17 december 2021

Qeyrana Tirkiyê hat gihîşt min jî !



Kirîza(qeyrana) Tirkiyê hat gihîşt Swêd û min jî. Berê min bi 100 kronî porê xwe kurr dikir, îro 150 kron ji min stendin.


Yanî enflasyona Tirkiyê xwe gîhand in jî, ez jî di agirê tirkan da şewitîm

Ez îro çûm ser berberê xwe yê her tim. Erebekî îraqî ye. Porê min baş kur dike.

Berê 100 kron ji kesên teqawid digirt. Cara berê 120 min girt. Min got çima we zêde kiriye?

Got, apo, her tişt biha bûye. Min dengê xwe nekir û 30 kron jî zêde dayê. Çimkî pir bi porê min da ket.

Lê îro 150 kron(li dora 17 dolarê Amerîkî)ji min girt. Min got çima we dîsa biha kir, mesele çi ye?

Got, her tişt biha bûye, em jî mecbûr bûn.

Yanî di nav du mehan da ji %50 zêde kirin.

Ez jî di agirê tirkan da şewitîm. Min xwest kurdên welêt bizanibin enflasyona Tirkiyê ne hûn tenê, ez jî şewitandim.

 XXX

Hin xerabên me bûne peya û rêberên dijmin û bi me ketine. Zulm û sûcên dijmin vedişêrin, aqil didin djimin, jê ra rêberiyê dikin.

Bela sebeb negotine ji min keto, bi min keto. Ne şerm dikin, ne li ber xwe dikevin, bûne wek rûviyê meriv ji mirîşkên xwe ra mezin kiribe. Ev jî bêşansiya me ye.

 XXX

Min hewqas sal kir, dîsa jî min tiştek ji vê dinyê fahm nekir.

Çaxa ez biçûk ji mezinan ditirsiyam, mezin bûm ji biçûkan ditirsim.

Meriv ne dizaroktiya xwe da, ne jî kalîtiya xwe da ji tirsê xelas dibe, hinekên meriv jê ditirsin tim hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE