26 oktober 2021

Meriv fîlm temaşe kir dibê wiha temaşe bike

 


Xanima min di telewîzyona swêdî da li fîlmekî swêdî (Tåg/Trên)yê reş û sipî temaşe dike. Fîlmekî drama ji sala 1956a ye. Bi fîlm ra dijî, tu dibêjî belkî ne fîlm e, rastî ye, tebatî nayê. Carnan ez ditirsim komandayê ya jî tiştekî din bavê ji telewîzyonê da.
Xanima min muptela fîlma ye, bi taybetî jî ji fîlmên kevn, reş û sipî, drama û komedîyê hez dike.
Heger fîlm zêde ne berradayî be bi kursiyê ve dizeliqe, miheqeq lê temaşe dike. Di fîlmên drama da pir xemgîn dibe û di fîlmên komedî da jî pir dikene. Carnan ez dibêjim, tu bala min belav dikî, hinekî sakîn be...

Li mala me kanalên tirkî tune, tenê swêdî ye. Jixwe xanim bi tirkî nizane û ji min bêtir bûye neyara tirkan û her tiştê tirkî.

Her roj hal û karê wê, gava vala be li fîlman û programên temaşe dike. Rojê bi kêmanî li fîlmekî, du fîlman temaşe dike û him jî bi heyacaneke mezin, bi fîlm ra dijî.


Nuha li Ez li ber kompîtorê me û ew jî di telewîzyonê da li fîmê (Tåg/Trên)ê temaşe dike.

Erê ez li ber kompîtorê me lê guhê min li ser wê ye. Pi bi heyecan e. Di her sahneyê da ji ciyê xwe hol dibe, li gorî bûyerê reaksîyonekê nîşan dide.Te hew dît got:

-A wele bênamûs kuşt.
-Law bireve bênamûsê te bigre !
-Pînco keçik xapand !
-Qîzê jê bawer neke, te dixapîne !
-A wele çû, a wele zû xapiya.
-Bi Xwedê jin kêmaqil in, qîzê derewa dike !
-A bi Xwedê îcar ket feqê .
-Aha, aha,  a wele malik lê viritand.

Refleks û komentarên din min ji bîr kirin.Tiştên pir xweş dibêje, xeberên pir xweş dide.

Ew li fîlm temaşe dike, ez li wê gudarî dikim. Ji ber atmosfer û heyecana fîlm, haya wê ji wê tune ye, bi fîlm ra dijî, di refleks û replîkên xwe da tim şûrê kesê feqîr, zeîf û qehremanê fîlm dikşîne, aqila dide wan, jinan diparêze. Xebera ji yê zalim ra dide, nifira lê dike, carnan jî tû dikê, dibêje:

-Tufî li te bênamûs, qatil.
-Min zanîbû ewê jinikê bikuje.
-Çavê wî çavê xayina ye.
Û çaxa yê pîs, yê zalim, qatil têk diçe, lawik lê dixe, pûlis digre, kêfa wê tê, dibêje:
-Oxxx, silê min rehet bû …
-Law têr lêxe…
Min kêf kiriye, ez him li ber kompîtora xwe me, karê xwe dikim, him jî bi komentar û refleksên xanimê kêfxweş dibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE