31 oktober 2021

Xwezî pere însan hewqasî bêşexsîyet nekira !

Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra, ji Merkelê ra, ji Macron ra, ji gelek serok û siyasetmedarên ewrûpî ra gotinên nemayî kirine, lîderê heqaret lê nekiribe tune ye.
Lê li Romayê dîsa jî bi gişan ra rûnişt, gişan jî bi dilşadî pê ra rismên xwe girtin.

Îro jêvajorî li rojê daketiye

Şevê çûnî(do bi şev) me saetek bi paş da bir. Îro roj bûye sal, fena ku wext, saet sekinî be, nabe êvar.

Ez her cara li saetê dinêrim êvar hîn dûr e. Xanim jî di eynî baweriyê da ye, ew jî dibêje îro roj bi min pir dirêj xuya dike.

Rojeke hewqasî dirêj qet nayê bîra min.

Li Tirkiyê mûz bû bela serê ereban

Dewleta Recep Tayyip Erdogan 11 erebên mûz eşkere xwaribûn û di ser da jî rismên xwe di medyaya sosyal da belav kiribûn ji Tirkiyê qewitandine.

Li gorî dewleta Erdogan nabe erebek mûzê eşkere bixwe û rismê xwe di medyaya sosyal da belav bike.

Ev yek tevgereke li dijî qanûnên Tirkiyê û demokarasiya tirka ye. Lema jî erebên ev sûcê giran kirine ji Tirkiyê dersînor kirine.
Vê hêrsa tirkan wiha dest pê kir:

Îhtîmala Bîden û Erdogan li hev bikin ji ya nelihevkirinê zêdetir e

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Romayê ewê bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra hevdîtinekê bike.

Ji nuha da ez zanim ewê ji Joe Bîden ra çi bibêje. Ewê bibêje, alîkariya kurdên Kurdistana Rojava nekin, hûn çi bixwazin me qebûl e.

Ji bo ku Amerîka dev ji alîkariya kurdan berde tiştê tirk qebûl nekin, tiştê tirk nedin tune ye. Amade ne her daxwaza Amerîka û Rûsyayê qebûl bikin.

30 oktober 2021

Payiza rengîn xweş e lê karê wê zor e


Îro roja paqijiya taxa me bû. Ez, xanim û lawkê me yê biçûk Rojan, me her siyan zend û bendên xwe vemaltin, me rahşt tirmix, şirt, meqes, bireka û ereboka xwe û em kişyan ber kar.

Saet ji 09.00a heta 11.30 me pişta xwe rast nekir. Ez gelkî westîyam, lê wek dibêjin paqijî ji îmanê ye, me dor mala xwe baş paqij kir.

Problem do, pêr baran bû, pel bi erdê ve zeliqî bûn, topkirina wan gelkî zor bû. Xişt û bere xişt, lê top nedibûn.

29 oktober 2021

Em kurd in, navê welatê me Kurdistan e !

Cemîl Taşkesen bi mêraniya xwe sîleyek bi tîn avêt ji belka guhê dijmin da, bi sîleya xwe dijmin zîz kir. Dibê em vî xweşmêrî bi tenê nehêlin, lê xwedî derkevin.

Gerek partiyên kurdî giş bi hevra bi beyaneke mişterek gotinên Cemîl Taşkesen dubare bikin, bibêjin Cemîl Taşkesen rast gotiye "em kurd in, navê welatê me Kurdistan e."

Tirk bi payinê kevzikî bûne !

Medyaya tirk bi pûntoyên mezin gotiye, “çavê her kesî li hevdîtina Erdogan-Bîden e” !

Baş e ku negotine çavê dinyayê li vê hevdîtinê ye. Rûniştina Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra ji bo tirkan zafereke mezin e, lema ji nuha da hewqasî mezin dikin û mizgîniyê didin tirkan.

28 oktober 2021

Neynik

Xanimê ji xizmetkara malaê pirsî:

-Peyê min do bi şev gav hat mal serxweş bû ya na?

Keçikê got:

Buhayê peyvê

Zîrekê biçûk hin gotinên ne xweş fêr bûbûn. Pîrika xwe aciz kir, jê ra got:

-Heger tu sozê bidî pîrika xwe, tu yê careke din vê gotina pîs negirî devê xwe, ezê pênc lîreyî bidim te.

Zîrek got:

27 oktober 2021

Kî neyarê kurdan be tirk jê hez dikin û rayê didinê

Sebebê yên wek Bahçelî û Erdogan hîn li ser hukim in û kanin vê zulmê li me kurdan û li piraniya tirkan bikin dijminatiya wan a bi kurdan ra ye.

Ji ber ku Bahçelî û Erdogan dixwazin koka kurdan biqelînin tirk ji wan hez dikin û rayên xwe didin wan.

Ne ev irqçîtî û neyartiya kurdan be tirk Bahçelî û Erdogan nakin serokên xwe û Tirkiyê teslîmî wan nakin. 

Piştgirî muhîm e


Heger meriv bixwaze her kes kane li gorî qeweta xwe alîkariyê bi weşanxaneyên kurdî ra bike.

Her kurd bi kirîna kitêbek, du kitêbên kurdî kane ji weşanxane û nivîsêkarên kurd ra bibe alîkar.

Bi vî hawî ewê bazara kitêbên kurdî geş bibe û nivîskarên bi kurdî dinivîsin jî ewê zêde bibin.

Di nav hingivê neyar da kane jahr jî hebe

Dijminê me ji bo ku kîn û nefreta di dilê me da vemrîne,
ji bo ku micadela me ya azadiyê û serxwebûnê rawestîne, ji bo ku xwe bi me şîrîn bike,
ji bo ku me bike dost, heval û xulamê xwe her riyê,
her metodê diceribîne.

Dijmin carnan zorê, carnan bertîlê, carnan zarekî şîrîn û ruyekî bi ken, carnan jî ”şekirekî” bi jahrî îkramî me dike. Hinekên pûlperest û çilek zû dixapin, tavilê xwe çindî ser ”şekirê” bi jahrî dikin û radidin devê xwe û dest bi reqlama wî ”şekirê” bi jahrî dikin.

26 oktober 2021

Meriv fîlm temaşe kir dibê wiha temaşe bike

 


Xanima min di telewîzyona swêdî da li fîlmekî swêdî (Tåg/Trên)yê reş û sipî temaşe dike. Fîlmekî drama ji sala 1956a ye. Bi fîlm ra dijî, tu dibêjî belkî ne fîlm e, rastî ye, tebatî nayê. Carnan ez ditirsim komandayê ya jî tiştekî din bavê ji telewîzyonê da.
Xanima min muptela fîlma ye, bi taybetî jî ji fîlmên kevn, reş û sipî, drama û komedîyê hez dike.
Heger fîlm zêde ne berradayî be bi kursiyê ve dizeliqe, miheqeq lê temaşe dike. Di fîlmên drama da pir xemgîn dibe û di fîlmên komedî da jî pir dikene. Carnan ez dibêjim, tu bala min belav dikî, hinekî sakîn be...

25 oktober 2021

Reîsê tirkan dîsa xwe hetikand

Ji bo ku balê ji ser perîşanî û rezîliya xwe dagerînin gelşên sûnî, derewîn peyda dikin.

Ya din jî dîsa bela xwe di kurdan didin.

Dixwazin bi vî hawî, bi derew merewên bêbinake tirkên birçî, totikvala û faşîst mijûl bikin.

Gurê bû şivan

Gurê birçî dikir, nedikir nikanîbû xwe nêzî kerîyê pez bikira. Rojekê rûnişt, kûr fikirî, hûr fikirî, xwest riyekê, çareyekê bibîne ji bo ku kanibe xwe bigihîne kerî û zikê xwe têr bike.

Dawiya dawî fikrek hat serî, got ez kanim têkevim kerasê şivên, kulavekî şivanan li xwe kim û pê pez bixapînim.

24 oktober 2021

Serokê mezin vê carê xwe pir pîs hetikand

Tirk ji bo ku serokê xwe ji feqê xelas bikin sibe ewê bicivin û derewekê li hev ragirin.

Du roj berê serokê mezin Erdogan wek her tim fortek da xwe, got min emir da "yên xwe", min got 10 konsolosên xwestine Osman Kavala were berdan ji Tirkiyê derxin.

Serokê mezin bi vê fortê mala Tirkiyê şewitand. Tirk dikin nakin, nizanin çawa ji vê feqê xelas bibin.

Do me Corona morona ji bîr kir


Do piştî civîna weqfa Hemîdê Simaîlaxa, ez, Nîmet Aydin, Mamoste Nûjen, Medenî Marsîl û Mihemed Elî Yildirim, me çû li aşxaneyeke nêzî Kitêbxana Kurdî bi hev ra loqek nan xwar. Ê helbet xwarin bê şerab nabe.
Hevalê me Mihemed Elî ji Hamburgê hatibû, min di civînê da dît. Me got em herin li derekê rûnin, him sohbet bikin û him jî bi hev ra pariyek nan bixun.
Navê aşxanê bi îtalî(al CAMINETTO)ye, lê xwedî kurd e. Bira ew jî bibêj em pîzza çê dikin.

23 oktober 2021

Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e

Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e. Sal, por û riya sipî însên kamil û baqil nake.

Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe. Kurmê şîrî heta pîrî. Mal çi be, malzeme çi be ew e, bi wextê ra xerabtir dibe, baştir nabe. 
Di nav me kurdan da hesinê xerab pir in.

Me îro li Stockholmê kurdekî pir hêja bibîr anî


Zarokên Hemîd Kiliçaslanê gorbihuşt îro li Kitêbxaneya Kurdî avakarina weqfa bavê xwe, Weqfa Hemîdê Simaîlaxa îlan kirin. Ez wan pîroz dikim, ji bo bavê xwe karekî pir baş kirin. Kekê Hemîd hêjayî dezgeheke wiha ye.

Mala wan ava be, camêran ez jî dawet kiribûm. Gelek kes hatibûn civînê. Gelek heval, nas û dostên wî peyivîn, qala şexsîyet û bîranînên xwe yên bi Hemîd ra kirin. Qala hin xusîsîyetên wî yên pir îstîsna kirin.

Di civînê da min jî li ser kekê Hemîd çend gotin gotin û ew bi hurmet bibîr anî.

22 oktober 2021

Ka we yê her deh konsolos jî ji weletê xwe biqewitandina?

Serokê tirkan ê pir mezin Recep Tayyip Erdoganê fortek do got wî emir daye wezîrê karên derve Çavuşoglu, jê ra gotiye ”10 konsolosên daxwaza berdana Osman Kavala ji Tirkiyê kirine biqewitînin. Lukseke me tune ye em merivên wiha li welatê xwe bihêlin.”

Lê heta nuha hîn kes neqewitandine. Qey bayek bû ji ber serê xwe berda. Fort belaş e, derew ne bi pera ye.

Jinên dêrikî şoreşeke mezin çêkirine

 

Jinên dêrikî jêhatî ne, wêrek in, hin karê wek şoreşekê, hin karê kes newêre bike dikin.

Ji van jinan yek jî Sevdet Bakî xanima 37 salî ya dayika 3 zarokan e.
Sevdet xanimê li Dêrika Çiyayê Mazî şoreşek mezin kiriye.

Hêvî dikim ev şoreşa Sevdet xanimê li Dêrikê kiriye li bajarên Kurdistanê yên din jî çê bibe.

21 oktober 2021

Tirk Kurdistana Federe ji bo xwe wek sergo dibînin

Tirk bi çavê sergo û embara tişt û xwarinên kufikî, genîbûyî, demborî li Kurdistana Başûr dinêrin.

Çiqas tişt-miştên wan ên xerabûyî, genî, kufikî heye difroşin kurdan, dişîninKurdistana Federe.
Kurdistana Federe di nav du mehên dawî da 131 ton malên Tirkiyê yên pîs, genî, demborî îmhakirine. Ne îşê heneka ye, 131 ton ?

Pîvana kurdê baş û xerab

Heger we dît dîndarên tirk, îslamîstên tirk ,ya jî kemalîstên tirk pesnê siyasetmedarekî kurd, sinetkarekî kurd, hunermendekî kurd, edîbekî kurd dan, bizanibin ew kes ne kurdekî saxlem e, miheqeq di şexsîyeta wî da, wê da qelpîyek, çirûgiyek heye, lema tirk jê hez dikin, lema pê ra hevaltiyê dikin, lema reqlama wî/wê dikin.
Ji bo naskirina kurdê baş û xerab meriv kane vê pîvanê wek kevirê mîhengê(wek kevirê teneşîrê) bi kar bîne.

Şans

Mêrik bi hevalê xwe ra sohbet dikir, got:

-Law li ciyê karê min yek hebû, mêrik yekî pir bi şans bû.
Hevalê wî got:
-Çawa?

-Salê çûnî sîgorta qezayê dabû çêkirin, sê roj di ser ra derbas bûn ket û nigê wî şikiya. Sîgortayê pere dayê.

20 oktober 2021

Gur, rûvî û qantir

Rojekê rûvî pir birçî bûbû, ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike li çol û çepelan digerîye. Hew carê dît gurekî ji nişka ve xwe çindî ser kir û ew girt.
Rûvî bû hekeheka wî kenîya, got:
-Wey hemd ji Xwedê ra ji bo ku te ez girtim.
Gur matmayî ma, got:

Zorbatî ne rexnekirine

Li Diyarbekrê hin kesan êrîşê pêşangeha Ahmet Guneştekîn kirine, çend tabût ji ser bedenê avêtine jêr.
Ev ne rexnekirine, êrîşkarî û zorbatî ye, tu ferqa wê ji zorbatiya dewletê tune ye.

Hûn kanin pêşangehê bi şiklekî medenî, kulturî, edebî rexne bikin, lê êrîş, zorbatî şaş e, dibê were mahkûmkirin.

19 oktober 2021

Bi bêsebrî li bende dîtina vî rismî bûm

 


Ez bi bêsebrî li bende vê rojê bûm. Ji bo ku ev roj were pir xebitîm, gelek şevan bêxew mam. Min hevalên weşanxaneyê jî bi xwe gelkî westan.

Ji bo ku zarokên me çîrokên li gorî dilê xwe, bi çapeke xweşik bixwînin çi ji destê min û Weşanxana Darayê hat me kir.

Li ser pêşangeha "Odeya Hafizayê" çend gotin


Ez Ahmet Guneştekînê resam nas nakim, pê ra dostî û hevaltîyeke min tune ye. Wî ji medyaya sosyal nas dikim.

Bi qasî ez dibînim Ahmet Guneştekîn resamekî baş e, têra xwe bi nav û deng e.
Ahmet Guneştekîn li Diyarbekrê di 16ê mehê da bi navê ”Odeya Hafizayê” pêşangeheke mezin vekir. Pêşangehê olaneke mezin veda, him pesnê wê pir hat dayin, him jî gelkî hat rexnekirin.

18 oktober 2021

Xapandin ne xweş e !

Di 8ê tebaxê da ji Telewîzyona Kurdistan24ê xanimeka bi navê Aware, telefonî min kir, edresa mala me xwest, got ez dixwazim bi te ra hevpeyvînekê bikim.

Min daxwaza wê qebûl kir û tavilê edresa xwe jê ra şand.
Roja 10ê tebaxê piştî nîvro saet li dora yekê xanim hat û hevpeyvîneke li dora saetekê bi min ra kir. Navê progrma wê ”Kowar” e.

Di nav me da kesên pir û pak pir kêm in

Tirkan navên gelek kurdên bi nav û deng, zana, întelektuel lekedar kirine. Ji ber bindestiya dûr û dirêj gelek kes bi zanetî ya jî bi nezanî, kêfî, ya jî mecbûrî ketine torra tirkan, navên xwe lekedar kirine.

Çaxa civat ne şiyar be, nasyonalîzim, şiûrê netewî di nav civatê da ne xurt be, heta însan xwe nas dike gelek şaşiyan dike, carnan jî bi hin têkiliyên bi tirkan ra xwe dilewitîne. Yên wiha pir in û haya wan jî ji lewitandina wan tune. Bi dostê û hevaltiya bi dijmin ra aciz nabin.

17 oktober 2021

Mazî di tarîtiyê da rê nîşanî meriv dide

Gotineke çîniyan a pir xweş heye, dibêjin:

”Serketin gelek tiştî fêrî meriv nake, lê belê serneketin gelek tiştî fêrî meriv dike.”
Bi gelemperî analojîyeke rast e, meriv ji şaşîyên xwe, ji têkçûnên xwe dersê, ibretê û tecrûbeyê digire.

Nuha wexta min heye

Mêrê jinika gundî nexweş bû, li ber mirinê nû. Li ber serê mêrê xwe rûnişt û kûr, kûr dest bi girî kir.

Yên li dorê jê ra gotin:

-Bes begirî, te çavên xwe kor kirin. Înşela ewê baş bibe.

Jinikê got:

16 oktober 2021

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 25a çêkir

 


Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro kongreya xwe ya 25a li Kitêbxaneya Kurdî çêkir.

Bi vê minasebetê min gelek dost û heval dîtin û hinek sohbet kir. Bîna me bi hev fire bû. Ji zûda ye Corona malxerab em di malên me da hes kiriye.

Angela Merkel pir qelp derket

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro li Tirkiyê ye; ji bo ku ji Serokê  Tirkiyê Erdogan xatir bixwaze.

Angela Merkel yeka pir qelp û vala ye, ne layiqî wê kursêyê û wî nav û dengê xwe ye.

Erdogan hetanî nuha gotinên nemayî ji Merkelê ra kir, ew bi nazîzmê îtham kir.

15 oktober 2021

Îro gelek kesî riya xwe bi Hindik-Rindik xistiye

Qey kêfa xwendevanan ji nivîsên min ên do û îro ra hatiye, lema jî îro 1892 kesî bala xwe daye bloga min “hindik-rindik”.

Ev çendak bû zîyaretçiyên min kêm bûbûn, daketibû bin 330î.

Lê îro surprîzeke xweş kirine. Pir kêfxweş bûm, mala wan ava be. Hêvî dikim her roj surprîzên wiha bikin.

Ban qul be, binban şil e

Pirsên pêşiyan him bi maneyên xwe yên mecazî pir xweş û bi bandor in, him jî tiştê meriv nikane bi sed gotinê bibêje, bi gotineke pêşiya dibêje, him jî bi rengekî xweş û bi tesîr. Peyvên pêşiyan, biwêj di axaftinê da pir bi tesîr in, galgalên zêde kin dikin.
Li alî din gotinên pêşiyan jî zengîniya zimanê me û kultura me jî nîşan dide.
Pirsên pêşiyan û biwêj(îfade)hafizeya miletekî ye, dibê meriv qedir û qîmetê bidê û bi devikî nehêle, binivîse.

14 oktober 2021

Tirk û Talîban dê û dot in

Heyeta Talîban îro li Tirkiyê bû. Heta nuha têkiliya tirkan bi Talîbanan ra di bin ra, bi dizî bû, nuha êdî eşkere dikin. Tirkiya erdogan û Talîban yê hev in, wek dê û dotê ne.

Tirk ji birçîna kazekaza wan e, bi erdê ve zeliqî ne, li dû hestiyan û kurtêlek nan in.
Aborî têk çûye, xwedî sermîyan revîrevî ji Tirkiyê direvin.

Yanî meriv kane bibêje bi parsê ketine.

Yekî 37 salî li Norweçê bi tîrkivan 5 kes kuştin

Do êvarî yekî 37 salî li Norweçê, li bajarê Kongsbergê bi tîrkivan 5 kes kuştin, du kes kes jî giran birîndar kirin.

Yên hatine kuştin çar jin in, yek jî mêr e.
Pûlisê Norweçê dibêje qatil yekî hemwelatîyê Danîmarkayê ye, dîn guhertiye, bûye misilmanekî radîkal û li bajarê Kongsbergê dimîne. Yekî bi sabiqe ye, pûlis nas dike.

13 oktober 2021

"pilingekî li hewselê" ez mest kirim

 

Lokman Ayabe, mala wî hezar carî ava be, zahmet kiriye, kitêba xwe “pilingekî li hewselê” ji min ra îmze kiriye şandiye. Pir kêfxweş bûm.

Di normal da meriv xwendina kitêbekê ji serî da dest pê dike, lê min ji dawiyê dest pê kir.

Ji ber ku çîroka dawî nave kitêbê bû û çîroka “piştî deh salan” jî nave wê bala min kişand, min çer kitêb gîhand mal, ev her du çîrokên dawiya kitêb xwendin.

Tirkiye haziriya êrîşke pir mezin dike

Nêta Serokê Tirkiyê Erdogan tune ye di 2023a da hilbijartinan çêke. Jixwe wê rojê ev nêta xwe eşkere kir. Got mixalefet nebe talibê îktîdarê jê ra baştir e.

Çimkî Erdogan baş zane di hilbijartinan da sedîsed ewê wenda bike û ciyê wî qulik e.

Ji bo ku hilbijartinan çêneke, ewê herbekê derxe, ewê êrîşî Kobanê, Qmîşloyê û hin derên din bike, bixwaze Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bike.

Xwedê kerîm e

Pîrê û kalê xwe bi keştiyê(gemîyê) derketibûn seyaheteka dûr Di deryayê da bahozek rabû, keştî wek hêlkanê li ba bû, pêl berberî keştiyê bûn. Wek her kesî, pîrê jî tirsiya. Kalê wê gava dît pîrê pir diqirqile, jê ra got:

-Pîrê metirse, Xwedê kerîm e.

Pîrê got:

12 oktober 2021

Kurmancîya hin kesan wek gezo şîrîn e

 

Ez îro çûm ser berber, porê min hinekî dirêj bûbû, min kur kir.
Di 16ê vê mehê da kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd e. Ez ji nuha da ji bo wê rojê haziriya xwe dikim.
Piştî porê min ket dûzanê, min selfîyek xwe jî girt...

Esas porê dirêj li min tê û ez ji porê dirêj hez jî dikim. Lê xanim dibêje porê dirêj bi te nakeve.

Berberên taxa me giş ereb in. Berê berber giş asûrî-suryanî bûn. Lê nuha ereban ji wan girtiye.

Kekê Mahmûd Oral dildarekî Kurdistanê bû

Medenî Faris Marsîl û Mahmûd Oral

Kekê Mamûd Oral wefat kiriye. Gorra wî bihuşt be, Xwedê sebrê bide malbat û zarokên wî. Bi hurmet bibîr tînim.

Mahmûd Oral hevalekî me yê hêja bû, merivekî fedekar û mitewazî bû, dildarekî kurd û Kurdistanê bû.

Mamûd Oral, di cotmeha(meha 10) sala 1979a da li Mêrdînê namzetê DDKDê yê Senatoyê bû.

11 oktober 2021

Erdogan îşareta êrîşeke nuh da !

Serokê Tirkiyê Erdogan îşareta êrîşeke nuha ya ser Kurdistana Rojava daye. Gotiye ”ji Sûriyê êrîşî ser welatê me dikin, êdî sebra me nema. Di demeke herî kin da emê gavên pêwîst bavêjin.”

Ji bo ku êrîşî ser kurdan bikin derew merewên bêbingeh li hev radigire. Lê gefa wî cidî ye, heger Amerîka, Fransa  midaxele neke ewê êrîş bikin. 

Xelk ji van partîyan bêzar bûye

Li gorî ragîhandina Komîsiyona Hilbijartinê a Iraqê rêjeya beşdariya dengdana parlamentoyê ji sedî 41 bûye û beşdariya herî zêde jî li Duhokê bûye. Ew jî ji sedî 54 e.

Ji sedî 41 beşdarîya hilbijartinan pir hindik e, herî kêm dibê di ser ji sedî 50î ra bûya.

Diyar e xelk ji van partiyan, ji van siyasetmedaran ne razî ye.

10 oktober 2021

Blogerîya kurmancî ketiye ber sikratê

Tu bi halê min, ez bi halê te, em giş bi halên hev.

Min nuha bala xwe da blogên ez carnan riya xwe bi wan dixim. Hinek hatine girtin, hinek çend sal in di xew da ne, ne aktîv in.

Yek du heb nîv aktîv in, ne tam mirî ne, ne tam sax in; 5-6 meh berê nivîsek xistinê.

Dewlet narkotîkayê di nav xortên me da belav dike

Wê rojê ez bi pismamê xwe ra peyivîm, got keko li Wêranşarê narkotîka di nav xortan da pir belav bûye, serê her kuçeyeke bajêr narkotîka tê firotin, pûlis jî lê temaşe dikin, dengê xwe nakin.

Gelek zarokên merivên min, nas û dostên min bûne muptelayê vê jahrê. Malbatên wan bi çewelan pere lê mesref kirine, lê dîsa jî nikanin zarokên xwe jê xelas bikin.

09 oktober 2021

Tirkan li Hewlêrê navê Kurdistanê bi kurdan dane sansorkirin

Di 26ê îlonê da li Hewlêrê di nabêna kurd û tirkan da civîneke aborî çêbûye. Hukûmeta Kurdistanê navê civînê kiribûye ”Foruma Aborî ya Tirkiyê-Kurdistanê”.

Li gorî xebera Ferît Aslan a di malpera Medyascopê da Wezîrê Tîcaretê yê Tirkiyê Mehmet Mûş û heyeta pê ra li dijî vî navî derketine, gotine em navê Kurdistanê qebûl nakin, ji dêlî wê, ”Foruma Aborî ya Tirkiyê- Îraqê” wek nav pêşniyar kirine.

Çareyeke ecêb

Hevalê wî jê ra got:

-Law malxerab, ma meriv cara xaniyê li kêleka fabrîqa dînamîta kirê dike ?

Mêrik got:

Biwêribin rastiyê bibêjin !

Serokê Amerîkayê Jo Bîden mayina leşkerên Amerîkayê li Kurdistana Rojava û Sûriyê saleke din dirêj kiriye û gotiye tevgera artêşa Tirkiyê li Rojava zirarê dide têkoşîna li dijî Daîşê û xelkê siwîl jî gelkî ditirsîne.

Dibê meriv navê tiştan rast bibêje, Tirkiye ne ku tenê zirarê dide micadela li dijî Daîşê, Tirkiye bi xwe Daîş e, fînansorê Daîşê ye.

08 oktober 2021

Wek meriv li filîmekî dokumenter temaşe bike

 


Min îro kitêba Baran Zeydanlioglu ”Batili Kaynaklarda Şeyh Ubeydullahê Nehrî Hareketî ”(Di çavkaniyên Rojavayiyan da Hereketa Şêx Ubeydulahê Nehrî)qedand.

Ji ber ku çendakî ez hinekî nerhet bûm, çavê min kul bû, min nabên da xwendina wê. Lê min îro qedand.

07 oktober 2021

Erdogan: Hûn nebin talibê îdareya welêt ewê ji bo we hîn baştir be !

Erdogan gotiye, hûn îdareya welêt, hilbijartinan, îktîdarê ji bîr bikin ewê ji bo we hîn baştir be....

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê zorba careke din ji muxalifên xwe ra gotiye heta ez sax bim, hilbijartian û îktîdarê ji bîr bikin.

Mêrik ev yek pir eşkere gotiye:

06 oktober 2021

Meriv nikane serê xwe ji gorrê rake û li xelkê guhdarî bike

Dema meriv nexweş dikeve û bi tenê dimîne meriv li gelek tiştan, li serboriya xwe, li mirinê, li tiştên ewê li pey xwe bihêle difikire.

Yanî meriv muhaseba salên borî dike, min çi kir, çi nekir û dema meriv koçî gerdûneke din kir ewê çi li dû xwe bihêle û ewê çawa were bîranîn?

Tirk tim neyarên kurdan û kurdî bûne

 


Li hewşa Zanîngeha Karabukê bi 22 zimanan ”Hûn bi xêr hatin” nivîsîne. Di nav van 22 zimanan da kurdî tune ye.
Çimkî kurdî zimanê neyarên tirka ye.

Di meclîsa Tirkiyê da jî tercumanên îngilizî, fransî, almanî, rûsî, erebî hene, lê axaftina bi kurdî qedexe ye.

05 oktober 2021

Pirsek ji weşanxaneyên kurdî

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser tiştekî qet bala kesî nakişîne, li ser şiklê, sîstema nivîsîna navên kitêbên kurdî bisekinim.
Weşnxaneyên kurdî her cumleya navê kitêba diweşînin (derdixin) bi piranî bi versalekê, yanî bi herfeke mezin dinivîsin. Navê kitêbê çend gotin be her gotinê bi herfa mezin dinivîsin.
Em ferz bikin navê kitêbê wiha ye:

Derengî

Bavê ji lawê xwe ra got:

-Lawê min, sozê bide min tu yê berî 18 saliya xwe cixarê nekşînî ezê ji te ra motorsîkleteke bi dilê te bikirim.

Lîwik got:

04 oktober 2021

Dewleta tiroviro

Resûlê Bafeyî xortekî zanîgeh qedandiye, hemşîre ye. Lê dewleta xwedêgieravî dewlet kar nadê. Lema jî xortê bi xîret û bi qabîlîyet sewaxcîtiyê, emeletiyê dike.

Rojnameya Ewrenselê pê ra hevpeyvîneke xweş kiriye.

Rojnamevanê(Hasan Metin Taşkiran) pê ra hevpeyvîn kiriye, ji ber ku zanîbgeh qedandiye û emeletiyê dike reaksîyona hevalên wî jê pirsiye, gotiye hevalên te çi dibêjin?

Resûl bersîveke pir xweş û manîdar daye, gotiye:

03 oktober 2021

Keç û xort kanin kurdî ji mirinê xelas bikin

Qet ne dereng e, heger keç û xortên me îdîalîst û nasyonalîst bin kanin kurdî ji qomayê derxin û geş bikin.

Tenê dibê tiştekî bikin; bi tirkan ra û bi kurdên bi kurdî nizanin ra nezewicin, bi kurdên bi kurdî zanin ra  bizewicin û zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.
Mesele heqasî basît e.

02 oktober 2021

Miletê bêdewlet tunebe jê ra çêtir e

Li her çar perçên Kurdisistanê halê me kurdan ne tu hal e, em di nav perîşaniyeke mezin da ne.
Em tim li erdê ne, di nav nigên xelkê da ne, ereb, tirk û faris wer pê li serê medikin.
Geh li me dixin, geh me dikujin, geh me bi hezaran ji malên me, ji gund û bajarên me derdixin, bi çolan dixin.

01 oktober 2021

Dadgehên dagirkeran adil nabin

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê cezayê girtîgehê yê şofêrê otobozê qebûl kiriye. Ji ber ku şofêrekî diyarbekrî di otobozê da li muzîka kurdî gudarî dikir, pûlisekî di sala 2012a da lê gilî kiribû û mahkimê jî şofêr ceza kiribû.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê cezayê mahkimê dabû şofêr tesdîq kiriye.
Helbet ewê tesdqîq bike. Çimkî ew dadgeha hêzên dagirker e. Dibê meriv ji dadgehên dagirkeran tiştekî din nepê.

PARVE BIKE