16 december 2021

Ez fêm nakim li Tirkiyê wezîr ji bo çi hene?

Di praktîkê da tu rol û giraniyeke wezîran tune ye, Erdogan li ser navê wan dipeyive, ji dêl wan ve biryarê dide. Yê wan tenê nav e û dubarekirina gotinên Erdogan e.

Kîjan wezîr dibe bir bibe, berî dest bi axaftinê bike, mecbûr e bibêje:

-Wek birêz seokkomarê me got...

Xwedêgiravî Wezîrê Maliyê heye, lê Erdogan berî wî ji bo salê tê meaşê herî kêm îlan kir.

Ji kirîn û firotina mêwe û sebze bigire, heta birr û bazara sîlehan, balafiran, teknolojiyê yanî di her warî da Erdogan dipeyive, ew birr û bazarê dike.

Efendî îro bi mîmarê Teslayê Elen Musk ra peyivî ye, qey ji wî jî aqil û alîkarî xwestiye.

Ê lawo madem her tişt ew e, medem ewê biryara her tiştî bide û li ser navê her kesî bipeyive, wê demê ev çi wezîr mezîr in?

Di civîna îro da serokê mezin 14 alên sor(êdî bi alekê qîma xwe naynin, dibê 14 heb bin) li pişt xwe rêz kiribûn û dîsa ji qal û bal dipeyivî.

Lê pir efendî pir bêhal, bêmecal xuya dikir, devê wî bi zor digerîya. Pir nexweş xuya dikir.

Dînekî civatek bi xwe ra dîn kir, lê ev perîşanî, ev komedî misteheqê tirka ye, ewê perîşantir bibin. Hûn meaşê herê kêm ne ne bikin 4250, hûn bikin 20 hezar jî dawiya vê kirîzê nayê, serê sebeban Erdogan e, heta ew li ser hukim e hûnê tu carî têr nexwin, hûnê tim motajê parîyek nanê tisî bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE