17 december 2021

Çîroka kevir û kûz

Kevir li kûz(li cer) keve jî wey li halê kûz, kûz li kevir keve jî dîsa wey li halê kûz.

Kîjan li kîjanî keve jî yê li zirarê, yê dişkê tim kûz e.
Qedera me kurdan û ya kûz pir dişibe hev.

Halê tirkan baş dibe jî em li zirarê ne, halê wan xerab dibe jî em li zirarê ne.

Çimkî em kûz in, ew jî kevir in.

Ji bo ku em neşkiyên dibê em bi kevir bin û ew jî bi kûz bin. Lê ev îş ewê çawa bibe bi Xwedê ez jî nizanim.

Lê ez gerek em bi kevir bin, ji bo ku tirk nikanibin me bişkînin.

XXX

Ji avê ra gotin:

"Avê, çima deng ji te tê?"

Avê got:

"Hevalên min kevir in, lema."

Yê min jî ji ber ku hevalên min giş kurd in carnan bêhemdî bahjînî ji min tê.

Wê demê jî hinek dibêjin, ma te xêr e, tu ji xelkê çi dixwazî?

Ez nizanim ez çi bikim?

Deng dikim direqisim, deng nakim difetisim.

Welhasilî kelam, kurdbûn tim zor bû, lê nuha gelkî zortir bûye.

XXX

Ji rûvî ra gotin:

-Emê te bikin şivanê mirîşka.

Rûvî rûnişt û da girî.

Gotin:

-Tu çima digrî?

Rûvî keserek kûr kişand, got:

-Ez ji siûda xwe ne bawer im.

Li ser pêşeroja Tirkiyê û Erdogan di medyaya sosyal da gelek texmîn tên kirin. Dibêjin kursiya Reîs diheje. Xeber xweş xeber e lê min jê ne bawer e.
Em kurd miletekî bêşans in, ez ditirsim wer nebe.

 XXX

Her cara Reîs dipeyive Tirkiyê bêtir mehû dike. Qîmeta Lîrayê Tirkiyê îro hinekî din jî daketiye, dibêjin Dolarekî Amerîkî bûye 16 TL.

Ez fêm nakim çima Reîs emrekî nade û bilindbûna dolar molaran qedexe nake ?

Law emrekî bide, nehêle TL hewqasî rezîl bibe! Ma tu çawa Reîs î?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE