25 oktober 2021

Reîsê tirkan dîsa xwe hetikand

Ji bo ku balê ji ser perîşanî û rezîliya xwe dagerînin gelşên sûnî, derewîn peyda dikin.

Ya din jî dîsa bela xwe di kurdan didin.

Dixwazin bi vî hawî, bi derew merewên bêbinake tirkên birçî, totikvala û faşîst mijûl bikin.

Serapê gurrî û kurmî bûne, di çavê dinyayê da ji Epîdemîya Coronayê jî talûketir in, dinya him hevza jê dike, him jî pê dikene. Reîs di çavê ewrûpiyan da clownekî dibê meriv xwe bi ber bayê wî nexîne.

 XXX

Tirkan di mesela konsolosan da tam xwe hetikandin, dereweke zarok pê dikenin li hev ragirtin.
Lê ya xerab nikanîbûne baş cî bidin derewa xwe. Netîce, wek min do jî got gav bi paş da avêtin û kesî dersînora nakin. Lê bêyî ku şerm bike xwe serketî nîşan dide, dibêje wan gav bi paş da avêtiye. Tiştekî wiha tune, ew hin viran li hev tînin.

TL nuha ewê serserî here. Mirşîk gava xwe bi qazê ra birewisîne û bixwaze hêka qazê bike ewê qûna wê biqelişe. Efendî ji ber devbelaşiya xwe, xwe rezîl kir, lê li ber xwe nakeve, ruyê wî ji çermê gê jî qalintir bûye, bûye kosele.

 XXX

Pirsek ji weşanxaneyan

Helîm Yûsif gotiye îsal weşanxaneyeke kurdî jî beşdarî Fûara Kitêban a Frankfûrtê nebû.

Fûara Kitêban a Frankfûrtê bi nav û deng e, îsal 74 welat û 7140 weşanxane beşdar bûne, lê Tirkye beşdar nebûye.

Gelo ji ber ku Tirkiye wek welat beşdar nebû lema nikanîbûn, ya jî kesî nexwest?

Belkî jî malîyeta beşdarbûnê pir giran e, lema weşanxane nikanin beşdar bibin.

Li Almanyayê bi milyonan kurd û tirk dijîn, yanî bazara kitêbên bi kurdî tirkî bazar heye.

Weşanxaneyek di vî warî da agahiyekê bide ezê kêfxweş bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE