17 december 2021

Hesab

Mamoste di dersê da ji zarokan pirsî:

-Rêyek otomobîlan(rêya paporê) pêncsed km dirêj e. Ji aliyekî rê(paporê) texsîyek li ser 200 km yî, ji alî din jî texsîyek li ser 190 km yî dajo. Hesab bikin, ewê li ku dera rê(paporê) bigihîjin hev?

Gurgîn got:

-Ne hewceyî tu hesaba ye, ewê ya li morgê, ya jî li goristanê bigihîjin hev.

 

Enayî

Mêrik li rex golê masî digirt. Yek ji çû balê, bîstekê pê ra sohbet kir, dûra jê ra got:

-Masî girtin xweş e, lê belê bi saetan tenêtî ma bîna însên teng neke?

Yê masîgir got:

-Meriv li vir qet tenê namîne. Çawa be enayîyekî(bêhişekî) meriv pê ra bipeyive dibîne.

 

Zeng

Mamoste di dersa kîmyayê da got:

-Heger hesin û paxir li derve, servekirî bimînin zengarî dibin. Lê heger zêr û zîv li derve, servekirî bimînin ewê çi bibe?

Xwendekarekî got:

-Ma ewê çi bibe, ewê tavilê werin dizîn !

 

Careke din

Şev nîvê şevê bû, mêrik pir serxweş bû, nizanîbû li ku ye. Li texsiyekê siwar bû û ji şufêr ra got:

-Bajo ber îstasyonê.

Şufêr got:

-Vira îstasyon e.

Yê serxweş 50 lîre ji bêrîka xwe derxist dirêjî şufêr kir û got:

-Lê careke din hewqasî zû majo...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE