20 december 2021

Dizê bîstana li xwe mukur tê zivistana

Ev demeke Alî Babacan û Ahmet Davutoglu hevalê xwe yê berê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi peyvên giran rexne dikin, hin dizî û sûcên wî îfşa dikin, tinazê xwe pê dikin.

Alî Babacan gotiye , ”dibêjin Reîs, Reîs. Yê jê ra dibêjin Reîs, Reîsê dewleteke eşayîrî ye.”

Dizên neqebekê ne, hevûdu baş nas dikin. Dizê bîstana li xwe mukur tê zivistana.

Erdogan ewê viya ji Alî Babacan ra nehêle. Heger dîwarê tirsê were hedimandin Babacan ewê pir bibin. Lema jî Erdogan ewê bixwaze rê li ber rexneyên wiha bigre.

Di rojên pêş da ewê şerê wan gurrtir bibe. Bira bibe, çiqas bi hev kevin ji me ra baş e.

 XXX

Rejîma Îslamî ya meleyên faşîst îro endamê Partiya Demokrat a Kurdistana-Îranê Heyder Qurbanî di zindana Sine da îdam kir.

Bavê wî Elî Qurbanî pêşmergê PDKê bû, ew jî di sala 1981ê da di êrîşekê da şehîd ket.

Hûn dewleteke celad in!

Bimre rejîma Îslamî ya Îranê !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE