19 december 2021

Li ser rexneyên xwendevanan

Dixwazim mesleyekê li vir zelal bikim. Di Facebookê da 4900, di Twîtterê da 12196 şopînerên min, hevalên min hene.

Di nav wan da kesên ji fikir û bawriyên cihê, kesên ji hev hez nakin, kesên li dijî fikir û siyasetên hev in, kesên ji hev hez dikin, kesên ji hev nefret dikin hene.
Heqaret, bêedebî, cilqî, zirzopî ne têda, her kes kane min rexne bike, li ser nivîs û parvekirinên min fikrê xwe bibêje.

Rexne ser serê min, ez xwe ji rexneyên tu kesî aciz nakim. Û bîntengiyê û xwe acizkirinê jî rast nabînim.

Malperên min(Facebook û Twîterr) wek mala min e, ez qebûl nakim kes di mala min da êrîşî hev bikin, gotinên ne xweş ji hev ra bibêjin, heqaretê li hev bikin.

Bira şerê xwe ne di mala min da, li dereke din, di malperên xwe da bikin.

Mimkûn e hin kes qebûl dikin di malperên wan da însan şerê hev bikin, ji hev ra, ji vî şexsî û wî şexsî ra peyvên nelirê, bêedeb bikin.
Lê ez qebûl nakim.

Ez ne di mala kesî da, di malpera kesî da şerê kesî dikim û ne jî dihêlim kes jî di mala min da, di malpera min da bi hev kevin, gotinên ne xweş ji hev ra bibêjin.

Ez hêvî dikim ev prensîba min ewê ji alî şopînerên min yên hêja ve maqûl were dîtin û were qebûlkirin.

Şaş ya jî rast, ez wiha difikirim. Kesê vê şêla min rast nabîne ne mecbûr e min taqîb bike, kane ji hevaltiya min derkeve.

Hevaltiya me ne mecbûrî ye, kêfî û bi îradeyeke azad e.
Kesê meriv ji şêla wî/wê ne razî be kane ji hevaltiya wî/wê derkeve.

Û dibê ez tiştekî din jî dubare bikim. Rica min ji we, nivîsên min, twîttên min bi tirkî şirove nekin. Ez ne bi tirkî dinivîsim, ne jî komentarên bi tirkî qebûl bikim.

Ev 15 sal in bloga min û Facebboka min heye û ji 2012a û vir da ye jî Twîtterê bi kar tînim. Heta nuha min rêzek jî bi tirkî nenivîsî ye, bi tirkî bersîv nedaye kesî û şiroveyên bi tikî jî qebûl nekiriye, şiroveyên bi tirkî tim rakirine.
Heta ez sax bim ezê vê xeta xwe bidomînim.
Gelek silavên dostaniyê li we hemûyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE