanê te nagere

Yê waiz li mizgeftê Xwedê tarîf dikir:

-Ne li erd e, ne li ezmîn e. Ne dixwe, ne vedixwe. Ne radikeve, ne şiyar dibe. Ne bavê wî heye, ne diya wî heye. Ne bavê kesî ye, ne diya kesî ye...

Ji nava cimatê yekî got:

06 december 2021

Pakêta "HEBÛ TUNE BÛ" bû îro gihîşt Stocholmê !

 


Çend heb ”Hebû tune bû” îro gihîştin destê min, lê ne bi rehetî, pişt xistin ber min.

Carnan li ciyê rehetiyê ez karê dûrî aqila dikim. Îro jî min tiştekî wer kir. Min ji postexanê pakêta 10,300 xiram giran, belkî riya 2 km dûr, kir hêmêza xwe û bir malê.

Bariş Kargoyê do ji min ra mesajek şandibû, digot pakêta Weşanxana Dara ji te ra şandiye hatiye, here bigire.

Zêdeyî mehekê ye ez li bende me. Vêsê min got ezê herim berê gera xwe bikim, ji wir jî ezê herim rahîjim pakêta xwe û herim mal. Xanim îro bi min ra nehat gerrê, got karê min heye...

05 december 2021

Me guh neda sir û sermayê

 


Sir û sermayê baş bi pêsîra Stockholmê girtiye, bernade. Berf nabare lê serma têra xwe heye.

Îro herêma me 7 derece di binê sifirê da sar bû û ba jî hebû.
Ji ber bê hewa sartir bû, çûk li hewa diqefilî. Lê min û xanimê kincên germ li xwe kir û me berê xwe da daristanê.

Em 104  deqeyan, tam 8 km meşiyan. Eybe meriv pesnê xwe bide, lê di vê sermayê da hewqas meş ne karê her kesî ye.

Hin kes ji mirîd û şelafan hez dikin

Tu merivekî çiqasî baş, pak, dirist bî, ji gel û welatê xwe ra çiqasî karê baş bikî jî ji bo hin serok û siyasetmedaran dîsa jî têrê nake, dîsa jî tu xerab î, dîsa jî te afaroz dikin.

Çimkî tu ne mirîdê wan î, çimkî tu ji wan ra şelafiyê nakî, gav û saetê ji pesnê wan nadî.

Li ba wan şelaf, mirîd ji merivên çê, ji merivên pak baştir in, lema qedir û qîmetê didin mirîd û şelafan, lema wezîfê didin wan...

04 december 2021

Erdogan ji Alî Babacan ra gotiye "dera ez lê serokwezîr bim ma mimkûn e tu devê xwe vekî ?"

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Sêrtê da serokê partiya DEVAyê Alî Babacan rexne kiriye, gotiye law Elo, ”dera ez lê bim ma tu kanî devê xwe vekî ? Tu çi pesnê xwe didî ? Te tiştek jî nekiriye, hemû talîmat min dan, min îmze kir…"

Alî Babacan di nabêna 2002-2015a da 13 salan çend wezîrîyên cihê kir, bû wezîrê karên derve, wezîrê ekonomiyê û cîgirê serokwezîr Erdogan.

Bi aqilê sivik barê giran ranabe

Tirk merivên pir ecêb in. Tu carî nikanin bêyî dijmin bijîn, miheqeq hin welat dijminatiya Tirkiyê dikin, dixwazin Tirkiyê ji ortê rakin. Dijminên Tirkiyê tim hene, ew nahêlin Tirkiye bi pêş keve.

Li Tirkiyê çi gelş çê bibe sebeb tim hinekên din in, dijminên der û hundur in, ew aboriya Tirkiyê xera dikin, ew qîmeta perê Tirkiyê dixînin. Berpirsiyarên hukûmetê, piraniya tirkan wiha difikirin, wiha dibêjin.
Yanî sebebê kirîza Tirkiyê ya aborî ne ne hukûmet e, ne dîktatoriya Erdogan e, Amerîka ye, Yekîtiya Ewrûpayê ye, dijminên tirkan in, ew wiha dikin.
Gava aqil kêm be, totik vala be meriv wiha dibêje...

03 december 2021

Me îro hewşa xwe ronî û rengîn kir

 


Çend roj berê qabloya ronahiya ser deriyê me qetiya, hewş tarî bû. Em carê fêrî hewşa ronî bûne, lema jî min çû yeka nuh kirî.
Cîranê min ê swêdî yekî hoste ye, gelek kar ji destan tê, mala camêr ava be, hat alî min kir, meqeba xwe anî, dîwar ji min ra qul kir.  
Karê ji destê min nayê, ez ban wî dikim, her alet û hacet li ba wî heye, tê ji min ra çê dike. Gava dibîne ez nikanim û ew kane pir kêfa wî tê. Vê carê jî wer bû.

Dibê ev qetlîam ji qatilên Daîşê ra nemîne !

Roj derbas nabe em xebereke reş, xebereke xemgîn, dilşewat nebihîzin û pê kezebşewitî nebin.
Do bi şev qatilên Daîşê li herêma Mexmûrê, li gundê Xidircîce 10 pêşmerge û ji malbatekê sê bira şehîd kirin.

Van qatilên devbixweîn çawa kanîbûne di êrîşekê da hewqas pêşmerge bi ser hev da bikujin aqilê meriv nagire.

02 december 2021

Dewleta we serê we bixwe !

Meqbûle Ozbek

Mahkima dewleta dagirker a Diyarbekrê îro 7 sal 6 meh cezayê hefsê daye
Dayika Aştiyê Meqbûle Ozbeka 72 salî.

Hûn barbar in !
Hûn û edaleta we qurişekî jî nakin.
Mahkimeyeke cidî, bi rastî mahkime bi dereweke hewqasî mezin 7 sal û 6 meh ceza nade jineke 72 salî.

Berfa me dereng ma lê şevê çûnî barî


Şevê çûnî berfa me ya pêşî barî, hewşa me, hawirdor sipî boz kir. Em li bende kevzikî bûn. Lê wa ye barî û him jî xweş barî. Ya baş çend derece di binê sifrê da sar e, nahele.
 
Çaxa baran dide ser berfê meş û gerr zahmet dibe, herder dibe avzêm.

Mubarekê îsal pir dereng barî. Salê van çaxan çongekê berf li erdê bû. Lê bi derengî be jî baş bû hat, me nebarîya me yê çi bikira.
Bîsteke din ez û xanimê emê derkevin têr bigerin.

Erdogan şevê wezîrekî diguherîne

Erdogan do bi şev nîvê şevê Wezîrê Xezînê û Maliyê Lutfî Elvan qewitand û hemşeriyê min Nûreddîn Nebatîyê wêranşarî danî ser kursiya wî, got vê carê bira navê te Wezîrê Xezînê û Maliyê be...

Ez nizanim ev dîno çima tim derengê şevê xelkê ji wezîfê digre û hinekên nuh datîne dewsa wan?

Law malneket, bihêle sibe tê xêr vêra. Çima tu xelkê şev nîvê şevê bi hev diguherînî?

01 december 2021

Li Swêd rojnamevan hene !

Serokwezîra Swêd ya nuh Magdalena Andersson hukûmeta xwe do eşkere kir. 22 wezîrên hukûmeta Swêd hene; 11 jin in, 11 mêr in.

Li Swêd adetek pir xweş heye, dema hukûmetek nuh ava dibe, rojnamevan ji wezîran pirsa pirêze û sicîla wan dikin, dibêjin:
-Di garderoba te da tu cendek/term heye ya na?

Yanî pirêza te, sicîla te paqij e ya na? Te tu sûc, tu tiştekî xerab kiriye ya na?

Nanê teze

Mamost di dersa dînî da qala mijara duakirinê, ji Xwedê alîkarî xwestinê dikir. Ji sinifê pirsî:

-Çima em bi xwestina carekê qîma xwe naynin, em di nimêja her sibê da ji Xwedayê xwe alîkariyê û nan dixwazin.

Zînê destê xwe bilind kir, got:

PARVE BIKE