Gurê birçî dikir, nedikir nikanîbû xwe nêzî kerîyê pez bikira. Rojekê rûnişt, kûr
fikirî, hûr fikirî, xwest riyekê, çareyekê bibîne ji bo ku kanibe xwe bigihîne
kerî û zikê xwe têr bike.
Dawiya dawî fikrek hat serî, got ez kanim têkevim kerasê
şivên, kulavekî şivanan li xwe kim û pê pez bixapînim.
Gava meriv ji dûr va didît, meriv digot belkî bi rastî şivanê kerî ye.
Piştî vê fêlbaziyê hêdî hêdî xwe nêzî kerî kir. Ji ber ku xwe hewqasî baş şibandibû şivên, pez jî ew nas nekir, got belkî bi rastî şivan e.
Berbanga sibê bû, kerî diçêriya, şivan li bin darekê di nav kulavê xwe da raketibû. Kûçikên wî jî li dorê ketibûn û ew jî di xew ra çûbûn.
Gur xwe gîhand kerî lê êrîş nekirê, xwest çend mîhan ji kerî veqetîne, bibe li dereke xewle bixwe.
Lê ji bo ku bikanîbûya çend mîhan ji kerî veqetenî û bida ber xwe û bibe, gerek wek şivên ban wan bikira, gerek dengekî wek yê şivên derxista. Ji xwe ra got:
- Ji bo ku mihî min nas nekin, dibê ez dengê xwe jî wek yê şivên bikim, wek şivên ban wan bikim.
Û dûra jî kişî çend mîhan kir, xwest wan ji kerî veqetîne, bibe bixwe.
Lê nikanîbû dengê şivên texlît bikira, kir xurrre xurrr û zûrrre zûrrr. Bi dengê wî yê ecêb ra şivan û kûçikên wî ji xew şiyar bûn û êrîş birin ser.
Gur ji bo ku canê xwe xelas bike, kulav avêt û baz da, bi zor canê xwe ji destê kûçikan û şivên xelas kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar