16 december 2021

Xewn

Min xewnek dît, xewnek bi xof bû
şiyar bûm

xew li min gerîya

dikim nakim xewa min nayê

xem û xeyalên salan li min kom bûne
pir in, yek dihere, hezart tên
çiqasî ji dor xwe diqetinîm

çiqasî ji wan direvim dawî nayê
derd pir in, xeyal hezar in

şev zîz bûye

destê sibê ye

ez û bêdengî mane bi tenê

ne oda xalî, ne bêdengî bi min ra dibe pîbar

ne jî xeyalek xweş bi tenêtiya min ra dibe heval
rê dûr e, barî giran e

ez û tenêtî û çend xeyalên salan û oda xirûxalî

berbang ne dûr e, hindik maye…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE