Li dinê ji ziman şîrîntir jî tune, ji ziman tahltir jî tune.
Başî jî, xerabî jî, çi tê serê meriv ji ber zimên e. Ziman
dipeyive, serî dikeve belayê.
Zimanê dirêj eduyê serî ye.
Zimên got leq, serî got teq.
Ziman him dost e, him dijmin e. Ziman kilîta dilan e. Ev
kilîta efsûnî bi hinekan ra heye, bi hinekan ra tune ye.
XXX
Hin siyasetmedarên me ne ji tarîxa xwe, ne jî ji
serpêhatiyên xwe ders û ibretê digrin.
Lê dîsa jî yên ji wan ra li çepikan dixin pir in. Jixwe ji
ber wê ye ew jî dev ji şaşiyên xwe bernadin.
Meriv viya dibîne lê nikane ya dilê xwe bibêje. Lema gotine,
her mange tê dotin, her galgal nayê gotin. Dil ne sifre ye meriv di medyaya
sosyal da li ber her kesî raxe.
XXX
Dimsa etarê dimsoyî rijiya, got: ”bira ev jî xêra bavê min
be.”
Carnan meriv bi nezanî zirarê dide xwe, ji bo ku xwe
neqeherîne, çimkî ax wax tiştê çûye venagerîne, meriv dibêje bira xêra miriyên
min be.
Heger rojekê eynî tişt hat serê we jî, hûn jî bibêjin bira
xêra bavê min be.
XXX
Ji pîrê ra gotin:
-Pîrê, xwazginiyên te hatine.
Pîrê got:
-Wele xeber xweş xeber e, lê min jê ne bawer e.
Carnan meriv hin
xeberên xweş dibihîze, dixweîne lê jê bawer nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar