17 december 2021

ENKS Tirkiyê dijminê xwe nabîne

ENKS, Tirkiyê wek dewleteke dagirker û dijmin nabîne. Deh roj berê serokê ENKSê Siûd Mele li Qamîşlo di civînekê da gotibû ew Tirkiyê wek dijminekî kurdan ê sereke dibînin.

ENKS bi beyanekê li dijî vê dîtina Siûd Mele derketiye û gotiye ew Tirkiyê "wek dewleteke dagir û dijmin nabînin, Tirkiye welatekî cîran e."

Ecêba giran, hêzeke kurd çawa kane eşkere wiha bibêje?

Yanî cîran be nabe dijmin?

Cîran e lê welatê me bi darê zorê dagir kiriye û bi milyonan kurd jî ji xwe ra kirine bindest. Kurdê wek Newaf Reşîd li Tikriyê binêre cahş e, zilamê tirka ye. Navekî din yê kesê wiha tune ye.

Diyar e di nav ENKSê çend kesên welatparêz hene, lê piranîya ENKSê zilam û xulamên tirkan in.

Kurdê Tirkiyê dagirker û dijmin nebîne şerê Tirkiyê jî nake, Efrînê, Serê Kaniyê û Kurdistana Tirkiyê dagir kiriye jî naxwaze. Yanî hêzeke hevalê dijmin e, di cepheya dijmin da ye.

Ji hesinê pîs şûrê baş çênabe, heger ENKS ev be ew hêzeke girêdayî Tirkiyê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE