29 september 2018

Yên tirkî di çavên xwe da pir mezin kirine dibê li vê vîdeoyê temaşe bikin !



Do bi şev di malpera twîttê ya Sidqî Zîlan da li ser eklektîzma zimanê tirkî ez rastî vîdeoyeke pir balkêş hatim.

Di vîdeoyê da yekî tirk(Hayatî Înanç, bawer dikim ji Dîlokê/Entabê ye) bi tirkî cumleyeke rojane, normal got û dû ra jî got ”min xwar” ne tê da, hemû peyvên din ne bi tirkî ne.

Cumleya bi tirkî wiha ye:

"Bakkaldan aldigim somunun içine peyniri koyup sandviç yaptım.
Balkona oturup hanımın getirdiği çay ve su beraberinde ayfiyetle yedim."

Kurdiya vê cumleya bi tirkî wiha ye:

”Min penêr xist nava somunê min ji beqêl kirîbû, kir sandiwîç. Li balqonê(şaneşînê) rûniştim û bi çay û ava xanimê bi xwe ra anîbû bi efîyet xwar.”

Dû ra jî got:

Bakkal: Erebî
Somun: Rûmî
Peynir: Farisî(naxwaze bibêje kurdî ye)
Sandviç: İngilî
Balkon: Fransî
Hanim: Mogulî
Çay: Çînî
Su: Çînî
Afiyet: Erebî
Beraber: Farisî
Yedim: Tirkî
Tu yê bixwî ?

Kurdiya wê:

”Beqal bi erebî ye, somun bi rûmî ye, penêr bi farisî ye, sandiwîç bi îngilizî ye, balqon bi fransizî ye, xanim bi moxolî ye, çay bi çînî ye, sû(av)bi çînî ye, efîyet bi erebî ye, beraber(bi hev ra)i farisî ye, min xwar bi tirkî ye.
Tu yê bixwî? 

Penêr, helbet bi kurdî ye jî. Lê ji zindîqiya xwe negot kurdî ye, got bi farisî ye. Tirk tu carî nabêjin filan gotin bi kurdî ye, ji dêlî wê dibêjin bi farisî ye. Çimkî hebûna me qebûl nakin, ma ewê çawa zimanê me qebûl bikin?

Gelek kurd tirkî li ber çavên xwe pir mezin dikin û kurdî jî biçûk dibînin. 

Lê wek di vê numûneyê da jî tê dîtin ne wisa ye, di asasê xwe da tirkî wek qerpalekî ye, wek buxçeyeke bi pîne ye. 

Mêrikan ji vir û ji wir bi hezaran gotin girtine û li gorî  îmla û fonetîka zimanê xwe kirine malê tirkî.

Li dinyayê peyvên tu zimanekî sedîsed ne yên wî zimanî ne, zimanek çiqasî xurt û dewlemend be jî miheqeq ji zimanên din peyvan digre. 

Ev ji bo tirkî jî û ji bo kurdî jî wiha ye. 

Gelşe ne girtina gotinên ji zimanên din e, mesele rast bikaranîna wan e, dibê li gorî  îmla, fonetîka û morfolojiya kurdî werin bikaranîn, yanî têkevin qalibê kurmancî, kirasekî kurmancî li gotinên biyanî bibe. 

Ev jî karê zimanzana ye, dibê her kes ji ber xwe ve gotinan çê neke. Dibê kesên zimanzan gotinên biyanî bigrin ferhenga kurdî û hinên nuh çê kin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE