18 december 2021

Xewna min û formula Ciwan Haco

Piştî min di Rûdawê da nivîsa Abdula Keskîn (Formûla CiwanHaco û Malcolm X)xwend, min çû xwe li ser dîwanê dirêj kir û di xew ra çûm.

Abdula Keskîn ket xewna min. Min dît ew û Jan Dost li derekê rûniştine û sohbet dikin.

Min got wele fersend ev fersend e, ezê herim li ser vê nivîsa wî pê ra hevpeyvînekê bikim, li ser felsefa jiyanê çend pirsan jê bikim.


Lê piştî ez nêzî masa wan bûm, haya wan ji min tune bû, ji nişka ve aqilek hat min, ez bi paş da vegeriyam.

Min ji xwe ra got, wa ye ne bi tenê ye, li ba Jan Dost belkî her tiştî nebêje, bira bimîne rojeke din. Bi vê fikrê ez ji wir dûr ketim û bi xwe hesiyam.

Min dît xanim rabûye li mitpaxê teqreq û xirtexirta wê ye, xurîniya xwe hazir dike.

Min xwe tîk kir, bîstekê li xewna xwe û li nivîsa Evdila Keskîn û formula Ciwan Haco fikirîm, dûra min biryar da vê nivîsê binivîsînim.

Evdila Keskîn berê jî carekê qala vê "furmula umrê Ciwan Haco" kiribû, kêfa min ji vê furmula wî ra hatibû.

Felsefeyeke xweş e, ji çend salan carê dibê meriv deh salekê li umrê xwe zêde bike. Camêr jî wer kiriye.
Ez jî wer dikim.

Çaxa ez 40 salî bûm, min jî nivîsî û got, here were 15-15 sal umrê min maye, dibê ez destê xwe zû bigrim û tiştekî li pey xwe bihêlim.

Ez bûm 50 salî di nivîsekê da min 10-15 salên din lê zêde kir. Nuha, çend roj mane ez bibim 72 salî, ez 10 15 salên din lê zêde dikim, dibêjim min karê xwe hîn neqedandiye, ji min ra herî kêm 15 salên din lazim in.

Jiyan ewê wan salan bide min, nede min ez nizanim, lê axirê çav tu carî ji salan, ji jiyanê bar nabe, meriv tim çend salan lê zêde dike.

Rewşa me kurdan her çiqas pir ne xweş be, halê me ne tu hal be jî meriv naxwaze zû koçî binê axa sar bike. Lema heta ji min were ezê tim çend salan lê zêde bikim, êdî ez û şansê xwe, çiqasî dom kir…

Temiya min li birayê Evdila Keskîn, bira ew jî furmula Ciwan Haco bike felsefa xwe, furmuleke baş e, meriv jê zirarê nabîne.

XXX

Çêlikên(çêjikên)guran ji meriv ra nabin bav û bira.

Ev e şîret û temîya bav û bav û kalan e li me.

Dijminên bav û kalan tu carî nabin dost û yarên lawan.

Her gotineke pêşiyan netîceya gelek tecrûbe û serpêhatiyên tarîxî ne. Gerek em ji wan ders û ibretê bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE